Yekşem , Qanûn 8 2019
Destpêk / Wêje / Rexne yên Wêjeyî / Nirxandina 3 Gav û 3darek (4)

Nirxandina 3 Gav û 3darek (4)

4.Di Romanê de Dem

            Roman di destpêkê de di dema fireh de dest pê dike. ”Xwêya pirsê, pirsa ji xwedê ya derenghiştî, di devê wî de bû.” (r.13)

            Rê dide dema borî. ” Di kitêbên kevin de xwendibû…”(r.76)

            Di wir de dikeve nav deme niha. ”..weke ku nû ji ser kaniyekê hatibe, dikeniya!” (r.13)

            Carinan jî dikeve di nav dema bê ”Mirina min jî dê mîna vê şoreşa min be!”(r.23) ”…weke ku dê piştî bidarvekirinê sax bimîne û ji hinekan re bibêje….”(r.56)

 

Di Romanê de Cih

            Bi giştî li meydanek pêşiya mizgefta ya Diyarbekrê û raserî Deriyê Çiyê ye. Lê carinan diçe medresaya Mûşê û medreseyên wek Melazgirê, Paloyê. Pira Ebdirrehman. Carinan li ser bîrê. Wek kuçên Amed, Bedlîs, Erzerûm, Pîran, Palo, Xinûs hwd. jî wek cih derdikevin.

 

Di Romanê de Vebêjer

            Vebêjerê sereke nivîskar bixwe ye. Di her beşî de ev vebêjertî pêş e. Kesê sêyem e. Lê carinan tîp wek vebêj derdikevin pêş. wek ”Dayê kîjan Şêx  hate ber çavên te?” (r.36) di vê hevokê de.

 

Vegotina Romanê

            Biyografî ye. Li ser serhildana Şêx Seîd ya dîrokî ye.

Cureya Romanê

            Romanek Dîrokî ye. Agahî ji dîrokê hildaye. Roman realîst e ji ber ku dîroka civakê pênase dike. Di teknîka romana dîrokî de ye.

Vegotin û Zimanê Nivîskar

            Roman bi kurdiyek herikbar û zimanekî fesîh hatiye nivîsîn, lê helbestên klasîk bi kurdiya îro bihata nivîsîn, dê çêtir bûya. ”Mela me’l gerdena dilber ji nû sed bose mayin deyn / Mecalê dê bixwazim jê, dibê deynê te fewqel eyn” (r.92) “Kuca dannedi halê ma, subukbaranî sahilha!” (r.159)

            Tîbûn wek metaforek zilmê derketiye pêş ”Şêx dikira bigota: Hûn bi çi qanûnê gewriyeke tî dixin werîs? Lê li xwe dananî. / Dê tîbûna xwe, bi xwe re bibim ba xwedê.” (r.141) Husên jî di Kerbelayê bi rojan tî tê hiştin. Di Kela Dimdimê de dibe sebeba hilweşînê. Xano tu çare nikare ji xayîntiya Mehmudê Melekanî re bibîne. Lê tîbûna Îsaya Meryem.

            Ciwankariya ku nivîskar kiriye gelek bi bandor e. ”Buhar bû, dil û gul û kul bi hev re dibişkivîn.” (r.92) ”Perîxanê rabû bi bejna xwe ya weke Elifeke dirêj,…”(r.75) Nivîskar qet qala hevsera leheng Fatma Xanim nekiriye. Tenê qala kurê wî Elî Riza, birayê wî Ebdurrehîm û bavê wî Şêx Mehmûd bi awayekî lawaz kiriye. Şêx çima di xeyalên xwe de ji bo pênc keç û lawên xwe tima derketiye. Nivîskar li ser Qub di awayê tesewifê û sembola yekitiya civakê de gelek giringî  dayê.

            Sêdar wek tîbûnê, metaforek zilmê derketiye pêş. Şerbeta devê her azadîxwazan bûye. Sêdar her tim bûye para bindestan. Wek Qazî Muhammed, wek Seyid Riza. Hem bi dor e hem jî bi zor e.

 

Encam           

            Vegotinên dîrokî di her beşî de çiqas hatibe nivîsîn jî di nav ‘Guldanka Sewrê, Kevirê Lozanê, Gav ku namînin ji bo avêtinê, Siya dil ya kesk, ?’ bi awayekî hunerî di nav romanê de hatiye ristin. Belengaziya neteweyek bindest di romanê de sereke di ber çava ne. Xemgîniya ne yekbûn nav dilê nivîskar de li ser rûpela bi awayekî eşkere xwe daye ber nerazîbûna xame yê. Qelsbûna hêviyên nivîskar ”Fransiyên ku li başûr bûn, peymanek bêyî Ingilîzan bi Enqerê re îmze kirin û hêzên xwe ji Antakyayê kişandin. Italiyan jî, bajarê Antalyayê şemirandin.” (r.130) ”London bêgav bû ku ew jî kevirekî ji hêla xwe de, biavêje guldanka ku êdî derizî bû û çipiskeke biçûk dê ew hûrhûrî bikira.” (r.131) bi van gotina xwe dide der.

            Di beşa ‘Gav, ku namînin ji bo avêtinê’ de hêvîşikestinê Yûsif Beg ku qedera kurda dîsa bibû lîstika Ingilîzan  ”Me digot a aniha dê ingilîz alayên xwe ji Amediyê û Silêmaniyê, fransiz jî ji Sûriyê bikişînin vir û bi hewara me ve werin. Lê!..”(r.145) bi van hevokan xwe nîşan dide. Tenêtiya sêwî dîsa dibe para kurda.

            Alên kesk di destan de çilmisîbûn. Sûrên Amedê bi dorpêçkirinê bê encam dimîne û Şêx Seîd vedikişe. Hêvîşikestin dest pê dike. Dengê kesî nediçû kesî şervan wek gwîzên li ber hêranê bûn. Li ser vê rewşê Şêx Seîd ”-Ez emîrê kê me heyran! Her yek bi serê xwe ye. Bila hema ez xizmetçiyê wan bim. Çû gwîza min jî qub negirt.” (r.183) hestên xwe bi dilekî xembarî û gilî bi xwe dibêje  û bi xwe guhdar dike. Dafika hevlingê wî li her derî dorpêç kiribû. Fitar venekiribû û tî dest tê kelepçekirin û tî dikeve nav gava çarem. Dengê xwe li hemberî dengê balafirên leşkerî dixe nav pêşbaziyê. Qajîn û gilî di peyvan de rêz dibe. ”-Diyarbekir! Îro ez dîl di destê romiyan de dibim mêvanê te. Hêviya me ne ev bû!” (r.193)

            imze Xadimulmucahidîn

Çavkaniyên Pirtûkî

AYDIN, Osman, (2006), Kürt Ulus Hareketi : Weşanên Doz

DOST, Jan, (2012), 3 gav û 3darek / Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê Kal de : Weşanên Avesta

KAHRAMAN, Ahmet,(2011), Kürt İsyanları Tedip ve Tenkil : Weşanên Evrensel Basım Yayın

SEVER, Tahsîn, (2010), 1925 Hareketi Azadî Örgütü / Unutturulmaya Çalışılan Bir Örgüt ve Çarpıtılan Bir Tarih : Weşanên Doz

Çavkaniyên Malperî

BATUR, Rahmi, (2007), www.diyarname.com

DILDAR, Receb,(2007), www.netkurd.com

https://tr.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eeyh_Said

OZÇELİK, Mahmut, (2013), http://diyarname.com/news.php?Idx=6766

RÊBUWAR, Dawud, (2007), www. diyarname.com

TILÊRMENÎ, Yaqob, Azadiya Welat

TÎGRÎS, Amed, (2007),  www.amidakurd.com

 

Nîvîsa yekemîn (4)

AMADEKAR: ARAM RODER

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Qertafên/Xurdeyên Tewandinê (3)

  Qertafên Nekifşîyê ( rengdêra nekifşîyê ya qertafîn )  -ek ( yekjimar-nêr û mê ) …

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *