Navê Kurd û Kurdistan di dîrokê de – Beşa 2.

Di Dema Antîk De Bikaranîna Navê Kurd û Kurdistanê

Tomarîyên Sumeran

Navê Kurd û welatê wan di belgeyên Sumeran de bi navê “Kur-tî” an ku wekî “gelê jorî, gelê çîyayî” dibihure. Kurdzanê navdar Vladimir Minorsky (1877-1966), di nivîsara xwe ya ku li Ansîklopedyaya Îslamê li jêr serenavê “Ên Kurd” de hatiye weşandin, vê rastîyê dinivîse û tomar dike. Di beşê têkildar de Minorsky dinivîse ku François Thureau-Dangin (1872-1944) ê ku di qada zelalkirina zimanê Sumerî de zanyarê herî navdar e, li ser du tabletan (kevirên nivîskî) ên Sumeran ên ku dema wan digihêje herî kêm du hezar salan berî zayîne, rastî gotina “Welatê Kar-Da-Ka” hatiye. Ev welat dîsa anegorî tomarkirina Dangin û her weha ya zanyarê Îngilîz Sir Godfrey Rolles Driver (1892-1975), li başûrê Gola Wanê dimîne. An ku li ber qeraxên Botan û Tîjleyê… Ev tomarî gelekî girîng e, ji lew re, Sumeran di gelek tabletên xwe de niştecihên Welatê Kar-Da-Kayê wekî “Kur-tî” pênase kirine. “Kur”an jî “Ur” di zimanê Sumerî de wateya “çîya – bilindayî” dide û “-tî” jî pêvekek e. An ku, Kur-tî wateya Çîya-yî dide û ji bo binavkirina kesên çîyayî yên ji bakurê welatê Sumeran in, hatiye bikaranîn. Em baş dizanin û bi hebûna xwe ya resen û ontolojîk ku gelê Kurd û welatê wan Kurdistan, wekî berî pênc hezar salan, vê gavê jî li wan çîyayên asê û bilind ên li bakurê welatê Sumeran ê kevnar dimînin û dijîn. Peyta herî mezin a vê têzê ew e ku Kur-tî Kurdên kevnar in û Kar-Da-Ka beşekî Kurdistana îroyîn e, hebûna Kurd û Kurdistanê li heman herêma serdema me ye… Cihê ku Dangin destnîşan dike, herêma ku ji Amedê dest pê dike û ber bi  Silîvan, Batman, Xerzan, Mêrdîn, Cizîr, Bidlîs, Botan, beşekî Serhedê (Mûş) ve dirêj dibe û li Hekarîyayê diqede ye. Ev tomarî berî roja me herî kêm çar pênc hezar salan e û beşekî makewelatê gelê Kurd bi xwe ye. Beşekî pêşîyên gelê Kurd an ku yên Proto-Kurd, berî çar pênç hezar salan, li beşekî Kurdistana Bakur û Rojava bi heman navê xwe, bi navê “ KURTΔ bi cih bûn û navê welatê wan jî “KARDAKA” bû. An ku bi zimanê Sumerî“welatê Kard-an, welatê Kurt-î-yan”, an ku bi navê xwe yê nûjen û orjînal “Kurdistan”…

Welatê Ma-Da/Kar-Da-Ka yê Kur-Tî-yan Di Sedsala 21-ê ya Berî Zayînê De

Li vir divê başûr û rojhilatê Kurdistana îroyîn jî bêne nivîsandin da ku em karîbin tomarîyeke teqez pêk bînin. Di heman serdemê de, an ku berî pênc hezar salan, di destpêka dîroka nivîskî ya Sumeran de, îcar di hin tomarîyên wan de em rastî navê neteweyeke bi navê “Kû-tî” an “Ko-tî” tên. Bi forma nivîsandina dîrokzanên nûjen; GUTΔ. Ev netewe yan jî gel, dîsa anegorî tomarîyên Sumeran, di destpêka hezarsala sêyemîn a berî zayînê de, ji Zagrosên rojhilat berjêrî welatê Sumeran bûn û demeke kin wekî 150-200 salî li welatê Sumeran desthilatdar bûn. Peyva “KO” di zimanê Sumerî de dîsa wateya çîya û bilindayî dide û pêwendîyeke xurt di navbera peyvên “Kur-tî” û “Ko-tî”de heye. Dîsa divê em berê xwe bidin zimanê Kurdî û bi taybetî zaravaya Kirmanckî-Zazakî ya Kurdî. Hîn jî peyva “KO”yê di zaravayê Kirmanckî de wateya “çîya”dide û dibeyeke mezin e ku ev peyv ji zimanê Sumerî derbasî zimanê Kurdî bûye. Dibe ku ji Kurdîya kevnar derbasî Sumerî jî bûbe lê dan û standina zimanan rewşeke xwezayî ye û ya girîng ew e ku hîn jî ev peyv di zimanê Kurdî de dijî û tê bikaranîn. Jixwe pêveka -tîyê dîsa heman peywirê pêk tîne û “KO-TΔ wateya kesê çîyayî yan jî jorî dide. Hemû rojhilatnas û Kurdnasên binavûdeng, pêwendî û hemwatebûna peyvên“Kur-tî” û“Ko-tî” dipejirînin. Em jî dikarin bibêjin, helbet bi çavkanîyên Sumeran ve, “Kur-tî” û “Ko-tî” heman pênase ye û dîsa hebûna gelê Kurd a îroyîn li her çar hêlên Kurdistanê piştrast dike ku “Kur-tî” û “Ko-tî”heman netewe û heman gel in. Her du jî Arî ne, zimanê wan zimanê Arîyanî yê kevnar e, her du jî xwedî çandeke hevpar in, her du jî şervan in û her du jî li ber koledarîya Sumeran serî hildaye û ji bo xweparastinê berê xwe daye welatê gewre yê Sumeran. Dîsa hebûna Kurd û Kurdistanê ya îroyîn vê têzê piştrast dike û ji gotûbêjê re cih nahêle. Helbet ji boyî zanyarên xwedî sinca zanistê û ji boyî kesên ku ji bêsincîya mêtingerîyê dûr mane û red kirine…

Tomarîyên Asûran

Piştî serdema Sumer û Akkadan, îcar serdema Împeretorîya Asûrî ya koledar dertê şanoya dîrokê û li Mezopotamyayê seranser, ji sala du hezaran heta 612an a berî zayînê, rêxistineke mêtinger a gewre ava dibe. Helbet dîsa di belgeyên Asûrî de em rastî navê Kurd û welatê wan Kurdistan tên. Lê dîsa anegorî bilêvkirina zimanê wan… Aramî û Asûrî welatê Kurdan an ku Kurdistan wek “Beth Kardû (Warê-mala Kurdan)”pênase dikir. Asûrî ji bo ku koleyên ciwan û jêhatî bi dest bixin, dem bi dem berê xwe dida welatên bakur û bi taybetî “Beth Kardû (Kurdistan – bi Kurdî)”. Ji ber ku pergaleke koledar di vê dewletê de desthilatdar bû û pêdivîya wan bi koleyên jêhatî hebû, gelek caran êrîş birine ser qewmên çîyayî yên li bakurê wan diman. Dîsa anegorî gotara Minorsky, em pê dihesin ku yek ji şahên Asûrî Tîglat Pilaser ê II, di destpêka hezarsala yekem de li ser tableteke xwe ya biserketinê daye nivîsandin ku wî li Çîyayên Azûyê li gel qewmekê bi navê “Kur-tî-e”şer kiriye û gelek kole û xenîmetên şer bi dest xistine. Ew Çîyayên Azûyê yên ku navê wan dibihure, dîsa heman dever e ya ku di tabletên Sumerî de dibihure . Ji lew re, di tableta Sumeran de ev dever dîsa welatê Kur-tî-yan e, navê wê Kar-Da-Kayê ye û li başûrê Gola Wanê dimîne. Minorsky, anegorî nêrîna G.R.Driver ê asûrolog, qebûl dike ku (nexşeya wî li jor e),  piştî hezarsalî dîsa heman qewm li heman cihî niştecih e. Di rêxistina yekîneya Xalda-Ûrartû de jî ev Kur-tî cihê xwe digirin û di wê konfederasyonê de jî li hember Asûran, li gel hemû êlên Arî li ber xwe didin. Welatê wan tim derûdora qeraxên Tîjleyê, Gola wanê û hawirdorê devera ku me li jor destnîşan kiriye.

Em jî bi hêsanî dikarin vê nêrîna Driver û Minorsky ya hevpar bipejirînin, ji lew re, ew Çîyayên Azûyê yên ku Driver û Minorsky behsa wan dikin, hîn jî li Kurdistanê bi navê Çîyayên Hezûyê tên zanîn û li herêma Xerzanê, di navbera navçeyên bajarê Batmanê de, di navberaSasûn û Hezûyê de dirêj dibin. Çîyayên asê û bilind in û her weha Çîyayê Meretoyê yê binavûdeng jî di nav wan çîyayan de cihê xwe digire. Çîyayên din ên rêzeçîyayên Hezûyê ev in: Kermeleh, Hêlkis, Koram… hwd. Ev tev de di nav sîstema Çîyayên Torosê de ne û li bakurê Çemê Tîjleyê dimînin. Her weha, şaxên Tîjleyê yên fireh wekîÇemê Xerzanê û Çemê Batmanê jî ji wan çîyayên bilind dest pê dikin û li başûr wekî Çemê Bidlîsê û yê Botanê tev li Tîjleyê dibin. Ji vê agahîyê jî em dizanin ku qeraxên Çemê Tîjleyê yên bakurî û başûrî, ji destpêka dîroka nivîskî ve makewelatê Kur-tîyên Arî ye û dîsa hebûna Kurdên Arî yên serdema me, ên ku beşekî nevî û dûhatîyên Kur-tî-yan in û hîn jî bi heman navî tên pênasekirin, çavkanîya me ya herî hêja ye…

Konfederasyona Êlên Med ên Kurdistanê

Serdema Sumer û Asûran di sala 612an a berî zayînê de diqede û îcar ew pergala koledar bi dest û pêşengîya Medên ku beşekî “çîyayîyan” in û wekî yek ji pêşîyên Gelê Kurd tên zanîn, tê rûxandin. Med û Kur-tî, hem ji hêla nijadî ve, hem di warê erdnîgarîyê de û hem jî ji hêla dîrokî û çandî ve ji hev ne dûr in. Em dikarin bibêjin ku Med jî di nav Kur-tî/Ko-tîyan, an ku di nav çîyayîyên Kurdistanê de cih digrin. Bi taybetî, di nav Ko-tîyên rojhilatê Kurdistanê de… Lê dîsa, hebûna Kurdan a îroyîn û her weha hin navên êl û herêman bi xwe rê dide me ku em nirxandineke cuda pêk bînin. Herodotê ku bavê dîroknûsîyê ye, di pirtûka xwe a navdar “DÎROK”de navê şeş êlên Medan dinivîse. Navên wan êlan ev in;“Bûsî, Paretekanî, Strûxî, Arîzanî, Bûdî û Magî”. Lê divê bê gotin ku ev êlên ku Herodot navên wan tomar kirine, bi nêrîna me ne navên êlan lê navên herêmên ku ew êl tê de dijîn in. Ji lew re, îro jî gelek êl û eşîrên Kurdan bi navê herêma xwe tên pênasekirin. Mînak Silîvan-Silîvî, Botan-Botî, Hekarîya-Hekarî, Şêrwan-Şêrwî… hwd. Bûdî (bi gotina Herodot), a ku yek ji wan êlan e, hîn jî di herêma Botanê de bi navê “Botî” dijîn û ji bajarê Sêrtê heta Dihê, Cizîr, Şirnex, Hekarîyayê û derûdorê, an ku li herêma Botanê jîyana xwe didomînin. Her weha bi nivîsîna Herodot, “êla Strûxî” an ku Kurdên Stûrkî yên îro jî li derûdora herêma Şêrwanê ya Sêrtê û heta digihêje Gola Wanê jîyana xwe didomînin û navê herêma wan jî dîsa “Stûrkan” e. Her weha êla “Arîzanî”dîsa di herêma Arzananeyê ya demên antîk de, bi navê serdema navîn û bi zimanê Erebî û Ermenî “Arzan-Erzen” de, an ku di herêma Xerzanê ya îroyîn de, bi navê Kurdên “Xerzan-Xerzî-Xerzanî” hîn jî hene û dijîn (di zimanê Grîkî de dengê Xya Kurdî nîne). Xala hevpar a van her sê herêman û êlên di nav de ne ew e ku tev de zaravaya Kurmancîya Kurdî diaxêvin û her sê jî di dilê Kurdistana îroyîn de, wekî beşên gelê kurd, kevneşopîyên xwe didomînin.

 

Dê bidome…

Çavkanî: Xerzî Xerzan-Sormey.com

 

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply