Çarşem , Berfanbar 19 2018
Home / Lêkolîn / Navê Kurd û Kurdistanê di Dîrokê de – Xerzî Xerzan

Navê Kurd û Kurdistanê di Dîrokê de – Xerzî Xerzan

Destpêk

Wekî ku tê zanîn, li ser dîroka navê Kurd û Kurdistanê gelek nêrîn, nivîs, nivîsar û lêkolîn hene. Ev rewşeke xwezayî ye, ji lew re wekî kesayet û netewe “Kurd” û wekî welatê wan “Kurdistan”, ji destpêka dîroka mirovahîyê ve li ser axa Mezopotamyaya  Jorîn bi cih e, heye û di çavkanîyên herî kevnar de jî mirov bi hêsanî digihêje van her du pênaseyan. Di vê nivîsarê de, em ê jî anegorî zanîn, xwendin û lêkolînên xwe,  bikevin pey şopa navê Kurd û girêdayî vî navî, navê welatê wan an ku Kurdistan…

Ji bo destnîşankirina sînorên Kurdistanê, divê mirov di serî de wate û etîmolojîya peyva “Kurd” baş zanîbe. Ji lew re “Kurdistan” ji du beşepeyvan, an ku ji “Kurd” û “istan”ê pêk tê. Kurd navê neteweyekê e, navê gelekî ye. Ji bo pênasekirina netewekê, hem ji hêla hemû cînaran ve, hem jî ji hêla kurdan bi xwe ve hatiye bikaranîn. Peyva  (istan)ê jî peyveke zimanên kevnar ên Hindo-Ewropayî û Arîyanî ye ku di zimanê Kurdî de wekî paşgirekê tê bikaranîn. “Istan/stan” an “sta” di zimanê Avestayê de wateya rawestan, sekin, cih, war, qad û welat dide. Wekî mînak, di zimanê Îngilîzî de heman peyv bi heman wateyê di forma “stay” de hîn jî tê bikaranîn. Di devoka Kurmancîya Kurdî de bi forma “star-starî” hîn jî dijî. Piştî van agahîyan em bi hêsanî dikarin bibêjin ku Kurdistan war û welatê Kurdan e. Ew axa ku Kurd li ser dihewin, dimînin, star dibin û  dijîn e… Lê divê neyê jibîrkirin ku ne navê Kurd lê pênaseya Kurdistanê di destpêkê de  ji hêla gelên cînar ên Arî û ji hêla Kurdan bi xwe ve hatiye bikaranîn, an ku Kurdistan bi Kurdîya kevnar e û bi zimanên bîyan, wekî Latînî, Yûnanî, Erebî, Asûrî û Ermenî bi formên curbicur, anegorî bilêvkirina zimanên van neteweyan hatiye guherîn. Ev guherînên xwezayî û normal weha kiriye ku li ser navê Kurd û Kurdistanê û her weha li ser sînorên dîrokî yên kevnar ên Kurdistanê gelek spekûlasyon û heta sextekarî û pêlîstinên bêbingeh hatine avakirin.

Di dîroka kevnar de û di demên antîk de, em gelek caran rastî formên kevn ên peyva “Kurd” tên. Wekî ku em dizanin û heta vê gavê jî bidestketîyên dîrokî berevajî vê yekê têzên nû neafirandine, nivîs cara yekem ji hêla Sumeran ve hatiye peydakirin û bikaranîn. Sumeran bi bizmaran li ser keviran nivîsên xwe tomar dikirin û bi vê yekê agahîyên bêhempa yên berî pênc hezar salan gihaştine dema me ya îroyîn. Tê gotin ku bi peydakirina nivîsê re, dîrokê jî dest pê kiriye… Lê ev tenê destpêka tomarkirina dîrokê ye. Helbet dîroka mirovahîye ne pênc hezar sal e lê belgeyên nivîskî yên herî kevnar ên Sumeran in û ji ber vê yekê hemû dîrokzan “dîroka nivîskî” ji dema Sumeran didin destpêkirin. Lê berî peydakirina nivîsê û bi taybetî dema Şoreşa Neolîtîk, ji bo dîroka mirovahîyê pir hêja û girîng e û ev şoreş jî, li gel bidestketîyên arkeolojîk ên Kurdistanê, piştrast dikin ku Kurdistan warê destpêka çalakîyên bihevrejiyînê û rîtuelên bawerîyê ye… Şikefta Şanîdarê, Perestgeha Xerabreşkê, Girê Helefê, Girê Kortikê, Çemê Kota Ber, Girê Başûrê, Çemê Hilanê, Newala Çorîyê û Çermo hin ji wan cihên dîrokî ne.  Ev deverên ku dîroka wan digihêje berî ji heft hezar salan heta deh hezar salan, têra peyitandina têza “Kurdistan warê destpêka mirovahîyê ye” dike. Nivîs helbet girîng e, lê dîrok û şaristanîtî bi nivîsê dest pê nekiriye û çavkanîyên ku li van cihên dîrokî yên Kurdistanê hatine bidestxistin jî, bi tevahî hebûn û çavkanîyên nenivîskî ne. Ji ber ku ji bo vê gavê ev ne mijara me ya bingehîn e û me di gelek nivîsarên xwe yên din de yek bi yek ev nêrîn nivîsîne, em vegerin mijara xwe; di belgeyên nivîskî de em lêgerîna xwe ya Kurd û Kurdistanê bidomînin….

Pêşî divê bê gotin ku li ser makewelatê Kurdan manîpûlasyonên dûrî hiş û aqilan bi zanabûn hatine afirandin. Anegorî hin dîrokzanên bîyan, ên ku bi piranî zanyarên fermî yên dagirkerên Kurdistanê ne û nimînendeyên gelên cînar in, cihê ku asê dibin û naxwazin rastîyên dîrokî derên meydanê, dixwazin Kurdan li derûdora Zagrosan heps bikin û hewl didin ku bibêjin makewelatê Kurdan tenê Çîyayên Zagrosê ne. Ev heta derekê rast e, Zagros beşekî makewelatê gelê Kurd e lê tenê beşek e… Bêyî destnîşankirina qeraxên Ferat û Tîjleyê, Çîyayên Torosê yên başûrrojhilatê, derûdora Gola Wanê heta bakurê wê, an ku bêyî nivîsîna Medyaya Piçûk û Mezin a kevnar,  ev hewl û helwest nikare tu kesî bide bawerkirin û em dikarin bibêjin ku ev hewl tenê ji boyî nenaskirin û jiholêrakirina rastîyên dîrokî ye. Armanca yekem, destdanîna ser ax û erdên gelê Kurd e û di ser de jî, dizîkirina çand û dîroka wan a kevnar e. Ev yek qirkirina çand û dîroka neteweyekê ye. Gunehkarîyeke mezin û bêsincîyeke nebînayî ye. Ev zanyarên ji sinca zanistê dûr û bêpar, van karan bi hemd û mebest dikin lê bê feyde ye… Ji lew re rastîyên dîrokî li meydanê ne û yek jî zengînîyên dîroka mirovahîyê, an ku gelê Kurd, zimanê Kurdî û welatê Kurdan ê kevnar , stargeha wan Kurdistan wekî nimûne û laboratuarên zindî li ser pêyan in…

Ji bo zelalkirina mijarê, çavkanîya me ya herî girîng bikaranîna tîpên “K, R, D-T”yê ye. Ji lew re, ev her sê tîp, li gel zêdekirina tîpên dengdêr ên wekî “A, U, O”yê, bi formên cuda hatine nivîsîn û wekî “Kard, Kord û Kurd” bi şêwazên cuda lê wekî hemwateyan hatine bikaranîn û tev de ji boyî pênaseya “Kurd”an hatine tomarkirin.

Di Dema Antîk De Bikaranîna Navê Kurd û Kurdistanê

Tomarîyên Sumeran

Navê Kurd û welatê wan di belgeyên Sumeran de bi navê “Kur-tî” an ku wekî “gelê jorî, gelê çîyayî” dibihure. Kurdzanê navdar Vladimir Minorsky (1877-1966), di nivîsara xwe ya ku li Ansîklopedyaya Îslamê li jêr serenavê “Ên Kurd” de hatiye weşandin, vê rastîyê dinivîse û tomar dike. Di beşê têkildar de Minorsky dinivîse ku François Thureau-Dangin (1872-1944) ê ku di qada zelalkirina zimanê Sumerî de zanyarê herî navdar e, li ser du tabletan (kevirên nivîskî) ên Sumeran ên ku dema wan digihêje herî kêm du hezar salan berî zayîne, rastî gotina “Welatê Kar-Da-Ka” hatiye. Ev welat dîsa anegorî tomarkirina Dangin û her weha ya zanyarê Îngilîz Sir Godfrey Rolles Driver (1892-1975), li başûrê Gola Wanê dimîne. An ku li ber qeraxên Botan û Tîjleyê… Ev tomarî gelekî girîng e, ji lew re, Sumeran di gelek tabletên xwe de niştecihên Welatê Kar-Da-Kayê wekî “Kur-tî” pênase kirine. “Kur”an jî “Ur” di zimanê Sumerî de wateya “çîya – bilindayî” dide û “-tî” jî pêvekek e. An ku, Kur-tî wateya Çîya-yî dide û ji bo binavkirina kesên çîyayî yên ji bakurê welatê Sumeran in, hatiye bikaranîn. Em baş dizanin û bi hebûna xwe ya resen û ontolojîk ku gelê Kurd û welatê wan Kurdistan, wekî berî pênc hezar salan, vê gavê jî li wan çîyayên asê û bilind ên li bakurê welatê Sumeran ê kevnar dimînin û dijîn. Peyta herî mezin a vê têzê ew e ku Kur-tî Kurdên kevnar in û Kar-Da-Ka beşekî Kurdistana îroyîn e, hebûna Kurd û Kurdistanê li heman herêma serdema me ye… Cihê ku Dangin destnîşan dike, herêma ku ji Amedê dest pê dike û ber bi  Silîvan, Batman, Xerzan, Mêrdîn, Cizîr, Bidlîs, Botan, beşekî Serhedê (Mûş) ve dirêj dibe û li Hekarîyayê diqede ye. Ev tomarî berî roja me herî kêm çar pênc hezar salan e û beşekî makewelatê gelê Kurd bi xwe ye. Beşekî pêşîyên gelê Kurd an ku yên Proto-Kurd, berî çar pênç hezar salan, li beşekî Kurdistana Bakur û Rojava bi heman navê xwe, bi navê “ KURTΔ bi cih bûn û navê welatê wan jî “KARDAKA” bû. An ku bi zimanê Sumerî “welatê Kard-an, welatê Kurt-î-yan”, an ku bi navê xwe yê nûjen û orjînal “Kurdistan”…

Welatê Ma-Da/Kar-Da-Ka yê Kur-Tî-yan Di Sedsala 21-ê ya Berî Zayînê De

Li vir divê başûr û rojhilatê Kurdistana îroyîn jî bêne nivîsandin da ku em karîbin tomarîyeke teqez pêk bînin. Di heman serdemê de, an ku berî pênc hezar salan, di destpêka dîroka nivîskî ya Sumeran de, îcar di hin tomarîyên wan de em rastî navê neteweyeke bi navê “Kû-tî” an “Ko-tî” tên. Bi forma nivîsandina dîrokzanên nûjen; GUTΔ. Ev netewe yan jî gel, dîsa anegorî tomarîyên Sumeran, di destpêka hezarsala sêyemîn a berî zayînê de, ji Zagrosên rojhilat berjêrî welatê Sumeran bûn û demeke kin wekî 150-200 salî li welatê Sumeran desthilatdar bûn. Peyva “KO” di zimanê Sumerî de dîsa wateya çîya û bilindayî dide û pêwendîyeke xurt di navbera peyvên “Kur-tî” û “Ko-tî” de heye. Dîsa divê em berê xwe bidin zimanê Kurdî û bi taybetî zaravaya Kirmanckî-Zazakî ya Kurdî. Hîn jî peyva “KO”yê di zaravayê Kirmanckî de wateya “çîya” dide û dibeyeke mezin e ku ev peyv ji zimanê Sumerî derbasî zimanê Kurdî bûye. Dibe ku ji Kurdîya kevnar derbasî Sumerî jî bûbe lê dan û standina zimanan rewşeke xwezayî ye û ya girîng ew e ku hîn jî ev peyv di zimanê Kurdî de dijî û tê bikaranîn. Jixwe pêveka -tîyê dîsa heman peywirê pêk tîne û “KO-TΔ wateya kesê çîyayî yan jî jorî dide. Hemû rojhilatnas û Kurdnasên binavûdeng, pêwendî û hemwatebûna peyvên“Kur-tî” û “Ko-tî” dipejirînin. Em jî dikarin bibêjin, helbet bi çavkanîyên Sumeran ve, “Kur-tî” û “Ko-tî” heman pênase ye û dîsa hebûna gelê Kurd a îroyîn li her çar hêlên Kurdistanê piştrast dike ku “Kur-tî” û “Ko-tî” heman netewe û heman gel in. Her du jî Arî ne, zimanê wan zimanê Arîyanî yê kevnar e, her du jî xwedî çandeke hevpar in, her du jî şervan in û her du jî li ber koledarîya Sumeran serî hildaye û ji bo xweparastinê berê xwe daye welatê gewre yê Sumeran. Dîsa hebûna Kurd û Kurdistanê ya îroyîn vê têzê piştrast dike û ji gotûbêjê re cih nahêle. Helbet ji boyî zanyarên xwedî sinca zanistê û ji boyî kesên ku ji bêsincîya mêtingerîyê dûr mane û red kirine…

Tomarîyên Asûran

Piştî serdema Sumer û Akkadan, îcar serdema Împeretorîya Asûrî ya koledar dertê şanoya dîrokê û li Mezopotamyayê seranser, ji sala du hezaran heta 612an a berî zayînê, rêxistineke mêtinger a gewre ava dibe. Helbet dîsa di belgeyên Asûrî de em rastî navê Kurd û welatê wan Kurdistan tên. Lê dîsa anegorî bilêvkirina zimanê wan… Aramî û Asûrî welatê Kurdan an ku Kurdistan wek “Beth Kardû (Warê-mala Kurdan)”pênase dikir. Asûrî ji bo ku koleyên ciwan û jêhatî bi dest bixin, dem bi dem berê xwe dida welatên bakur û bi taybetî “Beth Kardû (Kurdistan – bi Kurdî)”. Ji ber ku pergaleke koledar di vê dewletê de desthilatdar bû û pêdivîya wan bi koleyên jêhatî hebû, gelek caran êrîş birine ser qewmên çîyayî yên li bakurê wan diman. Dîsa anegorî gotara Minorsky, em pê dihesin ku yek ji şahên Asûrî Tîglat Pilaser ê II, di destpêka hezarsala yekem de li ser tableteke xwe ya biserketinê daye nivîsandin ku wî li Çîyayên Azûyê li gel qewmekê bi navê “Kur-tî-e” şer kiriye û gelek kole û xenîmetên şer bi dest xistine. Ew Çîyayên Azûyê yên ku navê wan dibihure, dîsa heman dever e ya ku di tabletên Sumerî de dibihure . Ji lew re, di tableta Sumeran de ev dever dîsa welatê Kur-tî-yan e, navê wê Kar-Da-Kayê ye û li başûrê Gola Wanê dimîne. Minorsky, anegorî nêrîna G.R.Driver ê asûrolog, qebûl dike ku (nexşeya wî li jor e),  piştî hezarsalî dîsa heman qewm li heman cihî niştecih e. Di rêxistina yekîneya Xalda-Ûrartû de jî ev Kur-tî cihê xwe digirin û di wê konfederasyonê de jî li hember Asûran, li gel hemû êlên Arî li ber xwe didin. Welatê wan tim derûdora qeraxên Tîjleyê, Gola wanê û hawirdorê devera ku me li jor destnîşan kiriye.

Nexşeya Kurdistanê derûdora sedsala 14-an a berîya zayînê

Em jî bi hêsanî dikarin vê nêrîna Driver û Minorsky ya hevpar bipejirînin, ji lew re, ew Çîyayên Azûyê yên ku Driver û Minorsky behsa wan dikin, hîn jî li Kurdistanê bi navê Çîyayên Hezûyê tên zanîn û li herêma Xerzanê, di navbera navçeyên bajarê Batmanêde, di navbera Sasûn û Hezûyê de dirêj dibin. Çîyayên asê û bilind in û her weha Çîyayê Meretoyê yê binavûdeng jî di nav wan çîyayan de cihê xwe digire. Çîyayên din ên rêzeçîyayên Hezûyê ev in: Kermeleh, Hêlkis, Koram… hwd. Ev tev de di nav sîstema Çîyayên Torosê de ne û li bakurê Çemê Tîjleyê dimînin. Her weha, şaxên Tîjleyê yên fireh wekî Çemê Xerzanê û Çemê Batmanê jî ji wan çîyayên bilind dest pê dikin û li başûr wekî Çemê Bidlîsê û yê Botanê tev li Tîjleyê dibin. Ji vê agahîyê jî em dizanin ku qeraxên Çemê Tîjleyê yên bakurî û başûrî, ji destpêka dîroka nivîskî ve makewelatê Kur-tîyên Arî ye û dîsa hebûna Kurdên Arî yên serdema me, ên ku beşekî nevî û dûhatîyên Kur-tî-yan in û hîn jî bi heman navî tên pênasekirin, çavkanîya me ya herî hêja ye…

Konfederasyona Êlên Med ên Kurdistanê

Serdema Sumer û Asûran di sala 612an a berî zayînê de diqede û îcar ew pergala koledar bi dest û pêşengîya Medên ku beşekî “çîyayîyan” in û wekî yek ji pêşîyên Gelê Kurd tên zanîn, tê rûxandin. Med û Kur-tî, hem ji hêla nijadî ve, hem di warê erdnîgarîyê de û hem jî ji hêla dîrokî û çandî ve ji hev ne dûr in. Em dikarin bibêjin ku Med jî di nav Kur-tî/Ko-tîyan, an ku di nav çîyayîyên Kurdistanê de cih digrin. Bi taybetî, di nav Ko-tîyên rojhilatê Kurdistanê de… Lê dîsa, hebûna Kurdan a îroyîn û her weha hin navên êl û herêman bi xwe rê dide me ku em nirxandineke cuda pêk bînin. Herodotê ku bavê dîroknûsîyê ye, di pirtûka xwe a navdar “DÎROK” de navê şeş êlên Medan dinivîse. Navên wan êlan ev in; “Bûsî, Paretekanî, Strûxî, Arîzanî, Bûdî û Magî”. Lê divê bê gotin ku ev êlên ku Herodot navên wan tomar kirine, bi nêrîna me ne navên êlan lê navên herêmên ku ew êl tê de dijîn in. Ji lew re, îro jî gelek êl û eşîrên Kurdan bi navê herêma xwe tên pênasekirin. Mînak Silîvan-Silîvî, Botan-Botî, Hekarîya-Hekarî, Şêrwan-Şêrwî… hwd. Bûdî (bi gotina Herodot), a ku yek ji wan êlan e, hîn jî di herêma Botanê de bi navê “Botî” dijîn û ji bajarê Sêrtê heta Dihê, Cizîr, Şirnex, Hekarîyayê û derûdorê, an ku li herêma Botanê jîyana xwe didomînin. Her weha bi nivîsîna Herodot, “êla Strûxî” an ku Kurdên Stûrkî yên îro jî li derûdora herêma Şêrwanê ya Sêrtê û heta digihêje Gola Wanê jîyana xwe didomînin û navê herêma wan jî dîsa “Stûrkan” e. Her weha êla “Arîzanî” dîsa di herêma Arzananeyê ya demên antîk de, bi navê serdema navîn û bi zimanê Erebî û Ermenî “Arzan-Erzen” de, an ku di herêma Xerzanê ya îroyîn de, bi navê Kurdên “Xerzan-Xerzî-Xerzanî” hîn jî hene û dijîn (di zimanê Grîkî de dengê Xya Kurdî nîne). Xala hevpar a van her sê herêman û êlên di nav de ne ew e ku tev de zaravaya Kurmancîya Kurdî diaxêvin û her sê jî di dilê Kurdistana îroyîn de, wekî beşên gelê kurd, kevneşopîyên xwe didomînin.

Konfederasyona Êlan a Med (B.Z. 600-an)

Divê bê gotin ku ev her sê herêm, heta berî du sed salan, bawerîyên kevnar ên gelê Kurd ên wekî Êzidîtî û Yarsanî bi awayekî zindî di nav çanda xwe de bi xwedî dikirin lê piştî 1820an bi zordarîya Osmanî û bilindbûna radîkalîzmê li Kurdistanê, ev bawerî hêdî hêdî ji holê rabûn û vê gavê em dikarin tenê şopên wan ên piçûk li van herêmên dîrokî bibînin… Ji van navên êl û herêman em dikarin bi hêsanî bibêjin ku Med ji destpêkê ve ne tenê li rojhilatê Kurdistanê, her weha li bakur û navenda Kurdistanê jî hebûn û sê êlên bihêz û kevnar ên ku konfederasyona Medî ava kiriye, ji herêma Kur-tî-yên kevnar in, an ku ew herêma Kur-tî-yên ku berê çar pênc hezar salan di belgeyên Sumer û Asûran de dibihurin û li derûdora Tîjleyê û Gola Wanê dimînin. Ev her sê êl-herêm (Bûdî, Arîzanî û Strûxî – Botî, Xerzanî, Stûrkî), ji demên kevnar ve li derûdora kevana Tîjleyê û li newala Botanê hebûn û îro jî hene.

Hin zanyar, gelê Kurd ê îroyîn, wekî neteweyeke ji koma êlên xwedî çand û dîrokeke hevpar pêkhatî dihesibînin lê ev nêrîn hem kêm e hem jî şaş e. Ji lew re, ji bo neteweyekê di serî de zimanekî hevpar pêwîst e û her weha ev ziman bi xwe re neteweyeke hevpar jî diafirîne. Tiştê bi zanabûn tê jibîrkirin ev yek e; çand û dîrok heger bi ziman neyên stirihandin, bingeha neteweyekê nikare bê danîn.

Dîsa anegorî lêkolînên li ser zimanên kevnar ên Kurdistanê, zimanê Kurdî yê îroyîn bi hemû zaravayên xwe, delîlê herî mezin û zindî ye… Med jî beşekî vê çandê, vê dîrokê û her weha nimînendeyên vî zimanî ne… Ji lew re, paytexta wan Hegmadana – Ekbatana an ku Hemedana îroyîn bû û ev herêm, herêma Ko-tî-yên kevnar bû. Med ji wir derketin û yekîtîya xwe li gel êlên wekî xwe Arî û Proto-Kurd yên wekî Xaldî/ Ûrartû, wekî Kur-tî-yên derûdora Tîjleyê û başûr û bakurê Gola Wanê ava kir û rêxistineke gewre pêk anî. Dîsa di nav konfederasyona eşîran a Med de, Kur-tî û her weha Ko-tî bi tevahî cihê xwe girt. Armanca wan a hevpar têkoşîna li hember koledarî bû. Ev yekîtî çandeke nû û şêweyekî nûjen ê jîyanê li ser axa Kurdistanê afirandiye. Êdî pergalên koledar hatine têkbirin û jîyaneke nû, bi biserketina Nînovayê re dest pê kiriye, bi navê Newrozê an ku nûrojê, roja nû… Lê ev çanda azadî û wekhevîyê zêde dewam nekir û piştî demeke kin wekî 70-80 salî, Med bi destê xwarzîyên xwe û bi hevkarîya xayînên gelê xwe têk çûn û desthilatdarîya pergala azadî û wekhevîyê, a ku pergaleke nû li hember koledarîyê ava kiribû, têk çû û serdemeke dijwar li Kurdistanê dest pê kir. Di vê serdemê de, an ku ji sala 550yî ya berî zayînê heta serdema Îslamê dîsa navê Kurd û Kurdistanê bi formên bilêvkirinên cuda dertên pêşîya me. Îcar, kesên tomar dikin bi piranî zanyar û bûyêrnivîsên Rom û Grîk in… Me tomarîyên Herodot li jor nivîsîn. Piştî Herodot, di tomarîyên zanyar û rêwîyên Grîk û Rom de, navê Kurdan û bi taybetî navê Kurdistanê bi awayekî eşkere û bêhtir nêzîkî bilêvkirina zimanê Kurdî hatiye nivîsîn. Îcar em ê berê xwe bidin wan çavkanîyan û rêwîtîya xwe ya li ber navê Kurd û Kurdistanê bidomînin.

Tomarîyên Dîroknûsên Grîk û Rom

Piştî serdema Medan (sedsala nehan heta 550yî B.Z.), desthilatdarîya Persên Axamenîd li ser axa Kurdistanê dest pê kir û heta dema Skenderê Mezin (356-323 B.Z.) weha dewam kir. Di dema desthilatdarîya Persan de, di sala 401ê ya berî zayînê de, ji bo bidestxistina textê împeratorîyê, alozîyek di navbera torînên Persan de derket. Zarên Darîûsê II, Artaşerxesê II û Kîrosê Ciwan ji bo textê bavê xwe dest bi şer kir. Kîrosê Ciwan satrabê (walîyê) Anadolîyê bû û dema bavê wî mir, xwest ku bibe împerator lê birayê wî  Artaşerxesê II li ser text rûniştibû. Kîrosê Ciwan qîma xwe neanî û artêşeke mezin a ji Grîk û gelên din pêkhatî li Anadolîyê civand û bo şer berê xwe da rojhilatê.

Di artêşa Kîrosê Ciwan de fermandarekî Grîk ê bi navê Ksenefon (Xesenephon) jî  hebû, ev leşkerê payebilind, her weha dîrokzan, fîlozof û nivîskarek bû. Ksenefon yek ji xwendekarên Sokrates bû, ev xwendina wî weha kiribû ku Ksenefon cihê ku diçûyê û lê digerîya, gel û welatên ku didîtin yek bi yek tomar dikirin û di pişt re jî wekî pirtûkên dîrokî û hêja diweşandin. Yek ji berhemên binavûdeng ên Ksenefon “Anabasîs – Vegera Dehhezaran” e. Ksenefon di vê pirtûka xwe de bûyer û qewamên sefera Kîrosê Ciwan nivîsîne û tomar kirine.

Ev sefer, di sala 401ê ya berî zayînê de pêk hatiye û li ber Çemê Feratê her du artêşên gewre dest bi şer kiriye û di encamê de Kîrosê Ciwan di qada şer de hatiye kuştin û artêşa wî jî ji hev belav bûye. Leşkerên Grîk jî dema ev rewş dîtiye dest ji şer kişandiye û dest bi rêwîtîyeke kor û nenas kiriye. Ksenefon û hin fermendarên Grîk, artêşa Grîkan daye hev û xwestiye vegerin welatê xwe lê ji ber ku di welatekî bîyan de bûn, wan rêya xwe şaş kiriye û li axa Kurdistanê winda bûne. Ji ber ku hejmara leşkerên Grîk deh hezar bû, navê berhema Ksenefon jî “Vegera Dehhezaran” e. “Anabasîs” jî wateya “ber bi cihên bilind ve” dide. An ku Ksenefon û dehhezaran ji çîyayên bilind ên Kurdistanê derbas bûne. Ji qeraxên rojhilat ên Tîjleyê berjor çûne da ku çavkanîya Tîjleyê bibînin û berê xwe bidin welatê xwe.

Rêya Dehhezaran Ku Di Vegerê De Şopandiye

Li ser rêya xwe, di wan çîyayên asê û bilind de rastî gelekî bi navê “Kardûx” tên. Çîyayên ku tê re derbas dibin Çîyayên Gabar û Botanê yên îroyîn in, ji lew re Ksenefon tomar dike ku piştî pevçûn û şerên li gel “Kardûx”an, digihêjin ber “Çemê Kentrîtesê”an ku bi Kurdî “Çemê Botan”ê yê îroyîn. Ksenefon bi berfirehî behsa Kardoxan dike. Wan wekî gelekî bihêz, şervan, pêşketî û zengîn nîşan dide. Dibêje ku Kardox neteweyeke serbixwe ne, desthilatdarîya Şahê Persan qebûl nakin û bi awayekî azad û serbixwe dijîn. Dîsa tomar dike ku di şerên li hember Kardoxan de, bêçare dimînin û ji ber bêgavîyê, peymaneke aştîyê bi wan re datînin. Dîsa jî gelek windayîyên Grîkan çêdibin û dema ku ji Botanê derbas dibin bêhna wan nû dertê.

Kardox heta Çemê Botanê didin pey wan û Grîk bi zorê canê xwe difilitînin. Li bakurê Çemê Botanê jî satrabekî Arî bi navê Orontes desthilatdar e û ew jî rê dide wan ku rêwîtîya xwe ya ber bi welatê xwe ve bidomînin. Ksenefon dîsa destnîşan dike ku Satrabê Armenîayê Orontes (bi zimanên Arîyanî yê kevnar Eurant an ku Êran), torînekî Arîyanî ye û di artêşa wî de şervanên Ermen, Xaldî  û  Mard hene. Behsa Xaldî û Mardan bi berfirehî dike û wekî Kardoxan, pesinê şervanîya Xaldî û Mardan dide.

Divê li vir em jî zelal bikin ku Xaldî jixwe wekî ku tê zanîn dûhatî û nevîyên Ûrartûyan in û hîn di dema Ûrartûyan de navê gelê Ûrartû Xaldî bi xwe ye. Her weha Mard jî beşekî konfederasyona êlan a Med e û welatê wan di dîroka Medan de wekî “Mardastan-Mardîa” hatiye nivîsandin. Ev her du gel wekî Proto-Kurd tên qebûlkirin û heta vê gavê jî Ermen ji Kurdan re dibêjin “Mar”. Mar û Mard heman peyv e lê di demajoyê de tîpa “d”yê ketiye û ji hêla Ermenan ve wekî “Mar” hatiye bilêvkirin. Gelek dîroknas dinvîsin ku pêwendîyeke xurt di navbera peyvên “Mard-Mad û Med” de heye. Gotar û xebatên nivîskar Ezîzê Cewo li ser vê mijarê hene. Encam ew e ku di her du hêlên Çemê Botanê de Proto-Kurd ji demên kevnar ve bicih in û heta dema me jî rewş weha hatiye. Li vir ji ber ku mijara me ya bingehîn pênaseya “Kurd” e, em ê peyva ku Ksenefon bi kar anîye, an ku pênaseya “KARDÛX-Δ û welatê wan “Kardûxîya”binirxînin.

Wekî ku li jor jî hatiye gotin, tîpên “K, R, D-T”yê ji bo binavkirina “Kurd”an hatine bikaranîn û tîpên dengdêr ên A, O, U”yê anegorî bilêvkirina zimanên din forma xwe diguherin û ji vir jî xweş xuya ye ku dema Ksenefon “Kardûx” nivîsîye, xwestiye bibêje “Kurd”. Ji lew re, Kard u Kurd ji hêla dengsazîyê û bilêvkirinê ve guherîne lê heman peyv in. Tîpa -xyê ya dawî jî pêveka pirhejmarîyê ya zimanê Ermenî ye. Em ji vir jî fêm dikin ku Ksenefon navê Kurdên wê deverê ji Ermenan fêr bûye û wekî ku ji wan seh kiriye dîsa weha nivîsîye. An ku “Kard-ûx” wateya “Kurd-an dide. Ev agahî pir girîng e, ji lew re wekî ku Sumer û Asûr berî Ksenefon bi du hezar salan nivîsîbin, Ksenefon jî heman agahîyê dinivîse û piştrast dike ku herêma ji Hekarîyayê dest pê dike û heta Amedê ber bi Çemê Botanê û Çemê Tîjleyê ve dirêj dibe, wekî berî dema Ksenefon bi du hezar salan, dîsa welatê Kurdan e, ên ku wekî Kur-tî, Ko-tî û Kardûx tên pênasekirin. Ev her sê pênase jî hemwate ne û ji bo gelê wê deverê hatine bikaranîn. Piştî Ksenefon, dîsa dîroknasên Grîk û Rom bikaranîna peyvên “Kurd û Kurdistan”ê domandiye, lê dîsa helbet bi bilêvkirin û mercên zimanê xwe…

Yek ji wan zanyar, dîrokzan û erdnîgarzanan, Strabo (64 B.Z.-24 P.Z.) ye. Strabo bi taybetî bi lêkolîna xwe ya erdnîgarîyê ya bi navê “Geographica (Erdnîgarî)” tê naskirin. Di vê lêkolîna hêja û berfireh de, piranîya gelên cîhana kevnar û antîk cihê xwe girtiye. Strabo ne tenê erdnîgarîya wan gelan, her weha kevneşopîyên wan, çand, dîrok û zimanê wan jî tomar kirine. Di beşê Medîa Magna (Medyaya Gewre) ya “Geographica”yê de, em tomarîyeke girîng a ku bi mijara me ya bingehîn re têkildar e dibînin. Strabo dema der barê Medyayê û hawirdorê wê de dinivîse, welatekî bi navê “CORDUENNE-KORDUENNE” an ku “KORDÎYON – KORDÎYEN” pênase dike û sînorên vî welatî weha xêz dike: “Ev welatê Korduenneyê ji derûdora Wan û Mûşê dest pê dike û heta Amedê ber bi Çemê Tîjleyê ve li ber rêzeçîyayan dirêj dibe… Her weha navê van çîyayan jî Çîyayên Korduenneyê ye.”  An ku, Strabo jî wekî ku di tabletên Sumer û Asûran de wekî Kur-tî û wekî di tomarîyên Ksenefon de wekî Kardûx hatibû gotin, dîsa heman welatî bi heman navî pênase dike û navê gelê wî jî wekî “Kord” dinivîse. Ji lew re, Kord navê gelê wî welatî ye. Sedem jî ev e ku di zimanê Grîkî û her weha Romî de pêveka –îonê yan jî –îenê, peywira –istana Kurdî pêk tîne û heman wateyê dide navdêr. Heger em pênaseya Kordîyon an jî Kordîyen wergerînin zimanê Kurdî, ev pênase dibe “KURDISTAN”…

Dîsa Strabo li Rojhilatê Kurdistanê, derûdora Kirmanşan û Hemedanê gelekî din û herêma wan tomar dike û navê wan jî wekî “CYRTÎÎ- KÎRTΔ dinivîse. An ku, Kur-tîyên bakurê Kurdistanê yên dema Sumeran wekî “KORD” û Ko-tî-yên Rojhilatê Kurdistanê jî wekî “Kîrtîî” tomar dike. Heman gel, bi heman navî û îro jî heman rewş. Li her çar hêlên Kurdistanê gelê Kurd di wê demê de hebû û îro hîn jî heye. Zengînîyeke mirovahîyê û şanazîya dîrokê ye. Bi hemû tiştên xwe. Rastî ev çend zelal e ji bo kesê ku bixwaze rastîyan fêm bike.

Divê em vê agahîyê jî bidin ku di versîyona Latînî de ev pênaseya wî welatî wekî “Gorduenne-Gordîyon”ê hatiye nivîsîn û di ya Grîkî de wekî ku heye an ku bi zimanê orjînal “Korduenne-Kordîyen” e. Wergera wê ya di Îngilîzîyê de jî wekî “Gordyenne-Gordîyen” hatiye nivîsîn. Her çi jî hebe, tev li nivîsînên bi cudahîyên piçûk, tev de wateya Kurdistanê didin. Lê divê Gordîyona Frîgyayê û Gordîyona Medyayê neyên tevlihevkirin, ji lew re herêmeke din a bi navê Gordîyon dîsa di pirtûka Strabo de heye û ew herêm di Anadolîya Navîn de dimîne û Strabo ew jî nivîsîye. Lê jixwe bi destnîşankirina xwe ya navê Amed û Mûşê, Strabo bi xwe hebûna du Gordîyonan piştrast dike.

Çavkanîyeke din a hêja dîsa ya yek ji dîrokzan û bûyernûsên Grîk Lucius Mestrius Plutarchus (46-120) e. Lucius Mestrius Plutarchus an jî bi navê xwe yê din Plutarch, berhemeke navdar der barê qewamên cîhana kevnar û her weha bîyografîyên şah, fermandar û sîyasetmedarên Grîk û Rom de nivîsîye. Navê berhema wî “Bioi Paralleloi (Jîyanên Paralel)” e. Bîyografîya ku bi dehan navdarên Rom û Grîk tê de cih girtiye. Di vê berhema xwe de, Plutarch agahîyên bêhempa der barê “Şahîtîya Korduenne-Kordîyen” de jî tomar kiriye. Di beşe bîyografîya fermandar û sîyasetmedarê Rom  “Lucius Licinius Lucullus (117 – 56 B.Z.)” de, der barê Kordîyen û gelê wî de agahîyên berfireh hene. Lê berî nirxandina tomarîyên Plutarch, divê em berê xwe bidin qewimînên li Rojhilata Nêzîk ên sedsalên çar û sisêyan ên berî zayînê.

Welatê Kordîyen (Kurdistan)

Anegorî tomarîyên Grîkî û Romî, piştî Skenderê Mezin, desthilatdarîya Rojhilata Nêzîk û bi taybetî ya Kurdistanê kete destê Selevkosên Makedon. Xanedana Eurant-an Arî, an ku Orantîdan jî bûne bindestên Selevkosan lê piştî demeke kin, di sala 189an a berî zayînê de, şerekî dijwar di navbera Selevkos û Roman de, li ser axa Lîdyaya kevnar  rû da. Di wî şerî de Rom bi ser ketin û di encamê de Selevkosan lawaz bûn. Hin erdên wan ji destê wan derketin û Eurant-an (Orantîd) jî ev fersend bi kar anî û serbixwebûna xwe bi dest xist. Herêma ku desthilatdar bûn Medyaya piçûk (Azerbaycana îroyîn) û bakurê Gola Wanê heta Kavkasan bû. Şahê yekem Artaksîas bû û ji ber navê wî, ev xanedan ji wî û pê ve wekî “Artaksî” an jî “Arşakî” hate binavkirin. Di herêma xwe de bûne hêzeke berbiçav û di dema şahê wan ê binavûdeng Tîgranê Mezin de ji Ermen, Xald, Mard û gelên Kavkasan artêşeke mezin pêk anî û serî li ber Împeratorîya Part hilanî. Tîgranê Mezin li gel xezûrê xwe Mitridates VI ê şahê Pontûs, peymana hevgirtinê ava kir û pêşî li hember Partan û di pişt re jî li hember Romê şerên dijwar pêk anî. Li ser koka Arşakîyan gelek nîqaş hene lê dîroknas bi piranî wan wekî dûhatîyên Eurant-an (Orantîd) dihesibînin û ji ber ku li satrabîya Armenîayê ya Part û Persan desthilatdar bûn, Ermen jî wan wekî Ermen qebûl dikin û di dîroka xwe ya neteweyî de wisa dinivîsin. Li vir em ê jî nêrîneke xwe binivsînin. Wekî ku tê zanîn, şahê dawîn ê Ko-tî-yan (Gutîyan) Tîrîgan e û hem di zimanê kevnar ê Ko-tî-yan de, hem jî di zimanê Kurdî yê nûjen de, Tîrîgan wateya Tîrvan-Tîrgan dide, an ku kesê “Tîrvan”. Bi tîpguherîneke piçûk (r û g)yê, ev nav (Tîgran û Tîrg-v-an) heman wateyê didin. Ev jî piştrast dike ku navê Tîgran navekî Arîyanî ye û ji dema Ko-tî-yan ve tê bikaranîn. Dibeyeke mezin, Eurant-an û dûhatîyên wan Artaksîyan-Arşakîyan jî,  yek ji şaxên Ko-tîyan in. Piştî zelalkirinê, îcar em vegerin tomarîyên Plutarch; Plutarch jî wekî Ksenefon û Strabo heman herêmê wekî “Kordîyen-Kurdistan” destnîşan dike û navê şahê wan ê wê demî wekî “Zarbenîus” dinivîse.

***

Welatê Corduenne –Kordîyen- Kurdistan (sala 90î ya berî zayînê)

Di dema Tîgranê Mezin (ji sala 95an heta sala 55an a berî zayînê) de, Tîgran dibe hêza herî mezin a Rojhilata Nêz, Kordîyen (Kurdistan) jî tê de. Bi zora şûr, Kordîyen û şahê wan Zarbenîûs dixe bin hikimê xwe û heta Kilîkya (Edena îro) dagir dike.

Di navenda Kordîyênê de, an ku di paytexta wan Arzananeyê (bi Kurdî Xerzan) de, ji bo dewleta xwe a nû paytexteke nû ava dike û navê wê jî “Tîgranakerd” datîne. Plurtarch dinivîse ku Tîgranakerd mezintirîn bajarê wê demê bû û niştecihên vê metropolê ji her çar hêlên Anatolya, Kapadokya û Kurdistanê bi zorê hatine anîn û li Tîgranakerdê bi zordarî hatine bicihkirin. Rom temaşa dike û  ev xetere dibin û di bin fermana Lucullus de artêşeke mezin bi ser Tîgranê ve dişîne. Di vê navberê de, Zarbenîûsê şahê Kordîyenê xeber ji Lucullus re dişîne û dixwaze peymaneke hevgirtinê pê re girê bide. Fermandarekî din ê Romê Appîus Cladius bi fermana Lucullus vê yekê dipejirîne û Zarbenîus jî amadehîya xwe dike, lê  dema artêşa Romê bi rê dikeve, Tîgran bi hevkarîya Zarbenîus û Lucullus dihese û Zarbenîûs li gel jin û zar û zêçên wî dikûje. Gelê Kordîyonê li ser vê bûyerê serî li ber Tîgran hildide û tev li artêşa Romê dibe. Li ber Tîgranakerdê şer dest pê dike û Tîgran têk diçe. Tîgranakerd dikeve destê Romê û Lucullus dema tê bajar, kilîda bajar dide malbata Zarbenîûs û Kordîyenê wekî “hevkar û dostê Romê” radigihîne.  Merasîmeke mezin ji bo Zarbenîûs li dar dixe û ew bi xwe cinyaza wî hildide. Tîgran jî ber bi paytexta xwe ya kevn Artaşatê ve vedikişe û êdî wekî berê nikare li ber xwe bide û peymana radestîyê li gel Romê girê dide.  Ji wê  rojê heta serdema Îslamê Kordîyen carinan serbixwe, carinan bindesta Romê, Partan û Sasanîyan dimîne lê dîsa nav û hebûna xwe diparêze. Lê divê bê gotin ku ji dema Romê heta serdema Îslamê, Kordîyen an ku beşekî mezin ê Kurdistana îroyîn dibe qada şerên herî dijwar û dibe wekî sînoreke xwezayî di navbera van her du hêzên gewre de. Ji ber vê yekê gelê wê xwe li çîyayan diparêze û bi sedên salan jîyaneke dijwar derbas dike.

Taybetîya nav û welatê Kordîyenê di demên antîk de ew e ku sînorên xwezayî yên Kurdistana îroyîn hîn di wê demê de, an ku ji hezarsala sisêyan heta serdema Îslamê, bi xwîn û xwêdanê û her weha li gel çand û dîrokeke astbilind tê xêzkirin. Ji Feratê heta Hemedanê, ji Serhedê heta Kerkûkê ev herêm, ev welat û ev hebûna  ku bi navê “Kurd û Kıurdistanê” hatiye pênasekirin, encama pêvajoyeke -herî kêm- pênchezarsalî ye. Dîrok û çavkanîyên curbicur jî şahidên vê rastîyê ne. Di destpêka serdema Îslamê de, êdî ev welat nav û hebûna xwe li gel navê gelê xwe misoger kiriye û bi serdema nû ya Îslamê re,  pêvajoyeke nû dest pê dike û ji serdema Îslamê û pê ve navê Kurd û Kurdistanê wekî ku hene, wisa jî tên nivîsîn û tomarkirin.

Serdema Îslamê

Der barê cara yekem a tomarkirina navê Kurdistanê di forma “Kurdistan”ê de, hin ezberên şaş û bi ser de têzên manîpulatîv ên ku bi zanabûn tên gotin hene. Di beşên jor ên vê nivîsarê de me piştrast kir ku navê Kurdistanê pirê caran bi formên curbicur lê hemwate hatiye bikaranîn, nivîsîn û tomarkirin. Bi destpêka serdema Îslamê re vê rewşê dewam kiriye û vê carê dîroknas û zanyarên Ereb-Îslamî û her weha dewletên Xîlafeta Îslamê yên wekî Umewî û Ebasîyan, welatê Kurdan an ku Kurdistan dîsa anegorî form û bilêvkirina zimanê xwe nivîsîne. Di destpêkê de wan ji Kurdistanê re gotiye “Erdul’Ekrad”. Zanyarê Tirk Mehmûdê Kaşgarî (Kaşgarlı Mahmud) (1008-1105) yek ji wan zanyaran e. Carinan jî wan nav wekî “Bakarda”nivîsîye. Ev pênase bi zimanê Kurdî wateya “ Axa Kurdan” dide. Ji lew re bi zimanê Erebî erd ax e û Ekrad jî forma pirjimarîya Kurd e. Lê wekî ku heye, forma resen a Kurdistanê, wekî welatê Kurdan, cara yekem di sala 1032an de ji hêla oldarekî Ermen ve hatiye nivîsîn û tomarkirin. Ev tomarî bi gelek şaxên xwe ve pir girîng û hêja ye. Her weha bersiveke mezin e bo hin manîpulasyonan. Di vî beşî de em ê hewl bidin ku vê tomarîyê li gor hêjatîya wê rave bikin.

Nexşeya Mehmûdê Kaşgarî ya ku Kurdistan Wekî “Erdul’Ekrad” Destnîşan kiriye (1074)

Anegorî dîroka fermî ya Tirkan û ji hêla hin lêkolînerên Kurd ve jî tê nivîsîn ku pênaseya “Kurdistan”ê cara yekem ji hêla siltanê Selçukîyan Sencer (1086 – 1157) ve, di destpêka sedsala 12an de hatiye bikaranîn û di rêxistina dewleta Selçukîyan de wekî eyaleteke xweser hatiye nivîsîn û tomarkirin. Ev agahî rast e lê kêm e û bi zanabûn tê dubarekirin û ji bo tevlihevkirina mejîyan rastî têne veşartin. Gelek sedemên vê rewşê hene û em ê yek bi yek bi çavkanîyên bêalî û pejirandî ve rastîyan binivîsin.

Di destpêka sedsala 10an de Ebasî hêza xwe ya berê ji dest dabû û li ser axa Kurdistanê, piçûk û mezin, gelek Mîrnişînî û heta dewletên Kurdî yên serbixwe û bihêz ava bûbûn. Hin ji wan rêxistinên ku berbiçav bûn ev bûn: Merwanî, Şedadî, Rewadî,Hesenwêhî û Mirdês. Merwanî li beşekî berfireh ê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Şedadî li beşê din ê Bakurê Kurdistanê, Hesenwêhî û Rewadî li tevahîya Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, Mirdêsî jî li beşekî Rojavayê Kurdistanê serbixwe bûn û azadîya xwe bi dest xistibû. Ev rewş û dema aram û azad bi hatina Tirkmen û Teteran ji destên Kurdan derket û desthilatdarîya van herêmên Kurdistana mezin gihaşt Selçukîyan. Sedemên vê yekê û helbet sedemên parçekirin û parçebûna rêxistinên Kurdan û bêderfetîya sazkirina yekîtîyekê pir in lê ji ber ku vê gavê ne mijara me ye, em ê bi kurtî binirxînin. Divê di serî de bê gotin ku heger hişmendîyeke neteweyî û dîrokî di nav wan dewletên Kurdan ên wê demê de hebûya, heger pêşengên wan hay ji avabûna Konfederasyona Medyayê hebûya, dibe ku dîrok jî bi awayekî cuda bihata nivîsîn, ne ku wekî ya vê gavê. Lê ji ber ramana “bila piçûk be û ya min be”, ew fersenda dîrokî ji destê Kurdan çû. Ji lew re, ev her pênc hêzên Kurdî yên berbiçav li tevahîya Kurdistanê desthilatdar bûn û heger wan yekîtîyeke xurt ava bikira, helbet Selçukîyan jî nikarîbû ew weha bi hêsanî yek bi yek daqurtandana. Dê bibûna gep û girêkeke mezin û ji qirika Selçukîyan weha bi hêsanî nediçûn jêr. Lê em nikarin zeman bi paş ve vegerînin û ji ber vê em ê mijara xwe bidomînin.

Tê gotin ku Sencerê kurê Melîkşah di sala 1086an de li Şingalê hatiye dinyayê û ji ber navê Şingalê yê bi forma Erebî “Sincar”, bavê wî Melîkşah navê kurê xwe danîye Sencer. Sencer piştî bavê xwe di sala  1097an de li ser textê Selçukîyan rûniştiye. Karê wî yê yekem sazkirina dewletê bû. Dewleta xwe beş bi beş bi par ve kiriye û eyaletên xweser ava kirine. Yek ji van eyaletan, Eyaleta Kurdistanê ye. Ev gotin û tomarî rast lê kêm e. Divê mirov vê tomarîyê bi zanyarî û bi taybetî di hêla erdnîgarîyê de binirxîne. Eyaleta Kurdistanê ya dema Sencer tenê bo pênasekirina Rojhilatê Kurdistanê yê îroyîn e, ne ku bo tevahîya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê dagirkerên Kurdistanê vê tomarîyê bi dilxweşî dipejirînin û înkar nakin. Ji lew re pênaseya Kurdistana Sencer tenê ji boyî beşekî piçûk ê Kurdistanê hatiye bikaranîn. Heger ji bo Kurdistana mezin bihata bikaranîn, bêguman ev pênase dê bihata mandelkirin û redkirin û di ser de ji zû ve ye ev tomarî hatibû windakirin. Sedema vê jî ji xwe li ber çavan e, mandelkirina gel û welatekî ku temen wan herî kêm pênc hezar sal e û siyaseteke qirêj a dagirkerên Kurdistanê ye. Ev yek li ber çavan e û ji hêla her kesî ve, dagirker jî tê de, tê zanîn û parastin. Tiştê ecêb ev e ku hin zanyar û dîroknasên Kurd ên navdar jî vê manîpulasyonê wekî rastîyeke dîrokî qebûl û belav dikin. Bi vê yekê, bi zanabûn an bi nezanî, mejîyan şêlû dikin û agahîyên şaş, kêm û bimebest jî dinivîsin. Êdî ji nezanî ye yan ji ber tiştekî din e, pêwîstîya vê yekê bi lêkolînê heye. Lê rastî tiştekî din e, em ê hewl bidin ku mijara xwe zelal bikin û agahîyan bigîhînin xwîneran.

Cara Yekem a Nivîsîn û Tomarkirina Pênaseya “Kurdistan”ê

Wekî ku li jor hat nivîsîn, Eyaleta Kurdistanê ya dema Siltan Sencer, tenê ji bo Rojhilatê Kurdistanê bû û ew jî tene sê çar bajar li xwe digirtin. Lê berî Sencer bi sed salî, dîrokzan û bûyernûsekî Ermen ê payebilind ê bi navê xwe yê resen (bi zimanê Ermenî) Matteos Urhayetsi  (bi Îngilîzî Matthew of Edessa, bi Kurdî Mateosê Rihayî) ye, di bûyernameya xwe de Bakurê Kurdistanê yê îroyîn jî wekî “Kurdistan”, wekî ku di Kurdîyê de heye, wisa jî nivîsîye û tomar kiriye. Mateosê Rihayî li derûdora salên 1040-1050yî li Rihayê hatiye dinyayê û li derûdora salên 1130-40î miriye. Sala zayîn û mirina wî bi teqezî nayê zanîn lê ji ber ku bûyerên di navbera salên 952 û 1136an de qewimîne tomar kirine û wî bi xwe şahidîya piranîya bûyerên ku nivîsîne kiriye û li derûdora 70-80 salîya xwe miriye, bi texmînî wisa tê nivîsîn. Ew bi xwe oldarekî Ermen bû û bi zimanê gel û bê alî tomarîyên xwe nivîsîne. Dikare bê gotin ku ji nivîsên wî jî tê fêmkirin ku ew zanyarekî jêjatî û jîr e. Tomarîyên wî ne dubare ne û bi tevahî yên wî bi xwe ne. Ew jî dibêje ku tiştên ku bi çavên xwe nedîtine ji pîr û kalan pirsîye û wisa jî tomar kirine.

Bûyera têkildar û navê Kurdistanê wekî ku heye di pirtûka wî ya binavûdeng a bi navê “Chronicle of Matthew of Edessa/Kronîka Mateosê Rihayî” de hatiye tomarkirin. Ev pirtûk di dêra Ermenan a Qudsê de hatiye dîtin û cara yekem bi zimanê Fransizî di sala 1850yî de hatiye weşandin. Hêjayî gotinê ye ku zimanê berhemê yê resen zimanê Ermenî ye. Rojhilatnas Jean Paul Louis François Édouard Leuge-Dulaurier (1807 –1881) ev berhema hêja ji zimanê Ermenî wergerandiye zimanê Fransizî û beş bi beş, di sala 1850, 1858 û 1869an de sê caran daye çapkirin. Du pişt re jî di sala 1962yan de ji hêla Hrant Der Andreasyan ve hatiye wergerandin bo zimanê Tirkî û ji hêla Sazîya Dîrokê ya Tirk ve, di salên 1962, 1987 û 2000î de sê caran hatiye çapkirin. Îngilîzîya wê jî di sala 1993yan de li DYAyê ji hêla Ara Edmond Dostourian ve hatiye amadekirin û weşandin. Ji bo vê lêkolîna me, me versîyona berhemê ya Îngilîzî bi kar anî û Tirkîya wê jî li ber çavan derbas kir. Di Tirkîya wê de em dîsa rastî bêsincîya zanistî hatin û di dawîya nivîsarê de em ê wê bêsincîyê û berevajîkirina dîrokê jî binivîsin. Lê pêşî em ê bûyera ku di sala 1032yan de qewimîye, ji qelema Mateosê Rihayî pêşkêşî xwîneran bikin.

Anegorî tomarîyên Mateosê Rihayî, di destpêka sala 1032yan de li Rihayê şerekî dijwar qewimîye. Berî tomarîyên Mateos, divê rewşa Rihayê ya wê demê bê zanîn. Riha di wê demê de di destên Merwanîyên Kurd (985-1096) de bû û ji dema destpêka serdema Nasiruddewle Ehmed (ji 1011an heta 1063yan) ve, an ku ji sala 1011an ve Riha di bin desthilatdarîya wan de bû. Divê bê zanîn ku sînorên Merwanîyan di dema Nasiruddewle de gihaştine sînorên xwe yên herî berfireh. Ji Rihayê heta Hekarîya, ji Mêrdînê heta Xelata Serhedê, ji Xarpêtê heta Erziromê û ji Erziromê heta Cizîra Botan Merwanî desthilatdar bûn û hêzeke berbiçav a wê demê bûn. Em dikarin bibêjin ku ji sedî 70yê Kurdistana mezin di bin hikimê Merwanîyan de bû. Nasiruddewle siltanekî jîr û jêhatî bû û li gel Bîzans û Ebasîyan xwedî têkilîyên baş bû û bê şer dewleta xwe her diçû xurttir dikir. Di dema wî de avahîyên bêhempa li Amed, Farqîn, Xerzan û Cizîrê hatin avakirin û di hemû hêlan de dewleta Merwanî bi pêş ve çûbû. Divê bê zanîn ku Nasiruddewle ji gelên Xirîstîyan û bawerîyên din re rêzdar bû û ev helwesta wî bûbû sedema rêzgirtina wî jî. Mateos jî bi vê serwext bû.

Anegorî tomarîyên Mateos, li Rihayê sê keleh hebûn ku dudu ji wan di destê walîyê Merwanîyan Şabal (Şibl) de bûn. A din jî wê demê di destê Ûtaîr (Ûteyr) de bû. Ûteyr bi koka xwe ve Ereb bû lê Mateos bo Şibl tiştekî din nenivîsîye. Tenê gotiye ku walîyê Merwanîyan e. Bi nêrîna me, ev walîyê Merwanî bi ihtimaleke mezin Kurd e, ji lew re Merwanî li hemû bajarên ku desthilatdar bûn, yek ji bira yan jî kurmamên xwe wekî walî yan mîr peywirdar dikirin. Di navbera Şibl û Ûteyr de dijminayî hebû û bo desthilatdarîya tevahîya Rihayê her duyan jî hewl dida. Di sala 1032yan de walîyê Merwanîyan ê Rihayê Şabal (Şibl) di civînekê de ji hêla Ûteyr ve tê kuştin û Ûteyr keleha ku Şibl tê de dima, bi dest xist. Di keleha din a Merwanîyan de jî fermandarekî Ereb ê bi navê Selman hebû û ew li ber xwe dide û bi vê re, xeber û hawara xwe digihîne Farqîna paytext ji Nasiruddewle re. Nasiruddewle fermanê dide fermandarekî xwe yê bijarte yê bi navê Reîs Bal (Bal El-Reîs) û li gel hezar siwarî ber bi Rihayê ve bi rê dikeve. Reîs Bal kelehê diparêze, Selman û leşkerên wî rizgar dike, Selman dişîne Farqînê û di kelehê de rûdine. Bi siwarî û leşkerên xwe ve Rihayê bi tevahî bi dest dixe û Ûteyr jî dikuje. Bi vê yekê kontrola bajar dikeve destê wî. Dema xebera kuştina Ûteyr digihêje mala wî, jina wî radihêje alayeke reş, wê alayê bilind dike û di nav Erebên Rihayê de dike qîr û gazî. Dibêje ku: “Gelê Kurd hatiye bajarê kevnar ê Ereban, bajar bi dest xistiye û mêrê min Emîr Ûteyr jî kuştiye…!”Bi vê yekê, gelek êl û eşîrên Erebên Rihayê û derûdora wê dicivîne û êrîşekî dijwar dibe ser Reîs Bal. Dema ev xeber digihêje Farqînê, Nasiruddewle artêşa xwe amade dike û ber bi Rihayê ve diçe. Li ber derîyên Rihayê şerekî dijwar diqewime û Nasiruddwle dibîne ku hemû êlên Ereb bûne yek û hejmara wan pir e, naxwaze artêşa wî bişike û vedigere Farqînê. Reîs Bal liberxwedana xwe di kelehê de didomîne lê ew jî nema dikare sereder bike û xwe li ber wan bigire û van gotinên dîrokî wekî peyam ji Nasiruddewle re dişîne.

Ji Nasiruddewle re dibêje ku: “Ez di rewşeke pir dijwar de me û bi min re hemû KURDISTAN…!”

Li ser vê yekê, Nasiruddewle careke din Selman dişîne Rihayê û fermanê dide Reîs Bal ku vegere Farqînê. Bi vê yekê Nasiruddewle dixwaze rê li ber alozîyan bigire. Li vir, Nasiruddewle sîyaseteke jîr û pêşdîtî pêk tîne, ji lew re alozî her diçe mezin dibe û Erebên derûdorê tev de dibin yek û li ber bidestxistina Rihayê ne. Reîs Bal û her weha Nasiruddewle biryarekê digirin û ji bo alozî bi dawî bibe dîsa Rihayê radestî mîrekî Ereb, Selman, dikin. Sedema mezin ev e ku heger Ereb tev bibin yek (û bûn jî), piştî Rihayê dê berê xwe bidin Amed û Farqînê û wê demê, çawa Reîs Bal Nasiruddewle hişyar dike, “tevahîya Kurdistanê” seranser dê bi xetereya dagirkirinê re rûlirû bimîne û merc û ruhê  demê jî,  fermana vê helwesta pratîk û girtina vê biryara rast dide. An ku Reîs Bal asta xetereyê dibîne û siltanê Merwanîyan hişyar dike.

Sînorên Dewleta Merwanî di Dema Siltan Nasiruddewle Ehmed de (1011-1063)

Nasiruddewle anegorî zanîn, ceribandin û jîrîya xwe tev digere û li hember bilindkirina alaya Ereban û li hember nijadperestîyê bi aqilmendî hewl dide û helwesta wî ya di cih de weha dike ku alozî kêm dibe, bêhna Ereban dertê û bi hatina Selman re hinekî radiwestin, lê jina Ûteyr êrîşa xwe didomîne û li ser vê,  Selman bi dizî vê carê kilîda kelehan radestî Bîzansîyan dike û bi vê yekê bajar digihêje Bîzansê. Li ser vê yekê, vê carê Nasiruddewle hemû bajar û dewletan çi Ereb çi Kurd tev de dide hev û berê xwe dide Rihayê û dest bi şerê li dijî Bîzansîyan dike.

Li vir pirsek dertê meydanê: Gelo radestkirina bajar ji hêla Selman ji boyî Bîzansê ne planeke Nasiruddewle bû? Gelo Selman bêyî fermana Nasiruddewle dikare vê biryarê bigire? An jî, gelo ev pratîk, ne ji bo sekinandin û qedandina  tirs, nefret û nijadperestîya li hember Kurdan bû? An ku enerjîya nijadperestîya ku jina Ûteyr li hember Kurdan derxistibû holê û ew êrîş û enerjî xetereyeke mezin ji bo dewleta Merwanîyan (bi gotina Reîs Bal ji bo Kurdistanê) peyda kiribû û piştî vê, bo parastina welatê xwe, Nasiruddewle berê wê enerjîya bi xetera Ereb û Misilmanan da Bîzansê yan bi tiştekî din dihizirî? Ev tev de pirs in û helbet şiroveya her kesî bo vê bûyerê dê hebe. Lê ev pirs ji bo jîrî û sîyasetzanîya Nasiruddewle bên fêmkirin, hatin pirsîn. Îcar em vegerin hawara Reîs Balê fermandar û sedema bikaranîna wî ya pênaseya welatê xwe: Kurdistan.

Li vir xala girîng ew e ku di sala 1032yan de peyva Kurdistanê, wekî ku heye, ji bo pênasekirina welatekî ji hêla zanyarekî Ermen cara yekem hatiye nivîsîn û tomarkirin. Ev pênase, pênaseya welatê Kurdan e. Cara yekem e ku wekî “Kurdistan” hatiye nivîsîn û divê bê gotin ku piştî serdema Merwanîyên Kurd, ev welat û erdnîgarî heta dema me wekî “Kurdistan”hatiye binavkirin û nivîsîn. Di serdema Selçukî, Eyûbî, Sefewî, Osmanî û heta dema me ya nûjen de weha hatiye. Ji zanyarê Kurd Şerefxanê Bidlîsî heta zanyarên Osmanî Ewlîya Çelebî, Şemsedîn Samî û Ehmed Rifad, hemûyan di berhemên xwe de navê Kurdistanê wekî ku heye nivîsîye û Siltanê Osmanî yê herî navdar Suleymanê Qanûnî (1494-1566) jî di nameyeke xwe de xwe wekî “Siltanê Kurdistanê” ragihandiye. Ev tev de di belgeyên dîrokî de tomarkirî ne.

Mateosê Rihayî cara yekem ev tomarî pêk anîye. Wî nivîsîye lê xaleke din a girîng a vê tomarîyê ew e ku Mateos ji devê fermandarekî Kurd ê Merwanî ev rastî tomar kiriye. An ku tomarî ya Mateos e lê gotin a Reîs Balê Merwanî ye. Ji vê agahîyê em tê digêhin ku Reîs Bal û her weha Merwanîyên Kurd tev de xwe Kurd û welatê xwe Kurdistan dizanin. Gel û dewletên cîran û her weha bûyernûsên wê demê navê dewleta wan wek’ “Merwanî” an “Merwanîyên Kurd” nivîsîye lê di rastîya xwe de Merwanî bi xwe dewleta xwe wek Kurdistan pênase kiriye. Ji peyama Reîs Bal a ku ji Siltan Nasiruddewle re şandiye ev rastî xweş xuya dike. Dîsa xaleke din a girîng ew e ku ev pênase û her weha qewam ji hêla zanyar û bûyernûsekî Ermen ve hatiye tomarkirin ku di nav sînorên Merwanîyan de û di dema desthilatdarîya wan de jîyaye û helbet ji qewamên dema xwe serwext bû û rastî nivîsîne. Dema nivîsîye jî, dest ji sinca zanistê bernedaye û wekî ku hatiye gotin û wekî ku dîtiye û bihîstiye, wisa jî peywira xwe ya dîrokî û zanistî pêk anîye. Ev helwest, helwesta rast û di cih de ye. Lê piştî Mateos bi hezar salî, an ku di sedsala 20an de, nivîskar û wergêrekî Ermen ê ku bi koka ji nijada Mateosê Rihayî ye, dest ji hemû sincan berdaye û teksta resen a Mateos guherandiye, tişt pê ve kirine, hin gotin, peyv û pênase ji tekstê deranine û anegorî fermana serdest û dagirkeran, ev belgeya dîrokî ya hêja manîpule kiriye û di ser de jî, tev li ku rastîyan baş dizane, dîroka neteweyekê û dîroka mirovahîyê li gel derew û fetlên xwe xwestiye ku berevajî bike.

Encam û Dîsa Li Ser Berevajîkirina Dîrokê û Bêsincîya Zanistê

Di sala 1962yan de, ev berhema hêja ji hêla Ermenekî Tirkîyeyê yê bi navê Hrant Der Andreasyan ve ji zimanê Ermenî li zimanê Tirkî hatiye wergerandin û sê çaran çap bûye. Lê mixabin, di her sê çapan de jî nav û pênaseya Kurdistanê ji tekstê hatiye deranîn û wisa jî hatiye weşandin. Lê baş e ku wergerên Fransizî û Îngilîzî di destên me de ne û di her du wergeran de jî wekî ku di teksta wê ya resen de heye, nav û pênaseya Kurdistanê hatine parastin û wisa jî hatine weşandin. Lê divê bê gotin ku wergera bêalî û teqez a zanyarê Fransiz Édouard Dulaurier (1807–1881) e, ji lew re wî her du pênaseyên têkildar (Neteweya Kurd û Kurdistan), wekî ku di teksta resen de hene wisa jî wergerandine lê di wergera Îngilîzî ya Ara Edmond Dostourian de tev li ku pênaseya Kurdistanê hatiye parastin, tomarîya “Neteweya Kurd” a Mateos a teksta resen wekî “Neteweya Tirk” hatiye guhertin. Dostourian, her çi qas di notên xwe de destnîşan kiribe ku ev peyva “Tirk” di teksta resen a Qudsê de wekî “Kurd” hatiye nivîsîn jî, zanyarekî wekî wî ne gengaz e ku hay ji rastîyên dîrokî tunebe. Ji lew re piştî gotina Neteweya Tirk bi du hevokan, welatê wê neteweyê wekî Kurdistan hatiye nivîsîn. Ev bi tena serê xwe şaşîyeke mezin e û bi me, berevajîkirineke bizanabûn e. Her weha di sala 1032yan de hîn şopeke Tirkan an Tirkmenan li ser axa Kurdistanê (Riha jî tê de) nîne û xuyakirina wan a yekem li vî welatî piştî sala 1055an e. Dostourian çi qasî jî hewl dabe ku rastîyan berevajî bike, ji ber ku hem li gor mercên zanistî yên zanîngeha ku tê de dixebite (University Press Of America) hem jî li welatê ku lê dijî (DYA) ev helwest wekî “rûreşîya zanistî” tê pejirandin, xuya ye ku zêde hewl nedaye yan jî nikarîbû. Lê wergera ku li Tirkîyeyê hatiye weşandin bi rehetî û hêsanî dîrok hatiye berevajîkirin û tu xem jî nehatiye xwarin. Em jî gelekî caran bi vê rûreşî û bêsincîyê re rûlirû mane. Ev rewşeke normal e. A girîng ew e ku zanyar hewl bide rastîyên dîroka mirovahîyê bigihîne ronahîyê û ev hewl û helwesteke pîroz e.

Rastî wekî zîv û zêr e, çi qasî jî bê veşartin û serî bê girtin jî, helbet rojek dê derkeve ser rûyê erdê û wekî ku hêja ye, wisa jî dê biçirûse û hawirdorê xwe ronak bike. Kurd û Kurdistan jî şahidên rastîyên vê ronahîyê ne.

Nîşe: (Ev gotar, cara yekem wek di beş di hejmarên 16 û 18an ên Kovara Sormeyê de hatîye weşandin) 

Çavkanî û Lêveger

  • Kurd û Kurdistan, The Encyclopaedia of Islam, Kurds, Kirdistan (Ensîklopedîyaya Îslamê, Beşê têkildar; Kurd û Kurdistan, amadekar: Thomas Bois, Viladimir Minorsky, D.N. Mac Kenzie, çapa wê ya Tirkî: Weşanên Dozê, çapa duyem, 2004, wergera ji Îngilîzîyê bo Tirkîyê:  Kamuran Fıratlı).
  • Kürtler ve Kürdistan Tarihi – Dîroka Kurd û Kurdistanê, Mihemed Emîn Zekî Beg (Çapa wê ya Tirkî: Weşanên Nûbiharê, çapa yekem, 2010, wergera wê ya bo Tirkîyê: Muhammed Ali Avni, Vahdettin İnce, Mehmet Dağ, Reşat Adak, Şükrü Aslan).
  • The Kurds – Kurd, Mehrdad Izady, Weşanên Taylor and Francisê, çapa yekem, 1993 û her weha çapa Tirkî, Weşanên Dozê, çapa yekem, Stenbol, 2004, wergera ji Îngilîzîyê bo Tirkîyê: Cemal ATİLLA.
  • Tarih (Dîrok), Herodot, çapa yekem, 2006, Stenbol, Weşanên Turkiye Iş Bankasiyê, wergera Tirkî: Müntekim Ökmen.
  • Anabasîs (Vegera Dehhezaran), Ksenefon, Weşanên Sosyalê, çapa çaran, 2010, wergera Tirkî: Tanju Gökçöl.
  • (THE GEOGRAPHY OF STRABO –Erdnigarî ya Strabo), Strabo, wergera Îngilîzî; HORACE LEONARD JONES, Ph.D., LL.D. CORNELL UNIVERSITY, 1932, çapa Weşanên HARVARD UNIVERSITY PRESS LONDON WILLIAM HEINEMANN LTD, 1958, bi taybetî Pirtûka XI., beşê 4an.
  • Bioi Paralleloi (Jîyanên Paralel), Lucius Mestrius Plutarchus (Plutarch), PARALLEL LIVES OF NOBLE GRECIANS AND ROMANS, beşê fermandar Lucullus, weşanên MBS Libraryê, formata berhemê ya înternetî:
  • http://www.documentacatholicaomnia.eu/03d/0045-0125,_Plutarch,_Parallel_Lives_Of_Noble_Grecians_And_Romans,_EN.pdf
  • Mervani Kürtleri Tarihi (Dîroka Kurdên Merwanî), Ibnul Ezraqê Farqînî, Weşanên Koralê, çapa yekem, wergera ji zimanê Erebî bo zimanê Tirkî: Mehmet Emîn Bozarslan.
  • Dîvanû’ Lûgat-u’ Turk, Mehmûdê Kaşgarî, dema nivîsîna berhemê: Sala 1074an.
  • Chronicle of Matthew of Edessa / Bûyernameya Mateosê Rihayî, wergara ji zimanê Ermenî yê kevnar bo zimanê Îngilîzî: Ara Edmond Dostourian. Wergara ji zimanê Ermenî yê kevnar bo zimanê Fransizî: Édouard Dulaurier. Wergara ji zimanê Ermenî yê kevnar bo zimanê Tirkî: Hrant Der Andreasyan.
  • Şerefname, Şerefxanê Bidlîsî, Stenbol, 2011, Weşanên Avestayê, wergera bo zimanê Kurdî: Zîya Avci.
  • Seyahatname – Rêwîname, Ewlîya Çelebî, Weşanên Yapı Kredî Yayınlarıyê, Stenbol, 2010.
  • Lugat-ı Târihiyye ve Coğrafiyye, Ehmed Rifad, Stenbol, 1881 (beşên têkildar ji lêkolîna kollektîv a weşanên BGSTyê hatiye wergirtin, Kurdistana Osmanî, 2011, weşanên BGSTyê, Stenbol).
  • Kamûsul Alem, Şemseddîn Samî, Stenbol, 1889.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir