NIRXANDINEK LI SER ROMANA LOKMAN POLAT ​ ”KEWA MARÎ / MÊKEW”​

Berê min berhemên edebî tenê li gorî pîvana zimanî dinirxandin. Lê ev têr nake. Di romanê de ya herî girîng sê tiştin. Ev sê tişt jî ev in: Form, teknîk û temaya romanê. Bi van hersê tiştan ve girêdayî karanîna zimanî li gorî naverokê giring e. Nimûne, naverok destan be, ziman divê li gorê wê be. Berhemeke destanî divê bi zimanê destanî, anku bi zimanekî epîk be. Romaneke realîst be, divê zimanê wê siyasî, gelêrî û civakî be. Romaneke dîrokî be, divê bi zimanê mîtolojîk û bi gotinên pêşiyan ve jî bê xurtkirin. Nimûne ez dixwazim berhemên Mehmed Uzun mînak bidim ku baş bihê têgihîştin  ku ziman li gora naverokê bi kar tîne. ”Rojek Ji Rojên Avdalê Zeynikê” bi zimanekî destanî, epîk hatiye nivîsîn. ”Bîra Qederê” bi du zimanan hatiye nivîsîn, zimanekî rewşenbîrî ew jî zimanê Celadet Bedirxan e û bi zimanê gel e. ”Tarî Mîna Mirinê, Ronî Mîna Evînê” bi zimanekî alegorîk hatiye nivîsîn. Firat Cewerî û Hesenê Metê, herdu jî, ji gorî gernasên xwe zimanekî edebî bikartînin. ​
 ​
Ez dixwazim behsa hinek berhemên Lokman Polat jî bikim. Berhemên Lokman Polat ên ku ketine destê min û min xwendine, bi tevayî bi zimanê gel hatiye nivîsîn. Zimanê gel çi ye? Zimanê gel; xelq bi çi hawayî deng dike, devok û zarava jî têde, herêm û navçe bi çi hawayî dipeyivin, jê re zimanê gel tê gotin. Zimanê gel hêsan e, sivik û zelal e. Hinek nivîskar di axaftinan de guhartin çêdikin, Lokman Polat vê tiştî nake. Xelq, xwendevan bi hêsanî berhemên Lokman Polat dixwînin. Kesek zehmetiyan nakişîne. Ji ber ku bi tevayî zimanê wan e. Lehengê berhemê wexta ku gundî be, gotinên wî divê bi zimanê wî, yanê bi zimanê gundîyan bê nivîsîn. Ronakbîr be, divê bi zimanekî rewşenbirî û nerm bê nivîsîn. Lokman Polat jî weha dike, ku ev jî, ji bo wî metodekî rast e.​
 ​
Di berhemên Lokman Polat de zimanê xelqê û bi civatê ve girêdayî hatiye bikaranîn. Zimanê Lokman Polat bi xwe ji nav civatê derketiye. Bi tevayî malê xelqê ye. Tehm û lezeta civata kurd dide der. Piraniya nivîskarên kurd zimanekî çêkirî û ji rastiya gel û ji civatê dûr bikartînin. Ev jî zor û zehmetî dide xwendevanan. Divê di romanê de temayekî organîzekirî hebe. Bi gotinekî din, temayekî, qederekî, teknîkekî û formekî bi rêk û pêk û li gorî naverokê be.​
Di romana  Lokman Polat a bi navê ”Kewa Marî – Mêkew” de dikaribû tema, teknîk û formekî edebî ya bilind hebûye. Di kurteçîrokê de temayekî organîzekirî tune ye, qederekî organîzekirî tune ye. Qehreman tê û diçe, yanê ne hewce ye hetanî dawiyê hebe. Hebûna qederekî jî ne pêwîst e. Qehreman li dora biryarê digere. ​
 ​
Hinek dibêjin roman û novel yek in. Lê ne wisan e, roman û novel ne yek in. Yên ku dibêjin yek e, ne bi zanatî dibêjin. Roman bi xwe ji peyva ”Ludyu Romana” hatiye û wateya zimanê gel dide. Tu eleqedera wê bi kurteçîrok û novelê re tune ye. Roman û novel 2 tiştên dijber û ji hevûdu cûda ne mîna roj û şevê.  Ewropiyan  di vê warî de gelek gotûbêjî kirine. Kurdên ku hay û bayê wan ji van gotûbêja tune ye, dibêjin; divê roman bi hindikayî 300 rûpel be, yanê hejmara rûpelan zêde be. Hinek roman hene 100 rûpel in, lê hinek novel hene ji 300 rûpelî zêde ne. Ev gotûbêjî dûr û dirêj e. Lê piraniya kurdan bi xwe dûrê van gotûbêjîyan in. ​
 ​
Çîrok divê li gorê teknîka çîrokê be, roman li gorê teknîka romanê be, novel li gorê teknîka novelê be. Wê demê wêjeya kurdî bi pêş dikeve. Hemû cureyên romanên kurdî divê pêş bikevin. Wekî; romanên dîrokî, ên evînê, romanên biyografîk, romanên macera, romanên civakî, ên şer û têkoşînê û romanên rewşenbîrî -bîldnings roman- divê hebin. Kategoriya romana Lokman Polat a bi navê ”Kewa Marî/Mêkew” dikeve nav beşa civakî, ciwanî û evîniyê. Di romanê de serpêhatiyên girîng û macera jî hene. Lê mirov dikare bibêje ku ev roman ”Kewa Marî” ji bo ciwanan, ji bo evîndaran, anku ji bo rêveçûna li pey evînê hatiye nivîsîn. Di romanên wisan de pir tebîye ku hîsên xortaniyê, anku erotîzm hebe. Di romanê de sahneyên erotî hatiye taswîrkirin. Lokman Polat di  romana ”Kewa Marî/Mêkew” de forma ”Ez” bikaranîye. Li vir ”Ez” nivîskar bi xwe nîn e. Lehenga romanê keçikeka kurd e û forma ”Ez” bi dewê wê hatiye qalkirin. Yanê di romanê de ”Ez” nivîskar nîn e, keçika kurd bi xwe ye. Ev form, yanê forma ”Ez” di rîda romanan de hatine bikar anîn û hêj jî ji alîyê gelek romannivîserên neteweyên Ewropî ve tê bikaranîn.​
 ​
Di romana ”Kewa Marî/Mêkew” de alîyê herî baş ev e ku; rêyeke dijwar nade ber xwendevanan. Rêyeke hêsan derdixe pêş. Rêya hêsan jî ev e; biryar bi tevayî di jiyana gel ya rojane da hatine dîtin û tên dîtin. Alîyekî jê xweşiya jiyanê ye. Yanî berxwedan, têkoşîn û fedekarî, ji bo bi destxistina armanca neteweyî ye. Di nav wan armancên neteweyî de jî armanc û hîsên taybetî bi motîfên civakî, siyasî, neteweyî, evînî û zargotinî hatiye hunandin. Hinek roman behsa têkoşînên civakî û  neteweyî nakin. Lê Lokman Polat daîma mîjarên taybetî bi nimûneyên siyasî, civakî û neteweyî ve û bi jiyana rastîn a rojane ve girêdide. Ev jî hêsaniyekî ye ji bo ku xwendevan ji kiryar û jiyana rojane bi hêsanî tê bigihîje. Roman wexta ku behsa jiyana rojane neke, behsa jiyana gel neke, ji biryar û kirinên gel dûr be, hingê dijwariyekî li ber xwendevanên xwe radixe. Di romana ”Kewa Marî/Mêkew” de hemû deriyê jiyanê, hemû başî û xirabiya jiyanê, hemû hîs û hoyên jiyanê di nav cîhana -dinya- romanê de hatiye pêkanîn. Loma jî di romanê de cîhaneke berfireh û piralî pêk hatiye. Bi hêvîya ku romanên cûda zêdetir bên nivîsîn û rexnegirên edebiyatê ji bo pêşxistina kategoriyên romanên kurdî rexne, dîtin û pêşniyazên xwe pêşkêş bikin. ​
 ​
Ji bo rexne û rexnegiriyê jî ez dixwazim vê bibêjim; divê rexne li ser bingeha rastîn bên kirin. Rexnegir divê aliyên romanê yên baş û xirab raçav bike û giraniya xwe bide ser aliyên pozîtîv. Yanî rexnegir aliyên baş derbixe pêş û aliyên nebaş jî îndîrek rexne bike. Divê mirov her dem aliyên nivîskarî yên baş bide pêşiya yên nebaş. Yanî wexta mirov berhemeke bixwîne, divê mirov behsa başî û piştre jî îndîrek behsa kêmaniyan bike. Lê ev tişt di nav kurdan de pêş ne ketiye. Kurd her tim li kêmaniyan digerin. Behsa başîyan nakin, tenê behsa kêmanî û şaşîyan dikin. Ev tişt bi du aliyan ve çewt e. Yek; rê li ber nivîskarî digire. Ya din jî rê li ber berhemên kurdî digire. Berhem zêde nabin. Ew kesên ku zimandirêjiyê dikin, xeberan digerînin, bi deq û dolabên giran dixwazin rê li ber nivîskarî bigirin. Lê tu tişt, tu hêz û qûwet dê nikaribe rê li ber pêşveçûna dîrokê bigire.​
 ​
Bi rastî hinek kes hene, ji nezanî û xeşîmîya xwe, ji dexesî û çavnebariya xwe dixwazin hin nivîskaran pîs bikin. Lê bi van kirinên xwe, ew bixwe xwe pîs dikin. Wexta berhem li gorê pîvana berhemên edebî bê nivîsîn, nivîskar bimire jî berhem dê hebûna xwe di hemû dewr û dewranan de bide jiyandin. Gotinekî me kurdan heye, dibêjin ”Ga dimire çerm dimîne, mêr dimire nav dimîne.” Yên nivîskaran jî, nivîskar dimire berhemên wî/ê dimîne. ​
 ​
Lokman Polat bi nivîsîna kurteçîrokan û niha jî bi nivîsîna romanekê bi kurdî, bi karekî pîroz û giranbiha radibe. Yanê divê em bixwe rê li ber Lokman Polat û yên mîna wî negirin, heta divê em şadî û şayiyên xwe hevpar bikin. ​
 ​
Yên gelên din bi milyonan pırtûkên wan hatine weşandin. Wek mînak; Swêd 9 milyon e. Hejmara kovarên wan ji 500î derbas dibe. Pirtûkên Swêdiyan ji xwe bêhejmar in. Ew bi nivîskarên xwe dilşad û bextewar in. Qîmet û rûmet didin nivîskarên xwe. Dexesî û çavnebarî hema hema tune ye. Di bingeha xwe de çavnebarî û dexesî ji bêtoleransî û cahîliyetê dihê. Bêtoleransî jî nîşana nedemokratbûn û nîşana neqebûlkirinê û yekrengîyê ye.​
 ​
Ez bi xwe dijîtî û çavnebariyê tehlûkekî pir mezin dibînim. Çima xeter dibînim? Ji bo ku edebiyata kurdî pêş naxe, zimanê kurdî pêş naxe, çand û hunera kurdî ber bi kuştinê ve dibe, loma jî ez xeter dibînim. Ez dibînim ku edebiyata xelqê bi çi hawayî û çawan pêş ketiye. Ev dîtina min bala min dikşîne ser gelş û problemên nivîskariya kurd. Nivîskariya Kurd bi xwe karekî ronakbiriyê ye. Divê “Întelektuel” bi xwe fireh bihizrin. Kesên întelektuel xwedî kulturekî fireh in, bi çandê ve tijî ne û bi tolerans in. Hejmarên nivîskarên kurd jî zêde nîn in. Li gorê yên xelqê gelek kêm in. ​
 ​
Berhemên edebî yên kurdî divê neteweyî bin, lê teknîka berhemê li gor qalibên neteweyî û navneteweyî be. Ji xwe berhemeke hetanî mohra xwe li dîroka neteweyî nexe, nabe navnetewî jî. Ji bo afirandina hemû kategoriyên romanê divê nivîskar zêde bin. Wexta romannivîser zêde bibin bi xwe ra xwezî û daxwazên cuda jî pêk tînin. Dê hinekê din kategoriyên romanan zêde bibin. Gava ku zêde bibin jî wê romana kurdî pêş bikeve û bi xwe re dê ziman û çanda kurdî jî pêş bixe. Herweha wê tesîra xwe li ser hevûdu bike û wê hevûdu temam bike. Divê nivîskar bi xwe nivîskariya xwe bidomîne. Berdewambûna afirandina berheman girîng e. Mesela hinek romannivîser yek romanek dinivîsin û hindî nanivîsin, romannivîseriya xwe berdewam nakin. Ev tiştekî ne baş e. Mirov çiqas binivîse, ewqas zimanê mirov dewlemendtir dibe, kultura mirov pir dibe, cîhana mirov firehtir dibe. Rê û olaxên nû li ber mirov vedibe.​
 ​
Di destpêkê de tenê Mehmed Uzun roman dinivîsand. Niha romannivîser zêde bûne. Mehmed Uzun bi xwe jî dixwest ku romannivîserên kurd zêdetir bibin. Haya wî ji edebiyata cîhanê hebû û herweha ew bi çandê ve tijî bû. Loma jî pir bi tolerans bû. Ew dizanibû zêdebûna romannivîserên kurd dê romana kurdî dewlemend bike. Li vir piştî  navê Mehmed Uzun û navê Firat Cewerî jî hat bîra min.  ​
 ​
Her romaneke nû ji bo pêşketina romana kurdî gavek e. Çiqas romanên nûh derbikevin ewqas baş e. Di vê radeyê de weşandina romana ”Kewa Marî / Mêkew” pêngaveke baş e. Divê berhemên edebî cûda derbikevin. Divê kovarên kurdî yên çandî, edebî cîh bidin danasîn û analîzên berhemên edebî. Zimanê kurdî bi xwe bi çîrok, roman, helbestan û şanoyên kurdî ve pêş dikeve. Lîteratur zimanê kurdî pêş dixe. Roman peyvên nû dirisîne, gotinên kurdî yên jibîrvekirî rojanetir (aktuel) dike û dike nav zimanê rojane. Roman wekî avê – çawan ku av xwezayê, darûberan, heşînahiyê dide jiyandin – roman jî wisan ziman dide jiyandin. Ez Lokman Polat pîroz dikim ku romaneke bi kurdî nivîsîye û pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye. Lê ez ji bo Polat Polat serkeftinên nû dixwazim.​
 ​
Têbinî  ​
Min ev di sala 1999an de ji bo Kovara HELWEST nivîsî.​
-Romana Lokman Polat ”Kewa Marî / Mêkew” di sala 1999ê de di nav weşanên “Helwest / Çanda Nûjen”  de li Stockholmê hate weşandin. Roman paşê li tirkî jî hate wergerandin û bi navê “Marî Kekliğim” li Stenbolê hate weşandinê​

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply