Nivîsandina Hoker, Daçek, Lêker, Rengdêr ê

PIRSA XWENDEVAN

Wekî her car silavên ji dûr,silavên şoreşî ji Rojavayê Kurdistanê.

Hokerên hevedudanî .
Gelo hokerên hevedudanî bi hev ve tên nivîsandin,lê yan ji hev cuda ne?
Mînak :
-Karê min her roj e./Karê min herroj e.
-Ez her roj/herroj/her tim/herim/her dem/herdem pirtûkên rêzimanê dixwînim.
-Jixwe/ji xwe dema me zêde nema,hela rabe em biçin.
………….
Ez wan ji hev cuda dinvîsim,gelo ya rast kîjan e?û gelo Mîrê zimên çi pejirandîye?
û gelo ma ku bi hev ve bên nivîsandin, an ji hev cuda bin çi pirsgirêk heye ?
Ji kerema xwe mijarê ji me re zelal bike bi mînak û analîza xwe ya hêja.

di gel silav.
Şengo KÊVERÎ.(Hoşeng NÛH)

 

—————————————————————————————————————————————————–

HOKER, DAÇEK, LÊKER, RENGDÊR Û NAVDÊRÊN HEVEDUDANÎ

CUDA YAN PEV RE BINIVÎSIN?

Di nivîsa peyvên hevdanî (hevedudanî, compound, bileşik) an ji pir beşan pêkhatî de du kategorîyên serekî hene:

 

1) Yên ku hemû hêmanên (unsûr) wan di her awayî de bi hev re tên nivîsîn û wek yek peyvê tên xwendin/bilêvkirin.

Navdêr (noun, ad) û rengdêrên (adjective, sifet) hevdanî yên ji pir peyv an hêmanan pêkhatî dikevin nav vê katogerîyê; hejmar û şêwe yan fonksîyonên hêmanan çi bin jî, bi hev re wek yek peyvê tên nivîsîn. Di gotinê de jî gişt bi hev re wek yek peyvê tên bilêvkirin.

 

Dest + girtî:                destgirtî  

Ser+xwe+bûn:           serxwebûn  

Ser+dem:                   serdem  

Dor+bend:                  dorbend  

Rê+ber:                       rêber  

Der+geh+van:            dergehvan  (dergevan)

Dîrok+nivîs:               dîroknivîs  

Cot+kar:                      cotkar  

 

Dest+vala:                  destvala  

Dest+dirêj:                 destdirêj  

Guman+bar:              gumanbar  

Ser+bi+xwe:               serbixwe  

Dev+li+ken:                devliken  

Çav+birçî:                   çavbirçî  

 

Lîst dikane gelekî dirêjtir bibe, rengdêr û navdêrên bi vî awayî pir in. A girîng ew e ku rengdêr an navdêrbûna wan bê naskirin û bê zanîn ku wek yek peyvê bi hev re tên xwendin, bilêvkirin û nivîsîn; her weha peyvên kategorîyên din, ên wek daçek, hoker, lêker bi van re (rengdêr, navdêr) tevlihev nekin.

Ev qayde ew qas rûniştî ye ku lêkerên hevdanî yên ji pir peyvan, dema ku wek navdêr tên bikaranîn, ew jî gişt bi hev re wek yek peyvê tên bilêvkirin û nivîsîn:

 

Baz dan                       Bazdana te ne xerab bû.

Xwe kuştin                 Li vî welatî hejmara xwekuştinan zêde dibe.

Dev jê berdan            Devjêberdana te jî êdî bi kêrî tiştekî nayê.

Serî lê dan                  Serîlêdana xwe betal kir.

Dest tê werdan         Desttêwerdana dagirkeran nayê qebûlkirin.

Dagir kirin                  Dagirkirina vî welatî wê li serê we bibe bela.

 

Her weha ev tewre lêker di raweya tebatî (pasîv) de jî wek navdêran bi hev re tên nivîsîn:

Çar dewletan Kurdistan dagir kir.   Kurdistan ji alîyê çar dewletan ve hat dagirkirin.

Wan Ermen qir kirin.                        Ermen ji alîyê wan ve hatin qirkirin.

Me ew rûreş kirin.                             Ew hatin rûreşkirin.

Wan em azad kirin.                           Em hatin azadkirin.

Kê ev mîh ser jê kir?                          Ev mîh ji alîyê kê ve hat serjêkirin?

 

Ev lîst jî dikane were dirêjkirin, lê ez bawer dikim mebest tê fahmkirin.

2) Yên ku ji bilî hin rewşan, wek prensîp hemû hêmanên wan ên ku bi serê xwe xwedî wate û fonksîyona rêzimanî ne, cîhê tên nivîsîn.

Daçek, hoker (rengpîşe) û lêkerên ku ji pir peyv û hêmanan (unsûr) pêk tên, dikevin nav vê kategorîyê. Ji bo ku hêmanên wan bi hev re werin nivîsîn, divê sedemên taybet hebin, an na, wek prensîp cuda tên nivîsîn. Mînak:

  1. a) Heke hêmaneke hoker, daçek, an lêkerê, yan beşeke wê pirtik/qertaf (affix, ek) be, yan bi serê xwe wate û fonksîyoneke xwe nemabe.

 

Ji bo lêkeran ewên ku di serê wan de ra-, da- û hwd hene mînakeke sereke ye:

Da+ketin                    daketin

Ra+bûn                      rabûn

Ve+kirin                     vekirin

Ve+dan                      vedan

Da+dan                      dadan

 

Ji bo hokeran, ewên ku di dawîya wan de pirtikên wek –ê, -an, -kî, -ane, -anî û hwd hene.

Êvar+î                         êvarî

Car+in+an                  carinan

Mêvan+kî                  mêvankî

Êvar+kî                       êvarkî

Dirêj+kî                      dirêjkî

Kurd+ane                   Kurdane

Mêr+ane                    mêrane

Nîv+anî                      nîvanî

Sibe+tir                      sibetir

 

Her weha ewên ku bi tîpa ‘e’, ‘a’ yan ‘am’ bi hev tên girêdan:

Ber+e+paş                 berepaş

Kerr+e+kerr               kerrekerr (bi dizî)

Pêlepaş                      pêlepaş

Ber+am+ber              beramber

Ser+an+ser                seranser

 

Ewên ku ‘î’ li serê wan bi wateya ‘ev’ tê bikaranîn: Îşev, Îsal, Îcar, Îro(j)

 

Ewên ku hêmanên wan hinek tîp/dengên xwe diweşînin û bi hêmaneke din re dikelijin, an ku şêweyê xwe yê serbixwe wenda dikin:

 

Bi rastî                        birast, birra

Çi qas ko/ku              çiko, çiku, çiqa

Her çi yê …                 heçî, herçî

Her çi ku/ko …          heçko

Qet nebe                    qene

Bi paş ve/de              paşve, paşde

Bi şûn ve/de              şûnve, şûnde

Bi pêş ve/de              pêşve, pêşde

Di cîh de                     cîde

Bi dûv re                    dûre

Ne, ji xwe                   nexwe

Vê gavê                      vêga

Vê carê                       vêca

Tu carî, tu caran        tucar

Di dilê xwe de            dilxwede (qaşo, xwedêgiravî)

 

 

  1. b) Ji bilî rewşên a), peyvên hemû hoker û daçekên hevdanî (ji pir peyvan pêkhatî) yên bi serê xwe jî xwedî wate û fonksîyon, û bastûra (struktur) xwe parastî, hemû cuda tên nivîsîn:

 

Ber bi jor ve                                         Ber bi paş ve

Bê şik                                                    Bê guman

Bi awayekî/haweyekî                     Bi carekê

Bi dizî                                                   Bi dûr (ketin)

Bi ku de/ve                                          Bi lez

Bi lez û bez                                          Bi rastî

Bi roj                                                     Bi şev

Bi tevayî                                               Bi tenê

Bi xwe                                                   Bi min

Bivê nevê                                             Di vê navê de

Hema hema                                         Her çi

Her kî                                                   Her û her

Her wekî (din)                                     Ji derve

Ji dil                                                      Ji dûr ve

Ji ku de/ve                                           Ji ku derê (ve)

ji paşîyê ve                                           Jê û pê ve

Jê re                                                      Ji nuha û pê ve

Ji nuh de/ve                                         Ji xwe

Jor û jêr                                                Ser dawîyê

Şev û roj                                               Roj bi roj

Tim û tim                                             Vê gavê

Vê êvarê                                               Vê carê

 

DAÇEKÊN HEVDANÎ YAN JI PIR PEYVAN PÊKHATÎ jî bi heman awayan û li gora heman prensîpan bi hev re yan cîhê tên nivîsîn, ji xwe hin ji wan hem hoker in û hem jî daçek in, li gora hevok û naverokê dibin daçek an hoker; loma cîhê ravekirin pêwîst nake, ez ê hema lîsteke mînak pêşkêş bikim:

 

ber bi …                                           bi hev

ber bi … ve                                      bi hev re

bêyî ku …                                        bi … re

bi … de                                            bi … ve

bi ser … de                                     

                                                   

di … de                                            di bin … re

di ber … de/ve                                di ser … re

di … re                                             di … ve

ji ber …                                            ji … de

ji ber ku …                                       ji … re

ji ber xwe                                        ji … ve

ji ber xwe ve                                   ji xwe

ji bo, ji bona …                               ji ber xwe

ji bo(na) ku …                                 ji ber xwe ve

Li ba(l) …                                         ji xwe ve

li ber …                                            li gel

li cem                                               pev re

 

Bê guman em dikanin lîstê gelekî dirêjtir bikin, lê bi van mînakan jî mebest tê fahmkirin.

Hun her weha dipirsin ku gorbihuşt Mîr C. Bedirxan çawa nêzîkî vê mijarê dibe, di Hawarê de jî di pirtûka wî û R. Lescot a bi navê Rêzimana Kurdî de jî kêm zêde ev nêzîkbûn heye; di Hawarê de bêtir hevgirtî ye, di pirtûkê de yek-du hevnegirtin xuya dibin; wek ku heman daçek/hoker li derekê pev re, lê li dereke din cuda were nivîsîn. Lê ew pir kêm in. Bi tevayî em dikanin bibêjin ew jî wek Hawarê nêzîk dibe; rengdêr û navdêrên ji pir hêmanan (beşan) di kategorîyekê de bi hev re tên nivîsîn; hoker, daçek û lêker ji bilî qertaf, kelijandin, xerabûna bastûra peyvan û hwd, cuda tên nivîsîn; ji ber ku hêmanên wan bi serê xwe jî fonksîyon dikin.

Mînak: hinek kes daçekên wek li ber, li bin, li ser, ji ber, ji bin, ji ser û hwd bi hev re dinivîsin (liser, libin, jiber û hwd), ev nikane were qebûlkirin; ber, ser, bin û hwd ji alîyekî ve dibin servekên (obje) daçekên berî xwe (bi, ji, li), ew ne pirtik/qertaf an tewanga wan in; ji alîyekî din ve heke li dû wan navdêr/cînavek hebe, ew dibin beşeke tiştên ku ew navdêr/cînav temsîl dike.

Yek ji mînakên din ên ku te li gel pirsa xwe dane jî peyva ‘her’ e. Li vir dema ku em didin ber peyva ‘every’ ya Îngilîzî, em jî dibêjin qey divê em wek wan bi peyvê re binivîsin: everyday, everyone, everywhere. Lê ew tenê ji bo van peyvan bi hev re dinivîsin, di awayên din de cuda dinivîsin; wek, Every year / Every week / I have been to every TV station / Every society has its own culture û hwd. Her weha Îngilîzan peyva ‘each’ jî heye, ew her tim ji peyvê cuda tê nivîsîn: Each of my friends / Each of us / Each student must prepare something / Each will write a poem û hwd.

Li şûna’every’ jî û li şûna ‘each’ jî em di hin rewşan de ‘her’ di hin rewşan de ‘her yek’,  bi kar tînin.

Ji lew re li şûna ku em heman peyvê carinan pê re, carinan cuda binivîsin, ku ji bo pê re nivîsînê sedemeke taybet tunebe, ya maqûl ew e ku em her tim cuda binivîsin.

Her roj, her rojek

Her şev

Her kes

Her der

Her sal

Her wekî din

Her weha û hwd.

 

Lê belê ‘hero’ bi hev re, ji ber ku kelijandin û weşandina dengan heye.

Peyvên bi ‘her’ di Hawarê de her tim cuda hatine nivîsîn, lê di pirtûka Rêzimana Kurdî de nakokî hene, carinan bi hev re carinan jî cuda hatine nivîsîn.

Ji bo agahîyê ez ê ji Hawarê û pirtûka Rêzimana Kurdî wêneyên hin beşan li jêr bidim.

Mijar têra xwe berfireh e, hêvî dikim ku ev nivîs ji bo zelalkirinê alîkarîyê bike.

 

Nivîskar: Baran RIZGAR 

                 

 

 

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply