Nameyek ji General Îhsan Nûrî Paşa (1892 – 1976) re

Xwediyê herêma Kurdava! General Îhsan Nûrî Paşa! Ezbenî li me bibûre… Bibûre eger kêmasiyên me hebin, me efû bike, me bibexşîne.. Berî du rojan, di 25 adara 2017an de, 41 saliya koçkirina te derbas bû, ji mafê te bû ku em te bi gerimbûn bibîr bînin; gul û kulîlkan li ser gora te deynin… Te bi zarokên xwe û nifşê nû bidin naskirin… Lê ezbenî, ji ber gelek sedeman me xwe winda kir..! Ne ku me tu winda kiriye… Yên wek te nayên windakirin, her û her hun di dilê welatiyên dilsoz û wefadar de zindî ne ezbenî…

Tu xwediyê herêma (KURDAVA) yî, ev yek tenê besî te ye… Me bibexşîne serwerê Kurd… Besî me ye ku yekî weke te di nav me de hebû û te navê (Kurdava) li ferhenga kurdî zêde kir… Besî Bedlîsê ye ku xwe bi te pesin bide… Besî eşîra Cibra ye ku ta bi ebed bi te serbilind be… Silav li te bin, silav li Ferzende, Biro Heskî û tev lehengên serhildana Agirî bin…

Not: Ev nexşe, di sala 1928an de ji rex Mîr Sureya Bedirxan ve hatiye hatiye çêkirin. Yê ku di wan salan de berdevkê komeleya Xoybûnê bû li Ewropa û Amerîkayê.

Konê Reş

Qamişlo, 26.03.2017

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply