Serdema Îslamê
Der barê cara yekem a tomarkirina navê Kurdistanê di forma “Kurdistan”ê de, hin ezberên şaş û bi ser de têzên manîpulatîv ên ku bi zanabûn tên gotin hene. Di beşên jor ên vê nivîsarê de me piştrast kir ku navê Kurdistanê pirê caran bi formên curbicur lê hemwate hatiye bikaranîn, nivîsîn û tomarkirin. Bi destpêka serdema Îslamê re vê rewşê dewam kiriye û vê carê dîroknas û zanyarên Ereb-Îslamî û her weha dewletên Xîlafeta Îslamê yên wekî Umewî û Ebasîyan, welatê Kurdan an ku Kurdistan dîsa anegorî form û bilêvkirina zimanê xwe nivîsîne. Di destpêkê de wan ji Kurdistanê re gotiye “Erdul’Ekrad”. Zanyarê Tirk Mehmûdê Kaşgarî (Kaşgarlı Mahmud) (1008-1105) yek ji wan zanyaran e. Carinan jî wan nav wekî “Bakarda”nivîsîye. Ev pênase bi zimanê Kurdî wateya “ Axa Kurdan” dide. Ji lew re bi zimanê Erebî erd ax e û Ekrad jî forma pirjimarîya Kurd e. Lê wekî ku heye, forma resen a Kurdistanê, wekî welatê Kurdan, cara yekem di sala 1032an de ji hêla oldarekî Ermen ve hatiye nivîsîn û tomarkirin. Ev tomarî bi gelek şaxên xwe ve pir girîng û hêja ye. Her weha bersiveke mezin e bo hin manîpulasyonan. Di vî beşî de em ê hewl bidin ku vê tomarîyê li gor hêjatîya wê rave bikin.
Nexşeya Mehmûdê Kaşgarî ya ku Kurdistan Wekî “Erdul’Ekrad” Destnîşan kiriye (1074) |
Anegorî dîroka fermî ya Tirkan û ji hêla hin lêkolînerên Kurd ve jî tê nivîsîn ku pênaseya “Kurdistan”ê cara yekem ji hêla siltanê Selçukîyan Sencer (1086 – 1157) ve, di destpêka sedsala 12an de hatiye bikaranîn û di rêxistina dewleta Selçukîyan de wekî eyaleteke xweser hatiye nivîsîn û tomarkirin. Ev agahî rast e lê kêm e û bi zanabûn tê dubarekirin û ji bo tevlihevkirina mejîyan rastî têne veşartin. Gelek sedemên vê rewşê hene û em ê yek bi yek bi çavkanîyên bêalî û pejirandî ve rastîyan binivîsin.
Di destpêka sedsala 10an de Ebasî hêza xwe ya berê ji dest dabû û li ser axa Kurdistanê, piçûk û mezin, gelek Mîrnişînî û heta dewletên Kurdî yên serbixwe û bihêz ava bûbûn. Hin ji wan rêxistinên ku berbiçav bûn ev bûn: Merwanî, Şedadî, Rewadî,Hesenwêhî û Mirdês. Merwanî li beşekî berfireh ê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Şedadî li beşê din ê Bakurê Kurdistanê, Hesenwêhî û Rewadî li tevahîya Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, Mirdêsî jî li beşekî Rojavayê Kurdistanê serbixwe bûn û azadîya xwe bi dest xistibû. Ev rewş û dema aram û azad bi hatina Tirkmen û Teteran ji destên Kurdan derket û desthilatdarîya van herêmên Kurdistana mezin gihaşt Selçukîyan. Sedemên vê yekê û helbet sedemên parçekirin û parçebûna rêxistinên Kurdan û bêderfetîya sazkirina yekîtîyekê pir in lê ji ber ku vê gavê ne mijara me ye, em ê bi kurtî binirxînin. Divê di serî de bê gotin ku heger hişmendîyeke neteweyî û dîrokî di nav wan dewletên Kurdan ên wê demê de hebûya, heger pêşengên wan hay ji avabûna Konfederasyona Medyayê hebûya, dibe ku dîrok jî bi awayekî cuda bihata nivîsîn, ne ku wekî ya vê gavê. Lê ji ber ramana “bila piçûk be û ya min be”, ew fersenda dîrokî ji destê Kurdan çû. Ji lew re, ev her pênc hêzên Kurdî yên berbiçav li tevahîya Kurdistanê desthilatdar bûn û heger wan yekîtîyeke xurt ava bikira, helbet Selçukîyan jî nikarîbû ew weha bi hêsanî yek bi yek daqurtandana. Dê bibûna gep û girêkeke mezin û ji qirika Selçukîyan weha bi hêsanî nediçûn jêr. Lê em nikarin zeman bi paş ve vegerînin û ji ber vê em ê mijara xwe bidomînin.
Tê gotin ku Sencerê kurê Melîkşah di sala 1086an de li Şingalê hatiye dinyayê û ji ber navê Şingalê yê bi forma Erebî “Sincar”, bavê wî Melîkşah navê kurê xwe danîye Sencer. Sencer piştî bavê xwe di sala 1097an de li ser textê Selçukîyan rûniştiye. Karê wî yê yekem sazkirina dewletê bû. Dewleta xwe beş bi beş bi par ve kiriye û eyaletên xweser ava kirine. Yek ji van eyaletan, Eyaleta Kurdistanê ye. Ev gotin û tomarî rast lê kêm e. Divê mirov vê tomarîyê bi zanyarî û bi taybetî di hêla erdnîgarîyê de binirxîne. Eyaleta Kurdistanê ya dema Sencer tenê bo pênasekirina Rojhilatê Kurdistanê yê îroyîn e, ne ku bo tevahîya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê dagirkerên Kurdistanê vê tomarîyê bi dilxweşî dipejirînin û înkar nakin. Ji lew re pênaseya Kurdistana Sencer tenê ji boyî beşekî piçûk ê Kurdistanê hatiye bikaranîn. Heger ji bo Kurdistana mezin bihata bikaranîn, bêguman ev pênase dê bihata mandelkirin û redkirin û di ser de ji zû ve ye ev tomarî hatibû windakirin. Sedema vê jî ji xwe li ber çavan e, mandelkirina gel û welatekî ku temen wan herî kêm pênc hezar sal e û siyaseteke qirêj a dagirkerên Kurdistanê ye. Ev yek li ber çavan e û ji hêla her kesî ve, dagirker jî tê de, tê zanîn û parastin. Tiştê ecêb ev e ku hin zanyar û dîroknasên Kurd ên navdar jî vê manîpulasyonê wekî rastîyeke dîrokî qebûl û belav dikin. Bi vê yekê, bi zanabûn an bi nezanî, mejîyan şêlû dikin û agahîyên şaş, kêm û bimebest jî dinivîsin. Êdî ji nezanî ye yan ji ber tiştekî din e, pêwîstîya vê yekê bi lêkolînê heye. Lê rastî tiştekî din e, em ê hewl bidin ku mijara xwe zelal bikin û agahîyan bigîhînin xwîneran.