Çarşem , 30 Îlon. 2020

Nivîsek li ser Hesenê Metê

Bi trênê ji nêva bajarî heta mala wî nêzîkî nîvseatê rê digire, dema mirov jê re dibêje “mala te dûr e” bi ken bersivê dide û dibêje: ”Li Sîbîriyayê ye” ango li sergumê ye. Ev mala biçûk ya ji Stockholmê dûr Hesenê Metê ji qerebalixa nêva bajarî û carinan ji mirovan jî dûr diêxe.

Gelek caran xwendevan mereqa jiyana Hesenê Metê dikin, ew jî bi dengekî nerm, bi keser, dibêje: — Jiyana min ne hewqasî balkêş û dewlenmend e ko behsê bikim.

Lê belê di rastiyê de, dema mirov ji nêzîk ve berê xwe bide jiyana Hesenê Metê dê bibîne ko jiyana wî piralî û têrbûyer e, lê ji ber ko rengê êşê di jiyana Hesenê Metê de zêde ye, bîranîn bi xwe jî jê re bûye êş.

Hesenê Metê li gundê Tayan ko dikeve ser rêya Diyarbekir û Erxeniyê hatiye dinyayê, li gundê Baxdeştê mezin bûye, lê wekî malbat bi eslê xwe ji gundê Qilêşê ye ko dikeve navbera Erxeniyê û Pîranê.

Koçberiya Hesenê Metê ji zaroktiyê de despê dike, yazdesalî ji gundê xwe derdikeve û digel malbata xwe bar dike diçe Nisêbînê, li Nisêbînê birayê wî yê du salan jê bitementir li ber çavên wî têt kuştin. Ev bûyera bijan birîneke kûr di canê Hesenê Metê de çêdike, tesîreke mezin li jiyan û kesayetiya wî dike. Malbat ji ber vê bûyerê rêya koçberiya xwe heta Diyarbekirê dewam dike û li wê derê bi cih dibe.

Hesenê Metê çardesalî ji bo xwendinê ji Diyarbekirê diçe Mêrsînê. Li Mêrsînê rûbirûyî hestên tenêtiyê dibe. Berî hingê sê salan li Diyabekirê jiyayîbû, wisa bi Diyarbekirê ve hat grêdan wekî ko temenê xwe lê borandibe. Hesenê Metê dibêje: — Dibe ko peryoda Diyarbekirê salên herî xweş yên jiyana min be.

Li Mêrsînê jiber hestên tenêtî û bêrîkirinê heroj piştî ko dersên wî li mektebê bi dawî dibûn berê xwe dida “stasyona otobusan” bendewariya otobusa ko ji Enqereyê têt Mersînê, paşê ji wêderê diçe Diyadekirê dikir, li serûçavên xelkên rêwî dinêrî, dema ko otobus bi rê diket jî nêrîna xwe jê nedida alî heta ko ji ber çavên wî wenda dibû.

Wekî hemî gencên nifşê xwe Hesenê Metê tevlî tevgera siyasî dibe, serpêhatiyên wî yên zindan û îşkenceyê jî çêdibin. Ji bakurê Kurdisatanê diçe rojhelatê Kurdistanê û paşê derbasî başurê Kurdistanê dibe, sê salan pêşmeregetiyê jî dike. Hesenê Metê ji sala 1983-yê ve li Stockholmê dijî, jiyana wî di navbera sêkoşeyan de koçberî, bîranîn û bêrîkirinê de dibore.

Bêrîkirina Hesenê Metê ya dijwar bêrîkirina rihê dayika wî ye, bi salan jê dûr ket û têr ew nedît. Bi hesret dibêje: — Ko îro jî dayê bi hîkmeteke îlahî ji gorê rabe û ez wê bibînim, dibe ko ez wê nas nekim, lê ko ez bêhna wê hîs bikim, ezê bibêjim dayê ev e. Mirov çiqasî bitementir jî bibe pêwîstiya mirovî ya hisî bi hebûna daykê wekî ya zarokan e.

Ew heta niho jî wekî zarokekî bêriya dilovanî û germahiya rihê dayka xwe dike. Lê zarok qet lê nafikirin û bawer jî nakin ko dê rojekê dayka wan bimire. Hesenê Metê di pirtûka xwe ya dawiyê “Pêsîrîn dayê” de wiha dinivîsîne:

— Dema ko tev capûnekî spî daxistin binê çalê û ji axa kolayî bêra pêşîn havêtine ser sîngê dayê, têgêhîştim ko dayê di wir de ma û êdî ji wir dernakeve. Ez têgêhîştim ko min çi wenda kir. Di wê gavê de min his kir ko ez bi aqil bûme, ez mezin bûme. Min êdî weke zarokan bawer nedikir ko dayê yeka nemir e, êdî min bawer nedikir ko mirin gelekî dûr e. Ez bûm yekî biaqil, lê bêyî ko têbigêhîjim bê çima welê.

Mirina dayka Hesenê Metê jiyana wî vala dike, bê stûn û bê ewlehî dihêle.

Hesenê Metê di berhemên xwe de, bi awayeke neyekser û carinan biyekser beşek ji kesayetî û jiyana xwe di hûrgiliyên jiyana lehengên xwe de şêwe dike. Di romana “Li dêrê” de lehengê wî nivîskarekî kurd e, li Swêdê, li welatê dûr û sar dijî, rojekê diçe dêra Santa Ragnhildê ko dikeve başûrê Stockholmê, bi hêviya ko îlhamekê ji bo romana xwe ya nû wergire.

Nivîskar ango lehengê Hesenê Metê ji bakurê Kurdistanê û dergevanê dêrê ji başûrê Kurdistanê, kurdekî zaxoyî ye. Bilindê Zaxoyî dibe evîndarê dotmama xwe, ji ber êşa evîneke têkçûyî direve û li xerîbiyê rûbirûyî êşa penaberî û tenêtiyê dibe.

Hesenê Metê li dêrê pirsên metafîzîkî ko mirov carinan bêdeng ji xwe dipirse bêyî ko biwêre bi gotinan rave bike, pirsên hebûn û nebûnê bi rêya diyaloga di navbera Bilind û nivskarî de, bi zimanekî felsefî ya balkêş hişyar dike.

Hêj di dema pêşmeregetiyê de Hesenê Metê şano nivîsandine, hevalên wî yên pêşmerege rola kesayetiyên şanoya wî leyîstine. Dema behsa vê bîranînê dibe serûçavên wî dikenin, dibêje ko ew yek ji bîranên spehî yên jiyana wî ne, lê belê Hesenê Metê ew berhem nedane çapê.

Rihê îronîk aliyeke dî yê kesayetiya Hesenê Metê ye ko mirov di jiyana wî ya normal de gelekî lê rast nayê û di berhema wî ”Labîrenta cinan” de diyar dibe.

— Ji çarsed û bîst şêniyên gundê me bi kêmanî heşt kesên wan har, dehê wan dîn, bîstê wan cinî, sedê wan ehmeq, dusedên wan saxik… û yên mayî ne diyar in.

Labîranta cinan gundeke îzolekirî ye: ji milekê ve rihên pak û jiyaneke sade ji milê dî ve baweriyên olî ko bi awayeke ne durist di nêv gundiyan de bi cih bûne, urf û adetên paşdemayî, paşgotinî û şevbihêrkên ko digel gazind û çîrokên cinan diborin. Di ”Labîranta cinan” de Hesenê Metê wêneyeke biçûk ji civata gundî ya kurd, bi hemî xweşî û nexweşiyên wê bi zimanekî herikbar û riheke îronîk şêwe dike.

Mamosteyê gund Kevanot bawer dike ko ew dê bikare bi rêya têkiliyên xwe digel gundiyan wan perwerde bike, ramanên wan biguhore. Hesenê Metê li ser zimanê lehengê xwe Kevanot wiha dibêje:

— Di avahiya civakan de berborên kevin û kifikî hene û berdewam e jî. Ev di her civakê de bi rengekî derdikeve pêş. Di civakên me de jî, bi van rengan çewtî hene, kêmasî hene…Te bivê jî û nevê jî ew ê her tim hebin. Lê… divê meriv hêdî hêdî û ji tiştên biçûk dest pê bikin. Bi gotin, bi peyivîn, bi bihneke fere û yek bi yek.

Lê Mamoste Kevanot nekarî zêde li ber xwe bide, ew bi xwe jî hêdî hêdî li ber pêla wê civatê diçe, tevlî çewtiyên wan dibe, psîkolojiya wî diêşe heta ko aqilê xwe wenda dike.

Mirov hêvî dikir ko dawî ne hewqasî trajedîk û bêhtir xweşbîn bûya lê Hesenê Metê dibêje ko ew ne reşbîn e lê belê rastiyeke tehl li gorî ko wî dîtiye raxistiye ber çavan. Di Labîranta cinan de êş û îronî tevlihev dibe.

Min bi beşişîn ji Hesenê Metê pirsî ka ew wekî lehengê xwe Kevanot rola mamostatiyî li gorî xwe dibîne, Hesenê Metê bersiveke weha da:

— Min fikrek, ramanek hebe dê her bi rêya nivîsandinê rave bikim û bibêjim, wekî dî li gorî xwe nabînim ko bibim şîretkarê xelkê. Anha derfeta xwendin û zanînê ji her kesî re vekiriye, xelk dikarin bi serê xwe bêyî şîretan rêyên xwe di jiyanê de hilbijêrin.

Wekî bersiva pirsa min ka ew piştî 35 salên penaberiyê, bi kurtahî çi ji jiyanê hîn bûye dibêje:

—Ez hîn bûme ko meriv çawa bi bedena xwe ji axa xwe cida dibe lê beşeke mezin ji rihê xwe li wir dihêle. Hîn bûme ko çawa meriv hezkiriyên xwe wenda dike û xemgîn dibe, çawa nerehet dibe û çawa li hemberî hemî jan û zehmetiyên jiyanê li ber xwe dide û dijî. Bi kurtebirî ez hînî êşê bûme.

RINDÊ ÇAÇAN rindecacan@gmail.com
Ji malpera Nefel

Derbar Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Dikarê vê jî bixwênê

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Bernameçêker, Mehdî Mutluyî ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku naveroka bernameyan qasî teknîkê pêş …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.