Çarşamba , Mart 3 2021

Nasandina Çend Têgihên Felsefeyî

1- Ratio sapiantiae: Di felsefeya Ezîz Augustînusî de ku di Serdema Navînî de yek ji wan ramanwerê naskirî ye, texlîdekî zanyarîya ku mirovan digihîne Xwedê ye. Li gor nêrîna feylesof, pêdivî pê heye ku bingeheke aqlî a bawerîyê hebe. Loma gotiye ku bawerî lê digere û aqil jî, dibîne. Dîsa gotiye ku divê berhema lê lêgerînê, zanyarî be. Zanînî yan jî zanyarîya ku behsa wê dike, kiriye du beş: 1- Di ‘ratio scientiae’ yê de, berê meriv li der e û daneyên di dest de, analîz dike. Bi vî hawî, xwe dihihîne zanîna hêmanên xwezayê. 2- Di ‘ratio sapiantiae’ yê de jî, meriv berê xwe dide hindir û di ruhê xwe de, xwe û Xwedê dibîne û xwe digihîne, zanyarîya herî bilind.
2- Rationes seminales: Terîmeke latinî ye û wateya wê tov, meyl û hêzên fizikî ku di madeyê de wekî potansîyel hene, ye.
3- Ravendiye: Hînwerîya Ibn al-Rawandi, ku ramanwerek î îslamî ê materyalîst e. Li gor vê hînwerîyê, çavkanîya zanînên me sehek in û pejirandina bawerî û nêrînên ku bi aqil re nakok in, ne pêkan e. Ji ber vê nêrîna xwe, li dijî bawerîyên dînê îslamî rabûye û bi xwedênenasîyê hatiye sûcdarkirin. Li gor nêrîna vê hînwerîyê, ji bilî aqil rêyeke din a têgihiştina heqîqetê tune û îman û dîn jî, xap in û deraqlî ne.
4- Res cogitans: Di felsefeya Descartesî de, biwêja latinî a ku wateya wê ‘tiştê ku difikire’, ‘heyînê ku difikire’ ye. Di felsefeya Descartesî de Xwedê, cewhereke rastîn e û nehatiye afirandin. Descartes ji bilî Xwedê, di felsefeya xwe ya dualîst de behsa du cewherên afirandî jî dike, ku ew jî made yan jî beden û ruh yan jî hiş (mind, zihin) in, ku ruh yan hiş wekî cewhereke xweser, ji madeyê bi temamî cuda ye. Her cewherek, xwedan taybetîyeke xweser e û taybetîya hiş jî, fikirîn e. Girêdayî vê çarçoveyê, ‘res cogitans’ hem hişê ferdî yan jî xwebûna ku difikire ye û hem jî, ruh yan jî sparteka ruhî a bingehîn e ku li pişt temamîya hişên ferdî ye.
5- Res extensa: Biwêja bi zimanê latinî a ku di felsefeya Descartesî de derbas dibe ye û wateya wê, ‘a ku cih digre’, ‘heyînê madî’ û ‘tiştê cismî’ ye. Li gor vê yekê taybetîya xwemalî ya made yan jî bedenê ku li hemberî hiş yan jî giyanê (ruh) cih digre, ‘cihgirtinî’ ye. Ji ber vê yekê jî di felsefeya Descartesî de ‘res extensa’ ew cewhera madî ye ku di bingeha temamiya guherînên madî û mekanîk yên gerdûnî de, cih digre.
6- Sacrificium intellectus: Bi zimanê latinî, biwêja ku wateya wê ‘fedakirina aqil’ e. Di felsefeya Serdema Navînî de yan jî di devjenîyên aqil-bawerîyê de, ji bo bawerîya çavkorî haşkirina dengê aqil e. Bi awayekî çavkorî, bawerîpêanîna fermanên dînî.
7- Scientia realis: Zanista rastîn. Di felsefeya Serdema Navînî de û di felsefeya hinek feylesofan de (Williamî Ockhamî), navê zanistên bûyerî (factual, olgusal) ye ku mijara wan, tiştên ferdî, û heyîn yan jî objectên sehekî ne. Li gor vê yekê Ockhamî gotiye ku bi tenê ferd (birey, individual) hene û pêşnîyarîyên (önerme, proposition) zanista rastîn jî ku mijara wan ferd e, pêşnîyarîyên tevbar (tümel, universal) in.
8- Sein: Di felsefeya hebûnparêz û bi taybetî jî di felsefeya Heideggerî de, biwêja bi zimanê almanî ku wekî dijwateya ‘Dasein’ ê yan jî heyînê ku li hemberî hebûna mirovî ye, hatiye vegotin. Ev felsefe ne jî heyînê, ji hebûnatîyê dide rê û loma jî, di vê felsefeyê de mirov, xwedîyê cihekî xwemalî ye. Ji ber ku bi tenê mirov pirsan dikin, cihekî wan ê taybet heye. Ji ber ku dikarin pirsan bikin, dikarin zor bidin sînorên hebûna xwe û ber bi hebûnatîyeke rastîn ve bilind bibin. Mirov bi tenê ne Dasein, ne bi tenê xwedan hebûneke ji rêzê ye. Mirov ew heyîn e ku dipirse û têdigihêje ye. Loma çawa ku xwe fam dike, dikare hemû heyînan jî fam bike. Ji ber vê yekê jî hînwerîyeke heyînê yan jî ontolojîk ne ji seinê (heyîn), encax dema ku ji mirov dest pê bike, dikare were damezrandin. Lewra mirov, xwedîyê hebûneke rastîn e,
9- Simulakra (simulacra): Di ramana postmodern û nêrîna postmodernîzmê (postmodernism) de navê ku li qopîya qopîyê kirine, ku orjînala wê tune. tr: simülakrum / fr: simulacra
10- Sokinîanîzm (socinianism): Tevgera dînî a aqlî ku ji aliyê Laelius Socinus û Jules Lequierî ve hatiye damezrandin. Alîgirên vê tevgerê, sêmendîya pîroz (kutsal üçleme, teslis, trinity) red kirine û gotine ku Hz. Îsa jî, mirov e û hewl dane xwe ku vê yekê bipeyîtînin. tr: sokinyanizm / fr: socinianisme
Ali Gurdilî
Çavkanî
Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî
(Ev nivîs ji malpera gurdili.blogspot.com hatiye wergirtin)

About ziman

Avatar

Check Also

Alî Gurdilî: Divê Mirov Felsefeyê Hezbike

Ferîd Mîtan: Felsefe zimanekî tîr û hevoksazîyeke tekûz jê re divên, li gel vê yekê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir