Nema

Modernîzma Kapîtalîst, hestên te mijand, xwîna teyî mirovî bi ya robotan guhert. Di başîyê de alîkarî, di tengasîyê de pêveçûyîn, di êşan de berketina te nema. Ne kes li te dipirse ne tu li kesekî dipirse. Kom û kuflet dev ji hertiştî qeriya û bû namzetê bajarvanîyê. Gundê bê rez konê bê pez, mirovê ku herdem bibêje ez û ez ma ji çi re ne. Mervantî nema, mirovantî nema, tu nema.

Berê ku te nebaşîyek dikir tu aciz dibû û ji çewtiyê vedigeriya. Deqên reş li ser dilê te kom bûn, tu kezebreşî bû ji ber zilma ku te li xwe dikir. Şeytan wijdanê te tarî kir, hew dengê wî zarokî ji te der tê. Tu hew di nav cîhan de bi xweşkayî dimre. Êdî li hêviya bedeneke tijî xurtumên serûman û di sikratê de li bendî hilmeke bê xirxir bimîne. Te rehm kuşt, wijdan nema, tu nema.

Medrese xerab bûn, mizgeft bê cemeet man, xan bûne zewqeke turîstîk, pir ketî, kutipxane bêxwendevan, çeşme bêav, hemam windayî, bedesten bendî tamîrê, sarinç di bin germê difiride. Qencê Xwedê, di tirbê de bersîva nade terîşkan. Rêxistinên siyasî, dijminên serokên dîrokî. Ku dîrok dimre yên niha jî dimrin. Nûjen, kujerê klasîkan. Gel, di xefika propagandaya sîyasetê de bûye dijminê paşeroja xwe. Mamoste, êsîrê mifredata ku meaş didêyê; şagirt bêhiş. Di serê lêkolîner de hiş nema, hiş û guman di serê civakê de nema, bîrewerî bûye bîranîn. Hiş mir, dîrok nema; bîranîn mir, tu nema.

Rastî windayî, rastî di nav çewtîyê de şirîk, rastîya te li bal herkesî guherbar, di rastiya xwe de minafiq. Tu weke xiltekî yî, tu çiqasî axê dikolî bi serê xwe dadikî. Derewên te bûne şêweyeke jiyanî. Rovîyan dev ji tebîetê te qeriyane. Ji ber berjewendiyên te hingî çavê te xwar bûne, tu ji xwe pêve hertiştî xwar dibîne. Tu dixwazî rastiya xwe bike ya herkesî. Bi zorê tu xwe dikî rojevê. Di rastiyê de tu neheq î. Rastiya te nema, ewleya te nema, tu nema.

Tu neba ji te re neçêtir bû?

Zîwer Îlhan

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …