Nok, bedenê ji seretanê jî diparêze

Zanyarên tenduristiyê dibêjin ku divê di hefteyekî de du car nok bên xwarin. Di nava nokê de bo nûkirina DNA yê û sentezê, têra xwe folata heye. Bi vê sedemê DNA nahêle ku hucre di forma kanserê de biguhire û avahiyê diparêze.

Nok bi taybetî bedenê ji seretana memikan diparêze. Di nava nokê de kalsiyûm, magnezyûm, potasyûm, selenyûm, paxir, çînko û hesin heye. Ji aliyê vîtamîna A û  betakaroten de gelek dewlemend e. Selenyûma di nava nokan de, destekê dide bedenê da enzîmên di nava rodiyan de nehêlin ku jehra bedenê ya ku dibe sedema seretanê, bandora xwe li bedenê bike. Hem selenyûm nahêle di bedenê de tumor çêbibe.

Nok nahêle ku di rodiyan de bakterî çêbibin û destekê dide bakteriyên baş yên bo rodiyan. Rîska seretana (kansera) kolon û maqatê kêm dike, sîstema hezmê diparêze û mîdeyê xurt dike.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply