Napoleon: merivê bi şans dîkê wî jî hêkan dike

Hinek bi şans mans bawer nakin, dibêjin mefhûmeke, tiştekî bi navê şans tuneye, meriv bi xebatê şansê xwe peyda dike.

Hinek jî şans wek hîdayeteke îlahî dibînin û şans teslîmî Xwedê dikin, bi emrê Xwedê ve girê didin. Bêguman ev karekî rehettir e, meriv dibêje, qeder e û jê xelas dibe…

Axir şans hebe ya jî tunebe, îzaha wî, tarîfa wî  mimkûn be ya jî ne mimkûn be, ez xwe merivekî bêşans dibînim.
Çimkî  îşê min bi piranî rast naçe. Li ku dixim, ku derê dikolom taht  û zinar dertdê.

Loma jî ez ji xwe xwe ra dibêjim weleh bîleh ez merivekî pir î bi şans im.
Ma wekî din ezê çi navî lê kim?

Carnan gava kerekî min ê pir ecele heye, ya jî ezê herim ser tuxtur, tu hew dibînî gelşeke ne di hesêb da derket.

Tu dinêrî ji şansî min ra trên û otoboza ezê pê herim ya dereng tê ya jî tew nayê û ez dereng dimînim.

Helbet ne her tim, dema îşekî min ê muhîm hebe ya dema wexta min bi yekî ra hebe ev eksî çê dibe.

Carê dîsa otoboza ezê pê biçûyama dereng het, yê swêdî hinekî xwe aciz kir, bû pilepila wî, fena bibêje çima çend deqîqeyan dereng hat.

Min got, ”çikir bike hat, kanîbû nehata !”
Camr matmayî ma, got:
”Çima ewê neyê?
Ez keniyam, min got:
Çimkî ez li vir im…
Serê xwe hejand, ji îronîya min tiştek fêm nekir.

Min digot belkî li vê dinyayê yê herî bêşnas ez im. Lê îro ez li yekî ji xwe bêşanstir rast hatim. Em du bêşans rastî hev hev hatin û le jî îşê me min qet rast neçû.

Minê ji yekî ra (min fêm kir ew jî wek min yekî bêşans e) hinek pere bişanda. Min nêt hebû bi rêya Ria Financial Servicesê bişînim. Zû diçe.

Lê îro dinya şilî û şepelî bû, berf heliya bû, min got ya baştir ew e ez ji mal dernekevim derve û bi rêya banka xwe bişînim.

Min telefonî bankê kir. Piştî qederek payin, gotin piştî saaet û nîveke din yekê li te bigere û ewê alîkariya te bike.

Li Swêd êdî telefonî dahîreyên resmî û banka kirin kezebreşî ye, bi payinê meriv merezarî dibe. Hemû makîne ne, dibê tu pê li vê numrê û pê li wê numreyê bikî, heta tu li derkê dikevî dorê û demeke dirêj li bendee bersîvê dimînî.

Ez dirêj nekim, ji banaka min xortek li min geriya, min derdê xwe jê ra got. Got baş e, here têkeve malpera xwe ya bankê.

Ez ketim malpera xwe û bi rêberiya wî me dest bi qeydkirina IBAN û Swisft û agahiyên lazim kir. Got Edresa mala wî binivîsîne.

Min got heyra, ez edresa wî nizanim û gerek edres ne lazim be. Heta nuha min çend caran şandiye edres ne lazim bûye.
Got nabe, dibê edres hebe. Heger edres tunebe Tirkiye ewê pera paş da bişîne.

Yek ji min, yek ji wî, ez aciz bûm, min got bavo dev jê berde û alîkariya te ji min ra ne lazim e, ez naşînim. Ji ber ku ji nezan û cirnexweşekî wek min xelas dibû kêfa wî hat. Min telefon girt.

Bi wê hêrsê min rabû kincên xwe li xwe kirin û min berê xwe da centrûma taxa me, ji bo pera bi rêya Ria-yê bişînim.

Li dikanê, bufê xanimek di pêş min da hebû, wê perê xwe şand. Dor hat min. Min ji camêrê pere dişand ra got ez dixwazim hewqas dolar bişnîm Tirkiyê. Gaot baş e, di kompîtorê da dest bi dagirtina formê(blanketê)kir.

Dor hat hilbijartina cinsê pera, got dolar nabe, dibê ya tu Perê Tirk bişînî ya jî Euro. Min got heyra bira Euro be, ferq nake.

Min perê xwe da. Her tişt qediya, pê li bişkoka şandinê(sendê)kir. Ji bo meqbûz bide min. Neçû. Carek, du car, sê car sîstem mir, nexebirî….

Mêrik matmayî ma, lê min fêm kir ji şansê min ra ye. Min got normal e, dibê wiha bibe.

Got ev cara pêşî ye, min got ez texmîn dikim, lê normal e. Min mesele venekir, min negot çima normal e. Min qahr xwe bera hundurê xwe da.

Lê ez dû ra gihîştim wê baweriyê ev eksî ne ji bêşansiya min, îcar ji bêşansiya yê min dikira pere jê ra bişanda. Ev cara pêşî bû ez rastî merivekî ji xwe bêşanstir hatibûm.

Mêrik kompîtor girt û ji nuh vekir, lê dîsa jî nebû.
Du caran telefonî Rîa-yê kir, ji wan alîkarî xwest nebû.
Ez serê we neêşînim min saetekê li wir pa, lê programê got ez dimrim û naxebitim.

Ji mecbûrî, min kor poşman, kortika hustiyê xwe xurand û paş da vegeriyam malê.

Min telefonî wî kesê min pere jê ra dişand kir, min çîroka xwe ji serî heta dawî jê ra ta bi tê ve kir û jê ra got, lawo bi Xwedê heta nuha min digot li vê dinyayê belkî kesê ji min bêşanstir tuneye, lê wa ye derket ortê tu ji min jî bêşanstir î. Pere li dikanê, di kompîtorê da asê ma, tu îro tu pera nagrî. Bi xêr sibe…

Napoleon gotiye, ”merivê bi şans dîkê wî jî hêkan dike.”
Şansê min tim wek şansê kurda ye, bira hêkkirina dîk li wir bimîne, mirîşka min jî wexta hêka ji hêka dibe.

Wer xuya ye ev camêrê min dikir jê ra pere bişanda ji min jî bêşanstir e. Ne dîkê wî û ne jî mirîşka wî hêka dike…

Lê apê Shakespeare av bi ber dilê me bêşansan reşandiye, gotiye, ”merivê baş ji şansê xerab diyar dibe…”

Ya baş ew e em ji vê gotina apê Shakespeare bibêjin rast e û xwe wisa teselî bikin…

Zinarê Xemo-zinarexamo.blogspot.com.tr

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply