Pêncşem , 9 Tîrmeh 2020

Navê Kurd û Kurdistanê di Dîrokê de – Xerzî Xerzan

Cara Yekem a Nivîsîn û Tomarkirina Pênaseya “Kurdistan”ê

Wekî ku li jor hat nivîsîn, Eyaleta Kurdistanê ya dema Siltan Sencer, tenê ji bo Rojhilatê Kurdistanê bû û ew jî tene sê çar bajar li xwe digirtin. Lê berî Sencer bi sed salî, dîrokzan û bûyernûsekî Ermen ê payebilind ê bi navê xwe yê resen (bi zimanê Ermenî) Matteos Urhayetsi  (bi Îngilîzî Matthew of Edessa, bi Kurdî Mateosê Rihayî) ye, di bûyernameya xwe de Bakurê Kurdistanê yê îroyîn jî wekî “Kurdistan”, wekî ku di Kurdîyê de heye, wisa jî nivîsîye û tomar kiriye. Mateosê Rihayî li derûdora salên 1040-1050yî li Rihayê hatiye dinyayê û li derûdora salên 1130-40î miriye. Sala zayîn û mirina wî bi teqezî nayê zanîn lê ji ber ku bûyerên di navbera salên 952 û 1136an de qewimîne tomar kirine û wî bi xwe şahidîya piranîya bûyerên ku nivîsîne kiriye û li derûdora 70-80 salîya xwe miriye, bi texmînî wisa tê nivîsîn. Ew bi xwe oldarekî Ermen bû û bi zimanê gel û bê alî tomarîyên xwe nivîsîne. Dikare bê gotin ku ji nivîsên wî jî tê fêmkirin ku ew zanyarekî jêjatî û jîr e. Tomarîyên wî ne dubare ne û bi tevahî yên wî bi xwe ne. Ew jî dibêje ku tiştên ku bi çavên xwe nedîtine ji pîr û kalan pirsîye û wisa jî tomar kirine.

Bûyera têkildar û navê Kurdistanê wekî ku heye di pirtûka wî ya binavûdeng a bi navê “Chronicle of Matthew of Edessa/Kronîka Mateosê Rihayî” de hatiye tomarkirin. Ev pirtûk di dêra Ermenan a Qudsê de hatiye dîtin û cara yekem bi zimanê Fransizî di sala 1850yî de hatiye weşandin. Hêjayî gotinê ye ku zimanê berhemê yê resen zimanê Ermenî ye. Rojhilatnas Jean Paul Louis François Édouard Leuge-Dulaurier (1807 –1881) ev berhema hêja ji zimanê Ermenî wergerandiye zimanê Fransizî û beş bi beş, di sala 1850, 1858 û 1869an de sê caran daye çapkirin. Du pişt re jî di sala 1962yan de ji hêla Hrant Der Andreasyan ve hatiye wergerandin bo zimanê Tirkî û ji hêla Sazîya Dîrokê ya Tirk ve, di salên 1962, 1987 û 2000î de sê caran hatiye çapkirin. Îngilîzîya wê jî di sala 1993yan de li DYAyê ji hêla Ara Edmond Dostourian ve hatiye amadekirin û weşandin. Ji bo vê lêkolîna me, me versîyona berhemê ya Îngilîzî bi kar anî û Tirkîya wê jî li ber çavan derbas kir. Di Tirkîya wê de em dîsa rastî bêsincîya zanistî hatin û di dawîya nivîsarê de em ê wê bêsincîyê û berevajîkirina dîrokê jî binivîsin. Lê pêşî em ê bûyera ku di sala 1032yan de qewimîye, ji qelema Mateosê Rihayî pêşkêşî xwîneran bikin.

Anegorî tomarîyên Mateosê Rihayî, di destpêka sala 1032yan de li Rihayê şerekî dijwar qewimîye. Berî tomarîyên Mateos, divê rewşa Rihayê ya wê demê bê zanîn. Riha di wê demê de di destên Merwanîyên Kurd (985-1096) de bû û ji dema destpêka serdema Nasiruddewle Ehmed (ji 1011an heta 1063yan) ve, an ku ji sala 1011an ve Riha di bin desthilatdarîya wan de bû. Divê bê zanîn ku sînorên Merwanîyan di dema Nasiruddewle de gihaştine sînorên xwe yên herî berfireh. Ji Rihayê heta Hekarîya, ji Mêrdînê heta Xelata Serhedê, ji Xarpêtê heta Erziromê û ji Erziromê heta Cizîra Botan Merwanî desthilatdar bûn û hêzeke berbiçav a wê demê bûn. Em dikarin bibêjin ku ji sedî 70yê Kurdistana mezin di bin hikimê Merwanîyan de bû. Nasiruddewle siltanekî jîr û jêhatî bû û li gel Bîzans û Ebasîyan xwedî têkilîyên baş bû û bê şer dewleta xwe her diçû xurttir dikir. Di dema wî de avahîyên bêhempa li Amed, Farqîn, Xerzan û Cizîrê hatin avakirin û di hemû hêlan de dewleta Merwanî bi pêş ve çûbû. Divê bê zanîn ku Nasiruddewle ji gelên Xirîstîyan û bawerîyên din re rêzdar bû û ev helwesta wî bûbû sedema rêzgirtina wî jî. Mateos jî bi vê serwext bû.

Anegorî tomarîyên Mateos, li Rihayê sê keleh hebûn ku dudu ji wan di destê walîyê Merwanîyan Şabal (Şibl) de bûn. A din jî wê demê di destê Ûtaîr (Ûteyr) de bû. Ûteyr bi koka xwe ve Ereb bû lê Mateos bo Şibl tiştekî din nenivîsîye. Tenê gotiye ku walîyê Merwanîyan e. Bi nêrîna me, ev walîyê Merwanî bi ihtimaleke mezin Kurd e, ji lew re Merwanî li hemû bajarên ku desthilatdar bûn, yek ji bira yan jî kurmamên xwe wekî walî yan mîr peywirdar dikirin. Di navbera Şibl û Ûteyr de dijminayî hebû û bo desthilatdarîya tevahîya Rihayê her duyan jî hewl dida. Di sala 1032yan de walîyê Merwanîyan ê Rihayê Şabal (Şibl) di civînekê de ji hêla Ûteyr ve tê kuştin û Ûteyr keleha ku Şibl tê de dima, bi dest xist. Di keleha din a Merwanîyan de jî fermandarekî Ereb ê bi navê Selman hebû û ew li ber xwe dide û bi vê re, xeber û hawara xwe digihîne Farqîna paytext ji Nasiruddewle re. Nasiruddewle fermanê dide fermandarekî xwe yê bijarte yê bi navê Reîs Bal (Bal El-Reîs) û li gel hezar siwarî ber bi Rihayê ve bi rê dikeve. Reîs Bal kelehê diparêze, Selman û leşkerên wî rizgar dike, Selman dişîne Farqînê û di kelehê de rûdine. Bi siwarî û leşkerên xwe ve Rihayê bi tevahî bi dest dixe û Ûteyr jî dikuje. Bi vê yekê kontrola bajar dikeve destê wî. Dema xebera kuştina Ûteyr digihêje mala wî, jina wî radihêje alayeke reş, wê alayê bilind dike û di nav Erebên Rihayê de dike qîr û gazî. Dibêje ku: “Gelê Kurd hatiye bajarê kevnar ê Ereban, bajar bi dest xistiye û mêrê min Emîr Ûteyr jî kuştiye…!”Bi vê yekê, gelek êl û eşîrên Erebên Rihayê û derûdora wê dicivîne û êrîşekî dijwar dibe ser Reîs Bal. Dema ev xeber digihêje Farqînê, Nasiruddewle artêşa xwe amade dike û ber bi Rihayê ve diçe. Li ber derîyên Rihayê şerekî dijwar diqewime û Nasiruddwle dibîne ku hemû êlên Ereb bûne yek û hejmara wan pir e, naxwaze artêşa wî bişike û vedigere Farqînê. Reîs Bal liberxwedana xwe di kelehê de didomîne lê ew jî nema dikare sereder bike û xwe li ber wan bigire û van gotinên dîrokî wekî peyam ji Nasiruddewle re dişîne.

Ji Nasiruddewle re dibêje ku: “Ez di rewşeke pir dijwar de me û bi min re hemû KURDISTAN…!”

Li ser vê yekê, Nasiruddewle careke din Selman dişîne Rihayê û fermanê dide Reîs Bal ku vegere Farqînê. Bi vê yekê Nasiruddewle dixwaze rê li ber alozîyan bigire. Li vir, Nasiruddewle sîyaseteke jîr û pêşdîtî pêk tîne, ji lew re alozî her diçe mezin dibe û Erebên derûdorê tev de dibin yek û li ber bidestxistina Rihayê ne. Reîs Bal û her weha Nasiruddewle biryarekê digirin û ji bo alozî bi dawî bibe dîsa Rihayê radestî mîrekî Ereb, Selman, dikin. Sedema mezin ev e ku heger Ereb tev bibin yek (û bûn jî), piştî Rihayê dê berê xwe bidin Amed û Farqînê û wê demê, çawa Reîs Bal Nasiruddewle hişyar dike, “tevahîya Kurdistanê” seranser dê bi xetereya dagirkirinê re rûlirû bimîne û merc û ruhê  demê jî,  fermana vê helwesta pratîk û girtina vê biryara rast dide. An ku Reîs Bal asta xetereyê dibîne û siltanê Merwanîyan hişyar dike.

Sînorên Dewleta Merwanî di Dema Siltan Nasiruddewle Ehmed de (1011-1063)

Nasiruddewle anegorî zanîn, ceribandin û jîrîya xwe tev digere û li hember bilindkirina alaya Ereban û li hember nijadperestîyê bi aqilmendî hewl dide û helwesta wî ya di cih de weha dike ku alozî kêm dibe, bêhna Ereban dertê û bi hatina Selman re hinekî radiwestin, lê jina Ûteyr êrîşa xwe didomîne û li ser vê,  Selman bi dizî vê carê kilîda kelehan radestî Bîzansîyan dike û bi vê yekê bajar digihêje Bîzansê. Li ser vê yekê, vê carê Nasiruddewle hemû bajar û dewletan çi Ereb çi Kurd tev de dide hev û berê xwe dide Rihayê û dest bi şerê li dijî Bîzansîyan dike.

Li vir pirsek dertê meydanê: Gelo radestkirina bajar ji hêla Selman ji boyî Bîzansê ne planeke Nasiruddewle bû? Gelo Selman bêyî fermana Nasiruddewle dikare vê biryarê bigire? An jî, gelo ev pratîk, ne ji bo sekinandin û qedandina  tirs, nefret û nijadperestîya li hember Kurdan bû? An ku enerjîya nijadperestîya ku jina Ûteyr li hember Kurdan derxistibû holê û ew êrîş û enerjî xetereyeke mezin ji bo dewleta Merwanîyan (bi gotina Reîs Bal ji bo Kurdistanê) peyda kiribû û piştî vê, bo parastina welatê xwe, Nasiruddewle berê wê enerjîya bi xetera Ereb û Misilmanan da Bîzansê yan bi tiştekî din dihizirî? Ev tev de pirs in û helbet şiroveya her kesî bo vê bûyerê dê hebe. Lê ev pirs ji bo jîrî û sîyasetzanîya Nasiruddewle bên fêmkirin, hatin pirsîn. Îcar em vegerin hawara Reîs Balê fermandar û sedema bikaranîna wî ya pênaseya welatê xwe: Kurdistan.

Li vir xala girîng ew e ku di sala 1032yan de peyva Kurdistanê, wekî ku heye, ji bo pênasekirina welatekî ji hêla zanyarekî Ermen cara yekem hatiye nivîsîn û tomarkirin. Ev pênase, pênaseya welatê Kurdan e. Cara yekem e ku wekî “Kurdistan” hatiye nivîsîn û divê bê gotin ku piştî serdema Merwanîyên Kurd, ev welat û erdnîgarî heta dema me wekî “Kurdistan”hatiye binavkirin û nivîsîn. Di serdema Selçukî, Eyûbî, Sefewî, Osmanî û heta dema me ya nûjen de weha hatiye. Ji zanyarê Kurd Şerefxanê Bidlîsî heta zanyarên Osmanî Ewlîya Çelebî, Şemsedîn Samî û Ehmed Rifad, hemûyan di berhemên xwe de navê Kurdistanê wekî ku heye nivîsîye û Siltanê Osmanî yê herî navdar Suleymanê Qanûnî (1494-1566) jî di nameyeke xwe de xwe wekî “Siltanê Kurdistanê” ragihandiye. Ev tev de di belgeyên dîrokî de tomarkirî ne.

Mateosê Rihayî cara yekem ev tomarî pêk anîye. Wî nivîsîye lê xaleke din a girîng a vê tomarîyê ew e ku Mateos ji devê fermandarekî Kurd ê Merwanî ev rastî tomar kiriye. An ku tomarî ya Mateos e lê gotin a Reîs Balê Merwanî ye. Ji vê agahîyê em tê digêhin ku Reîs Bal û her weha Merwanîyên Kurd tev de xwe Kurd û welatê xwe Kurdistan dizanin. Gel û dewletên cîran û her weha bûyernûsên wê demê navê dewleta wan wek’ “Merwanî” an “Merwanîyên Kurd” nivîsîye lê di rastîya xwe de Merwanî bi xwe dewleta xwe wek Kurdistan pênase kiriye. Ji peyama Reîs Bal a ku ji Siltan Nasiruddewle re şandiye ev rastî xweş xuya dike. Dîsa xaleke din a girîng ew e ku ev pênase û her weha qewam ji hêla zanyar û bûyernûsekî Ermen ve hatiye tomarkirin ku di nav sînorên Merwanîyan de û di dema desthilatdarîya wan de jîyaye û helbet ji qewamên dema xwe serwext bû û rastî nivîsîne. Dema nivîsîye jî, dest ji sinca zanistê bernedaye û wekî ku hatiye gotin û wekî ku dîtiye û bihîstiye, wisa jî peywira xwe ya dîrokî û zanistî pêk anîye. Ev helwest, helwesta rast û di cih de ye. Lê piştî Mateos bi hezar salî, an ku di sedsala 20an de, nivîskar û wergêrekî Ermen ê ku bi koka ji nijada Mateosê Rihayî ye, dest ji hemû sincan berdaye û teksta resen a Mateos guherandiye, tişt pê ve kirine, hin gotin, peyv û pênase ji tekstê deranine û anegorî fermana serdest û dagirkeran, ev belgeya dîrokî ya hêja manîpule kiriye û di ser de jî, tev li ku rastîyan baş dizane, dîroka neteweyekê û dîroka mirovahîyê li gel derew û fetlên xwe xwestiye ku berevajî bike.

Derbar Ridwan Xelîl

Avatar
Ji nisêbînê ye. Rojnamegerî, Weşangerî, Grafîkerî û televîzyongerî kiriye. Li îzmîr, Stanbol, Mêrdîn û herî dawî li Enqereyê jiyaye.

Dikarê vê jî bixwênê

MESELOK, A XOCE NISREDÎN E YAN A BEHLÛLÊ DÎWANE YE?

Bi dehê salan digotin ku ev meselok, a Xoce Nisredîn e. Lê derket holê ku …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.