Wa hilate roja newe
Yek xelat e li min û we
Wek bihûşt e newroz cejn e
Cejn e li te kurê Kawe
Sala teze bi behar e
Dest bi rez e şixl û kar e
Berx û pez e newroz cejn e
Kêf terez e dîn û har e
Wayê vebûn gulê rengîn
Dê bidin bîn ji xweştirîn
Avzêmên jîn newroz cejn e
Dê der bibin namîne şîn
Keskesora li zêrîn zer
Li dil mora netewperwer
Peyv û şora newroz cejn e
Îro dora me, em serwer
Şerê giran deyn li guran
Wekî mêran wekî şêran
Geşt û sêran newroz cejn e
Keç û kuran hemî Kurdan
21.03.2016 – AMED
Mustafa RÊZAN