Nirxandina Pirtûka Helbestên Occo Mahabad ”RONDIKÊN BINEVŞÊ”

Nirxandin nirx e, qîmet dayîn e. Li cem mirov tiştên bi nirx/qîmet girîng in. Mirov qîmet bide tiştek, berhemek wê dinirxîne, şîrove dike. Herçiqas derbarê hunera helbestê de zanîna min pir tuneye jî, bi qasê ku ji destê min hat, li gor zanîna xwe min xwest ez pirtûka hêja birêz Occo Mahamad binirxînim, şîrove bikim.

Occo Mahabad helbestvan, bernamenûs, wergêr û nivîskarekî Kurd e. Occo Mahabad di sala 1977′an de li Wanê hatiye dinê. Piştî qedandina zanîngeha Stenbolê dest bi nivîsandinê dike. Di gelek kovarên kurdî de helbestên wî hatine weşandin. Wî ji bo fîlmên biyani ji bo temaşevanên kurd binnivîsên kurdî amade kiriye. Ew ji hêla xebatên teknîkî ve jî tê nasîn. Weke e/pirtûk pirtûkek wî a derbarê teknîkê de jî heye. Wî hinek programên kompîturê weke wînrar, celeaner, revo unistaller û gelekên din kiriye kurdî. Çar/4 pirtûkên helbestan û Antolojiya helbestvnên nûjen weşandiye. Ew nivîskarekî jîr e, berhemdar e, û hêj jî xebatên xwe ên nivîsê û helbestvaniya xwe didomîne.

Pirtûka wî a helbestan ”Rondikên Binevşê” di nav weşanên ”Do” de derketiye. 94 rûpel e. Di pirtûkê de 8 helbest hene. Helbesta herî dirêj helbesta ku navê xwe daye pirtûkê, ango helbesta sernavê wê ”Rondikên Binevşê”ye. Stîl û şêweya nivîsîna helbesta bi giranî helbestên serbest e. Hinek hevokên bi kalîfiye jî di helbestan de hene.

Di helbesta yekem de êş heye. Rewşa welatek û neteweyek ku di çi rewşê de ne, di bin zilm û zordariya dagirkeriyê de çawa dinalin bi zimanekî edebî/wêjeyî, bi hunerî tê rave kirin. Di welatê helbestvan de, …”Jin dihatin tazîkirin/ ne bi destên evîndaran/ bi destên leşker û polîsan/ şkence û êş hebû…/ mêr dihatin kuştin/ ne bi maç û awiran/ bi çek û bombeya/ şer û mirin hebû…/ zarok digriyan/ dayik ditirsiyan/ gola xwînê bû erd û ezman/ zilm û zordarî hebû…/”

Helbesta ku navê xwe daye pirtûkê 49 rûpel e. Naveroka helbestê piraliye, rengîn e. Tê de derbarê babetên cuda de, mijarên cuda tê rave kirin. Helbesta dirêj ”Rondikên Binevşê” helbesteke evînî ye. ”…bi hezaran çivîk/ di dilê min de/stranên evîna te dibêjin.”

Evîndarên ku di helbestê de têne qalkirin, ji vebêj diyar dibe ku ew dûrên hevûdu ne. Ew êşa evînê dikşînin. ”…Min nizanibû evîn birîn e./ Eşq êş e/ Xwezî ev dûrbîn qet çênebûya/ min ji hesretan/ şîrên çavên te venexwariya/”

 

Di nav gel de gotinek heye, dibêjin; evîna rasteqîn evîna ku evîndar nagîşin miradê xwe ye. Di ravekirinên hevokên helbesta ”Rondikên Binerşê”de diyar dibe ku evîndar negîştine miradê xwe. ”…çima nahêlin ez destên te bigirim/ di paşila te de/ bi bextewarî/ şev û rojên xwe derbas bikim/ bi kêf û henekên te/ bi ken û hezkirinên te bijîm./”

Helbestvanê Kurd Oco Mahabad di helbestên xwe de û herweha bi taybetî jî di helbesta xwe a dirêj de mijarên curbecur bi babetên cuda ji xwendevanan re pêşkêş dike. Evîndarên ku evîna wan têk çûye, negîştine miradê xwe, dema vê helbestê bixwînin, ew dê xwe tê de bibînin.

Dilê evîndaran pir û pir bi hevûdu dişewite. Evîndar ji evîndara xwe re dibêje : ”…çiqas bibêjim negrî/ tu yê ewqas bigrî/…tu digrî/ dilê min diêşe/ kezeba min dişewite/.”

Helbestvan bi zimanekî helbestkî, lîrik, helbestên xwe weke stran dilorîne. Ew bi taswîrên hunerî, bi raz û sembolên efsûnî helbestên xwe bi hunera wêjeyî dixemilîne. Şanazî û serketina helbestên helbestvan Occo Mahabad yek jê jî ev e ku; ew bi şêweyek hunera wêjeyî bi rêzkirina peyv û gotinên erojen, bi payebilindiya hunerî sahneyên hunera erotîk bi zimanê lîrik şadimaniyê û bi xeyalî be jî pevşabûneke bi peyvên hilçinandî rave dike. ”…lêvên te yên sorikî/ li ser bedena min/ dihele can/ dişewitim bi ramûsanên te./”

Ji xwe Hunera gotinê helbest e, gotinên helbestkî ye. Helbest hunera ziman e. Peyvên helbestê hilbijartî ne. Helbest deranîna hestên ruhî ye. Pêwîstiya giyanê mirov bi hestekî tenik û nazîk heye. Ev hest xwe bi şêweya helbestê dide der. Di helbestê de îmge, remz, xeyal, sembol û herweha gelek tiştên din tên bikar anîn. Helbest xîtabê hestên mirov ên ruhî dike. Di nav helbestan de, helbestên evînî û şadimanîyê ciheke girîng digrin. Dema mirov helbestên evînî û şadimaniyê dixwîne, tehm û lezetek jê werdigre.

Xewn û xeyalên mirov tu sînor nas nake. Berhemên edebî yên curbecur ji ber xeyalên dûrûkûr, bêdawîn û bêsînor têne afirandin. Heger xeyalên pîroz, derbirînên hest û ruhî, zanîn, hiş û eqil nebin, helbestên xweş dê çawa bêne nivîsîn?

Serpêhatiyên evînên şkestî, şadimanî û bextiyariya evîndaran, herî xweş bi helbestê têne ravekirin. Helbest dermanê hest û ruhê evîndaran e. Tu dermanek wek helbestê nikare li ser hest û ruhê însan tesîr bike. Şadimanî, pevşabûn bi gotinên helbijartî yên helbestkî di hest û ruhê mirov de dikeve rengekî pîroz ê sihrî. Şadimaniya ku bi gotinên helbestkî tê zimên, li ser ruhê însan wisan bandorek pêk tîne ku, tu derman nikare bi qasê wê tesîra xwe pêk bîne. Yanî, helbest dermanê şadimaniya ruhî ye.

Her însan bi şêweyeke tenêtî dikşîne. Tenêtî zor e, zahmet e, lêbelê tenêtiya evîndaran hîn zortir e. Vebêjê helbestê di malikên helbestê de bal dikşîne ser tenêtiyê. ”…Tenêtî/ wekî mişkekî rihê min dixwe/ dixwazim biqîrim…/Ev tenêtiya kambax/ dilê min qul kiriye/ dilê min sêwî hêştiye/ ji çavên min du dilop TU diherikin/ dilopek/ êşa tenêtiya min e/ dilopek birîna dilê min e.”

Hasret, hasreta evîndaran, hesreta hevûdu dîtinê, hasreta gihîştina miradê evîndaran, hesretek bi derd û kul e, bi êş e. Evîndar çiqas dûrê hev bin, negîşin miradê xwe jî, ew her dem hevûdu difikirin. Ew bi can û rih, bi xewn û xeyal, bi şev û roj di hestên ruhiyeta xwe de bi hevre ne. ”…her şev bi te re me/ bi xeyalên te rem e/ tişta ku difikirim TU yî/”

Kişandina êşa derûnî bûye wek qedera/çarenûsiya evîndaran. Evîndar bi şêweyeke miheqeq êşa derûnî dikşînin. Di pêvajoya jiyanê de mirov dibîne, dibihîse ku gelek evîndar ji ber derd û kulên evînê pskîkolojiya/derûniya wan xirab bûye, hinek dîn bûne, ji heşê xwe bûne. ”Gelo ev êşa derûnî/ wê heta kengê bidome/”

Hezkirin û evîn/eşq neheman tişt in. Her însan normal ji hinek însanên din, ji bav û dê, xweşk û bira, torin/nevî, nas û dostên xwe hez dike. Lêbelê hezkirina evînî tiştekî din e, tiştekî taybet e. Belê, her mirov hez dike, lêbelê evîndar ji herkesî zehftir hez dike. Her mirov bêriya yekê dike, evîndar ji herkesî zêdetir bêriya evîndarê/a xwe dike. Her mirov difikire, lê evîndar bêhtir hevûdu difikirin. Halê evîndarên ku ji hevûdu hatine veqetandin û nehêştine ku bigîşin miradê xwe, ne hal e. Wek ku min di rêzên jorîn de jî got; Ew dikarin dîn bibin, ji heşê xwe bibin.

Berxwedana gelê kurd li rojavayê Kurdistanê li hemberê xwediyê alên reş ên rihspî yên îslamîstên hov di nav rûpelên dîroka Kurdistanê a nûjen de bi herfên zêrîn cihê xwe ê bi rûmet girtiye. Berxwedana Kobanê, şerê ji bo parastina wê li hemberê xwînxwarên mêrkujên Daîşa hov, gemar, xwînmij ji alî tevahiya cîhanê ve hate dîtin. Kobanî bû sembola berxwedan û lehengîya kurdan û herweha bû remza hevkariya kurdên çar parçeyên Kurdistanê. Pêşmergeyên leheng ji başurê Kurdistanê hatin û derbasê Kobanîyê bûn û li dij wahşên Daîşa Îslamîst şer kirin û welatparêzên kurd ku ji herçar parçeyên Kurdîstanê hatibû û li Kobanîyê kom bubûn û mil dabû milên hev û di qada şer de cih girtibû, bi mêranî şer kiribû û devbixwînîn Daîşê têk biribû.

Helbestvan Occo Mahabad bi sernavê ”Ji bo Rojava” helbest nivîsiye. Ev di helbesta xwe de; ”zarokên ku hatin kuştin/dayikên ku hatin girandin/bavên ku hatin êşkencekirin/axên ku hatin bombekirin/ rojava bûn/kurd bûn.” Bi zimanekî lirîk, bi şêweya bi kafiye helbesta xwe hunandiye û drama gelê kurd li rojavayê Kurdistanê aniye zimên.

Di nav rêzên helbesta birêz Occo Mahabad de şîreteke gelek baş û balkêş ji bo xwendevanên kurd heye. Ew dibêje : ”Dîroka xwe/ zimanê xwe/ çanda xwe ji bîr neke/ biparêze/ Tu Kurdî/ welatê te Kurdistan/ ji bîr neke.”

Ez gotara xwe a nirxandin û şîroveya helbestên Occo Mahabat a ku di pirtûka wî a bi navê ”Rondikên Binevşê” ye bi dia ku wî di dawiya pirtûka xwe de kiriye dawî tînim. Ev diaya wî divê diaya hemû kurdan be. Divê tevahiya kurdên welatparêz vê diayê bikin.

”Eyy  Xwedayê mezin

berî mirina min

azadî û serxwebûna Kurdistanê

nîşanê çavûn min bide…”

 

 

 

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply