Nexweşiya Dûrnebînê

Eger mirovahî wiha bidomîne, wê heya sala 2050yî di nîviyê mirovan yên li ser rûyê erdê de dûrnebîn ango miyop peyda bibe. Pisporên Australyayê diyar dikin ku ev yek bi sê sedeman ve girêdayî ye: veguherîna hal û rewşa me ya vejiyînê a rojane, zêde di nava malê de mayîn û dîsa zêde bikaranîna amûrên elektronîkî.

Ji lêkolîneke ‘Natur’ ya destpêka sala bihurî de diyar bibû ku mirovahî di pênche salên dawîn de du caran zêdetir bi vê nexweshiyê rû bi rû maye. Herwiha a niha ji tevahiya mirovahî charyekê wê miyop e. Pisporên zanîngeha New South Wales di Ophtalmology de diyar dikin ku divê bi lez û bez mudaxîlê vê kêsheyê bibin. Li gorî pîvanên pisporan dê heta sala 2020an ji sê kesan yek miyop û heta sala 2050yî dê ji char kesan du kes miyop be. Miyop di rewsha herî xerab de dikare bibe sedema cataract, glaucoom û maculadegeneration. Ji pênch kesan yek ku nexweshiya miyopê lê hatiye tespît kirin, ev jî heta sala 2050yî dike mîlyareke mirov, bi metirsiyeke mezin rû bi rû dimînin ku dê di dawiyêde korbin.

Nexweshî bi sedemên curbicur ve girêdayî ye, lê li gorî pisporan sedema herî bi bandor veguherîna hal û rewsha me ya vejiyînê a rojane ye. Zêde ne li der gerîna me ango pêk anîna aktîvîteyên bi mesafeyên kin û xwendina bi rêya amûrên elektronîkî. Miyop bi pirranî di dema zarokatiyê de destpê dike û bi girbûna/mezinbûna zarok re dikare xerabtir bibe. Ji dê û bavê zaroyan daxwaziya zêde li der gerîn û lîstikê, û herwiha kêmkirina lîstikan bi amûrên elektronîkî tê kirin. Pispor dîsa peshniyar dikin ku binavberî serî lêdana doktorê chavan bikin.

Chavkanî: IPS Werger: ji Hollandî, Metîn Eser

Jêder: felsefevan.org

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply