“NAMEYEK DÎROKΔ NAMEYA ŞAHÊ SASANÎ (YEZDECIRD Ê SÊYEM) BO CIHNIŞÎNÊ MISILMANAN,

“NAMEYEK DÎROKΔ

NAMEYA ŞAHÊ SASANÎ (YEZDECIRD Ê SÊYEM) BO CIHNIŞÎNÊ MISILMANAN, HZ. UMER BIN XETAB, DEMA KU HZ. UMER, EW VEXWENDÎYÎ MISILMANTÎYÊ KIR.

 

Deqa nameyê:

Bi navê (Ahora Mezdayî) afrînerê jîn û pendê.

Te di nameya xwe da nivîsîye ku tu dixwazî berê me ber bi Xwedayê xwe (Ellah ekber) bêyî ku tu rastîya ka em kî ne û peresteyê me kî ye?

Û ya balkêş di mijarê da ew e ku tu li ser daniştekê cihnişîna Ereban da daniştî ye, di dema ku asta têgihiştina te heman asta her yek Erebekî ji rêzê ye. Ew asta tîgihiştina te ji rex me va mîna heman asta serokên êlên Ereban ên gerekî dilovaniyê ne.

Wa Umer! Tu min vedixwînî bo baweranîna bi xwedawendê tikûtenê bêyî tu bizanî ku pirs ji hezarên salan ve perestwerê xwedawendê tikûtenê ne û ji xwedanê xwe ra rojê pênc caranê diçin çogan. Zanist û huner jî ji çendên salan ve beşek ji jiyana wan e. dema ku em ji çêkerê rewiştên bi rûmet û pakmêvantîyê bûn û hilgirên alayên (Raman, gotin û kirinên pak) bûn, hûn ew bûn ku we gumgumok û kêzik dixwarin, çimkî tiştekî we ji bilî wan nebû hûn bixwin, û ew surperyên keçikên xwe yên bê guneh we binax dikirin. Ereb ji mirovan re rêzgitinê nagrin, hûn afrênerên Xwedê ser jê dikin, ta ku hûn dîlan ser jê dikin, destdirêjî jinan dikin, keçan sax binax dikin û hûn rêgirê karawanin, dikujin û talan dikin û malê xelkê dişêlînin. Dilê we ji kevir e. Em van kiryaran dînîtîyê tevan napejirînin. Hûn çawa dixwazin xwedawendekî ji me ra peyda bikin û hûn xwedîyê van tawana ne. Tu ji min ra dibêjî ji ar ra neçe çogan! Em hezkirina afrêner û ronahîya rokê, di revîna ar da dibînin. Ronahî û ar dihêlin em tîşkên rast û rastîyê bibînin û em dilê xwe dispêrin afrêner da ku ronî bike û alîkarîya ku em bi hev re nerm bin dike û em dûr bîn dibin da ku hezkirin di dilê me de mayinde be.

Xwedanê me (Ahora Mezda) ye yê ku we niha ew naskir û nav lê kir (Ellah ekber), lê em ne weke we ne. Em hezkirinê di nav mirovan de bi pêş ve dibin. Em hezkirinê pêş ve dibin û li ser riwê/rûyê zemînê direşînin. Ji hezarên salan ve em çand û rewiştên xwe bi pêş ve dibin û di heman demê de em rêzgirtinê ji rewişt û çanda yên dîtir ra jî digrin, lê hûn bi navê (Ellah) li ser zemînê wêran û talanan dikin, hûn me û yên dîtir jî dikujin û birçîbûn û xizanîyê tînin, û bi navê xwedan hûn bizdandin û birçbûnê bela dikin. Gelo ev Xweda ye yê ku fermana kuştinê dide we?

Gelo fermana hilweşandin û talankirinê li we dike?

Gelo hûn şopînerê Xweda (Ellah) in, û hûn bi navê wî van tevgerên kirêt dikin? Û bi navê wî reviyan wê beyabana rût û di riya talankirinan û bi qefta şûran we perwerdeya hezkirina Xweda dida? Em ji hezarên salan ve xwedî çandin. Ka ji me ra bêje hûn di rêya talankirinan, destdirêjiyan û kuştinê bi navê (Ellah û ekber) ê me fêrî çi bikin? We misilman hînî çi kirine da ku ew jî hinên din fêrî wê bikin? Ka hûn fêrî çi bûne ta ku hûn mirovan bi riya kînê fêr bikin? Sed mixabin… ku niha artêşa me himberî we têk çû. Vêca niha ji gelê me tê xwestin ku ji wî xwedawendê ku bi qefta şûrê Ereban hatiye, herne çogan. Ez pêşniyaz dikim ku tu leşkerê xwe bide ser hev û li biyabana xwe vegerin, ew cihê ku hûn li wir dijiyan , ew cihê tu çand lê peyda nabe ji bilî tirsa ji agir (Arê dojehê), ew cihê desthilata êlan û (Gumgumokan) dixwin (Ew cureyek ji kêzik û kurmikan in ku li biyabanê dijîn) ez nahêlim leşkerê te bi xêrûbêra welatê min bijî. Ev kesên Ereb ên ku te jibo kuştin û talankirinê anîne, nehêle ku bi navê (Ellah) van kiryaran bikin. Ji wan kiryarên tewanker bigere çimkî gel li vir mêvanhez e û li gunehbaran dibûre. Ew bi ku da diçin tovê hevaltiyê diçînin. Ez ji te dixwazim hûn li biyabana bimînin û nêzî bajarên şaristaniyê nebin ji ber ku baweriyê te hovan e û hejvîn (Tırsekî dijwar) in.

Yezdecirdê Sêyem

Wergêr “Nebez Goran” ji farisî bo kurdî.

Wergêr “Hawrê Kemal” ji kurdî bo erebî.

Werger ji Erebî

Keko Xanimê-Çandname

Keko3osman@gmail.com

21.08.2020

Têbînî:

Ev nameya şahê Sasanî (Yezdegirdê Sêyem) e û bersiva nameya ku Umer Bin Xetab cihnişînê misilmanan ku jêra şandibû paş şerê Qadisiye û berî şerê Nehawendê (nameya Umer Bin Xetab û ev nameya şahê Sasanî her du li mozexana Londinê peyda dibin). Tevî ku peyv in neguncaw di nameyê de h

ene jî, lê pabendî bi dilsoziya zanistî û rastnivîsîna dîrokê weha disepîne, bê xap û nixumandina tu hêlên wê. Û gereke werger durust be, û li gorî deqa resen be.

 

 

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply