Nav û cûreyên kevirên mezin û biçûk

Li ser sê cûreyên keviran. Yên herî mezin, kevirên biçûk, ferş û ferşik. Ji bona şirovekirina wana heger çiqas bi kurtayî jî hatibe şirovekirin, cûreyên keviran heta ana bi vî hawayî ne hatîye nivîsîn û ne jî hatîye amedekrin. Belê ez bi xwe, lê rast nehatime.

Mi xwest ji bo ku di pêşerojê de, navên van keviran winda nebin, mi ji xwe ra wek wesîfe dît amedekir. Û zarê me ji bo  navên, van keviran û navên cûreyên wan ji bîrrnekin. Piştre mi xwest ji xwendevana ra pêşkêş bikim, hêvîdarim ku wê xwendevanên delal wê pê kêf xweş bibin.

Heger di alîyê şirovekirinê de, kêmasî jî hebe, hêvî û reca min ji xwendevanan ev e dikarin, bi hawakî ber firetirîn, bi nivîsîn û şirove bikin. Bê guman ev navên hana ne tenêne.

Ji ber ku li Kurdîstanê gelek cûreyên navên keviran henin û nav li wan dikin. Ji ber ku li her perçekî Kurdîstanê cûreyên keviran henin û wê hebi jî. Ha ji ber vê yekê li jêrê wek têbinî mi xwest ez binivîsim:

Heger ew kesên miraqa wan hebin di alîyê berhevkirinê de, navên keviran zanibin û cûreyên wan, binivîsin û bi şînin ji kovar û rojnamên Kurda re, wê cîhê kêfxweşîyê û xebateke berbiçev be. Hêvîdar im ku ew kesin bi çand, huner, edebîyat û kultûra xwe dadikevin, ew tişê ku li ser erd û bin erda me hene, pêwîste ku em çap bikin û binivîsin.

Tenê ne kevir weke mînak hemû termên ku hene bi ruh, yan jî bê ruh, çibe bela bibe, li ser erd û bin erdê çi hebe pêwîste ku meriv binivîse û biweşîn e. Ez bi xwe  ne arkologim û min ne jî li ser vê babetê ne xwendîye, lê belê ji ber ku ez li gundekî Kurdîstanê hatime dinya yê, hayê min ji van terman heye û ez wan nas dikim.

Ji biçûkanîya xwe de heta ku emrê min bû deh salî, li gunda meriv diçû ber kara û berxa, biştra meriv diçû ber pez,  li çol û çepela digerîya, meriv gelek navên termên tişt û mişta dizanî bû. Tiştê bi biçûkanî tucarî ji bîra merivan  naçe. Ez bawerim ku ew kesên navên van keviran bixwînin wê bêjin, wilahî raste, navê van kevira heye li gundê me û çolên gundê me.

Beşa yekem:
Li gorî ku ez van cûreyên kevirên mezin û biçûk nas dikim, ji we xwendevana re bi kurtayî be jî, ji şirove bikim.

1-Taht-zinar
Teht yan jî ku em dibêjin zinar, bi cîhgirtîye, naleqe yanî taht ne wek kevir, nihît û kaf ji dileqe.

2-Kaf
Kevireke gelek mezine li ser tehta bi cî û war e. Di nava erda jî dibe hebe û li kêlekê newala jî heye.

3-Nihît
Kevirek ji kaf biçûk tir e, li kêleka çem û newala û li nav  erda jî dibe hebe û heye jî.

4-Baxir-qîşê zinara ye.
Zinarekî gelek tûj û kêlekike wî şatûke, tu dibêjî meriv wî birîye jêkirî ye.

Beşa duwem:
1-Kevirê xiramokî.
Bi teybetî li himama ji bo qilêra laş û linga (linga di xeritîne) bi kar tînin, lê kevrê xiramokî yên mezin jî hene.

2-Kevrê arbeşk.
Kevrê arbeşk kevirikî gelek qespe, teybetîya vî kevirî ew e, ji bo xaraye gula. Lê ew kevir gelek xweşike renga renga ye, wexta ku meriv dike xar deqê sor yan jî reş şîn têde xuyanî dike. Tê bîra min wextê ku ez biçûk bûm li gund me bi xara dilîstin, ji sibê heta êvarê, bi teybetî zivistana. ‹ca êvarê wextê ku ez dihatim malê, mi xara xwe paqij dikir û mi rûnê hîz tê dida mi ew dixist nav paçekî heta sibê dima. Sibê wextê ku ez radibûm ser xwe min paçikê xwe vedikir, xara min hem sore, hem jî deqê şîn û reş lê xuyanî dibû.

3-Kevrê şatûk.
Ev kevir li ber çema û newala pêde dibin. Hingî ku av lê dixe û di nav avêda dixindire bi xwe ve şatûk dibe.

4-Kevrê quwetê.
Berê li gunda pêdilîstin, bê guman ana jî pê tê lîstin, lê bi hawakî modern. Ev kevirikî girovere hebikî şatûke.

5-Kevrê delava.
Ev kevir, kevirkî mezine orta wî kolandîye, bi teybetî wî delavî li ser bîra yan jî li ser çalan datînin, ji bo ku avê têxinê pez û dewar avê têda vexwun. Ji ber vê nav lêkirine kevrê delava.

6-Kevrê hewda.
Ev kevir jî li der û dora bîra û çala heye. Pê pez û dewra av didin. Lê hewdin biçûk henin di wan de xwarin û vexwarinê didin tejîya û kûçikan.

7-Kevrê qorzî bira.
Qorzî bir yên xanîya jî dibe û yên kozik û çepela jî dibe. Lê ev kevir rûyê wî li derve dinere şehkirîye, çar qorzîye. Bi teybetî wî kevirî dixin qorzîyên xanîyan.

8-Kevrê zîlanê.
Dixin bin zîlana derî, kevir bi xwe orta wî kolayî ye. Wextê ku derî vedikin û derî digrin zîq-zîq jêtê.

9-Kevrê şatûk.
Kevrên şatûk bi teybetî li çema û newalan hene. Hingî av lê dixe ew kevir şatûk dibe.

10-Kevrê ber çema.
Ev kevirê ber çema, hem girover in, hem jî şatûkin. Av hîngî lê dixe gelek qespin û şatûkî dibin.

11-Kevrê reş.
Ev kevrên hana dibin ku di wexta xwe de ew erd şewitîye, yan jî tebîeta wê erdê weha be reşin. Weke mînak der û dora Amedê-Dîyarbekrê qerejdaxê heta der û dora Roha yê û cên wekîdin hene, kevrê reş. Hinik jê şatûkin û hinik jê jî qulqulkînin.Wek mînak sûra Dîyarbekrê bi wan keviran hatîye çêkirin.

12- Kevrê herifî.
Ev kevir meriv dikare bêje, wek tertê axê ye. Wextê ku meriv dixe nav destê xwe û pê dilîze  di herife. Renga renga nin, ev kevir reş jî hene, sipî jî hen e.

13-Kevrê heftoka.
Bawerim her Kurdek dizane ku kevrê heftoka çîye? Bi pênc kevrê girover ku wana jî gelek biçûkin, wek xaranin-gula ne, du kes li himberî hevdû rêdnên û dilîzin. Çi jin çi mêr be.

14-Kevrê curn.
Ê li gunda maye zane curn çîye? Curn kevirikî hem di tehta de çê dikin, him jî kevira dikolin, ji wan ra curn dibêjin. Di vî curnî de dahn yan jî birxur tê de di kutin.

15-Kevrê tevnê.
Ev kevir wextê tevna datînin, çend kevirên giran datînin pişta wan singê ku tevnê pê datî nin, ji bo tevn bê şidandin.

16-Kevrê qomax.
Kevrên qomax bi teybetî ew xanîyên ku bi axê yanî bi kelpîça têne ava kirin. Berî ku ser xanî axê bavê ser, rêzek kevir datî nin. Ji wan kevir ra dibêjin kevirê qomax.

17-Kevrê derecê-pêlika.
Kevirên derenca çar qorzî nin û şehkirîne bi rûne. Yek bike li kêlaka hevdû datînin û bi pêlik-pêlik bilind dikin. Piştre derence jê çêdibe.

18-Kevrê qula-kuna tenûrê.
Wexta ku tenûra dadidin, ji bo ku nan li denûrê xin, kevirikî girover datî nin ber kuna denûrê, ji bo ku tenûr sar nebe.

19-Kevrê dengê.
Kevrê dengê, pê genmê kelandî ku çend roj li ber tavê mayî, hişk dibe û talîyê dibin ser dengê di gerî nin. Kevirek mezinî  firehî girovere, orta wî bi qule , darekî dixin orta wî û dişidî nin, talîyê datî nin ser stûyî hespê yan jî gakî û li dora dengê digere.

20-Kevrê destar.
Bi destar genim û nîska, dahn û savar-birxur û garis hwd… bi destar di hêrin-hurdikin. Di ber destar de, hem stirana dibêjin, hem jî destarê xwe dihêr in.

21-kevrê zeytûna.
Girovere reng sipî jî dibe û reng reş jî dibe, datî nin ser zeytûna, ji bo ku zeytûn bi perçiqin û hem jî bi terbye dibe.

22-kevrê cil şuştinê.
Li gunda wextê ku cila dişon, bi teybetî li ber çema cil şuştinê de, kevirekî şatûkî girokver qesp pê cila dikutin di şûna şûnik de, ji wî kevirî ra dibêjin, kevrê cil şûştinê.

23-Kevrê sînora.
Ji bo ku sînorên-tixûb ji hevdû bêne naskirin. Çi yên bira, çi jî gundya bin, çi jî bajara bin, çi jî yên welata bin. Ji wî kevirî ra dibêjin kevrê sînor a.

24-Kevrê qûça.
Zemanê berê û ana jî tê gotin, heger qenc, eger xerab, dibêjin ev qûça tebe, (ê ji gotina xwe veger e) û sê-çar kevira li ser hevdû datî nin, ji te ji wan kevira re tê gotin, kevirê qûça. Li hêla Mêrdînê, ji kude meriv Kelha Mêrdînê dibîne sê çar keviran li ser hevdû datîne, ji ber ku Xidilyas li wir maye çend keviran li ser havdû datînin, ew jî  xêre, dibêjin qûça Xidilyase.

25-Kevrê hesta.
Di dema berê de, agir hîn pêde nebûbû. Kevirê hesta û bi pîşove agir vêdixistin. Kevrê hesta kevirekî gelek qesp û qewîne, wexta ku meriv kevirê hesta û heste li hevdixe çirûsk ji wan têne der.

26-Kevrê kosele.
Ew jî wek kevirê hesta ye.

27-Kevrê girover.
Kevirekî gelek şatûke û qespe, hem reşe hem jî gewre ye. Di dema berê de ji bo topa û lêdan di hat şuxulandin ê.

28-Kevrê lastîka-çeqela.
Lastîk ji bona ku meriv çûka pê bikuje-çaqel dareke dugulîye lastîke jî lêdixin, piştre kevganikê jî, ji çerm pêve datî nin. Piştre kevirekî biçûkî girover dixin orta kevkanîkê lastîkê û berdidin çûka.

29-Kevrê koçanîk-kefkan.
Koçanîk ji rêsê hirîyê çêdibe, ez ne şaşbim nêzî du metra ye. Orta koçanîk yanî kefa wî ji bo kevir têkevê, wek kefa desta fireh e. Kevrê ku bi koçanîk davê girover e.

30-Kevrê Tifika-kuçik.
Li gunda xwarnê li ser tifika çêdikin. Sê kevira yan jî, ji hesin sê niga çêdikin û beroşa xweyî xwarnê li ser datînin, ji bo ku xwarna xwe li ser çêkin.

31-Kevrê kozika.
Wexta ku meriv dire niçîra kewê guzel û kewê/kew li erdê datîne, ji bo ku kewê çolê bê û tê keve dehfa û kew mero nebîne. Sitarek ji mero re pêwîste, ew jî kozike ku meriv ji xwere çêke û xwe têda bistirî ne.

32-Kevrê ser derî.
Gelek dirêje û pehne, çar qorzîye.

33-Kevrê xilik.
Ev kevir zû di herife.

34-Kevrê aşa.
Ferşekî gelek firehe û girove re. Kevirekî gelek qespe, wek kevrê arbeşke.

35-Kevrê bin sitûna.
Li gundan hinik mal hene ku stûn di orta odan de heye, kevirekî girover û pehnî qalind di binê wê stûnê de datînin.

36-Kevrê hinê.
Kevirekî zû di herife, wextê ku mero dixe nav destê xwe û difirkîne û avnê jî lê dike, tu dibêjî aynî hineye, wê jî meriv di pişta heywanan, yan jî li destê xwe dike.

37-Kevrê şehkirî.
Ev kevir hinik ji wan nerm jî hene û qesp jî hene. Bi teybetî van kevira şeh dikin û ji bo qesra xanîya bi kar tînin. Ji ber vê yekê dibêjin kevirê şeh kirî.

38-Kevrê destavê.
Heta ana jî heye li gunda, ji divla ku avê bi tabûta xwe xe, kevira pêdixin. Ji ber vê yekê dibûjin kevirê destavê.

39-Kevrê pişkê.
Du bira wextê ku ji hevdû cihê dibin, mal û milkê xwe li hevdû payê dikin. Yek dikeve nav wan bira, ji wan re pişkê dikşîne, radihêje kevirikî û dixe destê xwe, dibêje dikîjan destî deye. Ji wî kevîre dibêjin kevirê pişkê.

40-Kevrê ricimandinê.
Wextê ku yek guneh-sûcikî dike di olîde-dîndê îslamê de, wî kesî, yan jî wê kesê, bi keviran diricimî nin.

41-Kevrê telaqavêtinê.
Ji dema ku îslamyetî hatîye, ev mesela kevrê telaqavêtinê derketîye holê. Ji wê demê û bi virde kevrê telaq berdanê tê gotinê. Navbêna zilêm û jinikê de tevli hevî dertê, li hevdû nakin, zilam radihêje sê kevira, dibêje ev telaqek ev du telaq û ev sê telaq, tu li şûna dê û xuşka min bî, min te berda, here mala bavê xwe.

42-Kevrê şaqûla-xar ra.
Ji kevrê arbeş çêdibe.

43-Kevrên gomê.
Ji bo ku li der û dora goma-gova pez, kevira datînin jêre dibêjin kevirê gomê.

44-Kevrê poxik.
Jinên ku bi halikî nin wî kevirî dixwin û zarok jî dixwin, ew kevirekî zû diherife.

45-Kevrê mermer.
Wek tê zanîn ku kevrê mermer kevirekî gelek xweşike, renga renga ye. Û gelek bihaye û bi qîmete.

46-Kevrê oltî.
Bi teybetî li Erziromê heye, ji bo tezbîha gelek bi qîmete. Kevirekî gelek reşe. Di nav gelê Kurd de, tezbîh gelek tê bi kar anîn. Û her weha gelê cîran jî gelek tezbîhê bi kar tînin.

47-Kevrê Karban.
Ev kevir jî ji bo tezbîha ye û dibe morîk jin jî dixin stûyên xwe. Pir buhaye gelek bi qîmete.

48-Kevrê Sal.
Pehn û raste, wek ferşe li hemama û midbaxa datî nin ku meriv li ser rûnê.

Beşa sêyem:
1-Ferşik
Hinik tenik hene, hinik jî qalind hene.

2-Çaqil
Çaqil ew jî wek bixurane. Hûr jî hene girs jî hene.

3-Befş-lik-lank
Li gunda bi befş dilîzin, ferşeke tenike û kevira datînin ser hev û befşê xwe davên ê.

4-Ferş
Mezin jî hene biçûk jî hene, mesele ferşê ser devê bîra, ferşê ser devê çala, ferşê ser devê kuleka û ferşê ser yepraxa, dolma.

5-Gindor
Wek ku em hemû diza nin, gindor ji bo ku meriv ser banê xanîyan bi gerîne-gindor bike. Kevireke girover e.

6-Nikar
Nikar bi xwe jî ji tahtêye-zinare. Lê belê, hinik zinar hene ku nermin, meriv ji wan nikarê dikole û ji bo qesra û xanîya, dev kilsê yan jî çîmetoyê dike û pê xanîya çêdike. Heta ku wexta ku pastêqê çêdike hinek nikar tîne dixe nava şîra tirî û pêre dikelîne, ji bo ku bastêq pê zer bê.

7-Kils
Ji kevira çêdibe. Li hinik herêma tê gotin, hêtûn, hêtûn ji kevra çêdikin û piştre dar, devîya dibirin demeke baş dimîne, ji bo ku dar û devî hişk bibin û talîyê wan dar û devîya davên hêtûnê (yanî ocax). Û talîyê biştî ku hêtûn sar bû kevirê der û dora wê davên kavrê mayîn kils dimîne.

8-Tefş-befş
Lîstekeke bi kevirê tefş heye, bi teybetî li gunda tê lîstin. Tefş bi xwe ferşeke gîrove re.

9-Ferşê ser pela
Wextê ku yepraxa-dolma, çêdikin, ferşikî datî nin ser yepraxa. Ew ferş bixwe jî tenike lê belê girane, bi teybetî ew ferş ji devê çema tî nin.

10-Ferşê ser devê tenûrê
Wextê ku tenûrê dadadin, piştî tenûr jî sor bû nanê xwe li tanûrê dixin û piştre paçikî qalind li ser devê tanûrê datînin û piştre ferş li ser paç datî nin, ji bo ku hilma germê dernekev e.

11-Ferşikê bin nigê-çencik, lapûçkê kewa.
Ew kesê ku seyd-nîçîra kewa bi dehfa kirîye dizan e. Ferşikê bin lapûçkê kew gelek tenike. Mewdela ku dixin nigê kew bi zîvike, piştre bi zîvik ve benekî ku hûr-hûr hûnandî bi zîvik ve girêdidin. Û benikî bi ferşive girêdidin û kew li ser datî nin. Ji ber vê yekê dibijin ferşikê bin nigê-lapûçkê kew.

12-Şikêr-çingil
Ji gelek kevirê cûr bi cûr liser hevdû datî nin. Bi teybetî di nav erda de û reza de, kevra li hevdû kom dikin, ji wan ra dibêjin şikêr.

13-Bixur
Kevirin hûrin, meriv dikare bêje, wek hêkên kewa û yên çûkane. Belê ne tam girover in.

14-Qehfik
Qefik ji ber ku şatûke, ew jî dikeve terma ferşika. Bi teybetî qefik ji kûza, dena û cera çêdibe. Û eslê wî ji axê çêdibe.

Bi dawî hat, lê kesin heger bixwazin li vê danheva minî cûreyên keviran ku min dane hev lê zêde bikin, ez kêf xweş bibim.
Salihê Omerî

niviskar.se

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply