Nebûlaya Biloqî

(Xwendina Şevê)

Ev nebûla bi navê NGC 7635 jî tê naskirin. 8000 Saltîrêj dûrî erda me ye. Nebûlaya Biloqî an jî peqilkî ji ber stêrkek 1000 caran ji tava me biriqandîtir û 45 cara jî girantir maye û nebûlayek ecêb mezine. Nebûlaya Biloqî ji ber şiklê xwe ev nav lê hatîye kirin.


Astronotên di tîma Teleskoba Fezayî a Hubblê, wêneyên Nebûlaya Biloqî kû di nav Komstêrka Keybanû de cîh digire di 22 nîsanê 2016 de girtin.

Nebûlaya Biloqî di sala 1787 de ji hêla astronomê hêja William Herschel hate kişf kirin û piştre ji hêla gelek kesanve hate şopandin.

Nebûla, bi şewqên tîr ê ûltravîyole derdora stêrkê pêçaye û çapa wê nêzî 10 saltîrêj mezin bûye. Lêkolîn û çavdêrî derxist holê kû hîn jî di seetekê de 100.000km mezin dibe. Ev mezinbûn ji ber pest a dahfîna stêrkêye. Bi rastî ez li ber vê zanyarîyê matmayî ma me.

Jêder: Rûpela Astronomîya

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply