Nivîskarên Kurd Yên Sirgûnê

“Her welat ji insanên wî welatî re welat e, ji yekî din re jî cihê sirgûnê ye.” S. ELÎOT

Ji gelek welatan, nivîskarên wî welatî ji ber sedemên sîyasî ji welatê xwe bazdane û çûne welatekî din û ew welat ji xwe re kirine cihê jîyanê, li wir bi cih û war bûne. Dîroka ronakbîr û nivîskarên kurd, dîroka sirgûnê ye. Gelek rewşenbîrên kurd li welatên bîyanî mirine. Ji malbata Bedirxanîyan û malbata Cemîlpaşa gelek ronakbîr li bîyanîyê wefat kirine. Wek mînak, Nuredîn Zaza, Nurî Dêrsîmî, Îsmet Şerîf Vanlî, Îhsan Nurî Paşa û hwd. Ji yên dawî jî mirov dikare Mihemed Bekir, Mehmed Uzun, Hemreş Reşo, Zekî Adsiz, Orhan Kotan, Zekî Bozarslan, Îhsan Aksoy û hwd, mînak bide.

Nivîskarên Kurd yên penaber li welatên bîyanî ji bo doza netewa kurd gelek kar û xebatên hêja kirin û berhemên giranbuha afirandin. Ew xabatên wan ê hêja, bêguman perçeyek ji dîroka têkoşîna netewa kurd e. Pirtûkên dîrokî ku wan nivîsîye (Binêrin Nurî Dêrsîmî – Di Dîroka Kurdistanê de Dêrsîm, Îhsan Nurî – Dîroka Kurd, Zinar Silopî – Doza Kurdistan û herweha bi dehan pirtûkên din) beşek ji dîroka netewa kurd ronahî dike. Berhemên wan ji hêla dîrokê, zimên, çand û edebîyatê de serçavî ne; ji bo ronakbîrên kurd yên nûha çavkanî ne. Kovar û rojnameyên ku di wê demê de hatine weşandin, qîmet û rûmeta wan îro jî li cem ronakbîr û nivîskarên kurd gelekî bi qîmet in. Kovara Hawarê hêj jî di hêla rêziman û rastnivîsa kurdî û alfabeya kurdî de rê nîşanê me dide. Em di gelek warên nivîsandinê de hîmên xwe ji kovara Hawarê digirin û ji xwe re dikin rêzan.

Wexta ku di 12ê îlonê de li Tirkîyê derba askerî a faşîst çêbû û cunta hat ser hikim, piştî derbeyê gelek ronakbîr, nivîskar, welatparêz û şoreşgerên kurd derketin derveyî welat û pirranîya wan di welatê Ewropa da cih û war bûn. Ev penaberên kurd yên sîyasî li sirgûnê çapemenîya kurd û edebîyata kurd ya sirgûnê afirandin. Ji sala 1980î û vir ve ji 200î zêdetir kovar û rojnameyên kurdan li Ewropayê hatine weşandin. Herweha gelek pirtûkên edebî ji sala 1980î vir ve hatin weşandin. Gelek nivîskarên kurd yên penaber pirtûkên xwe yên yekem li ewropayê çap kirin. Edebîyata kurd a nûjen di vê demê de dest pê kir. Çend nivîskarên kurd ku pirtûkên xwe yên yekem bi zimanê tirkî weşandibûn, pirtûkên xwe yên din êdî bi kurdî nivîsîn û weşandin. Nivîskarên kurd yên ku li sirgûnê dijîn bi dehan romanên kurdî û bi sedan pirtûkên helbest û çîrokên kurdî weşandin. Di hêla çand, ziman û edebîyata kurd de nivîskarên sirgûnê yên penaber xizmetên gelek hêja kirin û hîn jî dikin.

Di nav nivîskarên kurdên sirgûnê de du beş nivîskar hene. Beşek jê berîya sirgûnîyê jî nivîskar bûn. Beşa din jî li welatên xeribîyê, li sirgûnîyê bûne nivîskar. Yên ku berîya sirgûnîyê nivîskar bûn:

Mehmed Emîn Bozarslan, Rojen Bernas, Kemal Burkay, Îhsan Aksoy, Huseyîn Beysulen, Orhan Kotan, Mehmed Bayrak û hwd.

Belê em dibînin ku li sirgûnîyê hejmareke bilind nivîskar çêbûne. Wek ku mînak;

Mehmed Uzun( çû ser heqîya xwe, rehma Xwedê lê be) , Zeynelabîdîn Zinar, Hesenê Metê, Firat Cewerî, Lokman Polat, Hasan Yildiz, Mahmûd Lewendî, Mustafa Aydogan, Aram Gernas, Zinar Soran, Osman Aytar, Maruf Yilmaz, Rohat Alakom, Siddîk Bozarslan, Maruf Yilmaz, Kamran Simo, Serkan Brusk, Xizan Şîlan, Mîr Qasimlo, Fergîn Melîk Aykoç, Amed Tigrîs, Hakî Balta, Şoreş Reşî, Şerefxan Cizîrî, Laleş Qaso, Bubê Eser, Suleyman Demîr, Haluk Ozturk, Gabar Çîyan, Enwer Karahan, Adil Duran, Nezîr Akat, M. Alî K., û  hwd.

Lokman Polat

Têbinî : Nivîskarên kurd yên li Ewropayê û bi taybetî ên li Swêdê gelekin, wek hejmar pirrin. Min wek mînak van çend navên li jor rêz kir û pêşkêşê xwendevanan kir. Ên ku navê wan nehatîye nivîsîn bila bibexşînin.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply