Sêşem , 26 Gulan 2020

Nexşeya Çîroka Kurdî

Nexşeya Çîroka Folklora Kurdî Diyar e ku Folklora Kurdî bi çîrok û çîrovanokên xwe pir dewlemend e, di çîrokan de gelek babetên cuda hene ku bi xwendina wan gelek tiştên ku bi hêsanî nayên nasîn, têne dîtin. Bi wê yekê, dinyayeke bê sînor li pêşberê mirovan vedibe ku mirov di tarîstaneke bêkevî de li rewşen û ruhniya zanistiyê rast. Bi wê yekê mirov nexşeyeke pir mezin li ser sê parzemînan ku Asya, Ewrûpa û Efrîqa ye dibîne.

Li gor wan belge û materyalên Folklora Kurdî ku derketine holê, hertim Diyarbekir paytexta Çîrokên Folklorî bûye û girêdana xwe bi gelek welat û herêmêm cuda (dûr û nêz) re daye çêkirin.

Ew nexşeya di çîrokên folklorî de ku derketiye holê, weha ye: Ji aliyê Rojavayê Diyarbekirê ve: Lehengên Çîrokên Folklora Kurdî hertim ji Diyarbekir ber bi aliyê Rojavayê ve, çûne xwe gehandine Stenbolê, ji wirê jî çûne Ewrûpa, li Spanyayê di tengava Cebelê Tariq de derbasê Efrîqayê bûne û di bakûrê Efrîqayê de çûne heta xwe gihandine Misrê, careke din berê xwe dane Kurdistanê û di ser Cizîra Botanê re xwe gihandine Diyarbekirê.

Di vê gerguzariyê de hertim Diyarbekir navê xwe wek “Bajarê Şerqê” û navê Stenbolê jî wek “Bajarê Xerbê” daye xuyakirin. (Çîroka Abidê Şkeftê û serpêhatiya/çîrok Baba Ehmedê Wanî .

Lehengên Çîrokên Folklora Kurdî ji aliyê başûrê Diyarbekirê ve, bi awayekî rojane xwe digehînin bajarê Helebê. Diyarbekir bi piranî bazirgantiya xwe bi Helebê re didomîne. Lê belê gelek caran pêxwasên Diyarbekirê li zora xwe anîne ku çima pêxwasên Helebê ji wan zîrektir in, ha ji ber vê yekê şer û qirên di navabera wan de derketiye.

Riya ku ji Diyarbekirê diçe bajarê Şam, Quds û Misirê (Qahîre) jî, hertim riyeke sereke bûye û lê çûnûhatineke pir zêde çêbûye. Hin caran lehengên çîrokê çûne xwe gihandine welatê Hebeşiyanê jî.

Çûna ji Diyarbekirê heta Misrê, du rê hatine bikaranîn. Yek riya deryayê bûye, ya din jî riya bejê bûye. Lê belê destpêka riya deryayê ji Skenderûnê yan bendereke din dest pê kiriye, ne diyar e. Ji vê riya ku li jorê hate gotin zêdetir, di çîrokan de têkiliya Diyarbekirê bi awayekî rojane bi Mûsil û Bexdadê re jî çêbûye. Ew têkilî hin caran xwe gihandiye welatê Yemenê jî.

Ji aliyê Bakûrê Diyarbekirê ve: Lehengên Çîrokên Folklora Kurdî ji aliyê bakûrê Diyarbekirê ve pir hindik ber bi bakûr ve çûne. Çûna wan tenê Ermenistan û welatê Gurciyan bûye. Ji van herdu welatan wêdetir, (Li gor baweriya min ya ji çîrokan) astengiyeke pir mezin hebûye ku ew jî Çiyayê Qaf e ango çiyarêza Çiyayên Qefqasan. Lê belê lehengê çîrokê Mîrze Mihemed gelek caran Çiyayê Qaf derbas kiriye û çûye rihê Dêwê Mezin girtiye, perçiqandiye û evîndara xwe rizgar kiriye.

Ji aliyê Rojahelata Diyarbekirê ve: Lehengên Çîrokên Folklora Kurdî hertim ji Diyarbekirê ber bi aliyê Rojhelat ve çûne. Ev çûnûhatin, pir zêde çêbûye û rê pir hêsan bûye, xasma jî çûna bajarên wek Esfehan, Hemedan, welatên wek Îran, Adarbêcan û Hindistan, ji wirê jî çûne xwe gihandine welatê Çîn û Maçînê (Maçîn xirabkirina ji navê Çînê yê kevn e ku Manchuriyan bûye).

Çewa ku tê zanîn, çîrokeke folklorî bi navê GUL û SÎNEM heye. Di zaravayê kurmancî de 7 şaxên vê çîrokê hene. Çi dema çîrokbêjek berî ku dev bi çîroka Gul û Sînem bike, pêşî weha dibêje: Dibêjin heft şaxên vê çîrokê hene, lê ez tenê yekê dizanim û hêj dibêje…. Lehengê çîrokê Mîrze Mihemed çûye welatê Çînê û bi çavên xwe Sînem Beg û dotmama wî Gulê dîtiye û serpêhatiya wan ji devê Sînem bi xwe bihîztiye. Di şaxekî din ê vê çîrokê de, lehengê çîrokê mişk e.

Bêguman di bingeha çîrok û stiranên Folklora Kurdî de, hemû heyînên netewî hene. Tiştên wek şaxên dîrokî, rewşa civakî, têkiliya mirovan bi hevûdu re, têkiliya mirov û hemû texlîtên heywanan, desthelatiya mirovan li ser axa bavûkalan, têkiliya mirov bi cîranên din û biyaniyan re, rewşa bazirgantiyê, dewlemendiyên binerd û sererd û bi dehan tiştên wisa têne dîtin.

Ku.wikipedia.org

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

ELIYÊ PURTO Û DEWAZÊ PÎRMUSÎ -1

Şerê Eliyê Pûrto û Dewazê Pirmûsi em li benda kilamê binhêrin û du re şiroveya …

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *