-Ji bo însanan du curre nexweşî hene . Ji van nexweşiyan yek nexweşiyên madî ne,yek jî nexweşiyên manewî ne. Dexesî,bêhêvîtî,quretî, çavnebarî û hwd. Nexweşiyên manewî ne ,ev nexweşî di dil de wek vîrûsa ne.
-Bi rastî ; quretî,dexesî,bêhêvîtî hwd. Şaxên exlaqên yên xerab in û ev nexweşî di laşe însanan de dibin sebebên nexweşiyên manewî. Hinek ji van nexweşiyên manewî zidetir bi talûke ne ;hinek ji wan nexweşiyan jî dikarin bibin sebebê mirina jiyana manewî ya însanan. Ji wan nexweşiyan, hinek zêdetir li nêzî kufrê ne û em dikarin bêjin: ”Ew cîranê kufrê ne.” Însan bi wan nexweşiyan tevbigere, dikeve bin bandora wan.
-Însanên ewqas nêzîkî kufrê bibin,ji îmanê dûrdikevin û mixabin,nêzî xerabiyan dibin.
-Di van vîrûsên bi zirar de,torê agahdariyan yên wusa ecêb hene ku,yek ji wan bikeve laşe însanan,di heman deme de gazî wan vîrûsên din jî dike û bi hev re berxwedana laş têk dibin. Vîrûsên ku îrtibata wan bi hevre heye,bi deme re binyata însanan dixwin û diqedînin. Bi vî awayî , însan ji manewiyatê dûrdikeve û dikeve rewşeke bedbînî/reşbînî.
-Vîrûsên manewî jî bi deme re diguhirin. Ji bo vîrûsên madî,herdem guhirandin û nûkirinek heye.Vîrûsên manewî li gorî deme dikarin xwe biguhirînin.
-Ji bona hinek nexweşiyan,pêwiste hersal aşî/deq/derman bên dîtin,bên hilbirandin ;lewra ,hinek aşi/derman hene ku hersal naynê karanîn. Ew dermanên ku ji îsal re kêr bê jî dibe ku ji saleke din re kêr neyê û bê bandor bimîne.
–Mînak :Dibe ku aşiya arsimê ya îsal,ji bo saleke din kêr neyê û bê bandor bimîne.
–Vîrûs,bi awayekî cûda derdikeve holê.Heman deme de vîrûsên manewî û bandora wan jî li gorî deme,li gorî cîh û şertan diguhir e…
Werger: Cüneyt Yazıcı
www.candname.com