Newêrek û Dêw-Çîrok

Dibên carekî cebarekî, çil kûsî li serê darekî, kûsî jorda li erdê ket qirqijî, rehmet li dê û bavê cemaetê, ê min jî. Hebû tune bû, ji welatê serhedê camêrek bi navê Elenewêrek hebû, her wiha jina wî ya bi navê Gogerçîn jî hebû. Camêr merivekî gelekî tirsonek bû, wusa tirsonek bû ku ji tirsa qet ji malê dernediket derve, êdî wusa bûbû ku di mala wî de ne xwarin ne jî vexwarin nema bû, lewma malbat pir zêde perîşan bû.

 

Jina wî ya reben dikir û ne dikir mêrê wê ji malê dernediket derve, lewra jinikê her tim bi mêrê xwe ra şerdikir, di got tu çima karekî nakî? ! Di mala me da êdî tiştek nemaye ku em bixwin an jî vexwin, wuha bidome em ê ji birçîna bimirin!…

Gogerçîn mêze dike ku tu çarekî nabîne, mêrê wê dernakeve derve û naçe karekî nake, jinika reben hinekî difikire, dibê ya rind ew e ku ez planekî çêkim. Wer hasilê kelam jinik riya xwe dibîne, ji mêrê xwe ra dibêje rabe zû here, dibên xwedanê xêra wayê di nav gund de xêrê belav dikin, tu jî here ji wê xêrê çi dane te, hilde û were, bila qe nebe tiştekî me yê xwarênê hebe.

Elenewêrek dibêje: Jinik tu tiştekî çawa ji min re dibêjî, ez ê çawa derkevim derve, tu nizanî der ve tije gur, hirç û hov in, dema ku ez derkevim derve wê min qet qetî bikim, heya ku wê hestiyê min jî bixwin!…

Gogerçîn mêze dike ku nabe, dibêje: Li derva tu gur, hirç û hov tunenin, eger ku tu ji min bawer nakî, serê xwe di derî de derxîne bixwe mêze bike. Elenewêk bi vê gotina Gogerçînê ra serê xwe çawa ji derî derdixîne der. Gogerçîn defekî lêdixe, mêrê xwe davêje der û derî di ser de digire. Mêrê wê dike qîre qîr dibê: Wî wî wî derî vebike gur, hirç û hovan, ez xwarim, jinik, jinik ez ketime ber bextê te û bavê te, tu ji min ra derî vebike… Gogerçîn dibêje: Welehî çibe jî ez derî ji te ra venakim, heya ku tu çû te ji me ra xwarin û vexwarin anî.

Elenewêrek berê xwe dide çiya û baniya û diçe, bi şev û roj wisa dimeşe, êdî ji birçî bûnê û meşê di betile, nikare ku êdî di rê de bimeşe. Dema ku mêze dike wayê ji newaleke kûra dûr, dû radibe. Camêr xwe bixwe ji xwe ra dibêje: Hebe tunebe li wir hinek meriv tiştekî dixwin. Ez ê jî herim li wan bibim mêvan, dibe ku ew hinekî xwarinê bidin min jî. Her wiha ez li cem wan êdî natirsim, tiştek bibe ew ê min biparêzin…

Werhasilê kelam berê xwe dide wê newalê û xwe li dû digre û diçe, diçe diçe dema ku nêzî dû dibe, mêze dike ku li wir heft Dêwên qeresa hene, her dêwek du serê wan hene, ji tirsa wusa çîl û spî dibe ku êdî çi feydeye ku Dêwa Elenewêrek dîtine. Elenewêrek difikire ku ez niha birevim, dêwê bidim peyî min, min di deqê de bigrin, biryar dide û diçe ba dêwan.

Dibêje selamû elêkîm gelî cemaetê. Dêw di serî de hinekî matmayî dimînin dibêjin çawa dibe ku benîademek vê wêrekiyê nîşan dide û tê nava me dêwan! Hewceye ku ziravê wî ji me biqetiya, çawa vî benîademî ji me natirse! Dêw dibêjin wey Elêkîmeselam, serçava û ser seran, hela bêje bira tu kî ye? Ev çi wêrekiye ku tu hatî nava me? Tu qet ji me natirsî, tu nizanî ku em ê serê te lêxin?!

Elenewêrek wiha bersiva wan dide: Dibêje heyla mala we neketî hûn nizanin ku ez kîme? Ez mêrekî bi sed mêra me, di welatê Serhedê de di ser min re mêr tunene, çawa dibe ku hûn min nasnakin!

Hemû Dêw matmayî dimînin dibêjin: Tiştekî wuha çawa dibe, çawa benîademekî mîna te heye û çima em nabîhîzin? Hela bêje tu kî yî û navê te çî ye? Tu çiqasî bi hêzî?

Elenewêrek bersiv dide û dibêje: Ez Elewêrek im, ez dikarim we heryekî têxim gepekî xwe, hûn wusa li min nenêrin, ez gelekî jîr û bi hêz im, di vê dinya yê de tu benîademek nikare pişta min bîne erdê, êdî tu heywan û însan nemane ku min pişta wan dananiye xwarê.

Teyrê Sîmêr hat ji min re qala we kir, got li gelek dîwalên dûr dêw hene, here pişta wan bîne xwarê, ez jî bi mehane ku li we di geriyam, êdî min hûn dîtin, ez dev ji we bernadim, xelasiya we ji destê min tune.

Dêw dibêjin ka bibêje hunerên te çi ne?

Elenewêrek dibêje ka ji min re bibêjin, kî ji we dikare Kevir di kefa destê xwe de mîna xwalî yê hûr bike? Hûnê jî kevir di kefa destê xwe de bigivişînin, ez ê jî lê mêze bikim, kî ji me kevir di kefa destê xwe de mîna xwelî hûr bike ew ji me yê herî bi hêz e, lê kî nikaribe kevir hûr bike, em ê serê wî lêxin!…

Dêw dibêjin bila wisa be.

Dêw yeko yeko dikin û nakin nikarin ku kevir wek xweliyê di kefa destê xwe de hûr bikin.

Îcar dor tê Elenewêrek. Elenewêrek dibêje niha dora min e, lê dema ku ez kevir di kefa destê xwe de bigivişînim, wê der û dora me hemû bibe toz û dûman êdî wê wusa bibe ku çav ji çava nabînin… Elenewêrek

kevir dixe kefa deste xwe û bi linge xwe ve wan deran dixe toz û dûman, edî wusa dibe ku kes tiştekî nabîne. Elenewerek di we navbere de bi lezginî kevire di deste xwe de daveje û hinek xweliye dixîne kefa deste xwe, ji dewan re dibeje: Kerem kin ka werin le binerin ku min çawa kevir kirî xwelî. Dema ku Dew ten cem wî û le meze dikin ku rastî jî kevir bûye xwelî, hemû dew matmayî dimînin!…

Tirs bi Dewan dikebe, Dew hemû xwe davejin ser dest û piye wî, je ra dibejin: Em ketine ber bexte te, tu sere me lenexîne…

Elenewerek dibeje: Bele ez sere we lenaxim, le bi merce ku ji ve deme şûn de hûne min jî mîna biraye xwe bibînin, eger hûn ve merca min bipej irînin, ez e seren we bibexşînim…

Dew hemû bi hevre dibejin: Ser ser û çaven me, te em heft bira tek bir, em e birakî mîna te bi hez û jîrek çawa qebûl nekin, edî tu mezine me heft bira yî, tu jî biraye me ye heyşta yî.

Ji we roje şûn de edî Elenewerek û heft dew bi hevra dibin bira, ji wan heft dewan şeşe wan her roj diçin neçîre, xwarin û vexwarine tînin, birayekî wan jî li male li cem Elenewerek dimîne je ra xizmete dike! Gelek wext wusa didome, edî wusa dibe ku sitara dewan ji deste Elenewerek namîne!…

Rojeke Dew di nav xwe de planekî dikin û ten cem Elenewerek. Dibejin biraye Elewerek me biryar da edî em e ji hevûdu cihe bin. Le ji me û te kî ji yen din bi heztir be, ji çar paran we parek ya wî be. Elenewerek dibeje çî ye, ka bibejin, em e çi bikin? Dew dibejin eme hekekî texin bin xwelî ye, dema te bi pî ye xwe li erde xist, zerika heke derket ser erde, ji çar para parek ya te ye, le dema ku tu nikaribe, em tu tiştekî nadin te û tu ye ji me biqete here gunde xwe.

Le Dewan di navbera xwe de biryar dane gotine ku eger Elewerek nikaribe zerika heke derxe ser erde, we deme em e bi zanibin ku Elewerek ew qas jî bi hez nîne, û em e bi hevre erişî wî bikin û wî bikujin.

Elenewerek fem dike ku Dewan li ser wî dek û dolab çekirine û bi dîzî zerika hekekî dixe nav kefa deste xwe û dibeje: De ka heke texin bine xwelî ye, ez e bi pî ye xwe lexim û zerike derkeve ser erde.

Dew heke dixin bin erde û gazî Elenewerek dikin, dibejin were tu ye li virxî. Elenewerek te ciye heke û bi piye xwe li wan deran dixe û toz û dûmane radike, dema ku her der dibe toz û dûman, Elenewerek bi dizî zerika di deste xwe de datîne ser erde.

Dema ku Dew ten ba wî, le meze dikin ku rast zerika heke waye li ser erde ye!…

âdî dew zedetir ji Elenewerek ditirsin, dibejin temam edî em e her tişte xwe ji çara yeke bidin te û tu ye ji me cûda bî. Elenwerek dibeje wusa be, edî ez e jî herim mala xwe…

Dew ji mal û milke xwe ji çar parî parekî didin wî. Elenewerek meze dike ku para wî zehf e, dibeje bila yek ji we alîkariye bide min da ku ez herim gund, dew di nava xwe de biryar didin û birayekî xwe pe re dişînin.

Di re de Elenewerek di weste, ji Dew ra dibeje: Ez e li pişta te siwar bim, dema ku li pişta dew siwar dibe. Dew je ra dibeje mafir ko tu ewqas mirovek bi hezî, çima tu wusa sivik e!?

Elenewerek dibeje: Hey malmîrat gunehe min bi te te, ez giraniya xwe nadim ser te, min giraniya xwe hemû kişandiye jore. Dema ku ez giraniya xwe bidim ser te, tu dibinî de dipelixe.

Dew dibeje: Ka giraniya xwe bide ser min ku ez le meze bikim ku ka tu çiqasî giran e?

Elenewerek şûjine di pişta dew re dike û xwe dixe dewsa birine, paşe şûjine di pişta dew de dizivirîne, dew diqîre dibeje: Wey wey wey te ez kuştim, tu bidî xatire Xwede tu dîsa giraniya xwe bikişîne jore. Elenewerek şûjine şûn ve dikişîne, paşe dew wî dibe datîne mala wî û vedigere te.

Dema Dew vedigere, bi re de Roviyek rastî dew te û rovî dibeje: Biraye dew te xer e, tu wusa bi tirse, çima tu ewqas bi lezgînî te, gelo kî daye peyî te!?…

Dew dibeje: Wele biraye Rovî birayekî min hebû merekî wuha bû, di dinyaye de merekî di ser wî re tune bû, çend meh in li cem me bû, me hezeke wuha û tiştekî wek wî bihez nedîti bû.

Rovî dibeje: Ka ew kî ye ew mera , min jî meraq kir, ca ji min ra bibeje?

Dew dibeje: Nave wî Elewerek e, ew merekî bi hezar mera ye…

Rovî dibeje: Heyle Xwede je razî bûyo, ez wî nasdikim, Nave wî Elewerek nîne, ew Elenewerek e, di vî welatî de di ser wî ra merivekî tirsonek tune ye, ew ji mişkan jî ditirse, dev ji mişkan berde ji siya xwe jî ditirse, di gund de newere derkeve dere mala xwe jî, eger tu ji min bawer nakî, were em herin gund, ez e di ber dere Elenewerek de biqîrim û je ra bidim çera, ka diwere derbikeve dere mala xwe an jî na?

Dew dibeje: Rovî dek û dolaben te xelas nabin, ez ji te bawer nakim, em e herin ber mala Elewerek le ez e peşî boçika te bi xwe ve girebidim, ji bo ku tu nerevî…

Rovî dibeje: Bele ser çava.

Dew tîne boçika rovî bi xwe va gire dide û vana bi hevra diçin ber mala Elenewerek. Dema ku vana diçin ber derî, rovî diqîre û çerî wî dike.

Elenewerek edî fehm dike ku dew jî hatiye, dibeje hela we şûre min bînin ew kiye? Ez herim sere wî jekim.

Dema dew we gotina Elenewerek dibihîze, bere xwe dide çiya û baniya direve, dew çiqasî direve rovî ewqasî bi kevir û zinaran ve kaş û berkaş dibe, wusa dibe ku rovî pirtî pirtiyî dibe, dew wisa be navber direve, heya te hinda dewen din bitene boçika rovî bi wî va dimîne, dema ku dew diçe cem birayen xwe, birayen wî dibejin: Ev çi boçika roviye bi teva giredayî?

Dibeje: Hal û mesela min û rovî ev e, rovî ye derewkar xwest min bixapîne le derew û hîleyen wî dawiya wî anî.

Dew dibejin: Em zû bikin ji van deran birevin, biraye me gelekî hersa Elewerek aniye, eger ku ew were vir, we sere me hemûya bipekîne, sawa Elenewerek dikebe dile dewan, dew bilez û bez ji we devere direvin, diçin welatekî dûr. âdî Elenewerek jî jiyaneke bi dewlemend û serfiraz didomîne.

 

Çîroka mi’l civata yaran Rehmet li de û bave guhdaran Ji xencî xayîn û gemaran

Herem: Serhed / Agirî Berhevkar: Agirî Ararat Redaksiyon: Ebdurehîme Mûşî

Çavkanî: Malpera Serhed

Derbar ziman

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply