Sêşem , 4 Tebax 2020

Navdarên Kurd Bi Zarokan Dide Nasîn

Nivîskar Yasemîn Elban ji bo zarokan seta ku ji 5 pirtûkan pêk tê amade kir û Weşanxaneya Darayê set  weşand. Armanca nivîskar ew e ku zarok ji zimanê xwe hez bikin û paşeroja xwe nas bikin

Bêrîvan Kayi

Nivîskar Yasemîn Elban ji bo zarokên kurdan fêrî çand, ziman û hunera xwe bibin, bi salan e nivîskariya çîrokên kurdî dike. Elban heta niha gelek pirtûkên çîrok û çîrvanok (Ecêbên Dinyayê, Ebas û Heblê, Asmîn û Bilbil, Carek Ji Caran, Destgulek  Ji Zargotina Herêma Xerzanê) nivîsîne.

Der barê nivîsîna pirtûkên zarokan de nivîskar Yasemîn Elban ji rojnameya me re axivî. Elban diyar kir ku tenê ne zarok, îro mezin jî navdarên kurd nas nakin û ji ber vê wê berê xwe daye nivîsîna çîrokên ku zarok paşeroja xwe bi wan nas bikin.

Piştî wêjeya devkî wêjeya nivîskî

Yasemîn Elban a li gundê Çorsênê yê girêdayî Tetwana Bedlîsê hatiye dinê, diyar kir ku zarokiya wê tim bi guhdariya çîrok û çîrvanokan derbas bûye. Bavê Elban mele ye,  ji ber vê yekê ew li gelek gundên Mûş, Wan û Bedlîsê geriyane. Herî dawî ji ber mercên siyasî û aboriyê, malbat koçî Îzmirê dike û niha jî li wir jiyana xwe didomîne.

Elban da zanîn ku bavê wê di malê de axaftina tirkî qedexe kiriye, ev yek ji wê re jî dibe mînak û xwestiye ku zarokên kurdan jî bi wê çandê mezin bibin û wiha got: “Bala min tim li ser wêjeya devkî ya kurdî bû. Serê ewilî min çîrçîrokên kurdî berhev dikirin. Dûvre jî tiştanok, zûgotinok, lîstikên zarokan û hwd. Ez bigihaştama kîjan kurdê/a navsere, min ji wan peyv ango çîrok digirt û dinivîsîn. Min gelek berhev kirin. Piştî vê yekê jî min dest bi vegotina çîrokan kir.”

Xizmeta ji bo zimanê kurdî

Nivîskar Elban dema ku dest bi vegotina çîrokan dike, fikra ku êdî li wêjeya zarokan hûr bibe pê re çêdibe. Di serî de dosyeyeke bi navê teknîka ‘întak’ê ya ku eşyayan bi hev re dide axaftin, amade kiriye. Ev dosyaya ku ji heşt çîrokan pêk tê ji ber şert û mercên aborî nehatiye çapkirin. Her çiqas ev pirtûka wê nehatibe çapkirin jî Elban dev  ji nivîsîna çîrokan bernade, her diçe ew bi kedeke mezin li bajarê Îzmîrê tev li perwerdeya zimanê kurdî dibe. Piştî fêrî gramera zimanê kurdî dibe, heta 9 salan li wir perwerdeya zimanê kurdî dide. Elban bi vî awayî her diçe li ser wêjeya kurdî xwe bi pêş dixe.

Rojnivîska Xecê

Elban piştî dixwaze ji bo zarokan berhemên navdarên kurd amade bike, dest bi nivîsîna ‘Rojnivîska Xecê’ dike. Ev seta ku ji Weşanxaneya Darayê derketiye ji 5 pirtûkan (Rojnivîska Xecê, Xecê li dû  Derwêşê Evdî ye, Xecê li dû  Mesture Xanimê  ye, Xecê li dû  Evdalê  Zeynikê ye, Xecê li dû  Celadet Alî Bedirxan e) pêk tê. Elban der barê vê seta pirtûka xwe de bal kişand ser girîngiya hînkirina wêjaya kurdî ya bi zarokan û wiha got: “Xecê keçeke sêzdeh salî ye, ew her şev serpêhatiyên xwe xewn û xeyalên xwe di rojnivîska xwe de dinivîse. Di çîrokan de car caran rojnivîsk jî ji me re qala Xecê dike. Ji bilî wê jî Xecê pir mereqdarê nasîna navdarên kurd e. Ev yek dibe sedem, ew di derheqê kîjan navdarê/î de lêkolîn bike, bi awayekî efsûnî ji roja me diçe serdema navdarên mîna Evdalê Zeynikê, Mestûre Xanim û hwd. dibe şirîkê derd û kulên wan û alîkariya wan dike. Bi kurtasî min xwest bi rêya Xecê û rojnivîska wê, bi awayekî hêsan navdarên kurd bi zarokan bidim nasîn.”

‘Zarok pêşeroja me ne’

Nivîskar Elban di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berhemên nivîskarên kurd ên ji bo zarokan amade kirine û wiha diyar kir: “Roj bi roj em dibînin ku pirtûkên ji bo zarokan derdikevin, ev yek mirov kêfxweş dike. Lê helbet ev têr nake. Hewce ye hê zêdetir nivîskarên kurd girîngiyê bidin wêjeya kurdî ya ji bo zarokan, ji ber zarok pêşeroja me ne. Lê rastiyek heye di nav nivîskarên kurd de, hin nivîskar berhemên hevdu naecibînin.”

Çavkanî: xwebun.org

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Pirtûka Dehemîn a Konê Reş Derket

Di dawiya heyva Gulana /2020an de, dehemîn dîwana Konê Reş bi navê (Qamişlo-Pol: Helbest û …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.