Nivîskarno! Zarokên Me Heyf in

Ji ber ku min çîrokeke zarokan a sosret xwend, mecbûr mam ku vê gotarê binivîsim. Lewra zarokên me heyf in, zarokên me guneh in.Gava kesên ku haya wan ji edebîyatê, bi taybetî jî ji edebîyata zarokan tune be, dest bavêjin qelemê û hewl bidin ku çîrokên zarokan binivîsin, aha tiştên wisa sosret derdikevin meydanê. Helbet sûcdar ne bi tenê kesê ku bi navê nivîskarîyê derdikevin meydanê û bi quretî kitêbên xwe îmze dikin, weşanxane jî qasî wan sûcdar in.

Ji ber ku ez jî çîrokên zarokan dinivîsim, min xwe ji bo vê gotarê berpirsîyar dît.

Ez behsa kitebeke bi navê “Cîhana Ajalan” dikim. Kitêb ji alîyê weşanxaneya Aramê ve hatîye çapkirin û belavkirin. Li ser kitêbê wek nivîskar navê Naîl Demîr heye. Di kitêbê de çîrokeke bi navê “Rovî û Zarokên Hirçê” heye, meqseda min ev çîrok e.
Xebroşkeke ku di şevbêrkên kurdan de, piştî zarok radizên, tê gotin û zilamên kal û navsere pê dikenin, ji alîyê nivîskar ve wek “çîrokeke zarokan” hatîye nivîsîn. Xebroşk wisa dest pê dike: “Mino mino, mirov dibêje qey ev kudik ji terikê mino.” Lê mala Xwedê ava ku nivîskar ji heq derneketîye ku xebroşkê jî bi temamî hîn bibe û binivîse.

Îcar em tev de dizanin ku divê edebîyata zarokan; li gorî cîhana zarokan be û di vegotina wê de jî bandor û estetîk hebe. Divê çîrokên zarokan hewcedarîyên ruhê zarokan bibersivîne. Berî her tiştî divê di wê çîrokê de edeb hebe. Divê çîrok bi zimanekî xweşik rêberîya zarokan bike.

Îcar gava em li çîroka “Rovî û Zarokên Hirçê” dinêrin, tê de her tişt berevacî ye. Lewra di çîrokê de rovî, li ber çavê kudikên hirçê tecawuzî dêya wan dike û nivîskar jî dixwaze zarok vê çîrokê bixwînin û hîn bibin ku dêyek çawa tê tecawuzkirin.
Gava zarok xwe têxin şûna kudikên hirçê li tecawuzkirina dêyekê temaşe bikin, wê çi bê serê derûnîya wan? Ew ê rastî travmayeke çawa bên? Zarok dêya xwe têxe şûna hirçê wê çi bibe?

Edebîyata zarokan tiştên wisa şaş qebûl nake. Ez bawer im, ev çîrok di kontrola weşanxaneyê re, derbas nebûye. Lewra dizanim ku gava haya weşanxaneyê jê hebûya, ew ê çîrokeke wisa çap nekira. Lê niha çîrok li ser navê weşanxaneyê, tê belav kirin û zarokên kurd rastî vê sosretê tên. Nivîskar Naîl Demîr jî divê pêşîyê rûnî bixwîne: Edebîyat çi ye? Edebîyata zarokan çîye? Kî dikare ji bo zarokan çîrokan binivîse? Divê di çîrokên zarokan de çi hebin, çi tunebin? Wisa kî rabe xewna xwe binivîse, xebroşkan binivîse, ev nabin çîrokên zarokan. Divê çîrok ji zarok re rêberîyê bike.

Gava zarok li tecawuzkirina dêyekê temaşe bikin, wê ev çîrok rêbertîya çi bike?

Ji zarokan re rêberî wisa nayê kirin. Hewcedarîya ruhê zarokan bi tecawuzkirina dêya wan tune ye. Hewcedarîya wan, bi afirînerîyê, bi hevaltîyê, bi durusttîyê û bi şanazîyê heye.

Wek gotina dawîn; edebîyat ne tiştekî hêsan e; herkesê qelemê bigre destê xwe nikare ji zarokan re çîrokan binivîse. Û divê weşanxane, bala xe gelekî zêde bidin ser vê mijarê.

Bi hêvîya ku nivîskar ji zarokên kurdan lêborîn bixwaze û em careke din rastî çîrokên wisa sosret neyên.

Berfin Ayşe Öğüt-Bitlisname.com

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply