Nivîsşorên kurdî

gelek caran
ez rewşa taxa me ya nivîsşorên kurdî wekî kerxerêka nav dehl û teraşî dibînim. her yekê ji me, ji xwe re kerxek rê vedaye û wekî hespekî hevsarqetandî bi dû serê xwe tê re diçin û qet li rexûçanên xwe nanêrin. lewre jî, piştî demekê ew kerxerêka me ya teng bi axepûlk dikeve û welê dibe, piştî demekê çirkek pûşik jî tê re namîne ku qelema me ya jar û lawaz pê biçêre.
çimkî em tev jî, tenya û tenya di kerxerêka xwe re pêdagir in û hîç li çep û rast, ber û pişt, tenişt û dorên xwe nanêrin…
ji ber hindê jî
piştî demekê em bi dev û diran bi axepûlka xwe dikevin û tenya û tenya di rêçên xwedubarekirinê re diperpitin.
piştî demekê ne tenê deq û metnên me dibin dubare, heman wext peyv û honakên me jî di bêndera xwe de dipelixin û tew libek danî jî ji simbilên me nawerin..
em tenê ji coxîna xwe, belkî jî ji kadîna xwe, heta mirov dişêt bibêje tenya tenya ji poxîna xwe dixwin.
îja di halekî wiha guvêj û tengezar de, rihê me yê aferendetîyê dixese û sîmirxê hişê me bi fir û baskan nakeve.
lawaziya tekstên me belkî ji lawaziya zimên û naverokê bêhtir, berî her tiştî lawaziya giyên e, çimkî rihê me di axepûlka xwe de tenê digevize û newêre bi fir û firyanê bikeve.
lewma jî, mirov dişêt bibêje,
nivîsîn berî her tiştî wêrîn e

Omer Dilsoz-Diyarname

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply