Nivîskar Rojbîn: Dema min dît zarokên kurdan kurdî nizanin min biryar da bi kurdî binivîsim

Nivîskar Rojbîn Ozkan ; Di derbarê xebatên nivîskarîya xwe û berhemên xwe de, sedema kêmbûna nivîskarên jin, derfetên çapkirina pirtûkên Kurdî û ferqa nivîskarên di sirgûnê de berhem afirandine, ji bo Basnewsê nirxand.

BasNew: Te çawa dest bi nivîsandina kurdî kir?

Dema min didît zarokên kurdan li her derê bi tirkî dipeyîvin û qet kurdî nizanin; ev rewş gelek bi min giran hat. Min got ezê bi ziman kurdî ji boy zarokan pirtûkan binivîsînim. Di serî de mijara min tenê zarok bû paşê min berê xwe da beşên din yên edebiyatê jî.

BasNews: “Zarokên Heskîfê” pirtûka te ya yekem e. Çima Zarokên Heskîfê? Sedema ku te ev nav li pirtûka xwe kir, çi bû?

Zarokên Heskîfê pirtûka zarokan e. Bes çîroka Zarokên Heskîfê wekî ji navê wê jî dîyar e, mijara wê Heskîf e. Min xwest ez bi vê çîrokê bal bikşînim ser bajarê Heskîfê û bendeva ku ev bajarê qedîm kiriye êxsîrê xwe.

BasNews: Ferqa zehmetîya nivîsandina helbest, çîrok û romanê çi ye?

Min zêde helbest nenivîsandîye. Lê ez bawer im çi helbest, çi çîrok û çi roman be; gişt jî bê ked û bê zehmetî nabin. Helbet bê xwendin jî. Ji xwe mifta nivîsandinê xwendin e.

BasNews: Gelo boy çi jinên kurdan herî zêde helbest dinivîsînin?

Jin wekî cenabê Seîdê Kurdî jî dibêje: “Lehengên şîfqetê ne”, kesên dilovan û xwedî hestên xurt in. Jina kurd jî bi rêya helbestan kul û kesêrên xwe, ên gelê xwe tîne ziman. Hêja ye ku em bêjin jina kurd, di warê helbestwanîyê de xwedî dîrokek zêrîn e. Mînaka herî mezin Mahşeref Kurdistanî ye, helbet gelek navên dî jî hene.

BasNews: Amadekarîya berhemên te ên nû heye? Heger hebe li ser çi ye?

Belê hene.Min du berhem  dane weşanxanê. Yek çîrokên mezinan e. Ya dî rêze pirtûk e boy zarokan. Niha jî Xwedê îzin bide ez jîyana xanimên sahabe dinivîsinim.

BasNews: Çima hejmara nivîskarên jin di tevahîya Kurdistanê de kêm in?

Bi nêrîna min jinên nivîskar ne kêm in. Lê tu dizanî, Kurdistan çar perçe ye û mixabin haya herçar perçeya zêde ji hev nîne. Helbet yek ji sedemê vê yekê jî cudahîya alfabe ye. Li Başûr qasî ez dizanim hejmara nivîskarên jin zêde ne. Her weha li Rojhilat û Rojava jî…

BasNews: Li gorî te nivîsandin û çapkirina pirtûkên kurdî li Tirkiyê zehmet e?

Nivîsandin li gorî qabilîyet/şîyana mirovan e. Lê çapkirina berheman mixabin gelek zehmet e. Ew jî helbet bi rewşa weşanxaneyan ya  aborî ve girêdayî ye.

BasNews: Bi nêrîna te ferqa nivîskarên kurd yên ku hatine sirgûnkirin bi yên din re çi ye?

Ji ber ku nivîskarên ku hatine sirgûnkirin yan jî yên li derveyî welat, li welatên azad de dijîn û derfeta wan ji yên me zêdetir in. wekî dî ji alîyê berhem afirandinê ve ti ferq nîne. Ez bi xwe nikarim bêjim nivîskarên derveyî welat ji yên nav welêt baştir dinivîsînin…

BasNews: Gelo peywendîyên xwendewan û nivîskarên kurdî çawan in û gelê kurd çiqas li nivîskarên xwe xwedî derdikevin?

Xwendewanên ciwan eleqeya wan bi nivîskar û zimanê kurdî re gelek e.   hejmara kurdînivîsên ser medyaya civakî jî nîşana wê ye. Xwedî derketina nivîskaran jî bi nêrîna min bi xwedî derketina  zimanê kurdî ve girêdayî ye.

 

Basnews

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply