Nîşe û Şîroveyên Ji Pirtûka Yadîgarên Komara Kurdistan A Sala 1946’an -1

(Hevpeyvîn, Analîz, Bîranîn, Wêne û Arşîv, Dîtin û Nirxandin)  Ya Kakşar Oremar

***

1-Kes nikare bi dîroka dijminên xwe, xwe nas bike, dijminên xwe têk bibe. Pêwîst e: Em dîroka xwe bixwe binivîsinin û bixwînin. Kêmasiya min: Min dîroka me-Kurdan dereng xwend, ez dereng pê hesiyam, lê belê dereng vegeriyam rastiya xwe.

***

2-Zimanê zikmakî, zimanê maderi, zimanê malê, zimanê xwezayî, zimanê Xwedayî, çi navî lê dikî bike, qet ferq nake. Eger ku tu zimanê xwe yî dayîkî nizanî, tu ne dikarî xwe nas bikî, ne dikarî jiyanekê bi aram bijî, ne jî dikarî riya xwe bibînî. Yê ku zimanê xwe nizane, nikare hal û ehwalê dinê, rastî û heqîqetê însên, sir û razên gerdûnê bizane.

***

3-Komara Kurdistanê ji helbestkaran de bigire heta şanovanan, ji hûnermendan bigire heta sirûdê, ji pirtûkxaneyan bigire heta komeleyan her tiştê xwe afirandiye, lê bayê felekê ber bi Komara Kurdistanê nehatiye. Komara Kurdistanê got: Bi sebr têbikoşin, rojekê bayê felekê ber bi me ve jî were. Bi Komara Kurdistanê ve hêviyên me ya azadiyê bi goşt û hesti, bi per û bask, bi cîh û war bûbûn.

***

4-Îfadeyên nivîskar wisa gelek in:  “…bo yekemîn car Kurd di dîroka xwe de bûn xwedî dewleteke serbixwe û demokratîk.”(Rûpel; 65).  Temam, me fehm kir nivîskar Kakşar Oremar heyranê nemir Qazî Mihemed û Komara Kurdistanê ye, lê gerek tune ku ev heyranî, rastiyên dîrokî ji ber çavan dûr bixîne.

***

5-Çar Şehîdên Bexdayê ( Îzet Ebdulezîz, Mistefa Xoşnaw, Xeyrûlah Ebdulkerîm, Mihemed Mehmûd Qidisî; 18/06/1947) jî dibêjin, ji cehalete dûr bikevin, çavkaniyê hemû xirabiyan cehalete. Bi rastî cehalet çi ye? Însan bi xwendine zanyar û alim dibe? Problema me ya Kurda ji psîkolojiyê, ji erdnîgariyê, ji şiyarbûnê, ji kesayetbûnê wêdatir e. Belkî zanyaran me, ji zanyarên xelkê zêdetir in, lê em dîsa nikarin werin ba hev. Ji bêdewletbûnê êşên me kişandin gehîştin erş û ezmana Xwedê, lê dîsa jî em nikarin werin ba hev. Dayîkan me ji bo mirina zarokên xwe digirîn lê bi rondikên xwe nikarin nakokiyên me holê rakin. Bavên me sewa mirîşkekê deh merivan dikujin, lê ji bo gelê xwe nikarin werin ba hevdu. Serokên me tim ‘wêneya mezin’ dibînin, welatên xelkê ji bin destan derdixînin, lê nikarin gelê xwe azad bikin. Em Kurd bi dilê xwe dijîn, yanî tim dilê me li pêş aqilê me ye, lê milletên din ne wusa ne. Yê wana aqil li pêş dile. Dilê bêaqil nikare xwe ji cehaletê dûr bigire. Em milletekî dengbêj in. Belkî milletekî din ku qase me ji muzîkê hez dike tune. Muzîkê milletên din girêdayî sînga êqile, lê muzîkê me beredayî ye. Ji bo wê em Kurd nizanin ji bo çi em ew qas ji dengbêjiyê an muzîkê hez dikin, lê milletên din dizanin û bi muzîkê şiûra milletbûnê gêş û gurr dikin. Aqil taca zêrîn e, li serê her milletî dananîne. Di dilê me de aqil kêm e, di aqilê xelkê de dilî bi tahm e.

***

6-“Desthilata fermî ya Brîtanyayê her dem bi rêya destgehên xwe yên ragihandin û di belavokên xwe de wiha li dijî Kurdan nêrîna xwe xuya dikir: Bizava Kurdan xwedî nasnameyeke eşîretgeriyê bû û tu amadekarî û sewiyeya siyasî ya baş û bihêz ji bo çêkirina kiyaneke siyasî li ba wan tune.” (Rûpel; 118) Em manaya vê hevokê nizanin an jê fehm nakin. Manaya vê hevokê ev e: Dewletên mêtinger milletên fikra netewbûnê bi dest xistinî dikin peywîrdar, peyk an dewlet ku ev millet menfeatên dewletên mêtinger baş biparêz in. Brîtanyayê mêze kir ku bi vî halê eşîrî Kurd nikarin menfeatên wan biparêzin, dest ji Kurdan kişandin. Yanî kêmasi yê me ye dîsa. Li Başûrê Kurdistanê di tarîxa (09/25/2017) de Mesûd Barzanî  (PDK) ji bo serxwebûna Kurdistanê referandum kiribû, lê Amerîkayê dîsa destek nadabû Kurdên Başûr; çimkî wan dizanibûn ku di navberê Kurdan de yekîtî tune ye, berevajî wê zihniyeta eşîrtiyê di navberê partiyên Kurdan de hakîm e. Jixwe bûyerên ji referandumê şûnde qewimînin, Amerîka mafdar derxist. Lê Rojavaya Kurdistanê rewş hatiye guhertin. Bi serkeftina tarîxa Kobaneyê (11/01/2014) ve li ba Kurdan hestên netewbûnê gelek pêş ketin, xurt bûn. Ji bo wê jî Amerîka li Rojava, li ba PYD ma. Yanî hêzdar kiye, mafdar ew e; yên aqilê xwe baş bikartînin hêzdar dibin, mafdar dibin.

***

7-Di pirtûkê de em dibînin ku yên xwefiroş û xayîn tim axayên Kurda ne. Yanî yên dewlemend, yên xwedî mal û milk, yanî sermaye. Netewebûn û dewlemendî, milliyetperwerî û sermaye. Netew-dewlet berhemê burjuwaziye, dewletên mezin bi piştgiriya kapîtalîstan derketine holê. Yanî çima axayên me yên zengîn nebûn Kurdperwer? Pevajoya her millet tê de derbas dibe em tê da derbas nebin. Ji bo çi li ba axayên me hîsa netewebûnê kêm e? Her dewlet zengînên xwe derdixe, yan jî zengîn dewletên xwe diafirînin. Pirs û pirsgirêk ev e: Ji bo çi Komara Kurdistanê û axayên Kurdan yek nebûn, pişta hev negirtin? Nomos û logos! Hemû mesele ev.

***

8-Hişmendî û propagand! Milletên bi hişên xwe tevdigerin, tim pêş keti ne, şoreş kirine, dinya guherandine. Di nav van milletan de tim alim û zanyar, ramaner û entelektuel, xwendekar û perwerdekar bi qîmet bûn, lê milletên bûna hesîrê propaganda û propagandîstan tim li paş ma ne, bindest bûne, bi xwe re şer kirine. Di nav van milletan de cahil û qeşmer, bênamûs û xwefiroş, sextekar û demagog serdest bûne.

***

9-Di me de xwenasî (psîkolojî) û civaknasî (sosyolojî) kêm e. Yên ku xwe nas nakin, nikarin ji bo civakê xwe karên baş û mayînde bikin. Di milletên xwenasî û civaknasî kêm de tim û tenê genîbûn û alozîbûn heye. Dîsa ilîm û zanîn, aqil û hişmendî, pirtûk û pênûs derdikeve pêrgî me.

***

10-Îbretamîz e: Qazî Mihemed bi navê HDKê Komara Kurdistanê didamezirîne, lê dema ku di sala 1980 yî de kurê Qazî Mihemed, Elî Qazî vedigere Rojhilatê Kurdistanê, HDK Îran Elî Qazî 8-9 mehan heps dike. (Rûpelên 204-205) Ji bo çi? Ji bo rêbertiya HDK Îranê? Dîsa menfeatên şexsî derdikevin pêşberî menfeatên millî.

***

11-Hinek Qazî Mihemed radikin asîmanan hinek jî di erdê de dikin xware. Milletên şiûra netewebûnê bi dest nexistin wusa dikin. Yanî denge û muwazene tune, realîstbûn û objektîfbûn tune, heq û edalet tune. Hin jî em Qazî Mihemed nas nakin, sedema têkçûna Komara Kurdistanê nizanin. Dîroka me ya bi rastî hati azadkirin tuneye ku felsefeya me jî hebe. Bi rastî Ewrupa û Amerîkayê ji mêj de ramaner û filozofên mîna Vîco, Voltaire, Montesquieu, Herder, Humboldt, W. Dilthey, N. Hartman, E. Rothacker, A. Toynbee, K. Jaspers, J. Burckhardt, O. F. Bollnowile, M. Heidegger hwd. ewil dîroka xwe bi dest xistin, piştre jî felsefeya xwe kirin/dikin. Di dawiyê de jî dibin xwedan felsefeya dîrokê (phîlosophy of hîstory).

***

12-Em Kurd kare dîplomasî û siyasetê nizanin. Dema ku me ew kar zanî, hingê em ê desthilat bibin. Dîplomasî û siyaset ji bo menfeatên millî, tevna hemû karên milletên xwe honandine, gerandine. Dîplomasî û siyaset li ser rastiyan ava dibe, lê bi derewan dimeş in. Rastiyên me gelek in, ji milletên din zêdetir in, lê dîplomat û siyasetvanên me nîn in, ên heyî jî nikarin kare derewan bimeşînin.

***

13-Dijminên me bi aqilane (rasyonel) tevdigerin, îxanetê li me dikin. Heke ku di serê serokên me de aqil û di nav gelê me de hîsên millî pêşketiya, em ê heta niha serketina. Lê hezar mixabin, ne wusa ye. Ewrupa û Amerîkayê sed-sed pênce sal ber vê, bi Max Weber (1864-1920) ve kare rasyonalîteyê bi rêkûpêk kir û xilas kir.

***

14-Min navê Margaret George Shella ku pêşmergeyeka Mistefa Barzanî bûye, niha xwend, meraq kir. Çîroka Margaretê çi bû? Çi vejiya, çawa şehîd bû?

***

15-Rêberê xayîn Elî Şêr û Zerîfe daye kuştin, bûye sebebek ku têkçûna serhildana Seyîd Riza. Yên ku xayînên xwe nas nakin, qiymeta qehremanên xwe nizanin. Pêwîst e ku em Rêberê xayîn baş binasin.

***

16-Di mehkemeya Qazî Mihemed de parêzvan Sergurd Şerîfî îmzekirina berga mehkemeyê red kiriye û gotiye, Qazî masûm e. Çend merîvên din a mîna Sergurd derketibûna gelo çi bibûya? Sergurd Şerîfî bi wijdan bû, însan bû. Navê wî bi qehremanên mîna Qazî ve hat nivîsandin. Min çîroka Sergurd Şerîfî meraq kir. Xuyaye, çîrokekê wî ya balkêş heye.

***

17-Mîna Qazî: “Piştî hatina desthilatdariya Xumeynî jî, çend caran kêliyên gora her sê Qaziyan hatin şikandin lê gel ev bêhurmetiya wan jî nepejirand. Li hemû goristanê xanî hatin avedankirin lê kesî bêhurmetî bi ax û mezarê Pêşewa û hêvalên wî nekir. Axa wan Kabeya min e û ez her tim li benda wê rojê me ku rojekê axa me bê rizgarkirin, îcar wê demê ez ê bi dilê xwe tirba wan bixemilînim. (Rûpel; 286).” Du evîn bi hev re dibin, însan wusa diaxîve. Du evîn, yanî du êşên mezin, êşa Qazî û welêt.

***

18-“Miletek ger xwînê nede, nikare azad bibe (rûpel; 289)” dibêje Mîna Qazî. Rast jî dibêje. Xwîn û azadî, bergendê hev in. Te çiqas xwîna xwe rijand, tu ewqasî azad î. Her millete azad, bi xwînê azadiya xwe bi dest xistiye, lê rê û rêbaz derdikevin pêşberî me. Milletên biaqil, xwîna dijminênên xwe dirijînin û azadiya xwe bi dest dixin, lê milletên bêaqil tevdigerin jî xwîna hevdu dirijînin û tê de difetisin.

***

19-Bi agahiyên pirtûkê min jiyan û kuştina Îhsan Nûrî Paşa bêhitr meraq kir?

***

20-Xelîl Tehmasbî, serokwezîrê Îranê Rezim Ara çawa û ji bo çi armancê kuşt? (Rûpel; 328)

***

21- Heqê ku her Kurd vê pirtûkê bixwîne. Çimkî hevpeyvînên gelek balkêş hene. Mesela di pirtûkê de Dr. Seyîd Ezîz Şemzînî tiştekî dibêje yên din (Mîna Qazî, Elî Qazî, Fewziye Qazî, Menaf Kerîmî, Xenî Bilûryan) tiştekî din dibêjin. Bawer dikim her Kurdê ji vê pirtûkê sûd wergirîne.

***

22- “Elî Qazî: Na, rêxistinên Kurdan ên siyasî karek ji min re nekirin. Û tiştekî gelek ecêbtir ew bû ku hevalekî min çûbû cem Kendal Nezan û jê re gotibû: Kak Kendal tu dizanî ku filan kes di girtîgeha Îraqê de ye, peywendî û îmkanên te jî pir in, tu jî di rojname û kovaran de hewlekê bide ku Elî Qazî girtî ye. Kendal jî jê re gotibû: Ez ji Elî Qazî re tiştekî nakim, çimkî Elî Qazî mirovek e ku dikeve pey kiçên ciwan…” (Rûpel; 503)

Vira sosretekê ecêb heye. Di navberê di navên navdar de nalebarek heye. Heke ku Elî Qazî rast dibêje, ji bo Kendal Nezan eybekê mezin e. Na, Elî Qazî derew û bûxtanan dike, ji bo wî eybekê mezin e. Di herdu navdaran de yek di bin vê îdîayê de dimîne. Di her halûkarî de Kurd ji sewiye de dikevin.

***

23- “Elî Qazî: Heydar Eliyev (1923-2003) babê Îlham Eliyev bixwe ji malbateke Kurde û bi Kurdî li gel min diaxivî. Ez û Rehîm Qazî yê pismamê xwe çendîn cara çûyene cem wî. Bi esila xwe Kurdê herêma Laçîne ku sala 1923 heya 1929an paytexta Kurdistana Sor bû.” (Rûpel; 525).

***

24-“Pêşewa pir caran li ser pirtûka ‘Kurd û Kurdistan’ ku Mihemed Emîn Zekî Beg nivîsandiye diaxivî. Her çend ji aliyê dewleta navendî ve bi awayekî dijwar astengî ji bo hatina wê pirtûkê bo hundirê Îranê derdixistin jî lê ji ber ku ji wê pirtûkê pir hez dikir, ew ji xwe re anîbû û di pirtûkxaneya wî de hebû.” (Rûpel; 583).

***

25-Ez ‘Peyama Sêsînor’a li Çiyayê Dalanperê û navên Maranî, Zînewî, Qazî, Zebîhî, Şemzînî û Mukriyanî li mêjûnameya jiyana xwe qeyd dikim. (Rûpel; 613).

***

26- “Xenî Bilûriyan: …Ez li vira dîsa jî dubare dikim ku bizava Simkoyê Şikak her çend hereketeke pozîtîv û neteweyî bû lê di peywendiya bi kuştina Marşîmon re şaşiyeke dîrokî bûye û ez qet qiyasekê di navbera Simko û Senar Mamedî de nakim. Çimkî Senar kesek e ku divê li hemberî Simko bisekine (?) Min behsa bûyerekê kiriye ku di nava eşîretên Kurd de adet û urf ew bûye ku ji mêvan re rêz û hurmetê digirin û ger kesek li mala wan bûye, piştgîrî didanê heta ger dijminê wan jî bûya, lê kare Senar nemerdî bû û bes.” (Rûpel; 631).

***

Pirs ev in: Simkoyê Şikak ji bo çi Marşîmon kuşt û Senar Mamedî ji bo çi nemerdî kir?

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply