‘National Geographic’a Kurda: Parzemîn

‘National Geographic’a Kurdan, Kovara Zanist, kifş û perwerdeyê Parzemînê dest bi weşana xwe kir.

Di Kovara Parzemînê de ji agahiyên zanîstî heta kifşên erdnîgariyê bi dehan mijar hene.

Dosye, kifş, serpêhatî û geştûguzarî esasên ewil ên kovarê ne. Ligel vê yekê wêneyên ku ji çar aliyên Kurdistanê hatine di nav kovarê de cih digirin.

Cara ewil e kovareke bi vî rengî bi du zaravayên zimanê kurdî, Zazakî û Kurmancî derdikeve.

Kovar bi rûpelên rengîn dê zanist û geştûguzariyê bêhtir bide hezkirin.

Kovara Parzemînê ku bi zanyariyên xwe wê bibe 7 parzemînên li ber destê we, bi awayekî têr û tijî di refên zanist û agahiyên kûr ên perwerdeyê de cih bigire.

Armancên sereke yên kovarê zanist û zanyarî ye ku di nav civakê de belav bibe.

Di vê hejmara pêşî de wek dosyeyan derbarê çiyayên Bêstûnê yên li Kirmaşanê û rengguhertina Margîseyan de agahiyên berfireh cih digirin.

Li aliyê din keça Pakistanî Malala Yûsifzaî û gelek zanyariyên din ên kovarê, dibin pirek di navbera Kurdî û entegrasyona gerdûnê de.

Kovar armanc dike ku agahiyên gerdûnî bi rûyê Kurdî bigihîjîne xwînerên xwe.

Kovara Parzemînê bi awayekî çapkirî li benda xwînerên xwe ye.

Ji bo peydakirina Kovara Parzemîn hûn dikarin malpera www.parzemin.com’ê binêrin.

Ji bo sîparîşê:

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply