Navenda Xebatên Kurdnasiyê: Nûbihar Akademî

Nûbihar Akademî ji aliyê ‘Türkiye Akademik Dergiler Rehberi’yê ve wekî govareke akademîk a navnetewî hatiye tescîlkirin. Ev govara kurdolojiyê cih dide her cûre nivîsên zanistî û bi nêrîneke multîdîsîplînerî nivîsên li ser zanistên ziman, edebiyat, çand, huner, aborî, civakî, olî û hwd… di nava xwe de dihewîne. Di govarê de nivisên wekî gotar, werger, tîpguhêzî û dokument çap dibin. Gotarên ku ji bo weşandinê tên şandin bi sîstema ‘hekemtiya kor’ ji hêla hekemên pispor ve tên nirxandin.Nûbihar Akademîyê di sala 2014’an dest bi çapê kir û heta îro 4 hejmar derxistîne. Govar salê du caran di demsalên bihar û payîzê de tê belavkirin û zimanê nivîsan bi hemû zaraveyên kurdî û ingilizî ye. Xwediyê govarê û Berpirsê Karê Nivîse li ser navê Pak Ajansê Süleyman Çevik e û Edîtorê Giştî jî ji Zanîngeha Artukluyê Serokê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî Doç. Dr. Abdurrahman Adak e û Sekreterê Giştî Şehmus Kurt e. Herwiha akademisyênên Beşa Kurdolojiyê y ên Zanîngeha Artukluyê di çapkirina govarê de barekî giran girtine ser milên xwe.

Aliyê din Nûbihar Akademî ji çar perçê Kurdistanê û cîhanê gelek akademîsyênên naskirî û bijarte di nava xwe de dihewîne. Di nava desteya edîtoriyê de Hayrullah Acar, Tahirhan Aydın, Yusuf Baluken, İbrahim Bor, Zülküf Ergün, Ayhan Tek û Vehbi Türel; herwiha di desteya şêwrê de Salih Akın, Hamit Bozarslan, Martin Van Bruinessen, Celîlê Celîl, Philip Kreyenbroek, Abdulwahab Khalid Musa, Abbas Vali û Mesut Yeğen cih digirin.

Wekî tê zanîn govar û Weşanxana Nûbiharê ji sala 1992’an heta îro li ser kurdan berhemên edebî, tarîxî, çandî çap dike û govara Nûbihar di nava govarên kurdî de govara herî temendirêj e. Piştî 22 salan, di sala 2014’an de, Weşanxaneya Nûbiharê Nûbihar Akademî çap kir. Edîtorê Giştî ê Nûbihar Akademiyê Doç. Dr. Abdurrahman Adak li ser derketin, naverok, proje û xebatên govarê ji BasNûçe’yê re axivî. Adak radigihîne ku Nûbihar Akademî yegane govar e ku li Bakûr bi kurdî û îngilîzî di asta navnetewî de weşanê dike. Herwiha Adak dide zanîn ku Nûbihar Akademî di Tirkiye Akademik Dergiler Rehberiyê de wekî govareke akademîk a navnetewî hatiye tescîlkirin.

Nûbihar Akademî Govarekî zanisti ye

Adak balê dikşîne ferqa Nûbihar û Nûbihar Akademiyê û radigihîne ku Nûbihar Akademî govarekî zanisti ye: “Her du govar jî di warê kurdolojiyê de weşangeriyê dikin, ferqa di navbera Nûbihar û Nûbihar Akademîyê de, di heman demê de ferqa di navbera govareke populer û govareke akademîk nîşan dide. Eger em di vê çarçoveyê de li ser ferqa her du govaran rawestin, em dikarin bibêjin ku Nûbihar govareke populer e ku ji salên notî ve di warê çand, ziman, edebiyat û hunerê de bi kurdî weşangeriyê dike. Lê Nûbihar Akademî çawa ji navê wê jî diyar e, govareke akademîk e ku weşangeriya akademîk û zanistî dike. Divê di govarekî akademîk de licneyên edîtor, şêwirmend û hekeman hebin.

Adak bahsa ferqeke din ya navbera hurdu govaran dike û balê dikşîne ser şêweya nivîsan: “Çawa ji navê Nûbihar Akademîyê diyar e, lêkolînên ku di wir de bên weşandin divê akademîk bin û li gorî rêzikên lêkolînên zanistî hatibin amadekirin. Helbet ev nayê wê wateyê ku nivîsên ku di Nûbiharê de tên weşandin nekêrhatî ne. Lêbelê ji ber ku ew hin pîvanên akademîk di xwe de nahewînin nakevin kategoriya gotarên akademîk.”

Piştî beşên kurdolojiyê vebûn Akademî derket

Adak balê dikşîne ser derketina Akademiyê ku bi şert û mercên siyasî, civakî ên kurdan ve girêdayî ye û wiha didomîne: “Piştî 20 salan, di sala 2010’an de li Tirkiyeyê di warê akademîk de hin pêşketin çêbûn û di van şertan de jî Nûbihar Akademî derket. Di vê qonaxa nû de li Zanîngehên Mêrdîn, Mûş û Bingölê beşên lîsansa kurdî; li zanîngehên Dêrsim û Bîngolê jî beşên lîsansa zazakî vebûn. Bi vî awayî cara yekem li Tirkiyeyê perwerdeya akademîk a kurdolojiyê dest pê kir. Em dixwazîn govareke me ya sivîl a taybet hebe ku bi dezgeyên fermî re eleqedar nebe.”

Herwiha Adak dibêje ku govarê hem çap dikin hem jî li ser înternetê bi awayekî dijîtal di malpera ‘nubiharakademi.com’ê de belav dikin.

Heta îro 20 gotar hatine çapkirin

Adak behsa naveroka govarê dike û dibêje ku heta îro 20 gotar hatine belavkirin: “Dema em li qadên van gotaran dinêrin, em dibînin ku ji dîrokê 3 gotar, ji perwerdeyê 3 gotar, ji ziman 3 gotar, ji edebiyata kurdî ya nûjen 2 gotar, ji felsefeyê 2 gotar, ji civaknasiyê 2 gotar hene. Çawa ku tê dîtin, naveroka govarê ji hînterlandeke pir berfireh a zanistên sosyal pêk tê.”

Aliyê din Adak destnîşan dike ku ji bilî gotaran di her jimarekê de cî didin dokumentekê û ji bo wê beşeke serbixwe cihê kirine û di beşa ‘Werger’ê de jî gotarên girîng ên kurdolojiyê, ên hatine jibîrkirin û klasîk bi bal kurdî yan îngilîzî ve didin wergerandin û pêşkêşî cîhana kurdolojiyê dikin.

Li seranserê cîhanê pisporên kurdolojiyê Nûbihar Akademî teqdîr kirin

Adak li ser tesîra Nûbihar Akademiyê dibêje ku Nûbihar Akademî bi taybetî ji bo kurdolojiyê a li Tirkiyeyê xîmekî girîng e û ji aliyê akademîsyen û pisporên kurdolojiyê yên seranserê cîhanê ve hatiye teqdîrkirin.

Adak wiha behsa tesîra govarê dike: “Dilsozên kurdî ji Nûbihar Akademîyê hez kirin û gelekî qîmet pê dan. Çi li Ewropa û Emerîka, çi li Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojhilat ferq nake, ji aliyê akademîsyen û pisporên kurdolojiyê yên seranserê cîhanê ve jî hate teqdîrkirin. Bi baweriya min Nûbihar Akademî bi taybetî ji bo cîhana kurdolojiyê li Tirkiyeyê xîmekî girîng e. Nûbihar Akademiyê derfetek pêşkêşî xwendekarên lîsansê kir ku di maweya xwendekariyê de govargeriya akademîk binasin. Ji bo lêkolîner û akademîsyenan jî derfeta şopandina gotarên akademîk saz kir û ji bo wan bû platformeke guncaw ku gotarên xwe tê de biweşînin.”

 Yegane govar e li Bakûr

Adak radigihîne ku Nûbihar Akademî yegane govar e ku li Bakûr bi kurdî û îngilîzî di asta navnetewî de weşanê dike û wiha dewam dike: “Li Başûr govarên akademîk ên hemû zanîngehan hene. Herwiha li Ewropa jî berê bi navê Kurdish Studiesê govareke akademîk derdiket. Piştre rawestiya, lêbelê berî niha bi du salan dîsa dest bi weşanê kir. Li Bakûr wekî govareke akademîk cara yekem Nûbihar Akademîyê dest bi weşanê kir. Piştî Nûbihar Akademiyê, li Zanîngeha Bîngolê jî govareke kurdolojiyê dest bi weşanê kir. Nûbihar Akademî ne yekemîn govara akademîk a kurdolojiyê ye, lêbelê bi rehetî dikare bê gotin ku yegane govar e ku li Bakûr bi kurdî û îngilîzî di asta navnetewî de xebatê dike.”

Adak bal dikşîne ser projeyên govarê ên siberojê jî: “Ji bo me tişta herî girîng ew e ku Nûbihar Akademî ji aliyê îndeksên akademîk ên navnetewî ve bê naskirin û bikeve nav lîsteyên wan îndeksan. Bi vî awayî govareke kurdolojiyê dê di asta navnetewî de bê şopandin.”

Kerem Ari – BasNûçe

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply