NOSTALJÎ “BÊRÎYA RABORÎYÊ”

Dawet û roja piştî dawetê ’’sebahîyê’’ ‘’ser sebahî’’
Ne gelek dûr, berî bi 40-50 salî ku xort digihîştin dema zewacê, dayik û bavên ciwanan, çavên xwe li derûdora xwe digerandin ku keçek bedew, ji xortê malê re bixwazin û miradên wan û kurê wan pêk were. Bibin xwedî bûk û piştra jî, berî koçbûna jîyana xwe, nevîyên xwe bibînin û bi wan şa bibin. Ev xwesteka dê û bavan bû, ku bi şahîyek civakî, def û zirne, kemançe û ribab dîlan û şahî vê bextewarîyê pêk bînin.
Piştî ku keçek camêra li gorî şert û mercên xwe yên toreya kurdewarî, biryar didan û diçûn ser sifra mala bûkê. Piştî eqda zewacê û qelen û şertên mala bûkê bi hev re pêk tanîn û tevahîya meriv û gundîyan ji vê bûyerê agahdar dibûn. Sereke di nîşanîyê de gustîlk û piçek xemlên bûkanî dibirin mala bûkê.
Dema nîşanîyê dirêj berdewam nedikir. Piştî demek nêz her du terefên bûk û zavê ji bo pêdivîyên bûk û zavê, yan jî rehela bûkê, bi hevra û taybet dayika zavê, dayika bûkê û zavê ra, diçûn bajara û ji zêrîngera zêr û ji cawfiroşa pot û cilûbergên jinan, ji zavê re bedl (taxim) û ji qunderefiroşan qundere, dihat kirîn. Piştî rehelê bi çend rojan dawet li dar diket.
Mirovên rewşa wan xweş û dewlemend, carîna sê roj û sê şêv, carîna hefteyekê dawetên wan li dar diman. Şahîyên daweta bi def û zirne, ribab û kemançe û carîna jî bi şevan bi stranên dengbêja dixemilîn. Govend digerîyan, mitriban şabaş pêşkêş dikirin. Bi helwestên şahîyê mirovên ji xwe razî bexşîş diyarî sazbendan dikirin. Şahîya dawetê bi teqîna devança û tifinga didomand, zarokên biçûk li derûdora dawetê bi listokan dileyistin û kêf xweş dibûn. Berî ku cîpên Emerîqanî werin heremê bûk bi xemla bûkanî, bi kiras û taqîyên rengo rengo û hespek zîna (eyer) wê neqişkirî ber bi mala zavê, bi berbûyan ra bi rê diket. Berî ku Bûk bi rê keve, zave cil û bergên zavetîyê li bejna xwe dikir û bi çend xortan ra derdiket ser banî, çavrêtîya bûkê dikir. Destê bûk û zavê hinekirî bû. Lewra di adetên me Kurdan de şêva hinê, bûk û zavê ji bo elameta zewacê hine li destên xwe dikirin û ev hine li derûdara malbatên bûk û zavê ji dihat belav kirin. Zave li ser banî çavrêtîya bûk û berbûwan dikir. Dema ku bûk dihat ber derîyê malê eger li ser hespê bûna danediket hetanî xelatek dirav nedana bûkê. Piştî ku bûkê xelata daketina ji ser hespê yan jî trimbêlê werdigirt bi alîgirî û lîlandina keç û pîrekên malbata xwe hêdî hêdî ber bi derîyê mala xwe ya nû dimeşîya. Zavê wê demê pereyên ku berê hazirkirî bûn ji bêrîka xwe derdixist û bi ser bûkê de dibarand. Zarok top dibûn û ew diravên belavbûyî didan hev û gelekî bi vê pêkbûyinê şa dibûn. Li ber derî şerbikek biçûk, bi çembil ku ji axa sor çêkirî, didan destê bûkê û bûkê ew şerbikê ku şekir di nav de li erdê dixist û dişikand. Dubare zarok li derûdora bûkê ji bo wan şekiran bi kelecan top dibûn û şekirên li erde belavbûyî, didan hev.
Adetek ji adetên Kurda jî, piştî şeva zewacê roja duyem, tenê pîrek bi xelatan ku dîyarî bûkê bikin serê sibehê diçûn mala zavê û bûkê. Di wê demê de edebek gelekî hêja hebû ku bûk li hundirê malê li alîyê pişt perdê rûdinişt û mêvanên jin pêşwazî dikir. Wê demê jî şahîyek ne berfireh dihat bi kar anîn. Di vê beşdarîya mala zavê û bûkê zilam têkel nedibûn.
Mamoste Baqî

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply