Nihat Öner û şopa li dû kelepûrê

Berhevkar, lêkolîner û nivîskar Nîhat Önerê ku ev deh sal e gund bi gund bo zargotinên bi kurdî û dîroka serîhildana agirê û komkujîya gelîyê zîlanê lêkolînê dike, dibêje ku li Agirîyê çanda kurdîya devkî gelekî dewlemend e.

Li ser zimanê kurdî ji ber pişavtin û qedexeyan berhemên nivîskî bi awayekî azad di wextê xwe de baş nehatine nivîsandin.  Her çiqas rewşeke wisa hebe jî ji alîyê din ve bi rîya kesên dildar û dilsozên çand û zimanê kurdî xebatên berhevkarîyê têne kirin. Yek jî van kesan Nihat Öner e ku nezî deh sal in li herêma Serhedê li bajarê Agirî û derdorê Agirîyê, li ser çanda kurdîya devkî, Serhildana Agirî û Komkujîya Gelîyê Zîlanê lêkolîn û karê berhevkiriya  keresteyên folklorîk dike.

 

Serhildana Agirîyê û Komkujîya Gelîyê Zîlanê

Nîhat Önerê lêkolîner, berhevkar û nivîskar di sala 1985an de li gundê Qazî yê Agirîyê ji dayîk bûye. Nîhat Öner destnîşan dike ku cara ewil bo mijara Serhildana Agirî û Komkujîya Zîlanê dest bi lêkolîn û berhevkarîyê kiriye û wiha axivî;

“Min tim ji kal û pîran pirsa serhildan û komkujîyê dikir. Dema min dibihîst li gundekî şahidek, an zarokên şervan an şahidekî heye, ez diçûme gundê wan. Ez carinan diçûm min didît ku di derbarê mijarê de zêde ne xwedan agahî ne lê belê ew ji min re qala çîrok û serpêhatîyan dikin. Min jî wisa wisa qada xwe ya lêkolînê berfirehtir kir.”

 

“Şênîyên Agirîyê xwedîyê gencîne û behreke bêbinî ne“

Lêkolîner Önen amaje dike ku dema ji bo Serhildana Agirî û Komkujîya Geliyê Zîlanê gund bi gund digere, dibîne ku şênîyên Agiriyê di mijara çanda devkî de xwedî xizne û behreke bê binî ne û wiha pê de diçe;

“Ez bi xwe jî gelekî liser mijara çanda devkî fikirîm; tu xebatên berhevkarîyê li vê derê nehatibûn kirin, divîyabû min zûtir dest biavêta vî karê pîroz ku hêj nifşên di vê mijarê de zana li dinyayê bûn. Min wisa dest bi berhevkarîya çanda devkî kir. Lêbelê di serî de ez difikirîm ku ez van xebatên xwe bikim pirtûk. Ez bi salan e him berhev dikim him jî tiştên berhevkirî dinivîsînim.”

 

“Tûrîkê min, tûrikê çanda kurdî ye”

Dema ku em ji Nîhat Önerê lêkolîner û berhevkar re dipirsîn: “gelo di tûrikê te de, çi heye, çi tune ye”  Öner dibêje ku tûrîkê min tûrikê çanda kurdî ye. Nifirek jî bala wî bikişîne, ew her car li cem xwe, di quncikekê de wê nifirê dinivîsîne;

“Mijarên ku ez liser xebitîme û min berhev kirine ev in; destan, çîrok, çirçîrok, metelok, lîstikên zarokan, bawerîyên gel yên ne olî, navê çêreyan, gotinên pêşîyan, biwêj, çîrokên biwêjan, ligor kurdan analîza însanan (mînak dibêjin destê mêrekî bi pirç be, ew bi merhemet e (dilrehm). Çavê yekî/ê şîn be, ew mirovan zû nezerî dike û hwd. Di pirtûka min a çapbûyî Mîrza Mihemed de pêncî çîrok hebûn, min niha pirtûkeke çîrokan xelas kiriye, ez ê van rojan bişînim weşanxaneyê, ew jî bi qasî Mîrza Mihemed e. Wekî din hê ji her du yan zêdetir jî nivîskî û bi deng di arşîva min de çîrok hene. Wekî din jî min çend destanên kurdan dîsa nivîsîne, çend heb jî hê nenivîsîne, ezê wan jî di demeke nêz de xelas bikim.”

 

“Li gorî mêran, çîrokbêjên jin xweştir û dirêjtir çîrokan dibêjin “

Nîhat Öner dîyar dike ku dema li qadê karê berhevkariyê dikir tiştê ku herî zêde bala wî kişandiye ew e ku bi awayekî kelecan û kêfxweş kal û pîrên kurdan, behsa çîrokan dikin.

“Li gorî mêran, çîrokbêjên jin xweştir û dirêjtir dibêjin çîrokan. Çîrokên ku jin dibêjin, tim ji yên ku mêran xweştir tê bo mirov. Jin dineqişîne, bedew dike, şirîn şirîn dibêje. Mêr na, kurt dibire, gelekî kêm dike û tehma wê nahêle. Jinên kurd di mijara çîrokan de gencîne ne.“

Berhevkar Öner dest nîşan dike ku di çîrokan de herî zêde peyvên mirî yên windabûyî bala wî kişandiye. Dîsa Öner dibêje ew bûye şahîd ku çîrokbêj di nava çîrokê de tiştekî dibêje, ew dibêje wateya we çi ye? ‘ Çîrokbêj bi xwe jî wateya wan peyvên mirî an nizane an jî ji bilî çîrokê nikare maneya wê peyve jê derxe.

Bawerî û edetên kurdan yên berê di nava çîrokan de hene. Ev gelekî bala min dikişîne, mînak; kevirê xwezginî, kevirê parsê. Dema tu herî ser kevirê xwezginî rûnî, xwedîyê malê dizane ku tu çûyî qîza wî bixwazî. Dema tu herî ser kevirê parsê rûnî, dizane tu çûyî parsê. Wekî din bi dehan bawerî û edetên bi vî awayî hene ku, divê xwîner çîrokan bixwîne ku baştir têbigihêje, ez dixwazim çi bêjim!”

Öner amaje dike, di mijara dewlemendîya çîrokan de jî gundên li deştê li gorî gundên çiyê di mijara çanda kurdî de gelekî qels in. Lêkolîner Öner dibêje gundên li çiyê çîrokan pir dizanin, dema dibêjin jî dirêj dirêj dibêjin. Di nava çîrokên wan de mirov bi dehan gotinên pêşiyan, biwêjan û hwd. dibîne. Lê yên li deştê yan nizanin, bizanibin jî pir kurt in û rihê kurdî tê de tune ne.

Piştî xebatên deh salan ên Nîhat Öner, pirtûka wî ya ewil a bi navê “Mîrza Mihemed Gurzek Çîrok ji Herêma Serhedê” ji weşanxaneya Avestayê derketiye. Ev pirtûk ji alîyê xwînerên kurdî ve eleqeyek mezin dît. Ji ber ku taybetîya vê pirtûkê ew bû ku ew li Herêma Serhedê û li bajarê Agirîyê wekî berhema berhevkirinê ya yekem tê bi navkirin. Herweha pirtûk di nav berhemên zargotina kurdî de jî wekî pirtûka berfirehtirîn tê zanîn. Öner derheqê pirtûka Mîrza Mihamed de wiha axivî;

 

 “Eleqeya li hemberî Mîrza Mihemed gelekî baş e“

“Piştî ku pirtûk derket, eleqeyeke gelekî baş li hember pirtûkê çêbû. Belê ez bi pirtûka xwe, xebata xwe bawer bûm, lê xwînerên kurd li ber çavan e, pirtûkek hezar lib çap dibe, ew jî deh salan de xelas nabe. Lê eleqeya li hember Mîrza Mihemed gelekî baş e. Li her derê dinyayê mirov ji min re peyaman dişînin, min digerin pirtûkê dixwazin. Ev bû çend meh pirtûk derket, ez bawer im ber bi qedandinê ye. Min fêhmkir ku mirov karê baş bike, ji bo miletê xwe dilşewat be, milet li mirov, li xebata mirov xweyî derdikeve.”

 

“Min destê xwe neda zimanê çîrokan yê resen û herêmî“

Nîhat Öner destnîşan dike, di dema deşîfrekirin û nivîsandina çîrokan de wî bi aweyekî baldar dest nedaye resenîya çîrokan û wiha pê de diçe;

“Heta ji destê min hat, min destê xwe neda zimanê çîrokan yê resen û herêmî. Lê hin çewtî/xeletî hene ku mirov paşê ferq dike, mînak; min pirtûka yekemîn çapkir, ez niha dêhna xwe didimê çîrokbêj hin cihan de gotiye ‘min’, hin cihan de jî gotîye ‘mi’, min gişt wek ‘min’ nivîsîne. Divê çawa gotibû min wisa binivîsanda. Wekî din jî min mudaxileyî tiştekî din kir, ew jî ev e; çîrokbêj gotîye ‘bûwû’, ‘çûwû’, min ew kirine, ‘bûbû’, ‘çûbû’. Wekî din zimanê çîrokbêj her çawa be, wisa hatiye nivîsandin. Bi kurtî bêjim, zimanê pirtûkê, zimanê herêmî ye”

Berhevkar Öner balê dikişîne ser resenîya çîrokên ku berhevkirine û dibêje dema mirov karekî dike, divê mirov di wî karî de xwe bi pêş bixe. Ez jî karê berhevkarîyê dikim, xwe di vê mijarê de pêş dixim. Min piranîya pirtûkên çîrokên kurdan xwendine. Çîrokên ku min di pirtûka xwe de çapkirine û yên ku ezê di pirtûkên din de çap bikim, cara yekemînin têne çapkirinê.

“Çîrokên ku min berhev kirine jî dibe ku navê hin çîrokan, bi yên çapkirî yên berhevkarên cuda re heman nav be, lê naveroka çîrokê cuda ye ango varyant cuda ne. Tiştê ku herî zêde jî bala min dikişîne ev e; ev nêzîkî deh salan e ez berhevkarîya çîrokan dikim, lê tu bêjî min nû dest pê kiriye, ez roj bi roj çîrokên nû dibînim û berhev dikim. Mînakekê bidim; diçim gundekî, malekê,  çîrokbêj dibêje ‘te filan çîrok berhev kiriye?’, ez dibêjim ‘na’, dibêje, ez qeyd dikim. Dinêhêrim yeke din yeke din û yeke din. Hezaran çîrokên kurdan hene û ji wan hezaran jî her yek ji wan, bi dehan varyantên wan hene. Lewma min hêca got çanda kurdan, behreke bêbin e.”

Dema mirov pirtûka Nîhat Öner a bi navê “Mîrza Mihemed Gurzek Çîrok ji Herêma Serhedê” dixwîne, gelek çîrok, şîretan dibîne ku bi rîya ajalan hatine vegotin. Öner di derheqê vê yekê de dibêje, kurd di çîrokên xwe de qala jîyana xwe kirine. Mirov çîrokên kurdan bixwîne, mirov qet kurdan nas neke jî mirov têdigihêje ku kurd ji xwezayê û ji ajalan hez dikin û Öner wiha berdewam kir;

“Ez mînakekê bidim, di çîroka ker, kûçik, pişîk û dîk de, ji mirovan re şîret hene; dixwaze bibêje ku; zilmê li ajalan nekin, ew jî can in. Wekî din tişta herî zêde bala min kişand, ev çîroka dişibe ‘the musicians of bremen’ a birayên Grîm. Ez dibêjim dibe ku wan jî ji kurdan hildabe. Malê kurdan, malekî berdestî ye, çimkî kurd bê dewlet bûne. Xwe jî nenivîsandîne kî/ê hatîye Kurdistanê, xwe re tiştek hildane û biriye.”

Berhevkar û lêkolîner Nîhat Öner dibêje dema ev derketiye qadê, gel bawerîya xwe bi wî nedianî. An ji ber ku bawerî xwe pê nedianîn an jî guh nedidane kultura kurdî, nedixwestin çîrokan bibêjin. Öner balê dikişîne ser xalekê:

“Piştî ku pirtûk derket, nêzîkatî baştir bû. Kesên ku pirtûkê dibînin yan dibihîzin, ji min re têlefonê vedikin, dibêjin ‘were mala me jî ez jî çîrokan dizanim’. Heman kes, ez berê jî diçûma mala wan, nedigotin. Niha mirov zêdetir, bi awayekî cidî nêzîk dibin.”

Öner heya roja îro ji ti derê, ti alîkarîyeke madî negirtiye. Tim bi derfetên xwe xebitiye. Carinan hinek alîkarî ji hin hevalên xwe girtiye.

        

 

“Ez ê derbarê serhildan û komkujîyan de çar pirtûkan çap bikim”

Tê zanîn ku Öner derheqê Serîhildana Agirîyê û komkujiyê de jî ev deh sal in lêkolîn û berhevkarîyê dike.

“Plana min ew e ku hevpeyvînên min ên bi şahid û zarokên wan re hatine kirin têxim pirtûkekê. Wekî din di mijara Serhildana Agirîyê û komkujîyên têkildarê serhildanê de, belgeyan berhev dikim, li pey belgeyan im. Min heya niha ji sedî zêdetir belge berhev kirine ku tenê li cem min hene. Bîranîna çend serbaz û pîlotên tirkan hene ku min ew bi dest xistin. Wekî din min di arşîvan de rojnameyên wê demê gişt ber çavan re derbas kir, nûçe, nivîs, wêne, karîkatûr çi hebe gişt hildan. Wekî din di derbarê serhildanê de heta îro, çi rojname, pirtûk, hevpeyvîn û hewl hebe min gişt xwendine û navê şervanan berhev kiriye. Ku derfeta min çêbe ez ê derbarê serhildan û komkujîyan de çar pirtûkan çap bikim; 1; şervanên Agirîyê kî/ê ye, çawa beşdar bûye û aqûbete wî/ê, 2; hevpeyvînên bişahid û zarokên wan re, 3; di medyaya we demê de serhildana Agirîyê, 4; Di arşîvan de serhildana Agirîyê.”

 

Önen li Agirîyê û hin bajarên der û dorê çiqas dengbêj hebin derheqê wan de jî agahî berhev kirine, gelek dengbêj jî hene ku ew di arşîva wî de ne. Önen dibejê ku wî hîn biryar nedaye ku wê arşîvê çawa bi gel re parve bike.

Gönül Gün-Basnews

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply