Sêşem , 27 Cotmeh 2020

Neafirînerîya Bahoz Baranî Di Berhama Wî ya Qîza Bavê Xwe De

Qîza Bavê Xwe sêyemîn kitêba çîrokan a Bahoz Baranî ye, berê jî bi navê A Baş û Derd du kitêbên wî hatibûn weşandin. Qîza Bavê Xwe ji Weşanxaneyê Wardozê derketîye, 114 rûpel e û ji çardeh çîrokan pêk tê.

Kîjan aliyên berhemê baş in? Ger em zorê bidin xwe em dikarin çiqas encamên baş û şîroveyên raserî derbixin. An jî berhema me bêyî ku em zorê bidin xwe, encamên baş û şîroveyên raserî jixweber dide me gelo? Wek xwînerê vê berhemê, ez bi xwe ji xwendina serê pêşî dikarim behsa van encamên baş bikim: Yek, zimanê çîrokan zimanekî folklorîk e lê… Du, çîrokên berhema me ji bo bîra me ya kolektîf û ji bo analîzên sosyolojîk malzeme dide me.

Nivîskarê berhema me Bahoz Baranî jî hemû hêz, enerjî û potansîyela xwe daye ku çîrokên xwe bi zimanekî folklorîk binivîse; ji zimanê wî bêhna tirkî qet nayê, zimanê xwe ji tesîr û sentaksa tirkî şûştiye. Ev yek nîyet û amanceke rast û pîroz e lê…

Ji ber çi? Bi rastî ji bo nivîskarên ku îro di bajaran de dijîn nivîsîna bi zimanekî folklorik tişteke zehmet û dijwar e. Çimkî di bajaran de mekan û habîtusên ku kurdî (kirdkî û kurmancî) tê de tê qisekirin pir kêm in. Piranî zimanê jîyana bajarî bi tirkî ye. Alîyê din, piranî zimanê xwendin û temaşekirina nivîskar û civaka me jî bi tirkî ne. Em mehkumê girtîgeha tirkî ne. Heta ku zimanê bajaran nebe kurdî ev mehkumiyet dê berdewam bike. Du tişt dikarin zimanê bajaran bikin kurdî: Yek, guhertina struktûra polîtîk e; du jî, edebîyat û huner in. Mînak, îro ji berhemên klasîk ên dinyayê 1000 berhem hatibûna wergerandin bo zimanê kurdî, him mehkumiyeta me ya tirkî ne ew qas giran bibûya him jî rewşa civak û edebîyata me pir cûda bibûya.

Metaryalên çîrokên berhama me qada folklora kurdî ya, nivîskarê me pişta xwe daye vê qade. Di piranîya struktûra çîrokên me de serpêhatî û mersele hene. Nivîskarê me bi tenê hinek lê zêde kirîye!.. Lewma ji bo çîrokên berhema me, mirov nikare bibêje çîrok in lê em nikarin bibêjin ne çîrok in jî, di nava çîrok û serpêhatî de mane. Pevxistin, afirînerî, kûrbûn, bi rengekî nû ji nû ve afirandin di çîrokên wî de tune ye. Her wiha di zimanê berhema me de teswirkirin tune ye, bes vegotin heye ku ev vegotin piştî çend çîrokan xwe dubare dike.

Nivîskarê me bi qasî ku hêz û potansîyela xwe daye zimanî, divê bi ew qasî jî bidaya naverok û şêwazê. Materyalên folklora kurdî modernîze bikira. Problema nivîskarê me ew e ku çîrokên xwe, meteyalên xwe yên folklorîk modernîze û bajarvanî nekirîye.

Edebîyata kurdî hem mecbur e ku pişta xwe bide folklora xwe hem jî divê folklora xwe ji nû ve biafirîne, modernîze bike û rengeke hunerî bide. Li ser peywendîya modernîzekirin û ji nû ve afirandina metaryalên folklorîkê ez du mînakan bidim; yek ji edebîyata kurdî yek jî ji edebîyata dinyayê. Di edebîyata kurdî de di berhemên Hesenê Metê de hewila modernîzekirin û ji nû ve afirandina metaryalên folklora kurdî heye. Mînak, di çîroka wî ya bi navê “Êş” de hem kod û têkilîyên civakê hem jî metaryalên folklorê ji nû ve hatibûn afirandin û bi saya vê yekê çîrokên xwe modernîze kiribû û bi rengeke hunerî xemilandibû. Di dinyayê de dema ku qala teknîka realîzma efsûnî tê kirin berî her tiştî Emerîkaya Latîn tê bîra mirov. Gabriel Garcia Marquez him ji çîrokên bav û kalikên xwe ji bo metaryalên folklora xwe re teknîkeke nû afirand ku ev teknîk gerdûnî jî bû, hem jî foklora neteweya xwe ji nû ve afirand û modernize kir.

Ji bo ku wekî Marquez ji nav kurdan jî nivîskar derkevin divê em çi bikin û çi bê kirin? Bi min, berî her tiştî, nîvîskar, şair û takekesên kurd bi qasî bilindahiya esman û kûrahîya axê xwedî arezûyan bibin. Ji bo ku hunermendên kurd ne xwedî arezûyên gewre ne berhemên binirx û hêja nayên afirandin.

Welat Ramînazad

Derbar Welat Ramînazad

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Em deyindarên Gelê Ermenî û Komara Ermenistanê ne!

Di vê nivîsê de, ez nêzîkî zulm û zora ku Osmaniya aniye serê gelê Ermenî …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.