Ziman nasname û hebûna miletan e. Her gel û miletek xwedî zimanekî taybet e ku bi rêya wî hem taybetmendiya xwe diparêze û hem jî xewn û hêviyên xwe tîne ziman.
Zimanê kurdî jî ku zimanekî resen û kevin e, heta niha li ber xwe daye û maye, berovajî gelek zimanên din ku winda bûne û nemane.
Nivîskar û helbestvanên Kurd jî hertim di berhemên xwe de cihekî berçav dane mijara zimanê kurdî û girîngiya ziman bi bîr anîne.
Zimanê Kurdî gencîneya tije zêr û gewher ya miletê Kurd e. Dibêjin “Neteweya bê ziman, neteweyeke bê dil e” Lewra zimanê kurdî dilê miletê Kurd e. Nivîskar û helbestvanên Kurd bihayê vê gencîneyê nas kirine û di nivîs û helbestên xwe de behsa wê kirine.
Seydayê Tîrêj li jêr navê “Ziman” helbestek afirandiye û tê de diyar dike ku hebûna milet girêdayî hebûna ziman e û dibêje:
“Gelî Kurdên bîrewer keç û xortên xwendewar.
Ev zimanê mey şêrîn xuya ye tê ber bi xwar.
Gelek şerm û fihêt e zimanê bav û kala.
Em îro va dibînin ji hev dibe tar û mar.
Mane û hebûna me zar û zimanê me ye.
Ku ew herin namîne ji mer tu kok û bintar.
Her wekî laz û qecer ku zimanê xwe berdan.
Ew ro bi ro winda bûn tev mane bê cih û war.
Ji hev ketin ji wan re nema tu erd û ezman.
Ji cîhanê beta bûn di bin çengê koledar.
Milet bi zimanê xwe pêktînî hebûna xwe.
Di nav gelê cîhanê navê wî tête hejmar.”
Helbestvan û gotarnivîs Vejîna Kurd jî hest û hêviyên xwe li ser zimanê kurdî wiha tîne zimên û dibêje:
“Ev ziman wek pêlên hênkahiyê xwe berdide nava hinavên min, û tîpên wî dikarin deşt û çiyayên hêviyên min bi ber bikin. Li vî welatî; her tiştek bi kurdî reng dide. Solîn bi kurdî dipişkivin, mêrg û çîmen bi kurdî şîn dibin. Buhar bi kurdî geş dibe û payîz bi kurdî serê xwe dişo. Li ber dergûşan, dayîk bi kurdî dilorînin û zarok bi kurdî dikenin û digrîn.
Ji bilî zimanê kurdî, tu ziman nikare tabloyên me bi rengên xweşik wêne bike, germahiya hestên herikî binoşe û wergerîne nivîsandinê. Belê, tenê mirovên ku ji ava kaniya zimanê Kurdî vexwerine û pê sermest dibin dikarin têbighên û binirxînin ku Kurdî deryayeke kûr, fireh û bê dawî ye.”
Çavkanî: Rudaw