NEYÎNİYA HEVOKAN

Mijara neyîniyê bi wateya hevokan ve girêdayî ye. Hevok wateyên xwe yên neyîniyê bi alîkariya hinek bêje û qertafan digirin. Bi gorî wateyê – xênjî hevokên dinê – hevokên erênî û yên neyînî he ne. Wateya erênî û neyîniyê, bi serê xwe di qertaf û bêjeyan de tune ye. Divê qertaf û bêjeyên neyîniyê di hevokan de têkiliyê çêbikin û her wiha bi alîkariya têkiliya van qertaf û bêjeyan jî hevok wateya neyîniyê digirin. Him di wateya hevokê de him jî di saziya hevokê de neyînî he be şert û mercê neyîniyê tê cî !  Lêker û pêveber bi rewşa erênî û ya neyîniyê tên tewandin û hevok jî bi alîkariya lêkerên tawandî tên sazkirin. Lêker û pêveber hêmanên hevokan yên bingehîn in, meriv dikare bibêje lêker û pêveber nebin hevok jî saz nabin. Ji ber vê yekê wateya neyîniyê jî girêdayiyê rewşa tewandina lêker û pêveberan in.

Rastnivîsandina « neyînî » yê di Kurmancî de bi gorî rêzikên rastnivîsê hê baş rûneniştiye. Ji bona zelalî û rastî çêbibe pêwiste ku meriv bingehên rastnivîsê û rêzik û qeydeyên gramerê bide pêş xwe. Berê ewil neyînî di kîjan rewşê de û bi alîkariya çi çê dibe divê meriv şîrove bike.

Hevok bi gorî pêveberên xwe bi du beşan ( Hevokên lêkerî û yên navîn ) tên şîrovekirin. Her wiha bi gorî vê cudakirina hanê mijara neyîniyê meriv dikare xal bi xal wek jêrîn zelal bike.

 

  1. Neyîniya Hevokên Lêkerî : Bi pêşqertafên neyîniyê « na-, ne-, ni- û me- »
  1. Bi Alîkariya Daçekên « ( bi ) ≠ bê, ( erê ) ≠ na »
  2. Bi Alîkariya Gîhaneka « ne…. .ne….. »
  3. Neyîniya Hevokên Navîn : Bi Daçeka « nin »
  4. Bi Alîkariya Daçekên « ( bi ) ≠ bê, ( erê ) ≠ na, ne »
  5. Bi Alîkariya Gîhaneka « ne…. .ne….. »
  6. Bi Alîkariya Navê « ( he ) ≠ tune »

 

  1. Neyîniya Hevokên Lêkerî

 

Hevokên lêkerî yên neyînî de îş, kar û bûyerên ku bi pêveberê hatiye diyarkirin çê nabe ! Çênebûna îş, kar û bûyeran bi alîkariya pêşqertafên neyîniyê tê diyarkirin. Her wiha neyîniya hevokên lêkerî bi van qertafan ( na-, ne-, ni- û me- ) çê dibe. Bi alîkariya gîhanek û daçekan jî wateya neyîniyê li hevokên lêkerî bar dibe.

Wextê hevokên lêkerî yên ku bi pêşqertafan neyînîdibin tên şîrovekirin divê  neyîniya lêkerên xwerû û yên hevedudanî meriv bide ber çavên xwe û bi gorî saziyê hemû rawe û zemanên lêkeran di rewşa neyîniyê de binimîne. Di tewandina neyînî ya lêkerên xwerû de pêşqertafa neyîniyê li ber lêkerên xwerû tê bikaranîn. Lê di neyîniya lêkerên hevedudanî ( ser+şûştin, hil+dan ) de pêşqertafa neyîniyê li pê bêjeya yekemîn ( bêjeya navîn ) ango li ber ya duyemîn ( ser+ne-şûştin, hil+ne-dan ) tê bikaranîn.

Mijara hevokên lêkerî girêdayiyê tewandina lêkeran e. Her wiha pêwiste ku meriv neyîniya hemû rawe û zemanan bizanibe. Ji ber ku mijar baş bê fehmkirin, bi rewşa neyîniyê hinek lêker di tabloya jêrîn de hatine tewandin..

 

Zemanê Borî Yê Dûr û Nayê Zanîn ( nedîtî )

Min xistiye Min nexistiye Min lihev xistiye Min lihev nexistiye

Zemanê Borî Yê Nêzik û Tê Zanîn ( dîtî )

Min xist Min nexist Min lihev xist Min lihev nexist

Zemanê Niha

Ez dixim

Ez dizanim

Ez naxim

Ez nizanim*

Ez lihev dixim

Ez pê dikarim

Ez lihev naxim

Ez pê nikarim*

Zemanê Wêbê

Ezê bixim Ezê nexim Ezê lihev bixim Ezê lihev nexim

Raweya Xwestinê û ya Mercî

Ez bixim Ez nexim Ez lihev bixim Ez lihev nexim

Raweya Fermanî

Bide

Bidin

Nede ( mede **)

Nedin ( medin **)

Ber bide

Ber bidin

Ber nede ( ber mede** )

Ber nedin ( ber medin** )

Raweya Raderî

Xistin Nexistin Avlêkirin Avlênekirin

Çîrokiya Zemanên Borî yên Dûr û Nêzik ( Zemanên Borî + Çîrok )

Ez ketibûm Ez neketibûm Ez ber ketibûm Ez ber neketibûm

Çîrokiya Zemanê Niha ( Zemanê Niha + Çîrok )

Ez diketim Ez nediketibûm Ez ber diketibûm Ez ber nediketim

Çîrokiya Zemanê Wêbê ( Zemanê Wêbê + Çîrok )

Minê b( i )avêta Minê n( e )avêta Minê hil b( i )avêta Minê hil n( e )avêta

Çîrokiya Raweya Xwestinê ( Raweya Xwestinê + Çîrok )

Min bikira Min nekira Min sor bikira Min sor nekira

Çîrokiya Raweya Mercî ( Raweya Mercî + Çîrok )

Ez bibama Ez nebama Ez sar bibama Ez sar nebama

Bihîstiya Z. Borî yê Dûr ( Zemanê Borî yê dûr +Bihîstî )

Min girtibûye Min negirtibûye Min pê girtibûye Min pê negirtibûye

Bihîstiya Zemanê Niha ( Zemanê Niha +Bihîstî )

Ez dixebitîme Ez nedixebitîme Ez lê dixebitîme Ez lê nedixebitîme

Bihîstiya Zemanê Wêbê ( Zemanê Wêbê +Bihîstî  )

Minê nivîsîbûya Minê nenivîsîbûya Minê xweş nivîsîbûya Minê xweş nenivîsîbûya

Bihîstiya Raweya Mercî ( Raweya Mercî + Bihîstî )

Min xwaribûya Min nexwaribûya Min ked xwaribûya Min ked nexwaribûya

Merciya Zemanên Borî yên Dûr û Nêzik ( Zemanên Borî + Mercî )

Min girtibe Min negirtibe Min derî girtibe Min derî negirtibe

Merciya Zemanê Wêbê  ( Zemanê Wêbê + Mercî )

Minê girtibe Minê negirtibe Minê derî girtibe Minê derî negirtibe

 

 

* Bi tenê lêkerên «  karîn û zanîn » di neyîniya tewandinên hemû zeman û raweyan de pêşqertafa « ni- » yê digirin.

** Di hinek devok û qisedanên herêmî de raweya fermanî bi pêşqertafa « me- » yê tê neyînîkirin.

Neyîniya tewandina zemanê niha bi pêşqertafa «  na- » yê; neyîniya tewandina hemû zeman û raweyên dinê jî bi pêşqertafa «  ne- » yê tê çêkirin.

Tewandina erênî di « zemanê niha, çîrokiya zemanê niha û bihîstiya zemanê niha » de bi pêşqertafa « di- » yê; di « zemanê wêbê, çîrokiya raweya xwestinê û ya mercî, raweya fermanî, çîrokiya zemanê wêbê, çîrokiya raweya xwestinê û çîrokiya raweya mercî » de bi pêşqertafa « bi- » yê çê dibe. Yên dinê jî bê pêşqertaf tên tewandin.

Wek di mînakan de tê dîtin tewandina neyînî ya hemû lêkeran – yên xwerû û yên hevedudanî – ango ya hevokên lêkerî bi pêşqertafên « na-, ne-, ni- û me- » yê çê dibe.

Di neyîniya lêkera hevedudanî « av+lê+kirin » ê de « avlênekirin » tê gotin û « neavlêkirin » nayê gotin.

Mijara neyîniya hevokan wek mînakên jorîn de hatiye nimandin bi du curêyan tê şîrovekirin. Meriv divê bîrve neke ku neyînî di hevokan de çê dibe. Hevokên lêkerî bi pêşqertafên « na-, ne-, ni- û me- » yê tên neyînîkirin. Pêşqertafa « ni- » bi rewşekî awarte di neyîniya du lêkeran de « karîn û zanîn » tê bikaranîn. Bikaranîna pêşqertafa « me -» yê jî herêmî ye û di nivîsan de neyê bikaranîn baştir e.

Meriv divê bîrve neke bi gorî sazî û wateyê neyîniya hevokên lêkerî bi alîkariya pêşqertafên neyîniyê « na-, ne-, ni- û me- » çêdibe ! Wan qertafên hanê nebin neyînî çê nabe !

Lê di hinek hevokan de wateya neyîniyê bi alîkariya daçekan, gîhanekan û navan li hevokan bar dibe. Her wiha mînakên van hevokan jî meriv dikare wiha bide :

 

  1. Bi Alîkariya Daçekên « ( bi ) ≠ bê, ( erê ) ≠ na, ne »

 

  • Bê,

 

Ev daçeka hanê dijwateya daçeka erênî « bi » yê ye. Daçeka neyîniyê « bê » li ber navan tê bikaranîn. Her wiha daçekên ( bi ) ≠ bê, di hevokê de li ber navan ( zeliqî û nezeliqî ) cî digirin û wateya hebûn û tunebûnê li tiştan û navan bardikin.

 

Xwarina xwê bixwe !  xwarina bixwê bixwe

Xwarina xwê nexwe !  xwarina bixwê nexwe

Ne bi te ne jî te jiyan dibe !

 

  • Na,

 

Va daçeka hanê dijwateya daçeka bersivê « e û erê » ye. Bikaranîna daçeka neyîniyê, ya bersivê « na » yê, jî di hevokan de wisa tê nimandin.

 

-Tu li Wanê dixebitî ?             –Erê, ez li wir dixebitim.

-Tu li Wanê dixebitî ?             –Na, ez li wir naxebitim.

-Tu li Wanê naxebitî ? –Na, ez li Tatwanê dixebitim û Na, ez li Wanê naxebitim.

 

  1. Bi Alîkariya Gîhaneka « ne…. .ne….. » yê hevokên neyînî yên navîn wek mînakê jêrîn tên nimandin.

 

Ji nexweşiye ne nan xwar ne jî av vexwar.

Ne kes li min digere ne jî dipirse.

Me ne kar kir ne jî zirar kir.

Ne bi te ne jî bê te jiyan nabe !

 

  1. Neyîniya Hevokên Navîn

 

Di hevokên navîn de neyînî bi hinek tevlihevbûnan çê dibe. Her deverek û kesek bi gorî devokên xwe bikaranînên cuda derdixînîn holê. Pêvebera hevokê eger bêjeya navîn be, ji vê hevokê re « hevoka navîn » tê gotin. Hevokên navîn de tişta ku her wiha navê ku behsa wî tê kirin diyar nin e û tune ye. Di hevoka navîn ya erênî de çi hatibe ziman û gotin di ya neyînî de bi daçeka « nin » ê tê neyînikirin. Ango, meriv dikare bibêje neyîniya hevokan girêdayiyê neyînîkirina pêveberê ye û di hevokên navîn de pêvebera navîn bi daçeka « nin » ê tê neyînîkirin.

Di hinek bikaranînan de li dewsa daçeka « nin » ê bêjeya « nîn » ê bikar tînin. Daçeka « nin » ê hevokên navîn dike rewşa neyîniyê. Bêjeya « nîn » ê nav e û wateya wê ya ferhengê « tune û sifir » e. Her wiha bi bêjeya « nîn » ê hevok nakevin rewşa neyîniyê.

 

  • Ez mamoste me. Þ       Ez mamoste nin ( a )
  • Ez mamoste me. Þ       Ez mamoste nîn( b )

 

Di hevoka « a » yê de neyînî rast e. Lê di ya « b » yê de çewt e. Wateya neyîniyê di vê hevoka hanê de tune ye. Meriv dikare hevoka « b » yê wek jêrîn watedar bike.

 

  • Ez mamoste nîn im. Þ   Ez mamoste sifir  û   Ez mamoste tune me.

 

Di mînakên jorîn de wateya neyîniyê di her sê hevokan de tune ye. Bi gorî rêzikên rastnivîsê û bi gorî wate û saziya hevokan, neyîniya rast hevoka « Ez mamoste nin im. » e.

Hevokên navîn bi daçeka « nin » ê tên neyînîkirin. Wekî dinê di mijara neyîniya hevokan de çi hatibe nivîsandin û bikaranîn çewt e !

Wek mijara neyîniya hevokên lêkerî di vê mijarê de jî bêjeyên ku wateya neyînîkirinê li hevokên navîn bar dike he ne. Di hevokan de mînakên van bêjeyan jî wek jêrîn meriv dikare binimîne.

 

  1. Bi Alîkariya Daçekên « ( bi ) ≠ bê, ( erê ) ≠ na, ne »

 

  • Bê,

 

Xwarina me ya îro xwê ye !  xwarina me ya îro bixwê ye.

Xwarina me ya îro xwê nin e !  xwarina me ya îro bixwê nin e.

Dar pel in !Dar bi pel in

Dar pel nin in !Dar bi pel nin in

Li van deran ez te me !Li van deran ez te nin im.

 

  • Na,

 

Va daçeka hanê dijwateya daçeka bersivê « e û erê » ye. Daçeka neyînî « na » yê jî di hevokên navîn de wisa tê bikaranîn.

 

-Tu ji Tatosê yî ?                     –Erê, ez ji Tatosê me.

-Tu ji Tatosê yî ?                     –Na, ez ji Tatosê nin im û Na, ez ji Gimgimê me.

 

  • Ne,

 

Daçeka neyîniyê « ne » li ber bêjeyên navîn û bi taybetî li ber rengdêran tê bikaranîn û wateya neyîniyê dide wan û wateya neyîniyê li van bêjeyan bar dike.

 

xweş         Þ        ne+xweş         Þ        Ez xweş im.    Þ        Ez ne+xweş im.

rast            Þ        ne+rast            Þ        Tu rast î.          Þ        Tu ne+rast î.

meriv        Þ        ne+meriv        Þ        Ew meriv e.    Þ        Ew ne+meriv e.

 

Mînakên jorîn mînakên neyîniya bêjeyan in. Di vê bikaranîna hanê de daçeka neyînî « ne » di nivîsê de bi navan ve zeliqî tên nivîsandin. Îcar emê di mînakên jêrîn de jî bikin neyîniya hevokên navîn.

 

Ez xweş im.     Þ    Ez xweş nin im.           Ez ne+xweş im.     Þ        Ez ne+xweş nin im.

Tu rast î.          Þ    Tu rast nin î.                 Tu ne+rast î.          Þ        Tu ne+rast nin î.

Ew meriv e.     Þ     Ew meriv nin e.          Ew ne+meriv e.     Þ        Ew ne+meriv nin e.

 

Di mînakên jorîn de tê dîtin ku bi daçeka « ne » yê bêje hatine neyînîkirin û bêjeyên ku bi daçeka « ne » yê ve hatine bikaranîn di hevokên erênî û neyînî yên navîn de hatine nimandin. Di van mînakan de tê dîtin ku bi alîkariya daçeka « ne » yê hevokên bi gorî wateyê erênî, bi gorî saziyê neyînî û bi gorî wateyê neyînî bi gorî saziyê erênî çe dibin.

Daçeka « ne » yê di bikaranînek wiha de jî cî digire.

 

Sêvên baxên te ne xweş in.           û          Sêvên baxên te xweş nin in.

Oso ne meriv e !                            û          Oso meriv nin e !

 

  1. Bi Alîkariya Gîhaneka « ne…. .ne….. ».

 

Ez ne teyr im ne teyar im !

Kuro tu ne ker î ne jî hesp î.

 

  1. Bi Alîkariya Navê « ( he ) ≠ tune »

 

Navên dijberên hev « he (bûn) û tune (bûn) » jî di mijara neyîniyê de meriv dikare şîrove bike. Bêjeya « tune » yê, wek bêjeyên ku di mînakên jorîn de hatine nimandin, di mijara neyîniya hevokên navîn de cî digire.

 

-Hay lo ! Haya te ji hebûn û tunebûna min tune ye.

Mal û halê we he ye.  ≠  Mal û halê we tune ye.

 

  • Divê meriv di mijara neyîniyê de rewşên hevokên wiha jî şîrove bike. Hevokên bi gorî saziyê neyînî û bi gorî wateyê erênî wek mînakên jêrîn in.

 

Em neçin, nabe !     ( emê biçin )

Ma, xwendekar naxebitin ?     ( dixebitin )

Zêr û zîvên min tune nin in.     ( he ne )

Tu dibêjî qey ez nizanim !     ( dizanim )

Ez merivekî ji te hez nekim nin im.     ( ji te hez dikim )

 

  • Yên ku bi gorî saziyê erênî û bi gorî wateyê neyînî jî wiha ne.

 

Ez çi dizanim, tu kî yî ?     ( nizanim )

Gêjo, bi vî bivirê hanê erd tê kolandin ?     ( nayê kolandin )

Dê bavo, tu vî şixulê hanê dikarî bikî ?     ( nikarî )

Ne şekirê me hey e ne jî çaya me !     ( tune ye )

Vaya qîza Biharê ye ?     -Na, ya Gulanê ye.   ( Qîza Biharê nin e )

 

Hetanê ji destên min hatiye, di çarçova rêzik û qeydeyên rêzimanê de, min vê mijara hanê şîrovekiriye. Dibe ku di devok û qisedanên kesane de bikaranînên cuda hebin. Lê di rêzimanan de ango di mijara rastnivîsa zimanê me de pêwiste ku meriv rêzik û qeydeyên bingehîn bikar biîne û her wiha ji ronahî û rêberiya zanistiya ziman jî dûr nekeve. Bi vî awayî meriv axaftin û nivîsekî hevkar û hevbeş bidest dixîne.

 

NASIR KEMALOĞLU

 

 

Çavkanî        :   

    

  1. Emir Djeladet Bedir Khan et Roger Lescot, Grammaire Kurde ( Dialecte Kurmandji ), Paris 1970
  2. Samî Tan ,Rêzimana Kurmancî ,Stenbol, Weşanên Instîtuya Kurdî Ya Stenbolê çapa 2., Adar 2011
  3. Arif Zêrevan, Bingehên Rastnivîsandina Kurdî ( Kirmancî ), Stockholm, NEFEL, 1997
  4. Qanatê Kurdo,1991 ,Gramera Zmanê Kurdî kurmancî-soranî,İstanbul,Weşanên Roja Nû çapa 2,335 rûpel
  5. Kurmancî, hejmar 5, Havîn 1989, Entîtuya Kurdî
  6. Rêbera Rastnivîsînê, Komxebata Kurmanciyê I, Kanûna Paşîn 2018
  7. Banguoğlu, Tahsin(2007) Türkçenin Grameri, Ankara, TDK yayınları
  8. Hengirmen, Mehmet (2002), Türkçe Dilbilgisi, Ankara: Engin Yayınları.
  9. http://kovarabir.com/halil-aktug-komxebata-kurmanci-u-rebera-rastnivise/
  10. https://www.academia.edu/4144823/_var_ve_yok_sözcüklerinin morfolojik kimligi
  11. https://turkoloji.cu.edu.tr/YENI TURK DILI / nadir_ilhan_turkcede_olumsuzluk.pdf

 

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Şiroveyek

  1. Grîngtirîn mijar ji bo me Kurda divê mijara ziman be. Hewcedarîya me ne tenê bi qisedana zimanê me heye, hewcedarî di heman demêda bi qisedanek bi rêk û pêk kû lî ser hîmên giramerek rast ava buyejî heye. Lomajî xebat ên wek vî xebat a mamoste Kek Nasir gellek bi qîmet û pêwistin. Ez spasdarî yên xwe pêşkeşî mamoste dikim û di xebat ên wî ên mayînda serkeftinê jira dixwazim.

Leave a Reply to RuhatCancel reply