2.Kurtasiya Romanê
Pêşgav
”Şimikên dilê xwe deyne û dilxwas derbasî nav stiriyên vê romanê bibe.”(r. 11)
Paqijî û hesreta azadiyê bi avê di serî de ev motîf derketiye pêş û bi tîbûn xwe daye nîşandan. Di destpêka romanê de nivîskar qala tîbûna Şêx dike. Di vir de ne berjewendiya hest û laşî aniye ziman. Tîbûna ramanî bi berjewendiya laşî aniye ber çavan. ”Pirraniya amediyan di xew de bûn!”(r.15) Gelo nivîskar di vir de kesên di xewê de an jî kesên xwe ne nas dîne ziman. ”…ka mirov dikare tî bikeve xew yan na?!”(r.15) Xew dest ji her tiştî kişandine, tiralî ye. Nerazîbûna xwe ku kedek kesê ji bo gelê xwe nake bi vê hevokê aniye ziman ”…bi elhemdulillaheke dirêj re, xwe dirêjî ber jinên xwe dikirin.”(r.15)
”Hinekan jî ji ber pîşî û kêç û kelmêşan nikaribûn razin, berê xwe dabûn banên xaniyan û dora livînên xwe avreşan dikirin.”(r.15) Ked xwarin an jî ked nedayîn wek wijdan an jî wek kelmêş û kêç çawa mirov aciz dikin bi awayekî xwezayî aniye ziman. ”Kesekî tî wê şevê li Amedê nebû,…”(r.15) Ji bo şoreşê! ne dilxwaz hene yan? ”Dilê Şêx bi wan şewitî û di dilê xwe de got: Ew têr nerazane!”(r.15) Gotineke me kurdan heye:”Şûjina di çavê xwe de nabîne qirşa di destê xelkê de dibîne.”
‘Du serbaz’ gelê kurd her tim di bin bandora du paradîgmayan de maye an bi nirxên xwe têne xapandin ev motîf bi ‘du serbazan’ re her tim li pêş e. ”Kevirekî biçûçik pekiyabû nav şimika wî.”(r.16) Ev heyber wek neyarê xeyalên wî bi seranserê romanê de derdikeve hemberî mirov. ”Şêx, da ku gavên xwe mîna gavên wan herdu serbazan bike û kalbûna xwe veşêre.”(r.16) Di vir de hem motîfa kalbûnê hem jî hêza desthilatdara bi awayekê kalbûn bi ciwanan re hatiye nîşandan. ”Destên wî yên girêdayî ji pişt ve…”(r.16) Ma her gav destên me ne girêdayîye. Xizantî, belengazî, bindestî, penabertî bi vê vegotinê tîne ziman. Ev peyam di vê hevokê de jî li pêş e. ”Axa xwe ji şimika wî re tepisandibû, lê cizmeyên serbazên romiyan xwe zûtir gihandin.”(r.17) Şimik û cizme di warê hêzê de hatiye muqayesekirin. Dibe ku qala azadiya şimik kiribe an jî aramiya vî heyberî daye ber çavan dibe ku belengaziya di şer de tîne ber çavan. Şimik û cizme di nav şer de neheqiyekî tîne ziman.
”-Gavên mirovan jimartî ne,..”(r.18) Mirov di jiyanê de rojê nêzîkî 10 hezar gavan davêje. Piştî gav avêtina dawiyê ma gav nayê avêtin ku nivîskar gava çarem ji bo hêviyên xwîneran davêje. Sêdar pêşiya Mizgefta Mezin ya Amedê û raserî Deriyê çiyê hatibû danîn. Ev jî nêzîka 350-450 gavan bû. Ma ev gavên ku nayê dîtin gelo dê bibe gavên poşmaniya kesan. Di rê de çavên Şêx kêzikeke reş dikeve lingê xwe bilind dike ku kêzik nepelixe lê serbaza milê çepê di bin cizmeyê xwe de diperçiqîne. Hovîtî bi her awayî xwe nîşan dide.
”…razên dilê kalekî heftê salî guhdarî bikin?”(r.20) Di vir û hinek rûpelên din de nivîskar raveka kalê heftê salî bi kar aniye. Lê ku em dizanin Şêx şêst salî bû hat darvekirin. Di be ku ev dirama ku neteweyek têdene tîne ber çavan.
”-Şoreşa min jî ji tîbûnê ziwa bû!”(r.21) Ev poşmaniya ku bi ciwankariyeke pir peyam aniye ziman. ”..li ser rêya Gimgimê dorpêç kirin,..Hemî tî hatin girtin, ew tîbûn jî heta ber sêdaran bi xwe re birin. Di xewnên xwe de, di wan heftê û pênc rojên di zindanê de, Şêx Seîd kûzik û cêrên avê didîtin, kanî û avzêm didîtin, ava ku ji wan diherikî didît. Lê her ku dihat avê vexwe bûyerek diqewimî û ew dûrî avê dikir, tî dima.”(r.21) Heybera tîbûnê di gelek cihan de derdikeve pêş. Dest ji hertiştî kişandine gelo ev an jî hêviyên ku sêwî mane tîne ber çavan. Di be ku têkoşîn ne para Şêx bû lê bi neçariyê ketiye di nav vê girxînekê. Nişka ve şer kete ser milê wî. Di biçûktayiya xwe de çawa xwe davête ber stûna mizgeftê xwe tîbûna rojiyê xelas dikir lê niha tîbûna azadiyê de xwe bavêje ber stûna kîjan hêzdarî lê sêdar her tiştî çêtir bû ku tîbûna xeyal û hestên wî bitemirîne.
”Di xortaniya xwe de …ava şor êvaran vedixwar… û radiza… keçek di xewnê de tê tasek av dide wî,… dê bibe nesîbê wî di jiyanê de.”(r.21) Ev rûtuel di nav çanda Êzdiyan de bi eşkere ber bi çav e. Di ciwantiya xwe de tîbûna azadiyê di nav dilê xwe de direşand wek ava ku bişev di xewnen de bendê bû, wek genimê payîzê ku di nav dilê wî de aj bide. Xewa zivistanê ku di biharê de serî rake. Lê yan tovê ku di zeviya xwe de diçand pûç derdiket yan jî zevî kort bû ku di xeyalan de rondik dibarand di şûna tasek avê de. ”Êdî ew herdu serbaz westiya bûn, tivingên wan yên li ser milên wan dihatin ku bişemitin.”(r.23) Nivîskar kelecana xwe di vir de veneşartiye. Neyarên ku bêhêz kesên azadiya gel di nav dil de agir vedida dibirin ber sêdarê. Ciwanên heftê salî kalê bîst salî têk dibe. ”Mirina min jî dê mîna vê şoreşa min be!”(r.23) Kelecana nivîskar di vir de bêper û bask in. Şoreşê wek agirê kayê daye nîşandan. Ku agirê kayê gur e lê zû ditemire. ”Rûnê li ser werîs di ronahiya stêrikan de dibiriqî, weke çawa şoreşek di şeva kurdan de biriqî!”(r.24) Li vir çirkên şoreşê bi awayekî îronî aniye ziman. Rastiya şoreşê ma çi ye? Encam ku bê zed be ma navê şoreşê qet derbas dibe.
Gava Yekem
Hê yek saliya xwe temam nekiribû gav avêtibû. Nivîskar bi gava ku zarokatiya xwe de avêtiye daye destpêkirin. ”…stêrika sêwî ya ku li ezmanê Diyarbekrê hatibû ji bîr kirin mîna ku çawa dewletan, stûye wî û yên hevalên wî ji bîr kiribûn.”(r.32) Tenê di vir de dewletan wî û hevalên wî bîr kiribûn an jî gelê wî û serokeşîr ew bîr kiribûn. Nivîskar xayîntiya dewletan bi xeyalên Şêx Seîd tîne ziman ku çawa ev gelê hêsîr miqate nabin.
”Ev meyweyên şoreşê ne.”(r.32) Ev gotin di devê Şêx de dertê an jî gotineke fantastîke di xeyalên Şêx û di hişê nivîskar de. Pênaseya şoreşê çi ye? Çi dibe ku mirov jê re şoreş divêje? Zedek şênber an jî razber ku tune be ma tevger dibin şoreş?
Serkîsofa Rûsî, Cimiera Swîsre. Ev heyber gelo di warê kapîtalîzmê de hatiye nîşandan. Xwîna me ne bihayê wan tişta ne? ku aniye ziman. Heyberên balkêş in.
”….li taxa Elî Paşa û azan da!”(r.35) Ev bûyer qewimiye an, di dema ku Amed tê dorpêçkirin de bi destê Şêx Seîd û hevalên wî, ev nêrîneke baweriya gel nîşan dide bi hevokên nivîskar. Di şer de romannivîs tenêtiya têkoşeran, netifaqî bi xeyalên xwe dixe nav xeyalên Şêx.
”Bavo çima di Xitme û Teweccih û Rabitê de em çavên xwe digirin?”(r.35) ”-Ka Devên me xwar nebûn?”(r.36) Kozmogoniya baweriya gel bi devê zarokekî de aniye ziman. Kevneşopiya qirêj ma bi devê Şêx dibe ku were ziman. Dibe ku nivîskar hewariya xwe zarokek daxistiye ku hestên xwe yên rastî bîne ziman.
”…Erzerûmê ji dikana dostê xwe Serkîs Boxosyanê ermenî anîbû.”(r.38) Dibe ku nivîskar di vir de dostaniya xeyal û hêviyên xwe bi arîkariya şehê ku hatiye diyarkirin aniye ziman.
Dîsa vedigere li ser jiyana rasteqîn ku di vê hevokê de ”Laşê Şêx Eliyê Çanê yê ku berî wî bi dar ve bûbû giran giran dihejiya!”(r.40) neheqiya ku Şêx dibîne. Zilimkar her kesî mîna berxan li ber hev didin gurandin.
”Hate bîra wî ku rojekê di Incîlê de xwendibû, Îsayê Mesîh…Iloy iloy! Lema şebeqtenî! Ango: Xwedayê min xwedayê min te çima dev ji min berda.”(r.40) Ku mucîzeyên xweda ji Îsa re neşand çima kesên ber sêdarê li benda mucîzeyek wiha ne. ”….şêxekî ji xelîfeyên Neqşebendiyan bû, du caran gote ellahû ekber, qazaq weke guloka berfê ku têkeve nava agirekî gurr, her yek bi deverekê de çûn û şopa wan jî nema xuya bû. Şêx niha kilîta mirina wan di destê çend serbazên cizmedirêj û ser bi kum û simêlkurkirî de ye.”(r.41) Di vir de nakokiyên di nav olê de bi rasteqîna tevgera mirovan nîşan dide. ”Bigre kurê min bigre, malê filleyan e helal e.”(r.47) Nêrîniya qirêj ku di nav jiyana me ya gemar de her tim şewk dide aniye ziman.
Têkiliya kesên ermenî û bavê Şêx Seîd, Şêx Mehmûd, hevaltiya Serkîs û ji ber zilma dewletan Serkîs Erzerûm diterikîne diçe bajarên din. Wek Qers, Wan…bi awayek dostane aniye ziman.
”Nêzîka pêncî sêdarî li wê meydanê rêzkirîbûn, taxûkên ku zarok lê siwar hatibûn jî ewqas bûn.”(r.50) Di rêwitiyê de Şêx Seîd jî gelek caran bi bavê xwe re dever dever digeriya. Wek li Erzerûmê, Şêx çawa bi zarokên Erzerûmê xwe li ser taxûkan dişemitandin. Serfiraziya ku Erzerûmê li ser taxûkan bi pêncî zarokan re dijiya dişibîne pêncî sêdarên li vê meydana rêzkirî.
”Hayê kaniyên Firat jî ji tîbûna wî nebû, hayê çemê Zê û Xabûr, çemên Seblax û Ciwanro jî ji wî nebû, de wê çawa hayê Thames û Seine û Volga jî tîbûna wî hebûya!”(r.50) Di vir de nivîskar qala bêbextiya axa, beg û gire girên eşîran dike. Ku ev hayê Şêx nebin ma çima hayê Ingilistan, Ûris û Fransiyan pê hebe. ”Ev Şêx Xalib e, ewê han jî Şêx Ebdulla ye, û ew jî…”(r.53)
Sultanê Osmanî Evdilezîz di nav kêf û serfiraziyê de ye. Li welatê Ewuropa de kêf dikir lê mele û xetîb xutbeyên wan ku dixwand hate ber çavê Şêx. Nakokiya di nav pergalan de di xeyalên Şêx de nivîskar dide der.
Her tim Serkîsofa wî di bîra wî de bû ”…weke ku dê piştî bidarvekirinê sax bimîne û ji hinekan re bibêje: Ez filan saetê bi dar ve bûm!”(r.56) kê jiyanek birûmet hez nake?
Dewrêşê Cizîrê Xidirê Botî tê ber çavê wî ku her gav dihate ber mizgefta Mûşê gûz davête li ser qubê.
”-Berî bîst salan, cizîr bûbû gwîzek û ketibû bin simên hespê Osman Paşa,…”(r.59-60) Xidirê Botî qala Mîr Bedirxan ku jê re dike tê ber çavê wî. Çawa Mîr di kela Erohê de tî dimîne û di xeyalê nivîskar de dibe xeyalên Şêx Seîd. Gotina Xidirê Botî tê ber guhê wî ”-Kurê min, li ba xwe bihêle, lê weke Mîrê me neke, şopa romiyan ji ser sînga welatê me hilîne, ne ji ser mecîdiyan.”(r.61)
Xeyal saet saet, roj roj, meh meh, sal sal li pey hev rast dibin. Gava yekem dê têra xeyalên xwe bike? Lê gava dawî? Gav pey gavan dê zêde bibin?
Gotina ”-Şivqelûna Emerê Faro ye.”(r.64) 145 roj berê niha bû ku Emerê Faro gotibû şoreş ser nekeve ez vê şivqelûnê nadim devê xwe. Lê di mêjên înan de ku Xalis û Selîm berîkên nimêjkeran de titûn didizîn. Bêhna titûna ku lê hez dikirin niha li ber difnê xeyalan de ye. Xencer xeyalên sê sal ku di Mûşê de feqetî dike şerjêdike. Berê xeyalan dixe ber bi Paloyê. Ji serfê, nehwê, fiqh û heta bi hedîs û tefsîrê ilim xeyalan de difirîne. Lê gûza Xidirê Botî ya ku bibû hevrêya wî. Bibû xeyal û armanca wî jî. Gavên ser berfê gavên zarokî, gavên nezanî ber bi gavên serfê, nehwê, fiqh, hedîs û tefsîrê dihat avêtin. Şopa gavan her diçû kûr dibû her diçû winda dibû di xeyalên azad de. Gav li ser sêdarê reve rev ber bi deşta Mûşê ber bi Paloyê diçû. Ma gav bi mirinê mezin dibe. Gavên zanînê li ber çemê Mûradê tov davêje. Mûrad bêbextiyê nake. Tovê dişîne nav Firatê. Firat ber bi Elezîz, Dêrsim, Semsûr dibe. Gavên tovê nav erdê Iraqê de xwe digihîne çemê Dîjleyê. Mûrad dibe serta. Serta nerme wek titûna Hekariyê. Dîjle dibe bintaya xeyalan. Gav bi gavan re dibe heval. Gavên sêdarê dibe hevalên gavê xeyalan…
Gava Duyem
Lingê rast peywira xwe anî cih. Xeyalan da pey xwe. Xeyalan di xwe de xwedî kir. Çi şadî û serfirazî çi jî bêbextî. Dora gava duyem dora lingê çepê bû. Gelo dê pirs ji Xwedê were kirin an jî wek gava yekem bêbîr be an jî bêcilet. Werîsa wek Elîfê dê destûrê bide pirsê?
Gava duyem hat avêtin. Gav li Mûşê xwe davêje Paloyê. Pêrgî bejinziravek tê gava duyem. Werîs xwe dike hembêzê ku xeyalen xencer bike. Awirên ku guliya şeh dikirin di gola şîn de rastî bêndara zarokatî ya jibîrkirî tê. Teşiyên evînê Seîd dirist, ber bi spîndara ku werîs dirist de dibir. Koziya jiyanê li bin banê tarî de di bin sêdarê de ditemirî. Şeş salî de tîpa Elîfê bi navê Xwedê hîn bibû. Lê Elîf dişibe Perîxana bejinzirav dişibe werîsê sêdaran di xeyalan de.
”Di kitêbên kevin de xwendibû ku remildar dema remla xwe davêjin û tîp mîna elîfan tê.”(r.76) Remilên remildaran serfiraziyê nayîne vê carê. Dara spindar xeyalên wî di werîs de dixeniqîne. Çîroka xezal û pilingê di nav perê pirtûka Farisî de derdikeve û di xeyalen de dibe mêvan. Hatina Mûşê gav davêje nav jiyana xortaniyê. Xatir ji zarokatî û dinyayê xwestin dixe para xeyalan. Şopên gavan li ser berfê namîne winda dibe di nav çemê gundê Xelatê de. Gotinên seydayê wî li bayê Babi-Alî dixe berbi dîroka Şerefnameyê hiltîne. ”Kitêbeke stûr û zerkeş ji hemêza xwe datanî û digot.”(r.83) Li ser evînê ku Xalis re dipeyivî, tariya esmanan ronî dikir di xeyalên stûxwar de. Stûxwariya herbê ye herba Qirimê. Xeyal diçin di salên 1853-56 an li ser navê bavê Perîxanê. Bav dimire Perîxan dimîne di mala Şêx Mehmûd de. Qetên zebeşan di nav xeyalan de Rustem bi qerfên hevalan gavan dike heval dibe Milazgirê. Kilê Subhanê ku nekeve nav xeyelan ew xeyal ma dê tî nemîne? Perîxan kilên Subhanê di pêçiyên xwe de dikir xame ku ji xameyê Lozanê di pêçiyên Enqerê de Mûsil neyê kil kirin. Xeyal tî dibin bi dengê Xalis tê ziman ku dibêje: ”-Feqe Seîd, careke din tî di ser vê pirê re nemeşe, ev pir ji bo te taluke ye. Û gwîzek gindirî ber lingên wî.”(r.93) Xeyal li ser pira Evdirrehman Paşa re gav davêje diçe ber bîrê.
”-Şêêêx! Ji xwedê bitirse wê me bibînin.” (r.94) ”-Şêêêêêx!”(r.101) Ma çima Perîxan dibêje Şêx? Ne Seîd hê negihiştiye pîleya Şêxtî. Dibe ku li Kurdistanê ji zarokên Şêxan re jî Şêx tê gotin. Lê Şêxtî zanyariyeke asta herî bilind re tê gotin. Dibe ku xewn be ev sêdar ev gotinên Perîxanê. Dîsa werîs di hembêza xwe de dît. Desmala ku pêncî sal bêtir di berîka êlegê wî de niha di destê hevlingê wî de ne hat bîra wî.
Gava duyem Perîxanê dixe binê ava bîrê. Govenda axaftina Perîxanê, keser bi Xidirê Botî dide kişandin di xeyalên li bin werîsê sêdarê de. Xeyal xwe werîsê bîrê digirin xwe ava bîrê xelas dikin tê li ser kursiya sêdarê.
Gava Sêyem
Lingê çepê benda lingê rastê ye. Lingê rastê jî gava sêyem davêje xwe dubare dike. Bi vê gavê şerîta ku Perîxanê kaşî binê bîrê dike di ser rûyê xwe de dibîne. Min çi kir? Min pirsa xwe ji xwedê nekir. Pirs di zengelokên hevalên wî de dikirin xîzexîz di qirêkê de. Perîxan hat hewara van xîzexîzê ku di qirikan ketiye bira nav xeyelan. Perîxan li bîrê hat derxistin û got: Şêx te av vexwar. Xeyal dîsa gav avêtin revîn ku ev pêncî sale tî ma ye. Xeyal ber bi gora Perîxanê de gav avêt. Xeyal, Sultan Evdilezîz û Sultan Murad dîn dike di nav devê fitweya Hesen Heyrullah Efendî de. Topqapî û Beşiktaş deriyê xwe ji dînan re digirin. Deriyê evînê di ser gorê de tê girtin. Gav ji bo Milazgirê tê avêtin. Gavên Şêx Ubeydulahê Şemzînî ji bo şerê Ûris û Osmaniyan tên avêtin. Xeyal çibûn Bayezîdê lê siwar bê hesp li bajêr dertên. Gavên xwe davêjine Hekariyê xeyal rastiya xwe dinêre ku çil û şeş sêdaran dibîne. Xeyal diçe li ser gora Şêx Seîd benda yasîna dimîne.
Di nav rojên nedîtî de vedigere tê Bedlîsê li ber sêdara Mele Selîmê Xêzanî disekine. Cejna heciyan e, payîzeke sar e, Xalis dîn dike di nav xeyalên sermest de.
”-Fermana ermeniyan e.”(r.118) Alayên Hemîdî har dibin, mele û şêx fir û feş dibin. Zarokên ermenî wek Hamêsta Entranîk gavên xwe davêjin sitargeha.
Xort gav navêjin didin lotika û ji bo nanekî dizûrin li ser Enwer Paşa li Sariqamişê. Xeyal tên li ser pirê gustîlka Şêx di tiliyan de derdixe dixe tiliyên Kasimê hevlingê wî. Sabah nameyek dişîne li ser xeyalên ku li ber sêdarê û dinivîse: Boxos Nûbar Paşayê Ermen û Şerîf Paşayê Kurd bi hev re ketine têkiliyê.
Xeyal bi Romiyan re dikeve şer lê hinek kurd diçin arîkariya Romiyan. Lê dîsa werîs nedikir stûyê wan tenê nameyek ji bo serokên wan dikir berîka wan. Gav nedihat avêtin gav gava nediparast. Dizanibû ku ”-Nanpêj ku pir dibin, nan dişewite.”(r.124)
Nîvîsa yekemîn (2)
AMADEKAR: ARAM RODER