Nivîskarê Kurd bi video dengê xwe gihande rewşenbîrên Awûstralyayê

Nivîskarê ji Rojhilatê Kurdistanê Behroz Bûçanî, ku li kampeke pebanran tê girtin, ji bo Festîvala Nivîskaran a Melborn a Awûstralyayê gotareke bi vîdeoyî amade kir.

 

Biryare roja 29ê Tebaxê li bajarê Melborn a Awûstralyayê Festîvala Nivîskaran were sazkirin. Nivîskarê Kurd Behroz Bûçanî, ji ber nikare beşdarî festîvalê bibe bi rêya video gotarek amade kir û ji festîvalê re şand.

 

Nivîskarê Kurd Behroz Bûçanî, sala 2013ê ji bo here Awûstralyayê derkete rê lê hikûmeta wî welatî nehişt ew derbasî welat bibe, ji lewra li girava Manus a di kampeke penaberan de ma.

 

Bûçanî, ku di heman demê de rojnamevan û derhênerê sînemayê ye, li vir pirtûkek bi navê, “Ji bilî çiyayan ti hevalên me nînin” nivîsî. Pirtûka nivîskarê Kurd di destpêka vê mehê hate çapkirin û bala gelek xwendekaran kişand.

 

Pirtûka Bûçanî li ser helbest, çîrok û bîranînên wî yên rojane ne, behsa ezmûna jiyana 5 salan a li kampa Manusê dike.

 

Li gorî daxuyaniya amadekarên festîvalê, Behroz Bûçanî hevpeyvîneke vîdeoyî jî li gel Arnold Zable yê çalakvanê mafê mirovan, saz kiriye.

 

Pirtûka nivîskarê Kurd berhemê 5 salan e, ku nivîsên wî yên kurt li ser torên civakî jî hatine parvekirin. Umêd Tewfîq jî pirtûk wergerandiye zimanê îngilîzî.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply