Nêrînek li ser romanên Firat Cewerî

Nivîskarê kurd Firat Cewerî, di salên 80yî de berê xwe da Ewropayê. Di salên sirgûn û xerîbiyê de tîhniya bo welat û axa xwe, bi nivîsîna kurdî şikand. Li welatê Swêdê, di nav xebat û hewldanên nivîsîna zimanê dayikê de mijûl bû; werger kirin, kovara ‘Nûdem’ derxist, çîrok nivîsîn û pê re jî 4 roman li kitêbxaneya kurdî zêde kirin.

Firat Cewerî, di romanên xwe de zimanekî sade, fesîh û hêsan tercîh dike. Kurdîya wî nerm û zelal e.

Di romanên Cewerî de temaya sereke, derûniya mirovên li sirgûnê, dûriya ji welat, daxwaz û kesera vegerê, di vegerê de, şikestina hêviyan bi ber çav dibin. Cewerî, di ser karekterên xwe re dinyaya xwe ya nîgaşî jî daye der û hewl daye tesîra jiyana wî li ser romanên wî çêbibe.

Mebesta min ew e ku hemabêje di hemû romanên Cewerî de bi awayekî sîya wî ketiye ser karekterê wî yê sereke. Nexasim di “Lehî” û “Ez ê Yekî Bikujim” –berdewama hevdu ne- nivîskar gelek têkilî tevna romanê bûye.

Bo nimûne: “…Gelek caran jî gazinên xwe ji miletê xwe dikir, digot min jiyana xwe li ser wan û vî zimanî kiriye, min ev ziman ji nû ve vejandiye, ruh dayiyê, ew bi ser xwe ve aniye û li ser lingan rawstandiye û dîsa jî xwediyên vî zimanî guh nadinê û bi qîmeta wî û bi qîmeta zimanê xwe nizanin. (Rpl: 92)

Cewerî di romanê xwe de karekterên sereke zêde îdealîze kirine. Bo nimûne: Ji bilî romana Marîa Melekek bû, hema bêje di tevan de karekterê sereke mêrekî mêrxas e, bêqusûr e, hemabêj e mukemel e, gelek zana û xwende ye. Bi sebr û metaneta xwe jî tim “rê” nîşanî karekterên din dide… û dikare jineke ku ti kes nikare xilas bike, karekterê mêr tê hawarê û pir bi hêsanî rizgar dike.

Wisa xuya ye ku Firat Cewerî, di vê romana xwe de roleke zêde îdealîzekirî li karekterê xwe yê mêr bar kiriye û jinika ku bajarek nikaribûye “xilas” bike, nivîskarê pirjêhatî ew rizgar kiriye.

Ma hîç kêmasiyeke mirov jî nabe! Pir balkêş e ku karekterên wî, di têkilî û danûstandina bi jinan re her dem bêqusûr in, her çi be jin bextreşiyan lê dikin. Karekterên mêr li ser xeteke sabît çawa serê romanê bêqusûr tên heta dawiyê wisa ne. Ma hîç ti kêmasiya van mêrên weha pirzana tuneye? Ma gava ewçend tişt tên serê wan qet naguherin?

Firat Cewerî di terzê xwe de, li pey hevdu di sê romanên xwe de hema bêje bi kar aniye, belkî li ser rexneyên xwendevanan di romana “Marîa Melekek bû” de guherîn tê de kirine û vê carê ew zilamê li nîrwanayê aniye xwarê.

Cewerî di pirtûka xwe ya “Payîza Dereng” de li ser karekterê Ferda, behsa sirgûnî û bêwelatiyê dike. Ew, şoreşgerekî berê dîsa vedigerîne welatê xwe, lê welatî wî niha jê re warekî sar û biyanî ye. Yanî Ferda, xwe li çi war û cihî nagire. Di vê romanê de çend teknîkên vegotinê bi hev re bi kar anîne. Di vir de jî karekterê xwe yê “kevneşoreşger” gelek zêde îdealîze kiriye.

Cewerî, di romana xwe ya “Ez ê Yekî Bikujim” de, di beşa yekê de derûniya mirovekî şoreşgerê ji zindanê derketî hildaye dest. Bi xewnekê li pey kuştina yekî dikeve. Di dawiya beşê de erebe lê diqelibe; mirov dibêje qey gava diçe nêçîrê ew bi xwe dibe nêçîr. Lê nivîskar li vê derê manevrayek kiriye û di beşa duyan de, berê romanê qulipandiye mecrayeke din.

Di vê pirtûkê de, xala herî balkêş ew e ku her sê karekterên xwe Lehî, Temo û Nivîskar li dû xewna azadiya welatekî dixe, paşê wî an jî wê karekterê di wê rê de dike qurban.

Di serpêhatiya Lehî û Temo de ev peyamên han gelekî zelal in. Nivîskar bi devê Lehîyê weha dibêje: “… Ne jî li bajarê ez li pey rizgariya wî bûm, lê bûbûm hêsîr.. Rûpel 43” û “…Bajarê ku min dixwest ji bin postalên biyaniyan rizgar bikim niha rûmeta min di bin lingan de ye.. Rûpel 107”.

Nivîskar vê carê jî di romana Lehî de li ser zarê Temo vê gazinê dike: “…Em li pey dayîna qurbanan bûn. Ez qurbanek im. Mirov li ser qurbanan dikarin bipeyvin. Qurban sermaye ne. Ez sermayek im. Em hemû bûne qurban. Aniha bazirganên qurbanan li kuçk û serayan gotinên qelew dikin. Bi navê gel jî gel, bi navê rewşenbîran jî rewşenbîran dixwin… Rpl: 162”.

Cewerî, di dawiya duyaneya “Lehî” û “Ez ê Yekî Bikujim” de karekterê xwe nivîskar, ku bo rizgarkirina Lehîyê hin hewldanan dike, hin fedakariyan dike, dide kuştin. Gelo, nivîskar ew jî kiriye qurbana Lehîyê? Gelo ji bo azadbûna Lehîyê Nivîskar dibe qurbanî?

Firat Cewerî, di romana xwe a Lehî de du tîpolojiyên jinan dide pêş. Her wekî du merhele di jiyana van jinan de hebe. Yek, merhela berî zewacê; jin wê demê bi jiyana nivîskar re di nav hemahengiyekê de ye. Fikr û zikra wan yek e. Heçî tîpolojiya duyan, piştî zewacê wekî mar pêvedabe, ji nişka ve dibe keseke din. Di romana Lehî de, “..Xem nake. Li ber nekeve. Ne ev cara pêşî ye ku ez û jina xwe bi vî awayî bi hev re dipeyivin. Yek sebeba ku ez pê re zewicîm, ji hezkirina wê ya kitêban bû. Lê paşê bû dijminê kitêban… Rpl: 35”

Cewerî, di van romanên xwe de balkêş e ku derûniya karekterên mêr serkeftî tîne ziman, lê mirov nikare heman tiştî bo karekterên jin bibêje. Di romanên “Lehî” û “Ez ê Yekî Bikujim” de, ruhiyeta Temo gelek serkeftî ye. Ev camêr, panzdeh salan di zindanê de maye. Piştî azad dibe, dike nake adapte nabe. Pirsgirêkên adaptasyonê heta qirikê dijî. Heta dawiya dawî digihêje asteke wisa ku dayika xwe dikuje.

Nivîskar ev alî xweş daye der. Ji aliyê din, derûniya karektera Lehî lawaz maye. Nivîskar nikaribûye hestên jinan ên li ber bûyeran, guherîn û veguherîna ruhiyeta wan baş bide. Wek mînak: Lehî, jineke şoreşger û gelek zana ye. Hay û bayê wê ji rêxistin û saziyên wê heye. Pê re têkiliyên wê jî hene. Jinek çawa li deverek ku Bakur ku nivîskar bi her halê xwe nîşanên wê eyan dike, nikare hawara xwe bigihîne tu derekê? Xasma bi devê nivîskar em dizanin ku Lehî çalak e û ligel vê trajediya xwe jî bi serê xwe derdikeve derve, heta li kafeteryayekê ew û Temo dikarin hevdu bibînin. Gelo ev jin çawa nikare xwe ji nav toreke weha xilas bike? Bi ya min, nivîskar li vê derê rewş û rûdan li hev neaniye û alîyê karekterê xwe yê zilam girtiye. Ji bo zilam rewşeke nemantiqî afirandiye.

Heke em her çar romanên Firat Cewerî bidin ber çavan, hersê pirtûkên wî yên pêşîn nêzî terzê hev in. Lê “Marîa” bi terzeke din hatiye nivîsîn. Xuya ye Nivîskar di vê romana xwe de zêde xwe nexistiye nava bûyeran, fikrên xwe zêde dîkte nekirine. Karekter bi serê xwe hiştine. Lewre jî, bi ya min, ew ji yên pêşiya xwe gavekê serkeftîtir e.

Firat Cewerî, di romannivîsîya kurdî de, cihekî giring digire. Bi van romanên xwe mijarên giran, trajik û xemgîn bi zimanekî hêsan bêyî ku xwendevan biwestîne, dinivîse. Ger bi terzê “Marîa…” bêyî ku nivîskar fikra xwe li ser xwendevanan “dîkte” bike, bidomîne, bi ya min dê berhemên serkeftîtir jî derkevin.

Selahat Çîçek- Rojnameya Kurdistan

Derbar Rêvebir

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …