Nanxwerînê Cilqetîn

ÇÎROKA NANXWERÎNÊ CİLQETÎN – 1

(Nanxwerînê Cilqetîn, her rojên wî meselek e, di nav gelê me yên Şaxê de.)

 

Nanxwerînê Cilqetîn, lawê belengaz û bêdayîk û sêwî. di jiyaneke dijwarî û zehmetî û tengavî, di nav rewşeke pir êşî û feqîrî û xizanî lê belê rûyekî pir kenî û xwînşîrîn û xwîngermî, cirxweşik û dilpenahî.

Ji bil xwarinê, çavên wî her tiştan têr bû, di nav feqîrî û belengaziyê de. Malbata wî hebû, bavekî pîr, dayeke ji dunyayê dûr ji çend sal berê. Dibêjin ku, Nanxwerînê Cilqetîn wextê ku şîrmij bû di destê diya xwe de, ew qas şîrê diya xwe mêtiye diya wî ziwabûye û miriye. Şeş bira û du xwişkên ji wî mezintir hebûn. Malbata Nanxwerînê Cilqetînî di gundekî Şax’ê de dijiyan. Qet ji gund derneketî bûn ji ber vê yekê di vê gundi de nasnameyê kesekê tune bû. Nav jî, zarok hez çi tiştan kirîbûyan ew nav didan li ser wî/wê zarokê. Nanxwerînê Cilqetîn zarokekî xwarinxwer û cilqetandî bû. Navê wî jî wisa bû. Kincên wî kevn bûn, ji ber kiritandinê milên kincên wî hemû bişkivî bûn. Gerek bû ku devê wî qethiyen vala nebûya. Yan tê xwarinek di devê wî de be yan jî milên kincên wî di devê wî de be.

Di nav malbata Nanxwerînê Cilqetîn şer û şemate, qêr û teqereqe kêm nebû. Ew rojên di tengaviyê de barê giran di pişta bavê wan de bû. Bê dayîkbûn, gelek zor û zehmet bû ji bo neh zarokan zêdetir jî ji bo Nanxwerînî.

Rojekî bavên wan li mal nebû. Çûbû daristanê. Zarok hemû di mal de bûn. Wî rojê Nanxwerînê Cilqetîn di destê şeş bira û du xwişkan de kutanên binecih xwari bû. Lewre xwarina  di mal de heyî qûşxanek mast û du nan bi tenê serê xwe xwar û xelas kiribû.

Nanxwerîn wiha gote xwişk û birayên xwe:

– Ku şev bavê min hat, ezê şîkayeta we hemûyan bikim. Bila bavê min we hemûyan kute.

Ew roj, rojên din zortir bû ji bo Nanxwerînê Cilqetîn. Ji ber kutan û girînê têra xwe nan nexwaribû. Ji destê heşt kesan kutan xwarî bû. Wî rojê Nanxwerînê Cilqetîn gellek rondik barandibû. Rondikê wî kincê wî yên bişkivî şilkirî bû.

Bû êvar. Bavê wî ji daristanê li ser pişta wî yên qor barek êzing ve hat mala xwe. Barê xwe danande erdê. Li ber kaniya xwe destnimêja xwe girt. Ket hundirê mal. Nimêja mexrib kir û rûnişt. Nanxwerînê Cilqetîn di dilê xwe de got: “Wextê tolhildanê hatiye.” Bi dengekî kelegirîn ve nêzikê bavê xwe dibe û dibêje:

–       Bavo! Îro herkes li min da.

Bavê wî berê xwe da Nanxwerînê Cilqetîn û şemaqek binê guhê Nanxwerînê Cilqetîn da û got:

–       Madem ku herkes li te daye, ez mabûm.

Ew gotin bi wî şemaqê ve deng veda di guhê wî de. Nanxwerînê Cilqetîn, ew roj qet ji bîr nekir. Lewre wî rojê xwarinê zêdetir kutan xwarî bû.

kurtdiliedebiyati.com

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply