Welat di nav agir de ye, şiyar be guh bide vir
Serbilind û serfîraz be, nef’roşe dîn û netew
Rastî yakut û elmes e, elmas nede bi kevir
Serbilind û serfîraz be nef’roşe dîn û welat
Berjevandiya civakê namûs e, him pîroz e
Serfîrazan ew dane pêş, ji wan re al û doz e
Roja mirin û kuştinê wekî cejna pîroz e
Serbilind û serfîraz be nef’roşe dîn û welat
Namus û rûmetê nede ji boy çend rojê dine
Bid’ine te Tehran û Şamê, bi ser de milkê Sînê
Heqiyê bigre bernede heta roja mirinê
Serbilind û serfîraz be nef’roşe dîn û welat
Heftê sal yan sed sal bijî talî mirin û gor e
Qelema ezel lê daye ne b’dirav û ne b’izor e
Komek diçe, komek jî tê çûn û hatin bi dor e
Serbilind û serfîraz be nef’roşe dîn û welat
Ey tekoşîn qey ne bes e ev qas gilî û gotin
Xûn ji dil tê, hinav bû ker, evan derdan te sotin
Dîn û netewe namus e, namus nayê firotin
Serbilind û serfîraz be nef’roşe dîn û welat
M. Beytut AYDIN
(Tekoşîn)
1 Cotmeh 2015/SEMSÛR