Nimêja Înê (Xutbe)

 

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا نُودِيَ لِلصَّلَاةِ مِنْ يَوْمِ الْجُمُعَةِ فَاسْعَوْا إِلَى ذِكْرِ اللَّهِ وَذَرُوا الْبَيْعَ ذَلِكُمْ خَيْرٌ لَكُمْ إِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَ (9) الجمعة

Bawermendên birûmet!

Yek ji wan nîmetê, ku Xuda Teala bexşê bendeyê xwe kirî, roja înê ye.  Taybetiya herî girîng a ku înê ji wan rojên din cuda dike ew e ku di wê rojê de nimêja înê bi cemaet tê kirin. Xuda Teala di vî der barî de wiha ferman dike: “Gelî bawermendan! Gava roja înê banga nimêjê hate dayin, vêca bi bal zikrê Xuda (guhdariya we’zê û nimêja înê) ve lez bikin û dev ji kirîn firotinê berdin. Ha ger hûn bizanin, ev ji bo we çêtîr e. Gava nimêj hat kirin vêca li ser erdê belav bibin, ji kerema Xuda bixwazin. Xudayê xwe pir bibîr bînin da ku hûn rizgar bibin.”  Ev ayeta kerîme ji me re îşaret dike ku roja înê ji wan kesên ku nimêja înê li ser wan ferz e, dema îbadetê ye.Ew bawermendên ku guhê xwe bidin vê bangewaziya Xudayê mezin pêwîst e dev ji her kar û barên xwe berdin û berê xwe bidin nimêja înê, guhdariya wan  we’z û nesîhetên ku riya jiyana dinya û axreta wan ji wan re hêsan dikin, bikin û bi hev re daxwaziya efûkirinê ji Xudayê mezin bikin.

Misilmanin birûmet!

Nimêja înê  ji bo hevnasîn,yekîtî û alîkariyê wesîleyek gelek girîng e. Ji bo perwerdehiya civakê, ji nimêja înê re ciyek taybet heye. Di wan we’zên ku di roja înê de tên kirin û xutbeyên tên xwendin de ev rastî û xweşkahiyên Îslamê tên vegotin: Belavbûna qenciyê, pêşîgirtina li neqenciyê, rêzgirtina mafê mirovan, qedrê dê û bavan, qenciya li xizm û cîranan, rastî û duristî.

Misilmanên birûmet!

Di der barê xêra roja înê û nimêja wê de, gelek hedîsên pêxember hene. Ew wiha dibêje: “Qencê rojên ku roj tê de derdikeve, roja înê ye.”  “Çi kesê roja înê xwe bişo, mîna şûştina ji cenabetê, pişt re di saeta pêşîn de here (mizgeftê), weke ku deveyek ser jê kiribe û dabe feqîran, kesê di saeta duyemîn de here, weke ku çêlekek dabe, kesê di saeta sêyemîn de here, weke ku beranek dabe, kesê di saeta çaremîn de here, weke ku mirîşkek dabe û kesê di saeta pêncemîn de here, weke ku hêkek dabe. Vêca çi dema îmam derkeve (ji bo xutbê) milyaket deftera xwe digirin guhdariya we’zê dikin.”  Ew kesên ku  terka nimêja înê bê uzr dikin jî pêxemberê me di der barê wan de wiha dibêje: “ Bêguman Xuda Teala nimêja înê li ser we ferz kiriye di vî cihê min ê ha de, di vê saeta ha de, di vê meha ha de û di vê sala ha de, heta roja dûmahiyê. Ew kesên terka nimêja înê bikin, çi digel îmamek adil bin û çi jî zalim, Xuda îşê wan li hev neyne û bereketê nexe kar û barên wan de.Şîyar bin! (tu xêr ji) nimêj,hec û sedeqeyên wan re jî tune ye.” “Çi kesê roja înê, di dema ku îmam xutbê dixwîne de, ji hevalê xwe re bêje xeber nede, bêguman ew ji xêra xutbê bê par dimîne.” ” Wellahî yan wê miletek ji neçûyina nimêja înê mene’ bibin, yan jî wê Xuda muhra minafiqan li qelbê wan bixe û wê bibin ji xafilan.”  “Çi kesê bê uzr, terka nimêja înê bike di deftereke wisa de ku ne tê jibirkirin û ne jî tê guherandin, minafiq tê nivîsîn.”

Ji bo wan kesên ku ji bo kirina nimêja înê diçin mizgeftê, hinek rê û rêbaz hene, pêwîst e li wan şiyar bin. Ji bo vê yekê ew kesên herin mizgeftê pêwîst e xwe bişon, cil û bergên paqij li xwe bikin, bi bêhna ling û goreyên xwe, hevalên xwe aciz nekin û her wiha xwe dûr bikin ji xwarinên bibêhn mîna sîr û pîvazan. Ez xutbeya xwe bi wateya ayeteke ji Qur’ana pîroz diqedînim: “Ey zarokên Adem! Cilê ku hûn xwe pê bixemlînin li nik kirina her nimêjî wergirin.”

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply