Nameyek Derengmayî

Belê rast e çi bê gotin bê feyde ye û çi bê gotin bê wate ye. Her tişt di cihê xwe de û di wextê xwe de xweş e.

Her demek, her kêlîkek, her hevalek û her fikir û raman pîroz in. Her yek ji wana rêça jîyana me diguherînin.  Bi saya wan, an em serdikevin an jî em bindikevin. Di vir de a ku qedera me dîyar dike ew kêlîk û tercîhên me ne.

Wekî mîna xwarinek xweş; hin caran hin kes tamek xweş û berîkirinek dijwar li pey xwe  dihêlin. Hin caran jî hin kes tamek tirş û tal li dû xwe dihêlin ku meriv ji îmanê derdixin. Lê çi bi wî û çi bi vî rengî be jî jîyan me mirovên di nav çerxa xwe de hûrhûr hûr dike.

Gellek caran berîkirinên dijwar bi qirika insanan digirin û nahilin bi rehetî wê dema xwe biborînin.

Gellek caran ew berîkirinên kevin jîyana îroyîn serobino dikin û li şûna xwe jîyanek tarûmar dihêlin.

Lê çi qas berîkirin vegerê bînê bêrîya mirovan jî veger êdî nehesane.

Vêger nehesane êdî, jîyan tirş û tal e lê li gel wê talîya jîyanê jî jîyan berdewame.  

Wekî Heroklîtos gotî: “Tiştek wek berê namîne û bêgûman hertişt diguhere”. Ew jîyana me li dû xwe hiştî, ew salên me li dû xwe hiştin, ew bajarên me li dû xwe hiştin, ew hevalên me li dû xwe hiştin û ew yarên me li dû xwe hiştin… Her tiştek û her kesek ji ser heta pîyan hatine guhertin û em jî pêre.

Êdî ew bajarê ku me jê hez dikir ne ew bajêrê berê ye. Ew salên me li pey xwe hiştin êdî bûne dîrok û bîranîn. Ew heval û yarên me li ley xwe hiştin êdî ne ew kesên berê ne. Mejîyê me di derbarê wan  de bîranîn xweş qeyd kirine. Hemû tev ji xeyalek û ji bîranînekê pêk tên. Ya ku mirîyan zindî dike û wan ji nû ve can dike bîranînên di mejîya me de ne lê di rastiyê de hemû mirîne.

Êdî em û bajarên xwe yê nû, em û emrê xwe yê nû, em û hevalên xwe yê nû, em û yarê/a xwe yê/a nû divê em li hev bikin û divê em li pey bêrîkirinin berê nekevin ku em ne jîyana xwe û ne jî jîyana wan biherimînin.

Bêrîkirin çendîn caran dijwar bin jî û çendîn sal bi sal xwezî bi par bin jî êdî veger tuneye.

Gava ku derfet ket destên me divê meriv wê derfetê ji destên xwe nerevîne.

Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply