Dema ku Tajdo peznê xwe dida Hesen di hindirê xwe de pîlana çêdikir û digot gele ez Tajdo wusa bi tirsinim ku edî tu carî peznê xwe nede. Û difikirî wê Tajdo çawa bi tirsinda. Civat hêdî hêdî belav dibu. Tajdo hezra xwe ya rabunê dikir Hesen û çend gundiyên din ji li pey rabun ku ew jî êdî herin. Li ber derî ji hev qetiyan. Tajdo ber bi riya newalê de meşiya, gundî hervaz çun lê Hesen xwe bilî dikir dema her kes bi riya xwe de ket Hesen di pişta xanî de bi lez xwe ber da newalê mebesta wî ku li peşîya Tajdo bigihîje newalê. Hesen di nav keviran de xwe gihande newalê.
Kevirekî gir da destê xwe di kenarê avê de ket binê sulava tarî xwe veşart û lî benda Tajdo ma. Tajdo fîkîna wî bû bê hay û bê xeber. Dema ku Tajdo di ber newalê de derbas bibe Hesen jî kevirê deste xwe avête avê û ji nişka ve derket kir qêrînî û revîya.
Çend roj di ser de derbas bû ti deng û xeber ji Tajdo nehat. Çend roj şûnde xeber hat ku Tajdo ketiye sikratê. Hesen jî bi tirs û mereq çû mala Tajdo. Bala xwe daye ku Tajdo di nava livîna de ye û kefa sipî avêtiye dev û lêvên wî, nalînê wî ye di kale.
Hesen hêdîka çû li ber serê Tajdo rûnişt û bi dengekî nizim:
Tajdo! Çi bu hewalê te çiye.
Tajdo hêdî hêdî çavê xwe vekir û got: min mêrê şevê dît
– Tajdo! Ez ê ji te re tiştekî bejim.
– Keremke
– Ew mêrê şevê yê ku tu dibêjî ew ez bûm
Tajdo bawer nekir. Go: Hesen ana ne çaxa tevz û tinaza ye.
– Tajdo! Filan roje li newala şîpê ji newalê bi vî şeklî buyer pêk nehat
– Belê
– Ew ez bum. Ku te digot ez natirsim min jî xwest henek bi te bikim, lê min nizanibu ku wê wuha bibe, bi rastî jî ez pir xemgîn im,
Tajdo bi nalînekî kur go:
– Hesen
– Keremke
– Hesen, ku ez mirim ji xwe ez mirim, na ku ez nemirim bi sunda qesemê ji te re saxbun tûneye.
Hesen bê deng rabû û ji derî de derket di dilda tirs, poşmanî û barê ucdanekî giran.
Hê jî Hesen çendî ku di ber newala şîpê de derbas dibe êşekî kur di dile xwe de hîs dike.
Ev bûyer wek vebalekî dibe xwen û tê xewa Hesenî.
05.04.2019
Özcan ÇİÇEK