Navê Kurd û Kurdistan di dîrokê de – Beşa 3.

Divê bê gotin ku ev her sê herêm, heta berî du sed salan, bawerîyên kevnar ên gelê Kurd ên wekî Êzidîtî û Yarsanî bi awayekî zindî di nav çanda xwe de bi xwedî dikirin lê piştî 1820an bi zordarîya Osmanî û bilindbûna radîkalîzmê li Kurdistanê, ev bawerî hêdî hêdî ji holê rabûn û vê gavê em dikarin tenê şopên wan ên piçûk li van herêmên dîrokî bibînin… Ji van navên êl û herêman em dikarin bi hêsanî bibêjin ku Med ji destpêkê ve ne tenê li rojhilatê Kurdistanê, her weha li bakur û navenda Kurdistanê jî hebûn û sê êlên bihêz û kevnar ên ku konfederasyona Medî ava kiriye, ji herêma Kur-tî-yên kevnar in, an ku ew herêma Kur-tî-yên ku berê çar pênc hezar salan di belgeyên Sumer û Asûran de dibihurin û li derûdora Tîjleyê û Gola Wanê dimînin. Ev her sê êl-herêm (Bûdî, Arîzanî û Strûxî – Botî, Xerzanî, Stûrkî), ji demên kevnar ve li derûdora kevana Tîjleyê û li newala Botanê hebûn û îro jî hene.

Hin zanyar, gelê Kurd ê îroyîn, wekî neteweyeke ji koma êlên xwedî çand û dîrokeke hevpar pêkhatî dihesibînin lê ev nêrîn hem kêm e hem jî şaş e. Ji lew re, ji bo neteweyekê di serî de zimanekî hevpar pêwîst e û her weha ev ziman bi xwe re neteweyeke hevpar jî diafirîne. Tiştê bi zanabûn tê jibîrkirin ev yek e; çand û dîrok heger bi ziman neyên stirihandin, bingeha neteweyekê nikare bê danîn.

Dîsa anegorî lêkolînên li ser zimanên kevnar ên Kurdistanê, zimanê Kurdî yê îroyîn bi hemû zaravayên xwe, delîlê herî mezin û zindî ye… Med jî beşekî vê çandê, vê dîrokê û her weha nimînendeyên vî zimanî ne… Ji lew re, paytexta wan Hegmadana – Ekbatana an ku Hemedana îroyîn bû û ev herêm, herêma Ko-tî-yên kevnar bû. Med ji wir derketin û yekîtîya xwe li gel êlên wekî xwe Arî û Proto-Kurd yên wekî Xaldî/ Ûrartû, wekî Kur-tî-yên derûdora Tîjleyê û başûr û bakurê Gola Wanê ava kir û rêxistineke gewre pêk anî. Dîsa di nav konfederasyona eşîran a Med de, Kur-tî û her weha Ko-tî bi tevahî cihê xwe girt. Armanca wan a hevpar têkoşîna li hember koledarî bû. Ev yekîtî çandeke nû û şêweyekî nûjen ê jîyanê li ser axa Kurdistanê afirandiye. Êdî pergalên koledar hatine têkbirin û jîyaneke nû, bi biserketina Nînovayê re dest pê kiriye, bi navê Newrozê an ku nûrojê, roja nû… Lê ev çanda azadî û wekhevîyê zêde dewam nekir û piştî demeke kin wekî 70-80 salî, Med bi destê xwarzîyên xwe û bi hevkarîya xayînên gelê xwe têk çûn û desthilatdarîya pergala azadî û wekhevîyê, a ku pergaleke nû li hember koledarîyê ava kiribû, têk çû û serdemeke dijwar li Kurdistanê dest pê kir. Di vê serdemê de, an ku ji sala 550yî ya berî zayînê heta serdema Îslamê dîsa navê Kurd û Kurdistanê bi formên bilêvkirinên cuda dertên pêşîya me. Îcar, kesên tomar dikin bi piranî zanyar û bûyêrnivîsên Rom û Grîk in… Me tomarîyên Herodot li jor nivîsîn. Piştî Herodot, di tomarîyên zanyar û rêwîyên Grîk û Rom de, navê Kurdan û bi taybetî navê Kurdistanê bi awayekî eşkere û bêhtir nêzîkî bilêvkirina zimanê Kurdî hatiye nivîsîn. Îcar em ê berê xwe bidin wan çavkanîyan û rêwîtîya xwe ya li ber navê Kurd û Kurdistanê bidomînin.

Tomarîyên Dîroknûsên Grîk û Rom

Piştî serdema Medan (sedsala nehan heta 550yî B.Z.), desthilatdarîya Persên Axamenîd li ser axa Kurdistanê dest pê kir û heta dema Skenderê Mezin (356-323 B.Z.) weha dewam kir. Di dema desthilatdarîya Persan de, di sala 401ê ya berî zayînê de, ji bo bidestxistina textê împeratorîyê, alozîyek di navbera torînên Persan de derket. Zarên Darîûsê II, Artaşerxesê II û Kîrosê Ciwan ji bo textê bavê xwe dest bi şer kir. Kîrosê Ciwan satrabê (walîyê) Anadolîyê bû û dema bavê wî mir, xwest ku bibe împerator lê birayê wî  Artaşerxesê II li ser text rûniştibû. Kîrosê Ciwan qîma xwe neanî û artêşeke mezin a ji Grîk û gelên din pêkhatî li Anadolîyê civand û bo şer berê xwe da rojhilatê.

Di artêşa Kîrosê Ciwan de fermandarekî Grîk ê bi navêKsenefon (Xesenephon) jî  hebû, ev leşkerê payebilind, her weha dîrokzan, fîlozof û nivîskarek bû. Ksenefon yek ji xwendekarên Sokrates bû, ev xwendina wî weha kiribû ku Ksenefon cihê ku diçûyê û lê digerîya, gel û welatên ku didîtin yek bi yek tomar dikirin û di pişt re jî wekî pirtûkên dîrokî û hêja diweşandin. Yek ji berhemên binavûdeng ên Ksenefon “Anabasîs – Vegera Dehhezaran” e. Ksenefon di vê pirtûka xwe de bûyer û qewamên sefera Kîrosê Ciwan nivîsîne û tomar kirine.

Ev sefer, di sala 401ê ya berî zayînê de pêk hatiye û li ber Çemê Feratê her du artêşên gewre dest bi şer kiriye û di encamê de Kîrosê Ciwan di qada şer de hatiye kuştin û artêşa wî jî ji hev belav bûye. Leşkerên Grîk jî dema ev rewş dîtiye dest ji şer kişandiye û dest bi rêwîtîyeke kor û nenas kiriye. Ksenefon û hin fermendarên Grîk, artêşa Grîkan daye hev û xwestiye vegerin welatê xwe lê ji ber ku di welatekî bîyan de bûn, wan rêya xwe şaş kiriye û li axa Kurdistanê winda bûne. Ji ber ku hejmara leşkerên Grîk deh hezar bû, navê berhema Ksenefon jî “Vegera Dehhezaran” e.“Anabasîs” jî wateya “ber bi cihên bilind ve” dide. An ku Ksenefon û dehhezaran ji çîyayên bilind ên Kurdistanê derbas bûne. Ji qeraxên rojhilat ên Tîjleyê berjor çûne da ku çavkanîya Tîjleyê bibînin û berê xwe bidin welatê xwe.

Rêya Dehhezaran Ku Di Vegerê De Şopandiye

Li ser rêya xwe, di wan çîyayên asê û bilind de rastî gelekî bi navê “Kardûx” tên. Çîyayên ku tê re derbas dibin Çîyayên Gabar û Botanê yên îroyîn in, ji lew re Ksenefon tomar dike ku piştî pevçûn û şerên li gel “Kardûx”an, digihêjin ber “Çemê Kentrîtesê” an ku bi Kurdî “Çemê Botan”ê yê îroyîn. Ksenefon bi berfirehî behsa Kardoxan dike. Wan wekî gelekî bihêz, şervan, pêşketî û zengîn nîşan dide. Dibêje ku Kardox neteweyeke serbixwe ne, desthilatdarîya Şahê Persan qebûl nakin û bi awayekî azad û serbixwe dijîn. Dîsa tomar dike ku di şerên li hember Kardoxan de, bêçare dimînin û ji ber bêgavîyê, peymaneke aştîyê bi wan re datînin. Dîsa jî gelek windayîyên Grîkan çêdibin û dema ku ji Botanê derbas dibin bêhna wan nû dertê.

Kardox heta Çemê Botanê didin pey wan û Grîk bi zorê canê xwe difilitînin. Li bakurê Çemê Botanê jî satrabekî Arî bi navê Orontes desthilatdar e û ew jî rê dide wan ku rêwîtîya xwe ya ber bi welatê xwe ve bidomînin. Ksenefon dîsa destnîşan dike ku Satrabê Armenîayê Orontes (bi zimanên Arîyanî yê kevnar Eurant an ku Êran), torînekî Arîyanî ye û di artêşa wî de şervanênErmen, Xaldî û Mard hene. Behsa Xaldî û Mardan bi berfirehî dike û wekî Kardoxan, pesinê şervanîya Xaldî û Mardan dide.

Divê li vir em jî zelal bikin ku Xaldî jixwe wekî ku tê zanîn dûhatî û nevîyên Ûrartûyan in û hîn di dema Ûrartûyan de navê gelê Ûrartû Xaldî bi xwe ye. Her weha Mard jî beşekî konfederasyona êlan a Med e û welatê wan di dîroka Medan de wekî “Mardastan-Mardîa” hatiye nivîsandin. Ev her du gel wekî Proto-Kurd tên qebûlkirin û heta vê gavê jî Ermen ji Kurdan re dibêjin “Mar”. Mar û Mard heman peyv e lê di demajoyê de tîpa “d”yê ketiye û ji hêla Ermenan ve wekî “Mar”hatiye bilêvkirin. Gelek dîroknas dinvîsin ku pêwendîyeke xurt di navbera peyvên “Mard-Mad û Med” de heye. Gotar û xebatên nivîskar Ezîzê Cewo li ser vê mijarê hene. Encam ew e ku di her du hêlên Çemê Botanê de Proto-Kurd ji demên kevnar ve bicih in û heta dema me jî rewş weha hatiye. Li vir ji ber ku mijara me ya bingehîn pênaseya “Kurd” e, em ê peyva ku Ksenefon bi kar anîye, an ku pênaseya “KARDÛX-Δ û welatê wan “Kardûxîya” binirxînin.

Wekî ku li jor jî hatiye gotin, tîpên “K, R, D-T”yê ji bo binavkirina “Kurd”an hatine bikaranîn û tîpên dengdêr ên A, O, U”yê anegorî bilêvkirina zimanên din forma xwe diguherin û ji vir jî xweş xuya ye ku dema Ksenefon“Kardûx” nivîsîye, xwestiye bibêje “Kurd”. Ji lew re, Kard u Kurd ji hêla dengsazîyê û bilêvkirinê ve guherîne lê heman peyv in. Tîpa -xyê ya dawî jî pêveka pirhejmarîyê ya zimanê Ermenî ye. Em ji vir jî fêm dikin ku Ksenefon navê Kurdên wê deverê ji Ermenan fêr bûye û wekî ku ji wan seh kiriye dîsa weha nivîsîye. An ku “Kard-ûx” wateya “Kurd-an dide. Ev agahî pir girîng e, ji lew re wekî ku Sumer û Asûr berî Ksenefon bi du hezar salan nivîsîbin, Ksenefon jî heman agahîyê dinivîse û piştrast dike ku herêma ji Hekarîyayê dest pê dike û heta Amedê ber bi Çemê Botanê û Çemê Tîjleyê ve dirêj dibe, wekî berî dema Ksenefon bi du hezar salan, dîsa welatê Kurdan e, ên ku wekî Kur-tî, Ko-tî ûKardûx tên pênasekirin. Ev her sê pênase jî hemwate ne û ji bo gelê wê deverê hatine bikaranîn. Piştî Ksenefon, dîsa dîroknasên Grîk û Rom bikaranîna peyvên “Kurd û Kurdistan”ê domandiye, lê dîsa helbet bi bilêvkirin û mercên zimanê xwe…

Yek ji wan zanyar, dîrokzan û erdnîgarzanan, Strabo (64 B.Z.-24 P.Z.) ye. Strabo bi taybetî bi lêkolîna xwe ya erdnîgarîyê ya bi navê “Geographica (Erdnîgarî)” tê naskirin. Di vê lêkolîna hêja û berfireh de, piranîya gelên cîhana kevnar û antîk cihê xwe girtiye. Strabo ne tenê erdnîgarîya wan gelan, her weha kevneşopîyên wan, çand, dîrok û zimanê wan jî tomar kirine. Di beşê Medîa Magna (Medyaya Gewre) ya “Geographica”yê de, em tomarîyeke girîng a ku bi mijara me ya bingehîn re têkildar e dibînin. Strabo dema der barê Medyayê û hawirdorê wê de dinivîse, welatekî bi navê“CORDUENNE-KORDUENNE” an ku “KORDÎYON – KORDÎYEN” pênase dike û sînorên vî welatî weha xêz dike: “Ev welatê Korduenneyê ji derûdora Wan û Mûşê dest pê dike û heta Amedê ber bi Çemê Tîjleyê ve li ber rêzeçîyayan dirêj dibe… Her weha navê van çîyayan jî Çîyayên Korduenneyê ye.”  An ku, Strabo jî wekî ku di tabletên Sumer û Asûran de wekî Kur-tî û wekî di tomarîyên Ksenefon de wekî Kardûx hatibû gotin, dîsa heman welatî bi heman navî pênase dike û navê gelê wî jî wekî “Kord” dinivîse. Ji lew re, Kord navê gelê wî welatî ye. Sedem jî ev e ku di zimanê Grîkî û her weha Romî de pêveka –îonê yan jî –îenê, peywira –istana Kurdî pêk tîne û heman wateyê dide navdêr. Heger em pênaseya Kordîyon an jî Kordîyen wergerînin zimanê Kurdî, ev pênase dibe “KURDISTAN”…

Dîsa Strabo li Rojhilatê Kurdistanê, derûdora Kirmanşan û Hemedanê gelekî din û herêma wan tomar dike û navê wan jî wekî “CYRTÎÎ- KÎRTΔ dinivîse. An ku, Kur-tîyên bakurê Kurdistanê yên dema Sumeran wekî “KORD” û Ko-tî-yên Rojhilatê Kurdistanê jî wekî“Kîrtîî” tomar dike. Heman gel, bi heman navî û îro jî heman rewş. Li her çar hêlên Kurdistanê gelê Kurd di wê demê de hebû û îro hîn jî heye. Zengînîyeke mirovahîyê û şanazîya dîrokê ye. Bi hemû tiştên xwe. Rastî ev çend zelal e ji bo kesê ku bixwaze rastîyan fêm bike.

Divê em vê agahîyê jî bidin ku di versîyona Latînî de ev pênaseya wî welatî wekî “Gorduenne-Gordîyon”ê hatiye nivîsîn û di ya Grîkî de wekî ku heye an ku bi zimanê orjînal “Korduenne-Kordîyen” e. Wergera wê ya di Îngilîzîyê de jî wekî “Gordyenne-Gordîyen” hatiye nivîsîn. Her çi jî hebe, tev li nivîsînên bi cudahîyên piçûk, tev de wateya Kurdistanê didin. Lê divê Gordîyona Frîgyayê û Gordîyona Medyayê neyên tevlihevkirin, ji lew re herêmeke din a bi navê Gordîyon dîsa di pirtûka Strabo de heye û ew herêm di Anadolîya Navîn de dimîne û Strabo ew jî nivîsîye. Lê jixwe bi destnîşankirina xwe ya navê Amed û Mûşê, Strabo bi xwe hebûna du Gordîyonan piştrast dike.

Çavkanîyeke din a hêja dîsa ya yek ji dîrokzan û bûyernûsên Grîk Lucius Mestrius Plutarchus (46-120)e. Lucius Mestrius Plutarchus an jî bi navê xwe yê din Plutarch, berhemeke navdar der barê qewamên cîhana kevnar û her weha bîyografîyên şah, fermandar û sîyasetmedarên Grîk û Rom de nivîsîye. Navê berhema wî “Bioi Paralleloi (Jîyanên Paralel)” e. Bîyografîya ku bi dehan navdarên Rom û Grîk tê de cih girtiye. Di vê berhema xwe de, Plutarch agahîyên bêhempa der barê“Şahîtîya Korduenne-Kordîyen” de jî tomar kiriye. Di beşe bîyografîya fermandar û sîyasetmedarê Rom “Lucius Licinius Lucullus (117 – 56 B.Z.)” de, der barê Kordîyen û gelê wî de agahîyên berfireh hene. Lê berî nirxandina tomarîyên Plutarch, divê em berê xwe bidin qewimînên li Rojhilata Nêzîk ên sedsalên çar û sisêyan ên berî zayînê.

Anegorî tomarîyên Grîkî û Romî, piştî Skenderê Mezin, desthilatdarîya Rojhilata Nêzîk û bi taybetî ya Kurdistanê kete destê Selevkosên Makedon. Xanedana Eurant-an Arî, an ku Orantîdan jî bûne bindestên Selevkosan lê piştî demeke kin, di sala 189an a berî zayînê de, şerekî dijwar di navbera Selevkos û Roman de, li ser axa Lîdyaya kevnar  rû da. Di wî şerî de Rom bi ser ketin û di encamê de Selevkosan lawaz bûn. Hin erdên wan ji destê wan derketin û Eurant-an (Orantîd) jî ev fersend bi kar anî û serbixwebûna xwe bi dest xist. Herêma ku desthilatdar bûn Medyaya piçûk (Azerbaycana îroyîn) û bakurê Gola Wanê heta Kavkasan bû. Şahê yekem Artaksîas bû û ji ber navê wî, ev xanedan ji wî û pê ve wekî “Artaksî” an jî “Arşakî”hate binavkirin. Di herêma xwe de bûne hêzeke berbiçav û di dema şahê wan ê binavûdeng Tîgranê Mezin de ji Ermen, Xald, Mard û gelên Kavkasan artêşeke mezin pêk anî û serî li ber Împeratorîya Part hilanî. Tîgranê Mezin li gel xezûrê xwe Mitridates VI ê şahê Pontûs, peymana hevgirtinê ava kir û pêşî li hember Partan û di pişt re jî li hember Romê şerên dijwar pêk anî. Li ser koka Arşakîyan gelek nîqaş hene lê dîroknas bi piranî wan wekî dûhatîyên Eurant-an (Orantîd) dihesibînin û ji ber ku li satrabîya Armenîayê ya Part û Persan desthilatdar bûn, Ermen jî wan wekî Ermen qebûl dikin û di dîroka xwe ya neteweyî de wisa dinivîsin. Li vir em ê jî nêrîneke xwe binivsînin. Wekî ku tê zanîn, şahê dawîn ê Ko-tî-yan (Gutîyan) Tîrîgan e û hem di zimanê kevnar ê Ko-tî-yan de, hem jî di zimanê Kurdî yê nûjen de, Tîrîgan wateya Tîrvan-Tîrgan dide, an ku kesê “Tîrvan”. Bi tîpguherîneke piçûk (r û g)yê, ev nav (Tîgran û Tîrg-v-an) heman wateyê didin. Ev jî piştrast dike ku navê Tîgran navekî Arîyanî ye û ji dema Ko-tî-yan ve tê bikaranîn. Dibeyeke mezin, Eurant-an û dûhatîyên wan Artaksîyan-Arşakîyan jî,  yek ji şaxên Ko-tîyan in. Piştî zelalkirinê, îcar em vegerin tomarîyên Plutarch; Plutarch jî wekî Ksenefon û Strabo heman herêmê wekî “Kordîyen-Kurdistan” destnîşan dike û navê şahê wan ê wê demî wekî “Zarbenîus” dinivîse.

 

Dê bidome…

Çavkanî: Xerzî Xerzan-Sormey.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply