“Nasnameya Wêjeyê ” ya Sîdar Jîr ji Weşanên Lîsê Derket

Ji destpêkê û heta îro civak bi gelek rêyan û bi gelek awayan xwe he dikin û xwe dibêjin. Yêk ji van rêyên xwegotinê jî wêje ye û di pêkhatina civakê de xwediyê roleke girîng e. Wêje ji ber vê rola xwe yek ji nasnameyên civakan e. Û dikare li cîhanê civaka xwe bide nasandin. Wêje bixwe jî rengê nasnameya xwe ji civaka ku ew afirandiye werdigire. Tu wêjeyên bê rêng û bê nasname tune ne.

Di vê berhema li ber destê we de Sîdar jîr hewl daye ku ji gelek aliyan ve têkilîya wêyeyê ya bi hêmanên civakî û hunerî re vebêje, bîr û boçûnên xwe parve bike. Hem bi awayekî giştî mijarên derbarê wêjeyê de nîqaş kiriye û hem jî bi taybetî li ser rojev û nîqaşên wêjeya kurdî sekiniye. Ew dibêje; “Wêje ew mekanîzma ye ku hewl dide hest û ramanên girseya ku pê re dikeve têkilîyê veguherîne, dirûv didê û tesîreke berbiçav li wê girseyê dike. Ev hêla wêjeyê jî bi awayekî civakî dike ku mirov berê xwe bide rabirdûyê û bi wî awayî dahatûyê binirxîne. Dema ku girse berê xwe bidin rabirdûyê û hewl bidin bi wê amûrê (wêjeyê) li dahatûyê binihêrin tê wê wateyê ku wêje rasterast tesîrê li şêweya jîyanê bi xwe jî dike. Ji ber ku hemû şêweyên jîyana civakekê di wêjeyê de cîyê xwe digirin; ev yek jî avabûna nasnameyê bi xwe ye. Pêşîyê bi awayekî katharsîsî/kesayetî û paşê jî di parametreyên nasnameya civakî de roleke sereke dilîze.”

Her çiqas nivîs di bin sernavên cuda de hatibin nivîsandin jî gava ku hûn pirtûkê bixwînin hûn ê bibînin ku mijar hemû bi hev ve girêdayî ne û têkel in. Xwînerên Kurdî jixwe Sîdar jîr nas dikin. Kêm an jî zêde ji şêwaz û awayê wî yê vegotinê haydar in. Her xwînerê/a kurdî bi hêsanî dikare bixwîne û fêm bike. Em bawer in her kesê ku vê berhemê bixwîne dê hewl bide ku beşdarî nîqaşan bibe û gotina xwe bibêje. Ev jî dê ji bo wan bibe rêwîtiyeke nû. Jixwe Sîdar Jîr jî karê nivîsandinê wek rêwîtiyekê pênase dike. Ligel temenê xwe yê ciwan ev demeke dirêj e di nav kar û barên nivîsê de. Ango rêwîyê vê rêyê ye. Fermo hûn jî beşdarî vê rêwîtiyê bibin.

Nasnameya Wêjeyê, Sîdar Jîr, Lêkolîn, 169 rûpel, Weşanên Lîs 2016 , Amed
ISBN: 978-605-9295-20-8

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply