Navdarên Kurd: Nûrî Dêrsimî

Berî 44 salan wekî îro têkoşerê doza Kurdistanê Nûrî Dêrsimî jiyana xwe jidest da.

Avdara sala 1892an, li gundê Axzonîkê –parêzgeha Dêrsimê, Nûrî Dêrsimî ji bavê xwe Îbrahîm û diya xweZelîxe re çêdibe, li dinê çavan vedike. Xwendina xwe ya seretayî li gundê Xûzatê û ya navîn li Xarpîtê diqedîne. Paşê, sala1911an, ew diçe Stenbolê, zanista bijişkiya ajalan dixwîne. Hê ji ciwaniya xwe ve, bi temenê xwe yê piçûk, ew tevî refên kar û xebatê dibe. Sala 1918an, ew di Komela Bilind a Kurd de, ya ku bi pêşengiya siyasetmedar û zaniyarê Kurd ê gewre Seyid Ebdilqadir Kurê Şêx Ubeydellahê Nehrî bi rê ve diçû, dibe endam, û da ku gelê xwe ji bindestî û koletiya reş rizgar bike, zend û bendên xwe badide û bi dilsozî xebatê dike, û ji ber çalakiyên xwe, ew tê binçavkirin. Radibe ji Stenbolê derdikeve, diçe welatê bav û kalan, û li Dêrsimê cîwar dibe.

Ew û hevalê xwe Elî Şêr, bi hev re, kar û barê serhildana Qoçgêriyê dikin, ewa ku 6ê Avdara 1921ê destpê bûye, û bi tundî û hovîtiya dewleta Tirk di nav xwînê de maye. Li wir, ew ji bal polîsên Tirk ve tê girtin, lê bi alîkariya Seyid Riza serbest tê berdan. Girtin û zindankirina wî, hêvî û moralên wî naşikîne, û her ew têkoşîna xwe ya netewî berdewam dike. Dema serhildana Dêrsimê sala 1937an destpê dike, ew dibe yek ji rêberên wê yên sereke.

Mixabin, dema serhildana Dêrsimê têk diçe, ew neçar dimîne, berê xwe dide binxetê, ji wir diçe Urdinê, û sala 1940î, li tataxa “Miheta Bexdad”, bajarê Helebê cîwar dibe, kar û xebata rewşenbîrî û ramyarî didomîne.

Piştî dardakirina Seyid Riza, dewleta Tirk 4000 zêrên Osmanî ji wî kesê ku serê Nûrî Dêrsimî jê re bîne dike xelat. Dema dewleta Tirk dibihîze ku ew  li Urdinê cîwar bûye, ji hikûmeta wê dixwaze ku ew Nûrî Dêrsimîradest bike, lê Urdin xwesteka wê napejirîne, red dike. Li Sûriyê, û li gora biryara dewletê ku dana nasnameya Sûrî bo hemwelatiyên Iskenderonê dabû, Nûrî Dêrsimî nasnameya Sûrî werdigre û ji welatiyên vê dewletê tê jimartin.

Sala 1952an, bi sernava”Dîroka Kurdistanê-Dêrsim”, li Helebê, ew pirtûkekê çap û belav dike, têde, tewan û kiryarên hovane yên dewleta Romê ya  ku 222 gundên Kurdan wêran kirine û bêtir ji 15000 Kurd, zarok, jin, pîr û kal kuştine belge kirine.

Gelek Kurdên Kurdax, Heleb û Cizîrê li mala wî civînên Kurdewariyê girêdane, li ser destên wî fêrî zimanê Kurdî bûne, ji kaniya zanîn û ezmûna wî ya Kûr sûd wergirtine. Berî ku ew koça dawîn bike, wî sala 1963an gora xwe û ya hevjîna xwe li rex hev, li goristana “Henan”, ya nêzîkî bajarê Efrînê kolane,  û ev rista jêrîn li ser kêla xwe nivîsandiye:

Li ser vê riya dijwar, min jî kire pir hawar

Da ji bo we rojekê, dinya bibe gulbihar!.

Roja 22ê Tebaxa 1973an, li Helebê, dilê vî lehengê Kurd radiweste, çavên xwe digre, û ew li Şêx Seîd, Seyid Riza, Barzaniyê nemir, pêşewa Qazî Mihemed û hemû navdarên Kurdan dibe mêvan.

 

Ji gotara Newafê Bişar-K24

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply