Nexweşîna Hz. Pêxember (Silava Xudê Lê Be) Û Wefata Wî

” Ji Aîşe (Xuda jê razî be) hatiye ku: Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be)  gazî Fatîme (Silava Xudê lê be)  kir di nexweşîna xwe ya ku tê de çû; vêca tiştekî bidizî jê re got ew giriya, paşê dîsa bidizî tiştekî jê re got, ew keniya, vêca me vê yekê jê pirsî got: Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be)  bidizî ji min re got ku ewê di vê nexweşiya xwe de wefat bike, ez giriyam paşê bidizî gote min ku ji malbata min tê beriya herkesî bigihîjî min, ez keniyam.”

” Dîsa jê hatiye ku: Min bihîstibû ku tu pêxember heya di navbera dunya û axiretê de heqê hilbijartinê jê re neyê dayîn namire, vêca min ji Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be)  di nexweşîna wî ya ku tê de mir û xirexira mirinê wî girtibû bihîst ku digot: “… digel wanên ku Xuda li wan qencî kiriye” (ayet); vêca min zanî ku ew heqê hilbijartinê jê re hatiye dayîn. “

Dîsa jê hatiye ku: Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  gava xweş bû digot: Qet tu pêxember ruhê wî nehatiye standin heya ku cihê xwe ji cennetê nebîne paşê yan silav lê tê kirin yan hilbijartin jê re tê dayîn; vêca çi gava nexweş ket û wextê ruhdana wî hat, serê wî li ser çoka Aîşe bû, bê hiş ket, vêca gava bi xwe ve hat, çavê xwe ber bi qatiyê xanî ve kir, dûre got: Xudayo! Di nav hevalên jor de, vêca min got: Ew bi me re namîne, êdî min zanibû ku ew peyva wî bû ku gava xweş bû ji me re digot.

“Ji Aîşe (Xuda jê razî be) hatiye ku: Resûlê Xudê gava nexweş biketa, suretê Îxlas, Feleq û Nas dixwend, pif dikir xwe û destê xwe bi xwe dida, vêca gava êşa nexweşiya ku tê de wefat kir pê girt, min her sê sûretên ku dixwend û pif dikir ji dêlva wî ve xwend û pif kire û min destê Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be)  li serê gerand.”

“Dîsa jê hatiye ku wê ji Pêxember (Silava Xudê lê be)  seh kiriye û berî mirina xwe wî pişta xwe dabû min û min lê guhdarî kir ku dibêje: Xudayo! Tu min bibexşînî û li min bêyî rehmê û tu min bigihînî hevalên jorîn!”

Dîsa jê hatiye ku: Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be)  mir û wî xwe sipartibû min, serê wî li ser singa min bû; êdî piştî Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be)  tu car mirina yekî ewqas ji min re zor nayê.

1625 – Ji Îbnû Ebbas (Xuda jê razî be) hatiye ku Elî kurê Ebû Talîb (Xuda jê razî be) ji cem Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  di nexweşîna wî ya ku tê de wefat kir, derket, vêca însanan jê pirsî: Bavê Hesen! Gelo Resûlê Xudê çawan e? Got: Hemdê Xudê parî baş e, vêca Ebbas kurê Ebdulmuttelib bi destê wî girt û jê re got: Bi Xudê, sê roj bi şûnde tê bibî ebdê gopal (yanî benikê dû hebanê) û bi Xudê ez dibînim ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  ji vê nexweşîna xwe wê bimire; lewra ez sikûmê zariyê Ebdulmuttelib li nik mirinê dinasim, me bive bal Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  em jê bipirsin ka vî karê han ewê ji kî re be, eger ji me re be, em vî zanibin û eger ji xeyrî me re be jî em zanibin da ku wesiyata me li wan bike; vêca Elî got: Bi Xudê, eger em vî îşî ji Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  bixwazin û ew nede me, xelq piştî wî hew dide me, û bi Xudê, ez ne ji Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  dipirsim û ne jî dixwazim.

“Ji Aîşe (Xuda jê razî be) hatiye ku wê digot: Ji qenciyên Xudê ev e ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  li mala min di roja min de û serê wî li ser singa min wefat kir û bêguman Xudê li nik mirina wî tûka min û tûka wî gihande hev: Ebdurrehmanê birayê min hate nik min û sîwak di destê wî de bû, Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  jî pişta xwe sipartibû min, vêca min dît ku ew lê dinêre, min zanibû ew ji sîwakê hiz dike, min got: Ez ji te re jê bistînim? Bi serê xwe îşaret kir ku erê; vêca min wê dirêjî wî kir, jê re zor hat, min got: Ez ji te re nerm bikim? Bi serê xwe îşaret kir ku: Erê, vêca min wê nerm kir, wî li ser diranê xwe bir û anî, li ber destê kodik an elbika avê hebû wî destê xwe dikirê û pê se rû çavê xwe şil dikir û digot: La îlahe îllellah, ji mirinê re sekerat (zor û zehmetî) hene, dûre destê çikand û got: “ Xudayo!  Di nav hevalên jorîn de”. Heya ruhê xwe da û destê wî xor bû.”

” Dîsa jê hatiye ku: Me di nexweşîna wî de îlac dayê, wî îşaret kir ku nedin min, me got: Nexweş ji îlacê hiz nakin, vêca gava ku bi xwe ve hat got: Min negote we ku îlacê nedin min. Me got:  Nexweş ji îlacê hiz nakin. Got: Herkesê di hundir de bira îlacê bixwe ez bibînim, ji Ebbas pê ve; lewra ew bi we re ne hazir bû.”

” Ji Enes (Xuda jê razî be) hatiye ku: Gava êşa Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be)  giran dibû, bêhiş diket, vêca Fatîme (Silava Xudê lê be)  got: Way êşa bavê min! Jê re got: Ji îro bi şûn de derd û êşê bavê te namînin.”

“Ji Aîşe (Xuda jê razî be) hatiye ku: Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  wefat kir û umrê wî şêst û sê sal bû.”

Tecrid ê Teshîhkirî

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply