Nîvê Marsê oqyanûs bû!

Lêkolînên li ser hebûna av û jiyanê ya li Marsê, roj bi roj zêde dibin. Derket holê ku li gerstêrka sor, demekê bi qasî mezinahiya Atlantîk, av hebû. Yek ji pênc parên gerstêrkê av bû, lê bi demê re ji sedî 87 ê vê avê li valahiya fezayê winda bû.

Encamên lêkolîna zanistên Daîreya Hewayî û Fezayî ya Amerîkayê (NASA) di kovara Science de hatin weşandin. Li gorî lêkolînê, demekê li gerstêrka Marsê, bi qasî ku tevahiya gerstêrkê bigire nava xwe av hebû û kûrahiya vê avê jî bi qasî 137 metre bû.

Di lêkolînê de hat fêmkirin ku ava li Marsê li cihekî parzemîna gerstêrkê kom bûye, veguheriye okyanûseke mezin û li hin cihên vê okyanûsê kûrahî gihaştiye 1,6 kîlometreyî. Zanistên NASA’yî li gorî rewşa jeolojîk a Marsê tespît kirin, ku okyanûsa mijara gotinê li nîvkadê bakur ê gerstêrkê bûye.

Di lêkolînê de hat ragihandin ku okyanûsa li Marsê ji sedî 19 ê gerstêrkê bûye û ev jî bi qasî Okyanûsa Atlantîk a Cîhanê ye.

Hat ragihandin ku li vê gerstêrkê, beriya 3,7 mîlyar salî av hebûye û qonax bi qonax di valahiya fezayê de ev av winda bûye. Lêkolînên li ser vê avê 6 salan dewam kiribû.

Li Marsê ku niha veguheriye çolê tê texmînkirin beşek ji vê avê di binê erdê de be. Lêkolîn wê di dema pêş de ji bo tespîtkirin ava di binê erdê de kom bûye, zêde bibe.

*zanist.hawarnet

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply