Sêşem , 29 Îlon. 2020

Navdarên Kurd: Mah Şeref Xanim

“Mah Şeref Xanim” a ku bi navê Mestûre Kurdistanî tê naskirin jineke helbestvan, dîroknivîs û nivîskar e. Di sala 1804an de li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. (Li gor çavkaniyên nivîskarê Kurd Doktor Soran Kurdistanî Mestûre; di sala 1805an de ji dayîk bûye.) Sine di wê demê de paytexta mîrektiya “Erdelan” bû.

“Mah Şeref Xanim” di sala 1848an de hîn di 44 saliya xwe de li Sineyê çûye ser dilovaniya xwe û li wir jî spartina axê. Lê li gor çavkaniyên nivîskarê Kurd Doktor Soran Kurdistanî: Mestûre di sala 1848 Sine, di temenê 44 salî de çûye ser dilovaniya xwe û di goristana giştî ya Silêmaniyê ya Girdê Seywan/ Başûrê Kurdistanê de spartine axê. (Li gor hin çavkaniyan jî li Silêmaniyê çûye ser dilovaniya xwe).

Ev jina navdar a Kurd ji binemala Qadirî bû. Keça Ebul Hesenê Mihemed Axa yê nazirê Kurdistanê bû. Bapîrê wê rêveberê xezînê (darayî) yê mîrektiya Erdelanê bû. Hevjîna Xesrew Xanê Mîrê Erdelan e ku bi wek Xesrewê Nakam (Bêmirad) hatiye naskirin. Her weha Xesrew Xan jî şa’irekî jîrek bû.
Mah Şeref Xanim bi qasî şa’irtiya xwe jî jineke bi hêz bû. Di bawermandiya xwe de jî xwedî rêz bû. Her weha xetxweşiya xwe jî hebû. Di jiyana xwe de 20 hezar beyt bi zimanê Farsî nivîsiye. Lê mixabin dîwana wê ya helbestan bi sedema pirsgirêk û qeyranên nav mîrektiya Erdelan wenda bûye.

Hacî Şêx Yehya hewldaneke zêde da ye ku beytên helbestê yên Mestûre peyda bike. Lê tenê dikariye 1000 beytan berhev bike. Hacî Şêx Yehya ew helbestên Mestûre bi navê “Dîwanî Mah Şeref Xanimî Kurdistanî” li Tehranê çap kiriye. (1925). Di hin çavkaniyan de tê gotin ku 2000 beytên wê berhev kirine û çap bûne.
Digel helbestvaniyê, wek dîroknivîsekî jî pirtûkek bi navê “Dîroka Erdelan” jî nivîsiye. Ev berhem di sala 1946an de li Sine ji aliyê Nasir Azadpûr ve hatiye çapkirin.
Herweha pîrtûkek olî jî amade kiriye di derbarê “Şerîeta îslamê” de. Pirtûkên wê nîşaneya lêhûrbûn û lêkûrbûna wê ya di derbarê ol û dîrokê de dide nîşandan. Wê bi xwe “12 ilm qedandiye”. Mîna gelekên din pirtûkê olî bi zimanê Erebî xwendiye. Mestûre destûra 12 ilmî wergirtiye.
Di derbarê zewaca wê bi Xesrew Xan de, di pirtûka Mîrekên Erdelanê de dibêje ku; Xesrû demekê ji bav û mamê Mestûre aciz bûye û ji bo dilê wan xweş bike û aştiyekê çêke Mestûre wek hevjîn ji xwe re aniye. Mestûre û Xesrew rêz ji hevre girtin e. Ev di helbestên Mestûreyê de jî dixwiyê bê çendî hez ji hev dikin. Hûnanek di vê derbarê de wisa ye:

 

Ji bilî ser têkiliya wî min awir tune ye
jixwe ji bilî wî min fikar tune ye
her çiqas henaseya min ne li bîra min be, ji wî û min
Ji bilî henaseya sar min bîranîn tune ye
bextewar im li ber dûrbûna ji bejna wî ya bedew
Ji bilî xema wî qet min xemgînî tune ye

Mestûre Erdelanî/Dîwana Mestûre
Ji farsî: Muhsin Özdemir

………………………………….

Îro, mîna saqî! ji çîmenan re demsal payîz e
Meyê bide, nefikire bê meh remezan e
Li şîretên şêxî nefikire û ji dest re,
Ne çerxiyek û du û sê, ev fitwa min ji pîrê magan e

Mestûre Erdelanî/ Dîwana Mestûre/
Ji Farsî:Muhsîn Ozdemîr

……………………………………………..

Min ew jinem ke le pakî le serûy hemîwan im,
Le hemû xêlê jinan de niye kes hawşan im:

Le jêr serwênekem de serêke hêjay tac,
Belam le zebrî zeman wa qetîsî dewran im.

  

Berhemên wê:

Bawerîya îslamê û Rîsaleya ‘Îbadetê. (Bi Farsî)

Dîwan (Dîwan-î Masturah Kurdistanî) – Farsî û Kurdî

Mêjûy Erdelan (Khronika Doma Ardalan: Ta’rikh-i Ardalan/ Dîroka Erdelanê

kurdistan24.net

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Bernameçêker, Mehdî Mutluyî ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku naveroka bernameyan qasî teknîkê pêş …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.