Nêçir û Nêçirvan

Heke xelet nebim li berê pênc salan bûyerek ecêb hatîbû serê me.  Belê gava ku ev bûyera hatî serê me ez û hevalê min Zirtû bi hev re bûn. Zirtû di nav hevalên min da ê herî baş bû. Nizanim çima ji bo min wisa bû dibe ku wî ez baş fam dikirim lewra min û wî xweş pêk dikir. Lê  ji bo mirovên ku ew nedinasî ji wan re wek mirovek xwinsar û bêrehm dihat.

Lê gava ku we ew naskiri biba we digot;  yaw mirov ewqas jî suhbetxweş û bidevkenî nabe. Zirtû mirovek şeroke bû. Çend mehelle ji wî ditirsiya. Gava ku ew li sûkê dimeşiya kesekê nikariya zindet çavên wî, çavên wî reş, reşeke tarî wekî ku qîrê. Navçav girtî rûyê wî tirş, ev şiklê wî ji ber mirovên biyanî wisa bû. Rûyê wî ewqas spî bû ku mirov dibêje qey rûyê vî mirovî perçeyek heyva çardeyê ye û li ser rûyê wî xalên sor hebûn wekî ji aliyê kesekê ve bi pênûsa sor ve ew xal li ser rûyê wî çêkirîye.  Porê wî reş, gava diçû li ber hetavê wekî qûdîkê diterisî. Lê tiştek ecêbe ku rengê por û rihê wî rengek nebû. Rengê rihê wî nêzîkî rengê sorî bû.

Dengek heye yareb ew çi deng e !! Wexta ku ew ji kesekê re diaxift te digot qey pilingeke dike qêrîn. Bejna wî bilind wekî darê spîndarê. Li gorî kelexa wî destên wî zirav û biçûk bûn. Ger ku mirov pêşiyê binêrîba destên Zirtû, kesekê nedizanî xwediyê ew destên nazik, zirav û biçûk Zirtû ye. Em hertim bi hev re digeriyan ne tenê ez û ew, hevalên me yên din jî . Lê ew ji bo min ji hevalekê zêdetir e. Min û Zirtû me qirar dida ku em biçin nêçîrê payîz bû daran belgên xwe weşandi bûn ‘erd wekî ku kesek çarşefeke bi rengê qehweyî û zerî ve rabixwe û ‘erdî zaft bike hemû cih wisa ji aliyên belgên daran ve hatibûn rapêçandin.

Belê em roja yekşemê çûn nêçîrê me cilên xwe yên nêçîrê li xwe kiribûn û em li ber çiyayê Xaskêlê ve dimeşiyan. -Çiyayê Xaskêl ax ax çiqas dîmenek xweş e, gava mirov diçe serê wî çiyayî û li der dora xwe dinêrê mirov wê gavê  rizgar dibe.- Em piştî bîskekê sekinîn û dengê tivengan hat me got tiştek asayî ye xelk hatine nêçîrê wekî me.

Lê piştî demeke din dengê tivengan xurttir bû û vê carê dengê balafîran jî hat. Me lê dinêrî ku balafîrên şerî li ser serê me difirin. Yek du caran wisa difirin cara sêyê gummênek hat binê guhê min, der û dora me toz û dûman e,  min tiştek nedît ji bilî piyê xwe, piyê yê rastê jêve bûbû.  Bi êş û tirs çavê xwe li Zirtû digerînim piştî bîskeke kurt dengê Zirtû hat min, – min gotibû gava ku ew diaxive wekî pilingek diqîre wisa diaxive- wî dikir qêrîn ewî ew çiya û newal kir dengek, min bi hêdîka xwe gihand Zirtû lê çi Zirtû bûye ax ax li min xwezî min bi wî şiklî nedîtiba, min gava ku ew wisa dît min êş û birîna xwe jibîr kir.

Herdu lingên wî jêve bûbûn belê ew Zirtûyê bejna wî wekî dara spîndarê, piştî wê êrîşa balafîran bêling mabû. Belê, rast e min gotibû ku em çûn nêçîrê. lê em ne nêçîrvan bûn, em nêçîrên balafîran, nêçîrên malweranan bûn.   Ax ax nexwezîkên wê rojê ew roj mîrat bibe û biçe wê rojê gellek tist ji me stand.

SEDAT KALKAN 

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply